Dawid û Golyat; ew yek bi Rastî Qewimi?
Hine meriv dikevine şikê: “Gelo qewimandina derheqa Dawid û Golyat rastî qewimiye yan ew çîrok e?” Çaxê we gotar derheqa Dawid û Golyat xwend, dibeke pirsên vî cûreyî cem we jî pêşda hatin. Werên em sê pirsa şewirkin.
1 | Gelo bi rastî bilindaya bende dikare weke 3 mêtr be?
Kitêba Pîroz dibêje ku bilindaya Golyat weke 3 mêtr bû (1 Samûyêl 17:4). Hinek meriv bawer nakin ku Golyat haqas bilind bû. Lê hûn zanin wekî li gora lêkolînê hate kifşê ku dewrana meda jî merivê lapî bilind hebû û bilindaya wî 2.7 mêtr zêdetir bû. Lema jî em dikarin bawer bin ku Golyat jî gelek bilind bû. Ew ji rikinyata Rifayî bû yên ku bejbilindaya xweda gelek eyan bûn. Dokûmêntên Misiryada, ya qirna 13 B.D.M. hatibû gotinê, ku herema Kenanêda eskerên xof hebûn, bilindaya kîjana ku 2.4 mêtr zêdetir bû. Lema jî em dikarin bêjin, ku bi rastî Golyat yekî gelek bilind bûye.
2 | Gelo Serhatiya Derheqa Dawid çîrok e?
Hebûn zandarên usa, yên ku dixwestin îzbat kin ku serhatiya derheqa Dawid Padşa tenê çîrok e. Lê cem wana derneket. Çimkî arxêologa, nivîsara kewin ditin kîderê ku hatibû nivîsandinê “Mala Dawid”. Xêncî wê yêke Îsa Mesîh jî derheqa Dawid xeber dida (Metta 12:3; 22:43-45). Li gora rikinyata Dawid jî, îzbat dibê ku Îsa heye Mesîh. Çimkî rikinyata Îsa, ji du aliyava eyan dike ku ew ji Dawid Padşa ye (Metta 1:6-16; Lûqa 3:23-31). Dêmek serhatiya derheqa Dawid çîrok nîne.
3 | Gelo ew cî, kîderê ku şerê orta Dawid û Golyat qewîmî, bi rastî heye?
Kitêba Pîroz dibêje ku ew şer li Deşta Elayêda qewimî. Lê ev usa jî elametiya hûr bi hûr dide derheqa vê yekê. Mesele ku ordiya Filistiyana li tepe cîwar bibû, ew tepe orta du şeherada bû, dêmek Soho û Azekayê. Lê Îsraêlî cîwar bibûn li aliyê dinê himberî Filistiya. Gelo ev cî bi rastî hebû?
Dîna xwe bidin ku merivekî ku çûbû li wan ciya bigere, çi gotibû: “Rêberê me, yê ku xwedênas nîbû, me bire Deşta Elayê. Em hildikşiyan li ser tepe ciyê bilind. Çaxê em gihîştine cî me dor-berê xwe nihêrî û dît deşta Elayê. Hingê rêber mera xwend 1 Samûyêl 17:1-3. Paşê ew dîna me da vê deştê û got: ‘Aliyê çepê, kevir-koçikên Sohoyê ne. Lê aliyê rastê kevir-koçikên Azekayê ne. Filistiyan cîwar bibûn orta van du şehera, cîkî li ser wan tepa, kîjana ku hûn ber xwe dibînin. Û dibeke em niha li ser vî cî sekinîne kîderê ku ordiya Îsraêliya ciwar bibû’. Min da ber çevê xwe ku Şawûl û Dawid hema li wî ciyî sekinî bûye, kîderê ku ez sekinî bûm. Paşê em peya bûn, û ber çemekîra derbaz bûn, ku ziha bibû û tije kevir bûn. Min dîsa jî da ber çevê xwe, ku çawa Dawid li vî ciyî sekiniye, xwe kûz kiriye, û pênc kevirên pen hildaye, bi kîjanî ewî gerekê Golyat bikuşta”. Ev meriv, mîna gelek merivên din, ecêbmayî mabû ji bo vê yekê, ku Kitêba Pîroz derheqa tiştên usa, elametiya çiqas rast û hûr bi hûr dide.
Lema jî meniyên me tunene, ku em bikevine bin şikê û bifikirin ku qewimandina derheqa Dawid û Golyat, çîrok e. Cî û merivên vê qewimandinê, bi rastî jî hebûn. Lê hê ferz ew e, ku derheqa vê qewimandinê di Xebera Xwedêda hate nivîsarê. Dêmek ev elametî ji Xwedêyê rastiyê ye. Û ew “Xwedêyê xweyê gotina” xwe ye û nikare derewa bike (Tîto 1:2; 2 Tîmotêyo 3:16).