Em Dikarin Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin!
Gelo hûn hatine nefretkirinê?
Hergê na, hemikî we dîtiye ku meriv ça bi cûre-cûre hev nefret dikin. Ji nûçeya em gelek car dibihên, wekî meriv ji bo milet û welatê xwe, yan jî ji bo wê yekê ku ewana homosêksûal in, têne nefretkirinê. Lema jî dewlet mecbûr dibin qanûnên usa derxin, wekî zulmiya ji bo nefretiyê bidine sekinandinê.
Nefretî hê zêde nefretiyê pêşda tîne. Merivên ku hatine nefretkirinê, heyfê hildidin û ji bo wê yekê hê zêde zulmî û nefretî pêşda tê.
Diqewime we xwexa jî texmîn kiriye ku kesekî firqî kiriye orta we û merivên din, hûn bêhurmet kirine, rezîl kirine û dane tirsandinê. Xêncî wan tişta nefretkirin dikare hê zêde zulmiyê pêşda bîne. Ev gelek car eyan dibe bi şer-dewa, kutanê, xirabkirin û hilşandina tişta, xirabkirina meriva, kuştinê û hela hê gênosîdê jî.
Ev jûrnal wê caba wan pirsa bide û nîşan ke, ku ça meriv dikarin nefretiyê ji dilê xwe derxin:
Çima haqas nefretî heye?
Çawa nefretiyê ji dilê xwe derxin?
Gelo wê bê wedekî usa, ku meriv îda tu car hev nefret nekin?