Çima Meriv Hev Nefret Dikin?
Çima nefretî nav temamiya dinyayêda usa belabûyî ye? Seva ku meniya wê yekê pêbihesin, gerekê pêşiyê têderxin çi ye nefretî, çima meriva destpêkirin hev nefret bikin û ça nefretî bela dibe.
Nefretî Çi ye?
Nefretî ew e çaxê kesek qe te xweş nayê û çaxê tu merivekî yan jî komeke meriva heram hesab dikî. Ew hêrsbûna wedelû nîne, lê hestekî diha qewî ye.
ÇIMA MERIVA DESTPÊKIRIN HEV NEFRET BIKIN
Meriv ji bo gelek meniya destpêkirin hev nefret bikin. Gelek car nefretî pêşda tê ne ji bo wê yekê ku meriva tiştek kirine, lê ji bo wê yekê ku ewana kî ne. Hine kes ji bo wê yekê meriva nefret dikin, ku wana ça kesên zulm û xof hesab dikin û difikirin wekî ewana nikarin tiştekî baş bikin. Ser wana ça ser kesên nimiz û ça ser kaniya problêma dinihêrin. Merivên ku têne nefretkirinê rastî zorbetiyê, neheqiyê û tiştên din tên. Ji bo wê yekê nav wanda xwestin pêşda tê, ku heyfê hildin.
NEFRETÎ ÇA BELA DIBE
Carna meriv wan kesa nefret dikin, kîjana ku qet nas nakin jî. Mesele, meriv dikare bê hemdê xwe nihêrandina merivên xweyîqedir yan jî nihêrandina bira û pismama qebûl ke. Meriv çev didine hev û komên meriva nefret dikin û usa nefretî zû bela dibe.
Çaxê em zanin wekî çi cûreyî nefretî bela dibe, em fem dikin ku çira haqas meriv hev nefret dikin. Lê seva ku nefretiyê ji dilê xwe derxin, wê baş be pêşiyê pêbihesin, ku nefretî çi cûreyî pêşda hatiye. Derheqa wê yekê Kitêba Pîroz mera eyan dike.
KITÊBA PÎROZ EYAN DIKE KU NEFRETÎ ÇA PÊŞDA HATIYE
MERIV USA NEHATINE EFIRANDINÊ KU NEFRETÎ DILÊ WANDA HEBE. Nefretî hingê pêşda hat, çaxê melekek miqabilî Xwedê rabû, kîjan ku hate navkirinê Mîrê-cina. Çaxê ew miqabilî Xwedê derket, ew îda bû “mêrkuj, ÎM”. “Ew derewîn e û bavê derewa ye” lema jî berdewam dike nefretiyê û zulmiyê bela ke (Yûhenna 8:44; 1 Yûhenna 3:11, 12). Kitêba Pîrozda ew eyan dibe ça kesê zulm, hêrs û bêrem (Îbo 2:7; Eyantî 12:9, 12, 17).
MERIVÊN GUNEKAR HÊSA DIKEVINE BER BAYÊ NEFRETIYÊ. Merivê pêşin, Adem, pey Mîrê-cina çû û bû gunekar. Axiriyêda gunekarî derbazî ser temamiya zureta wî bû (Romayî 5:12). Kurê Ademî pêşin, Qayîn, birê xwe Habîl usa nefret kir ku ew kuşt (1 Yûhenna 3:12). Rast e gelek meriv hizkirin û dilşewatiyê didine kifşê, lê ji bo gunekariyê dîsa jî xwehiziyê, hevsûdiyê û qurebûnê eyan dikin, dêmek hunurên ku nefretiyê pêşda tînin (2 Tîmotêyo 3:1-5).
KESÊ KU FIRQIYÊ DIKE NAVA MERIVA, NEFRETIYÊ NAV XWEDA PÊŞDA TÎNE. Îro nihêrandin û kirên merivada bêremtî eyan dibe, çi ku ziyanê û nefretiyê pêşda tîne. Roja îroyîn usa jî babaxî, xeberdana necayîz, bêhurmetkirin û qaçaxtî gelek belabûyî ne, çimkî “temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye”, dêmek bin hukumê Mîrê-cina (1 Yûhenna 5:19).
Kitêba Pîroz ne ku tenê şirovedike, wekî nefretî çi cûreyî pêşda hatiye, lê usa jî, wekî ev wê çawa bê hildanê.