Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Guh Bidine Dengên Boriya Îroyîn

Guh Bidine Dengên Boriya Îroyîn

EM GIŞK bawer dikin, wekî Yehowa van “rojêd axiriyêda” ruhanîda alî cimeta xwe dike (2 Tîmt. 3:1). Lê meva girêdayî ye, emê guh bidine wî yan na. Em dereca xwe dikarin beramberî dereca Îsraêliyên beriyêda bikin. Wana timê guh dida dengên boriyê.

Yehowa Mûsara got, wekî “du borîyêd zîvîne kolandî” çêke, “bona gazîkirina civînê û bona rêketina zoma” (Jimar 10:2). Kahîna pê boriya cûre-cûre deng derdixistin, usa cimetê fem dikir ku gerekê çi bike (Jimar 10:3-8). Îro cimeta Xwedê bi cûre-cûre mêtoda rêberiya distîne. Were em tenê derheqa sê mêtoda şêwir kin, û beramberî dengên boriyên Îsraêla berê bikin. Ya pêşin, cimeta Xwedê tê teglîfkirinê ser civînên mezin, ya duda rûspî têne hînkirinê, û ya sisiya, çaxê rêberiyên bona hemû civata têne guhastinê.

EM TÊNE TEGLÎFKIRINÊ SER CIVÎNÊN MEZIN

Çaxê Yehowa dixwest “temamîya civînê” ber derê konê pîroz aliyê rohilatêda bicivîne, kahîn gerekê her du boriya xistana (Jimar 10:3). Hingê hemû qebîlên ku dor berê konê pîroz çar aliyava zom danîbûn, dengê boriya dibihîstin. Ewên ku nêzîkî derê konê pîroz bûn, zû dikaribûn bihatana. Lê yên mayîn diha dûr bûn, wanra hê zêde wede û cefa lazim bû, wekî bên. Çi jî hebû, Yehowa dixwest ku hemûşk bicivin û rêberiya bibihên.

Îro em konê pîrozda top nabin. Lê em têne teglîfkirinê ku tevî cimeta Xwedê bicivin, mesele, ser civatên mezin û ser qewimandinên mexsûse mayîn, kîderê em elametî û rêberiyên ferz pêdihesin. Ser her çar qulbên dinyayê, cimeta Yehowa bernamekê dibihê. Ewên ku têne ser wan civîna, para cimeta mezin in, kîjan ku şabûnê distîne. Hinek ji ciyên dûr tên, lê yeke tu car poşman nabin ku ewana hatin, çimkî ev cefa hêja bû.

Lê ewên ku dûr dijîn û nikarin bên ser van civîna, ça karê distînin ji van bernama? Çiqas baş e, wekî têxnolojiya îro gelek pêşda çûye. Bi saya vê yekê, ewana jî dikarin bernamê bibihên û xwe usa texmîn kin, ku ewana jî ser wan civînên mezin in. Mesele, wedê serlêdana wekîlê koma rêberiyê, fîlîala Bênînê vîdêo-translasiya derbaz kir bona şeherê biçûk Arlîtê ku Nîjeryayêda ye. Wêderê 21 xûşk-bira û yên ku dixwestin hê zêde derheqa rastiyê pêbihesin, top bûn. Rast e ewana dûr bûn, lê xwe usa texmîn dikirin, ku tê bêjî tevî wan 44 131 meriva bûn. Birakî nivîsî: “Ez bi temamiya dilê xwe dixwazim wera bêjim zef razî me, ku we vîdêo-translasiya mera vêxist. Ewê yekê dîsa jî mera îzbat kir, ku hûn çiqas zef me hiz dikin”.

ÇAXÊ RÛSPÎ TÊNE HÎNKIRINÊ

Çaxê kahînên Îsraêlî tenê carekê boriyê dixistin, “serwêr, awa gotî serek” gerekê ber konê civînê top bûna (Jimar 10:4). Ewana wêderê ji Mûsa rêberî û hînkirin distandin. Bi saya vê yekê wana qebîlên xweda dikaribûn cabdariyên xwe rind baniyana sêrî. Hergê hûn serwêrê wî çaxî bûna, weyê her tişt bikira, wekî bihatana wêderê û hînkirin bistandana?

Îro rûspiyên civatê “serwêr” nînin, û ne jî ser keriyê pezê Xwedê hukum dikin (1 Pet. 5:1-3). Lê aliyê xweda ewana her tiştî dikin, wekî şivantiya kerî bikin. Ewana bi dil û can teglîfkirinê qebûl dikin, wekî hînkirinê bistînin, mesele Mekteba Xizmetiyêda. Wedê mektebên usa, rûspî hîn dibin ku çawa hê zêde şixulên civatêda xîret bin. Bi saya vê yekê rûspî û xûşk-birên civatê ruhanîda hê pêşda diçin. Hergê hûn evê mektebê derbaz nebûne, yeke ewên ku derbaz bûne, çi ku hîn bûne civatêda didine xebatê.

GUHASTINÊN TEŞKÎLETÊDA

Kahînên Îsraêlî cara dengê boriyê kine-kin lêdixistin. Ewî dengî elam dikir, wekî Yehowa dixwaze ku temamiya zomê rê keve (Jimar 10:5, 6). Rast e rêketina zomê gelek bi organîze bû, lê çetinayî jî hebûn bona her kesî. Hinek, cara wedê rêketinê diqewime tevhev dibûn. Lê çira?

Dibeke hinek eciz dibûn, ku dengê boriyê gelek car dihat û nişkêva deng derdiket, wekî rêkevin. “Dibû wekî ewr ji êvarê heta sibehê dima”, lê cara jî “du roja, yan mehekê, yan salekê” (Jimar 9:21, 22). Lê gelo çiqas car zoma Îsraêliya rê diket? Kitêba Jimarda serê 33-da tê gotinê, wekî 40 cara Îsraêlî rê ketin û zomên xwe cîguhastî kirin.

Cara, ewana ciyê sîda cîwar dibûn. Nava “qûmistana mezin” û xofda, ciyên usa bona zomê cîkî baş bû (Qan. Dcr. 1:19). Lê yeke, cara dibeke fikirên usa jî dihate hişê wan, wekî çaxê zom dîsa rê keve, dibeke îda wê ciyê usa baş tunebe.

Gava qebîl rê diketin, sebira hineka dibeke dihate cêribandinê, çimkî gerekê hîviya siriya xwe bûna. Gişka dengê boriyêye kin dibihîst, lê ne hemûşk derbekêra dikaribûn rêketana. Ew dengê boriyêye kin, dihate hesabê, wekî qebîlên Cihûda, Îsaxar û Zebûlon, ku aliyê rohilatêda zoma xwe danîbûn, gerekê rê ketana (Jimar 2:3-7; 10:5, 6). Paşî rêketina wana, kahîna cara duda dengê boriyê kin derdixistin, wekî zoma sêberekî tevî ala xwe rêkevin û aliyê başûrêda cîwar bûn. Kahîn berdewam dikir usa bike heta ku temamiya zomê rê keta.

Dibeke çaxê teşkîleta meda guhastin dibin, wera jî çetin e derbêra hînî van guhastina bin. Diqewime hûn difikirin, ku gelek tişt pey hevra têne guhastinê. Yan jî dibeke hûn hînî tiştekî bibûn, û we nedixwest ew tişt bê guhastinê. Firqî tune çi jî hebûya, sebira we dihate cêribandinê heta ku hûn hînî van guhastina bûn. Lê hergê em wan guhastina qebûl kin û bifikirin, ku ew bona kara me ye, bona vê yekê Xwedê wê me kerem ke.

Wedê Mûsada, Yehowa bi mîlyona mêr, jin û zar beriyêra derbaz dikir. Ewana bêyî xweykirin û rêberiyên Xwedê wê wêderê sax nemana. Îro jî em van rojên axiriyêda ruhanîda sax dimînin, çimkî Yehowa rêberiyê me dike û me xwey dike. Lema were em gişk mîna wan Îsraêliyên amin, guh bidine dengên boriyên mexsûs û pey rêberiya Yehowa herin!