Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 24

“Dilê Min Bike Yek ku ji Navê Te Xof Bikim”

“Dilê Min Bike Yek ku ji Navê Te Xof Bikim”

“Dilê min bike yek ku ji navê Te xof bikim. Bi temamîya dilê xwe ezê şikirîyê bidime Te, Yehowa Xwedayê min” (ZEB. 86:11, 12, DT).

KILAMA 7 Yehowa Qewata Me ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Xwedêxofî çi ye û çira ferz e, wekî merivên ku Xwedê hiz dikin, ji wî xofê bikişînin?

MESÎHÎ Xwedê hiz dikin û ji wî xof dikin. Hine meriv fem nakin ku meriv ça dikare hin Xwedê hiz bike hin ji wî xof bike. Bi rastî ew xofeke usa nîne çaxê meriv sawê dikişîne, lê xofeke mayîn e. Merivên ku ji Xwedê ditirsin, ji zoraya wî xofê dikişînin û wî qedir-hurmet dikin. Ewana naxwazin dilê Bavê xweyî ezmana bêşînin, çimkî naxwazin dostiya xwe tevî wî unda kin (Zeb. 111:10; Metlk. 8:13).

2. Li gora giliyên Dawid ku Zebûr 86:11-da nivîsar in, emê derheqa kîjan du tişta şêwir kin?

2 Bixûne Zebûr 86:11. Çaxê em wan rêza dixûnin, em divînin wekî Dawid Padşa fem dikir ku çiqas ferz e xwedêxof bin. Niha emê şêwir kin, ku em ji giliyên Dawid çi hîn dibin. Pêşiyê emê hine meniya şêwir kin, ku çira em gerekê ji navê Xwedê xof bikin. Paşê emê pêbihesin ça em jîyîna xweda dikarin nîşan kin, wekî em ji navê Xwedê xof dikin.

ÇIRA EM GEREKÊ JI NAVÊ YEHOWA XOF BIKIN?

3. Kîjan qewimandina mexsûs alî Mûsa kir, wekî ji navê Xwedê xofê bikişîne?

3 Bifikirin ku Mûsa çi texmîn kir, gava qeliştoka qeyêda bû û xewn-xeyalêda dît, ku rûmeta Yehowa ber wîra derbaz bû. Dikarin bêjin ku pêşiya hatina Îsa ser erdê, bona meriva ew qewimandin ya pêşin bû ku lape mexsûs bû. Hingê Mûsa ew gilî bihîst, kîjan ku melek got: “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo, ku bona hezara xweyê huba amin e, neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne” (Derketin 33:17-23; 34:5-7). Diqewime çaxê Mûsa navê Yehowa hildida, ew qewimandina mexsûs dikete bîra wî. Lema jî ecêbmayî nîne ku Mûsa paşê cimeta Xwedê şîret dikir, wekî ewana “ji vî navê Xudan Xwedêyê xweyî qedir û saw” bitirsin (Qan. Dcr. 28:58).

4. Çi wê alî me bike, wekî hê zêde qedir-hurmetê bidine Yehowa?

4 Çaxê em derheqa navê Yehowa difikirin, em gerekê usa jî bifikirin ku ew yekî ça ne. Em gerekê derheqa hunurên wîyî usa bifikirin, ça qewat, bîlanî, heqî û hizkirin. Hergê em ser wan hunura û hunurên din bifikirin, emê hê zêde hêlan bin qedir-hurmetê bidine wî (Zeb. 77:11-15).

5-6. a) Navê Xwedê çi tê hesabê? b) Li gora Derketin 3:13, 14 û Îşaya 64:8, Yehowa çi cûreyî qirara xwe tîne sêrî?

5 Em çi zanin derheqa vê yekê, ku navê Yehowa çi tê hesabê? Gelek zandar qayîl in vê yekêra, ku navê Yehowa tê hesabê “Ew Dike wekî Bibe”. Ew yek tîne bîra me, wekî tu tişt nikare riya Yehowa bigire, wekî qirara xwe bîne sêrî. Ew dikare her tiştî bîne sêrî. Lê çira em dikarin usa bêjin?

6 Yehowa dikare bibe her kesê ku lazim e, seva qirara xwe bîne sêrî. (Bixûne Derketin 3:13, 14.) Edebyetên me gelek car me hêlan dikin, wekî kûr bifikirin ku ew nav derheqa Xwedê çi eyan dike. Yehowa hin jî dikare usa bike, wekî xizmetkarên wîyî gunekar jî bibine ew, çi ku lazim e seva wîra xizmet kin û nêta wî bînin sêrî. (Bixûne Îşaya 64:8.) Bi wî cûreyî Yehowa usa dike, wekî qirara xwe eseyî bîne sêrî. Tu tişt nikare wî bide sekinandinê, ku nêta wî bê sêrî (Îşa. 46:10, 11).

7. Çi wê alî me bike, wekî em Bavê xweyî ezmana qîmet kin?

7 Hergê em derheqa kirên Yehowa bifikirin û derheqa vê yekê ku ew ça alî me dike, wekî qirara wî bînin sêrî, emê Bavê xweyî ezmana hê zêde qîmet kin. Mesele, gava em derheqa hemû çêkirinên destê Xwedê difikirin, em ecêbmayî dimînin ku Yehowa çiqas qewat e (Zeb. 8:3, 4). Û çaxê em difikirin ku ew ça alî me dike, wekî em qirara wî bînin sêrî, em hê zêde qedirê wî digirin û wî hurmet dikin. Navê Xwedê rastî jî me gelek metal dike! Ew nav mera her tiştî derheqa Bavê me eyan dike, û usa jî derheqa hemû kirên wî, ku ew dike û wê bike (Zeb. 89:7, 8).

“EZÊ NAVÊ XUDAN BIKIM DENGΔ

Ew yek, çi ku Mûsa cimet hîn dikir, wana geş dikir. Ewî dîna wan dida ser nav û xeyset-hunurên Yehowa Xwedê (Binihêre abzasa 8) *

8. Qanûna Ducarî 32:2, 3 derheqa navê Yehowa me çi hîn dike?

8 Hema pêşiya ku Îsraêlî biketana Erdê Sozdayî, Yehowa Mûsa kilamek hîn kir (Qan. Dcr. 31:19). Lê Mûsa jî gerekê ev kilam cimet hîn kira. (Bixûne Qanûna Ducarî 32:2, 3.) Çaxê em ser rêza duda û sisiya difikirin, em eşkere divînin ku Yehowa naxwaze wekî navê wî veşartî be û meriv newêrbin navê wî hildin ji bo pîrozbûna navê wî. Ew dixwaze wekî gişk navê wî bizanibin. Rastî jî bona Îsraêliya qedirekî gelek mezin bû, ku ji Mûsa derheqa Yehowa û navê Wîyî pir mexsûs pêbihesin. Çi ku Mûsa wana hîn dikir, baweriya wan dişidand û ewana geş dikirin mîna barana nerm û xweş ku şînkayê geş dike. Lê ça em dikarin bawer bin, ku cûrê hînkirina me jî meriva geş dike?

9. Em ça dikarin navê Yehowa pîroz kin?

9 Çaxê em mal bi mal yan jî cîkî mayîn xizmet dikin, em pê Kitêba Pîroz merivara nîşan dikin, wekî navê Xwedê Yehowa ye. Em dikarin usa jî wanra edebiyetên meyî bedew nîşan kin, vîdêoyên hewas û tiştên din ser malpera me, yên ku Yehowa rûmet dikin. Ser xebatê, mektebêda, yan wedê rêwîtiyê, em gerekê mecalê ji destê xwe bernedin, ku derheqa Xwedayê meyî hizkirî wanra gilî kin. Çaxê em merivara derheqa qirara Yehowa hindava însanetê û erdê gilî dikin, em wanara eyan dikin ku bi rastî Yehowa çiqas me hiz dike. Û gava em merivara derheqa Bavê xweyî hizkirî rastiyê dibêjin, bi vê yekê em navê Xwedê pîroz dikin. Em usa jî alî meriva dikin wekî fem kin, ku ewana hatine xapandinê, çimkî derheqa Yehowa tiştên derew ewana hîn kirine. Çi ku em meriva ji Kitêba Pîroz hîn dikin, ew yek wana gelek dilgerm dike (Îşa. 65:13, 14).

10. Çira bes nîne wekî tenê derheqa qanûnên Xwedê meriva hîn kin?

10 Çaxê em hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin, em alî meriva dikin ku navê Yehowa pêbihesin û bidine xebatê. Xêncî vê yekê, em alî wan dikin, wekî ewana fem bikin ku navê wî xeyset hunurên wî eyan dike. Lê hergê em dîna wan tenê bidin ser prînsîp, qeyd û qanûnên Xwedê, ew yek wê karê wanra neyne. Çira? Çimkî merivê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, dikare qanûnên Xwedê pêbihese û bîne sêrî, lê wê ne ji hizkirinê vê yekê bike. Bînin bîra xwe ku Hêwayê qanûna Xwedê zanibû, lê ewê û Adem bi rastî Qanûndar hiz nedikirin (Destp. 3:1-6). Lema em gerekê meriva ne ku tenê derheqa dewakirin, qanûn û prînsîpên Xwedê hîn kin, lê hê zêde.

11. Ça em dikarin alî meriva bikin, wekî Qanûndar hiz bikin?

11 Qanûn û prînsîpên Yehowa timê bona kara me ne (Zeb. 119:97, 111, 112). Lê ewên ku hîn dibin, destpêkêda dibeke usa nefikirin heta ku fem nekin, wekî Yehowa ew qanûn ji hizkirinê daye me. Lema jî wê baş be em wana bipirsin: “Bi texmîna te çira Xwedê dibêje xizmetkarên xwe, ku filan tiştî bikin yan nekin? Ew yek derheqa xeyset-hunurên Xwedê çi eyan dike?” Hergê em alî wan bikin wekî derheqa Yehowa bifikirin û navê wîyî pîroz hiz bikin, usa emê bikaribin rastiya Xwedê bigihînin dilê wan. Bi wî cûreyî ewana wê ne tenê qanûna hiz bikin, lê usa jî Qanûndar (Zeb. 119:68). Baweriya wan wê diha qewî be û wê bikaribin ber cêribandinên giran jî teyax kin (1 Korn. 3:12-15).

EMÊ “BI NAVÊ XWEDAYÊ XWE” HERIN

Wextekî dilê Dawid parevebû (Binihêre abzasa 12)

12. Kîjan derecêda dilê Dawid parevebû û axiriya vê yekê çi bû?

12 Dawid Padşa bi rêberiya ruhê pîroz Zebûr 86:11-da nivîsî “dilê min bike yek”. Ew gilî gelek ferz in. Dawid emirê xweda fem kir, wekî çiqas hêsa ye dilê meriv parevebe û wî aliyê tiştên nerastda bikişîne. Carekê çaxê ew ser banî bû, ewî dît ku kulfetek serê xwe dişo. Gelo vê demê dilê Dawid bi temamî tevî Xwedê bû yan parevebû? Ewî derheqa vê qanûna Yehowa zanibû, ku gerekê “dilhavijîya kulfeta tu kesî” neke (Derk. 20:17). Lê ça tê kifşê, ewî çevê xwe ser wê hilneda û berdewam kir binihêre. Dilê wî parevebû çimkî hin wî berbi vê kulfetê dikişand hin jî dixwest gura Yehowa bike. Raste Dawid gelek Yehowa hiz dikir û ji wî xof dikir, lê ew kete heyra xwestina xwe. Vê derecêda xwestina wîye nerast ciyê pêşin girt, lema jî evî paşê gunên giran kir. Dawid navê Yehowa bêhurmet kir, û merivên neneheq û neferên xwera jî zirar anî (2 Sam. 11:1-5, 14-17; 12:7-12).

13. Em ji ku zanin ku dilê Dawid dîsa bi temamî tevî Yehowa bû?

13 Yehowa Dawid ceza kir û paşê ewî dîsa heleqetiya xwe tevî Yehowa baş kir (2 Sam. 12:13; Zeb. 51:2-4, 17). Ewî bîr nedikir, ku çaxê dilê wî parevebû, evê yekê çiqas kul-derd û axiriya xirab anî. Lê gelo Yehowa alî Dawid kir wekî dilê wî bi temamî tevî wî be? Belê, Xebera Xwedêda ser Dawid tê gotinê ku dilê wî “tevî Xwedayê wî Xudan yek bû” (1 Padş. 11:4; 15:3).

14. Em gerekê kîjan pirsê bidine xwe û çira?

14 Mesela Dawid hin me dişidîne hin jî ders e bona me. Ew yek ku ewî gunekî giran kir, îro bona xizmetkarên Xwedê mesele ye. Firqî tune em teze Yehowara xizmet dikin yan jî gelek sala, em gerekê timê pirsê bidine xwe: “Ez her tiştî dikim seva Şeytan dilê min pareveneke, yan na?”

Şeytan wê her tiştî bike seva dilê te pareveke. Tu car nehêle ew yek biqewime! (Binihêre abzasa 15-16) *

15. Xwedêxofî ça dikare me xwey ke, gava em şiklên necayîz divînin?

15 Mesele, hergê hûn têlêvîsyonêda yan întêrnêtêda şiklekî usa bivînin, ku xwestin û fikirên xirab dikare pêşda bîne, vê demê hûnê çi bikin? Dibeke hûn derbêra bifikirin, ne ev şikil yan jî fîlm pornografiya nîne. Lê dibeke Şeytan ev telik danye seva dilê we pareveke? (2 Korn. 2:11) Ewî şikilî dikarin beramberî bizmalê bikin, kîjanî ku meriv kênarê mezinda dikute, wekî bike du kera. Pêşiyê pê vî bizmalî serê kîjanî tûj e, qelşê dike kênar, paşê çaxê ew hê kûr dikeve kênar, lê dike du kera. Bi rastî şiklên usa ku xwestinên sêksûalî pêşda tînin, dikarin bibine mîna serê bizmala tûj. Alîkîva dikare bê kifşê, ku evana xof nînin û wê ziyanê neynin, lê bi rastî hêdî-hêdî ew tişt dikarin meriv bibine berbi gune û dilê wî parevekin. Lema jî nehêlin ku tu tiştê necayîz bikeve dilê we! Dilê xwe usa xwey kin, wekî ji navê Yehowa bitirse!

16. Çaxê em rastî cêribandina tên, em gerekê kîjan pirsa bidine xwe?

16 Xêncî van şiklên necayîz, gelek telikên Şeytane din jî hene, ku dibine berbi kirên nerast. Lê em çi dikin çaxê wan telika divînin? Hêsa ye xwexa xwe bixapînin. Mesele, dibeke em difikirin: “Ezê bona vê yekê ji civatê neyême derxistinê, lema jî ew tiştekî mezin nîne”. Nihêrandina usa gelek xof e. Hê baş e em wan pirsa bidine xwe: “Dibe ku niha Şeytan dixwaze evê yekê bide xebatê, seva min bive berbi gune? Hergê ez pey xwestinên nerast kevim, ne ezê navê Yehowa bêhurmet kim? Ew yek wê min hê nêzîkî Yehowa ke, yan min ji wî dûr xe?” Ser pirsên usa bifikirin. Dua bikin ku bi helalî xwe bicêribînin, wekî xwexa xwe nexapînin (Aqûb 1:5). Usa emê xwe ji telika xwey kin û mîna Îsa wedê cêribandina bêjin: “Dûrî min here, Şeytan!” (Met. 4:10, DT)

17. Çira xof e, hergê dilê me parevebe? Meselê bînin.

17 Hergê dilê me bi temamî tevî Yehowa nîbe, ev yek wê gelek xof be. Bidine ber çevê xwe komeke sportê, kîjanîda yektî tune. Hinek tenê xwera pesina dixwazin, hinek naxwazin pê qeyda bilîzin, hinek jî qedirê serokê koma xwe nagirin. Femdarî ye, ev kom wê sernekeve. Lê koma ku yektî têda heye, wê hê pêşda here. Dilê we dikare mîna vê koma pêşdaçûyî be, hergê fikir, xwestin û êmosiyên we li gora prînsîpên Yehowa bin. Tu car bîr nekin, wekî Şeytan gelek dixwaze dilê we parevebe. Ew dixwaze fikir, xwestin û êmosiyên we miqabilî prînsîpên Yehowa bin. Lê hûn aliyê xweda gerekê her tiştî bikin, wekî dilê we bi temamî tevî Yehowa be (Met. 22:36-38). Tu car nehêlin, wekî Şeytan dilê we ji Xwedê dûr xe!

18. Li gora Mîxa 4:5, nêta we gerekê çi be?

18 Mîna Dawid duada Yehowara bêjin: “Dilê min bike yek ku ji navê Te xof bikim”. Bira nêta we ew be, ku bona vê yekê timê dua bikin. Her roj safîkirinên mezinda û usa jî yên biçûkda îzbat bin, wekî hûn ji navê Yehowa xof dikin. Usa hûnê ça Şedên Yehowa, hurmetê bidine navê Xwedê (Metlk. 27:11). Û emê gişk jî bikaribin bêjin wan giliyên Mîxa pêxember: “Em jî hertim û heta bêdawîbûnê, bi navê Xwedêyê xwe Xudanva bimeşin” (Mîx. 4:5).

KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

^ abz. 5 Vê gotarêda emê giliyên Dawid şêwir kin, kîjan ku ewî duada Yehowara got, ku Zebûr 86:11, 12-da nivîsar e. Çi tê hesabê ji navê Yehowa xof bikin? Çira em gerekê ji Wî xof bikin? Û ça xwedêxofî dikare alî me bike, wekî em nekevine telikên Şeytan?

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Mûsa cimeta Xwedê kilama ku pesin dida Yehowa, hîn dikir.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Hêwayê xwestinên nerast înkar nekir. Lê em her tiştên necayîz înkar dikin, mesele şikil û nemên usa, ku xwestinên nerast pêşda tînin û navê Xwedê bêhurmet dikin.