BIRCA QEREWILIYÊ BONA HÎNBÛNÊ Hezîran 2020

Vê derxistinêda hene gotarên bona hînbûnê seva 3-30 Tebaxê ,2020.

“Navê Te Pîroz be”

Gotara 23 bona Hînbûnê:3-9 Tebaxê 2020. Melek û meriv rastî kîjan pirseke ferz tên? Çira ew pirs usa ferz e û rola me vê pirsêda çi ye? Hergê em caba wan pirsa fem kin, ew yek vê alî me bike heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin.

“Dilê Min Bike Yek ku ji Navê Te Xof Bikim”

Gotara 24 bona hînbûnê: 10-16 Tebaxê 2020. Vê gotarêda emê dîna xwe bidin duayê Dawid, ku Zebûr 86:11, 12-da nivîsar e. Çi tê hesabê ji Yehowa xof bikin? Çira em gerekê ji navê wî xof bikin? Û ça xofa ji Xwedê dikare wedê cêribandina me xwey ke?

Pirsên Xwendevana

Gelo “berê ruh” tenê ew hunur in, kîjan ku Galatî 5:22, 23-da nivîsar in?

“Ezê yê ku Unda Bûye Bigerim”

Gotara 25 bona Hînbûnê: 17-23 Tebaxê 2020. Çira hine xizmetkarên Yehowa, kîjan ku gelek sala bi aminî wîra xizmet dikirin, civat hîştin? Xwedê hindava wanda ça xwe texmîn dike? Vê gotarêda emê cabên wan pirsa pêbihesin. Emê usa jî şêwir kin, ku Yehowa ça wedê berê alî wan xizmetkarên xwe kir, yên ku ji wî dûr ketibûn.

Vegerin Cem Min

Gotara 26 bona Hînbûnê: 24-30 Tebaxê 2020. Yehowa dixwaze wekî ewên ku xizmetiya xwe dane sekinandinê û nayêne civatê, vegerine cem wî. Em jî dikarin wana hêlan kin, wekî evê teglîfkirina Yehowa qebûl kin: “Vegerin min”. Vê gotarêda emê şêwir kin ça em dikarin alî wan xûşk-bira bikin.