Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 13

Hebandina Rast Wê Şabûna Te Zêde Bike

Hebandina Rast Wê Şabûna Te Zêde Bike

“Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî” (EYANTÎ 4:11).

KILAMA 31 Gura Xwedêda bin!

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Yehowa çi cûre hebandin qebûl dike?

 GAVA ku tu xebera “hebandin” dibihêyî, çi tê ber çevê te? Dibeke tu didî ber çevê xwe, ku birakî milûk ketiye ser çoka û duada dilê xwe Xwedêra vedike. Yan jî, dibeke malbeteke bextewar tê ber çevê te, kîjan ku Kitêba Pîroz tevayî lêkolîn dikin.

2 Ev herdu mesele jî cûrê hebandinê didine kifşê. Gelo Yehowa wê hebandina wan qebûl ke? Heger hebandina wan li gora qirara wî be û bi hizkirin û qedir be, ewê ji hebandina wan razî be. Em Yehowa gelek hiz dikin. Em zanin wekî tenê Ew hêja ye ku em wî bihebînin, lema jî em dixwazin bi cûrê herî baş wî bihebînin.

3. Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?

3 Vê gotarêda, emê bivînin ku wedê berê Yehowa çi cûre hebandin qebûl dikir, û emê dîna xwe bidin heyşt parên hebandina me. Wedê şêwirkirinê, were em bifikirin ku em ça dikarin hebandina xwe diha baş kin. Usa jî emê bivînin, ku hebandina rast çira me bextewar dike.

WEDÊ BERÊ YEHOWA ÇI CÛRE HEBANDIN QEBÛL DIKIR?

4. Wedê berê, xizmetkarên Yehowa ça nîşan dikirin, ku ewana wî hiz dikin û qedrê wî digirin?

4 Wedê berê, kesên amin mîna Habîl, Nuh, Birahîm û Îbo, bi guhdarîbûna xwe û usa jî bi bawerî û qurbanên xwe, nîşan dikirin wekî ewana Yehowa hiz dikin û qedrê wî digirin. Kitêba Pîroz mera hûr bi hûr nabêje, ku gerekê wana çawa Xwedê bihebanda. Lê eşkere ye, ku ew kesên amin çi ji destê wan dihat dikirin, wekî rûmetê bidine Yehowa, û Yehowa hebandina wan qebûl dikir. Paşê, Yehowa Qanûna Mûsa da zureta Birahîm. Van qanûnada hûr bi hûr rêberî hatibûn dayînê, ku gerekê wana ça Yehowa bihebanda.

5. Paşî mirin û rabûna Îsa, hebandina rastda çi hate guhastinê?

5 Paşî mirin û rabûna Îsa, Yehowa îda dewa nedikir, wekî li gora Qanûna Mûsa Wî bihebînin (Romayî 10:4). Şagirtên Îsa îda gerekê li gora qanûna teze bijîtana, dêmek li gora “qanûna Mesîh” (Galatî 6:2). Seva ku guh bidin vê “qanûnê”, ne lazim bû ku wana bi seda temî û qeyde ezberî bikin. Wana gerekê çev bida Îsa û li gora hînkirinên wî bijîtana. Îro, em jî çi ji destê me tê dikin, ku pey Îsa herin wekî Yehowa ji me razî be û em bikaribin “rihetiyê bibînin” (Metta 11:29).

6. Em ça dikarin ji vê gotarê karê bistînin?

6 Çaxê emê dîna xwe bidin hine parên hebandina xwe, wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Ez ça vê yekêda pêşda çûme? Gelo ez dikarim xizmetiya xwe diha baş kim?” Heger em vê yekêda îda pêşda çûne, baş e. Lê dîsa jî em gerekê ji Yehowa alîkariyê bixwazin, wekî têderxin ku gerekê em kîjan aliyava diha zêde pêşda herin.

ÇI DIKEVE NAVA HEBANDINA ME?

7. Yehowa ser duayên meyî ji dil ça dinihêre?

7 Dua pareke hebandina me ye. Nivîsarên Pîroz duayên me beramberî bixûrê dike, kîjan ku bi mexsûsî dihate hazirkirinê, û pêşiyê konê pîrozda, paşê jî paristgehêda dihate şewitandinê (Zebûr 141:2). Ev bîna bixûrê Xwedê xweş dihat. Mîna vê yekê, “duayê rasta li ber dilê Wîda şîrin e” (Metelok 15:8; Qanûna Ducarî 33:10). Seva ku Yehowa ji duayên me razî be, ne lazim e ku em giliyên mexsûs bidine xebatê. Em dikarin bawer bin, ku gava em hizkirin û razîbûna xwe ji dil didine kifşê, Yehowa gelek şa dibe. Ew dixwaze wekî em wîra besa xem, hêvî û xwestinên xwe bikin. Pêşiya ku em dua bikin, wê baş be em rind bifikirin ku emê çi bêjin. Bi vî cûreyî, emê bikaribin “bixûra” herî xweş pêşkêşî Bavê xweyî ezmana kin.

8. Çi mecaleke baş heye ku em pesnê Xwedê bidin?

8 Pesindayîna Yehowa pareke hebandina me ye (Zebûr 34:1). Gelek menî hene ku em bi razîbûnê besa hunur û karên Yehowa bikin û bi vî cûreyî pesnê wî bidin. Heger em derheqa qenciya Yehowa, dêmek derheqa hemû tiştên ku ewî bona me kiriye, kûr bifikirin, emê her gav bixwazin pesnê wî bidin. Şixulê belakirina mizgînê mecaleke baş dide me, wekî em “qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe” (Îbranî 13:15). Em gerekê rind bifikirin ku emê duayên xweda çi bêjin, usa jî em gerekê rind bifikirin ku emê xizmetêda merivara çi bêjin. Em dixwazin ku “qurbana pesindayînê”, ya ku em pêşkêşî Yehowa dikin, ya herî baş be. Lema jî em bi dil û can merivara rastiyê gilî dikin.

9. Mîna xizmetkarên Xwedê yên berê, em ji civîna çi karê distînin? Mesela xwe gilî ke.

9 Civatên me pareke hebandina me ye. Wedê berê Îsraêliyara hatibû gotinê: “Salê sê cara bira hemû qisimê teyî nêrîn li ber Xudan Xwedêyê te li wî cîyê ku Xudanê bibijêre, bisekinin” (Qanûna Ducarî 16:16). Gava ewana diçûne ciyê civînê, gelo lazim bû ku ewana bona mal û milk û zeviyên xwe, bitirsiyana? Na! Yehowa soz dabû wan: “Wedê ku tu salê sê cara li ber Xudan Xwedêyê xwe bisekinî, tu kesê çev nevêje welatê te” (Derketin 34:24). Kesê ku Yehowa hiz dikir baweriya xwe wî dianî, û berdewam dikir diçû cejinên hersalî. Ev yek kareke gelek mezin dida wan. Bi saya van cejina, wana dikaribû Qanûna Xwedê diha baş fem kirana, derheqa qenciya wî kûr bifikiriyana û ji hevaltiya tevî xizmetkarên Yehowa şabûn bistandana (Qanûna Ducarî 16:15). Çaxê mera çetin e lê em dîsa jî çi destê me tê dikin, wekî civata bernedin, em jî kareke mezin distînin. De bidine hesabê xwe, gava em xwe hazir dikin wekî cabên kin û xweş bidin, Yehowa çiqas şa dibe!

10. Çira hebandina meda kilamên me pareke ferz e?

10 Kilamên me pareke hebandina me ye (Zebûr 28:7). Îsraêliya hebandinêda kilam ça pareke ferz hesab dikirin. Dawid Padşa 288 mêrên ji bereka Lêwî, ça stiranbêjên paristgehê kifş kiribû (1 Dîrok 25:1, 6-8). Em jî dikarin bi saya kilamên pesindayînê nîşan kin, wekî em Xwedê hiz dikin. Bona vê yekê, eseyî nîne ku em xweyê dengê xweş û zîz bin. Soz mesele, gava em xeber didin, “em hemû jî gelekî şaşiya dikin”, lê dîsa jî, em civatada û xizmetêda aza xeber didin (Aqûb 3:2). Lema jî, gerekê em nefikirin ku heger dengê me haqas xweş nîne, em nikarin bi kilama pesinê Yehowa bidin.

11. Li gora Qanûna Ducarî 6:6, 7, ferz e ku em çi bikin?

11 Çaxê em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin û zarên xwe derheqa Yehowa hîn dikin, ev jî pareke hebandina me ye. Roja Şemiyê Îsraêliya tu şixul ne dikirin, lê wedê xwe bona Yehowa xerc dikirin (Derketin 31:16, 17). Usa jî, kesên bawermend zarên xwera besa Yehowa û qenciya wî dikirin. Gerekê em jî bona xwendin û lêkolîna Xebera Xwedê wede veqetînin. Ev yek pareke hebandina me ye û alî me dike ku em diha nêzîkî Yehowa bin (Zebûr 73:28). Çaxê em Kitêba Pîroz tevî malbeta xwe lêkolîn dikin, em alî zarên xwe dikin ku ewana jî bibin dostên Bavê meyî ezmana (Qanûna Ducarî 6:6, 7 bixûne).

12. Em ji vê yekê çi hîn dibin, ku Yehowa ça ser şixulê çêkirin û xweykirina konê pîroz dinihêrî?

12 Avakirin û xweykirina avayên bona hebandinê jî pareke hebandina me ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî şixulê çêkirin û xweykirina konê pîroz, ça xebata pîroz dihate hesabê (Derketin 36:1, 4). Îro jî Yehowa şixulê avakirina Odên civata û avayên teşkîletê, ça şixulê pîroz hesab dike. Em wan xûşk-birên ku ser vê şixulê ferz dixebitin, gelek qîmet dikin. Usa jî, ewana şixulê belakirina mizgînê jî tînin sêrî. Hine ji wan dixwazin ça pêşeng xizmet kin. Heger ewana ruhanîda gihîştî ne, wê baş be ku rûspî wana kifş kin. Hilbet her kes nikare şixulê avakirinêda kar bike, lê em gişk jî dikarin şixulê temizkirin û xweykirina van avayada alîkariyê bidin.

13. Gerekê em ser qurbankirinên bona şixulê Padşatiyê, çawa binihêrin?

13 Qurbankirinên bona şixulê Padşatiyê jî pareke hebandina me ye. Îsraêliyara hatibû gotinê wekî “dest vala li ber Xudan nesekinin” (Qanûna Ducarî 16:16). Wana dikaribû haqas bianiyana, çiqas ku destê wanda hebû. Bi vê yekê wana dikaribû razîbûna xwe bidana kifşê, bona her tiştê ku Yehowa seva wan kiribû. Gelo em çawa dikarin nîşan kin, wekî em Yehowa hiz dikin û keremên ku em ji wî distînin, gelek qîmet dikin? Wê baş be ku em çiqas ji destê me tê pê qurbanên xwe piştgiriya civata xwe û şixulê hemdinyayê bikin. Pawlosê şandî usa gotibû: “Heger hûn bi rezedilî komekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tune” (2 Korintî 8:4, 12). Bona Yehowa, tiştê herî ferz ne ev e ku emê çiqas bidin, lê ev e ku em ji dil vê yekê bikin (Marqos 12:42-44; 2 Korintî 9:7).

14. Li gora Metelok 19:17, gava em alî xûşk-birên destteng dikin, Yehowa ça ser vê yekê dinihêre?

14 Çaxê em alî xûşk-birên hewcedar dikin, ev jî pareke hebandina me ye. Yehowa soz dabû wekî wê van meriva xelat bike, yên ku bi merdanî alîkariyê didine belengaza (Qanûna Ducarî 15:7, 10). Her car çaxê em komekê didine xûşk yan birakî hewcedar, Yehowa hesab dike ku em pêşkêş didine Wî (Metelok 19:17 bixûne). Mesele, gava xûşk-birên ji Fîlîpyayê Pawlosra pêşkêşek şandin, yê ku li wê demê girtî bû, ewî ev pêşkêş ça “hediya qebûl û li Xwedê xweş” nav kir (Fîlîpî 4:18). Derheqa civata xwe bifikire û ji xwe bipirse: “Hela xûşk yan birakî usa heye ku hewcê alîkariyê ye û ez ça dikarim alî wî bikim?” Çaxê Yehowa divîne ku em wext, qewat, fereset û hebûna xwe didine xebatê seva ku piştgiriya kesên hewcedar bikin, Ew ji me razî dibe. Ew vê yekê ça pareke hebandina me hesab dike (Aqûb 1:27).

HEBANDINA RAST DILÊ ME ŞA DIKE

15. Rast e em bona hebandina rast wext û qewatê xerc dikin, lê ev yek çira bona me bargiranî nîne?

15 Seva hebandina rast wede û qewat lazim e. Lê dîsa jî ev bona me bargiranî nîne (1 Yûhenna 5:3). Gelo çira? Çimkî em Yehowa hiz dikin. Zarekî bide ber çevê xwe, yê ku dixwaze pêşkêşekê bide bavê xwe. Diqewime ew bi siheta wedê xwe xerc dike, seva ku tiştekî bona wî neqiş ke. Zar eciz nabe wekî ew haqas wede ser vê yekê xerc dike, çimkî ew bavê xwe hiz dike û ji dil dixwaze vê pêşkêşê bide wî. Mîna vê yekê, em jî Yehowa hiz dikin û ji dil dixwazin wext û qewata xwe bona hebandina rast bidine xebatê.

16. Li gora Îbranî 6:10, Yehowa ser xîreta me ça dinihêre?

16 Dê-bav zanin ku her zarêke wan wê pêşkêşên mîna hev nedine wan. Mîna vê yekê, Bavê meyî ezmana fem dike, ku derecên me her kesî ji hev cude ne. Dibeke halê te usa ye, wekî tu dikarî ji kesên din zêdetir bona Yehowa bikî. Yan jî, dibeke tu îda emirda mezin î, sihet-qewata te tune yan jî cabdariyên teye malbetêda giran in û tu nikarî haqas bikî, çiqas kesên din dikin. Xemgîn nebe! (Galatî 6:4). Yehowa wê şixul û cefê te tu car bîr neke. Heger tu çi ji destê te tê bikî û vê yekê bi nêta rast bikî, ewê ji te razî be (Îbranî 6:10 bixûne). Yehowa nêta dilê te divîne. Ew dixwaze wekî tu ji vê yekê şabûnê bistînî, çi ku qewata te digihîjê bona wî bikî.

17. (a) Heger mera çetin e hine parên hebandina xwe bînin sêrî, em gerekê çi bikin? (b) Ji çargoşa “ Şabûna Xwe Zêde Bike” te ji kîjan para hebandina me kar standiye?

17 Heger mera çetin e hine tişta bikin, çi ku dikeve nava hebandina me, mesele, lêkolîna şexsî yan xizmetî, em dikarin çi bikin? Bi rastî, çiqas hê zêde em van tişta bikin, haqas hê zêde emê karê û şabûnê bistînin. Hebandina xwe em dikarin beramberî haceteke mûsîkê kin. Heger em tenê car-cara vê hacetê bidine xebatê, emê nikaribin vê yekêda pêşda herin. Lê heger em her roj vê hacetê bidine xebatê û hê zêde wedê xwe ser xerc kin, emê pêşda herin û hê zêde şabûnê bistînin. Vê yekê em dikarin derheqa hebandina xwe jî bêjin.

18. Jîyîna meda tiştê herî ferz çi ye û heger em vê yekê bikin, emê çi karê bistînin?

18 Jîyîna meda tiştê herî ferz ev e, ku em bi dil û can Yehowa bihebînin. Ew yek me bextewar dike û hêviyê dide me, wekî heta-hetayê Yehowara xizmet bikin (Metelok 10:22). Dilê me rihet e, çimkî em zanin ku heger em rastî tengasiya bên, Yehowa wê alî me bike (Îşaya 41:9, 10). Gelek menî hene ku em bi şabûnê Bavê xweyî ezmana bihebînin. Belê, ew bi rastî hêja ye “ku rûmet, hurmetê û qewatê” bistîne (Eyantî 4:11).

KILAMA 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

^ abz. 5 Yehowa Efirandarê her tiştî ye, lema jî em gerekê tenê wî bihebînin. Seva ku ew ji hebandina me razî be, gerekê em guh bidinê û li gora prînsîpên wî bijîn. Vê gotarêda, emê derheqa heyşt tişta şêwir kin, kîjan ku dikevine nava hebandina rast, û emê bivînin ku heger em van tişta bikin, şabûna me wê diha zêde be.