Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo “berê ruh” tenê ew hunur in, kîjan ku Galatî 5:22, 23-da nivîsar in?

Van rêzada 9 hunurên Mesîhîtî hatine nivîsarê: “Berê ruh ev in: Hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, bawerî, milûktî, xwegirtin DT”. Lê em gerekê nefikirin ku ruhê pîroz alî me dike, wekî tenê van hunura bal xwe pêşda bînin.

Dîna xwe bidinê, rêzên pêşiya vêda Pawlos çi dibêje: “Kirêd binyata însên eyan in: Bênamûsî, heramî, toltî, pûtparistî, pîresêrtî, neyartî, şer-dew, hevsûdî, hêrsketin, hevrikî, dutîretî, cudetî, çevê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçiksantî û çi ku mîna van in” (Galt. 5:19-21). Pawlos ewan rêza bi wan giliya xilaz dike: “çi ku mîna van in”. Ça em divînin, ewî derheqa hemû tiştî ne got, çi ku dikeve nava “kirêd binyata însên”, mesele derheqa kirên usa, kîjan ku Kolosî 3:5-da têne gotinê. Hema bi wî cûreyî ew derheqa nehe hunurên baş jî dibêje: “Hindava van tiştada qanûn tune”. * Ça em divînin, Pawlos derheqa hemû hunurên baş ne got, yên ku em dikarin nav xweda pêşda bînin bi alîkariya ruhê pîroz.

Em vê yekê divînin çaxê “berê ruh” û “berê ronayiyê” derheqa kîjana Pawlos nivîsî, beramberî hev dikin: “Berê ronayiyê ev in: Qencî, heqî û rastî” (Efes. 5:8, 9). Belê, çawa “qencî”, usa jî heqî û rastî ew pareke “berê ronayiyê” ne, û usa jî pareke ji “berê ruh” ne.

Lema jî Pawlos Tîmotêyo hêlan dikir, wekî “pey rastiyê, xwedênasiyê, baweriyê, hizkirinê, sebirê û milûktiyê here” dêmek wan şeş hunurên baş bal xwe pêşda bîne (1 Tîmt. 6:11). Ji wan hunura tenê sê hunur (bawerî, hizkirin, û milûktî) dikevine nava “berê ruh”. Lê Tîmotêyora usa jî lazim bû bi alîkariya ruhê pîroz hunurên din jî nav xweda pêşda bîne, dêmek, rastiyê, xwedênasiyê, û sebirê (Beramber kin Kolosî 3:12; 2 Petrûs 1:5-7).

Ça me dît, Galatî 5:22, 23-da ne hemû hunurên ku Mesîhî gerekê nav xweda pêşda bînin, hatine nivîsarê. Ruhê Xwedêyî pîroz dikare alî me bike wan nehe hunurên “berê ruh” nav xweda pêşda bînin. Lê dîsa gelek hunur hene kîjan ku gerekê bal me hebin, seva em bibine Mesîhiyên gihîştî û “merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye” (Efes. 4:24).

^ abz. 2 Zimanê Yûnanîda ew usa jî tê hesabê, hindava “tiştên usada”.