Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo 2 Samûyêl 21:7-9, çira dibêje ku Dawid “Mefîboşêtê kurê Yonatan parast”, lê paşê ewî îzin da wekî Mefîboşet bê kuştinê?

Vê pirsê ew meriv didin, yên ku van rêza zû-zû dixûnin. Lê tê kifşê ku ev rêz besa du mêrên bi navê Mefîboşet dikin. Gelo bi rastî çi qewimîbû?

Heft kur û du qîzên Şawûl Padşa hebûn. Kurê Şawûl yê pêşin Yonatan bû. Paşê, cariya Şawûl bi navê Rîtspa kurek jêra anî, û navê wî Mefîboşet bû. Navê kurekî Yonatan jî Mefîboşet bû. Dêmek, navê kurê Şawûl Padşa Mefîboşet bû, û navê neviyê wî jî Mefîboşet bû.

Rojekê, Gîboniya ku welatê Îsraêlêda dijîtin ber çevê Şawûl reş bûn, û ewî dixwest qira wan hemûya bianiya. Ça tê kifşê, gelek Gîbonî hatine kuştinê. Ev yek gunekî giran bû, çimkî rojên Yêşûda, serokên Îsraêlê tevî Gîboniya peymana edilayê girêdabûn (Yêşû 9:3-27).

Rojên Şawûl Padşada, ev peyman hê qewatêda bû. Dîsa jî, Şawûl dixwest qira Gîboniya bianiya. Li gora Kitêba Pîroz, xûna Gîboniya ser Şawûl û mala wî bû (2 Samûyêl 21:1). Lema jî gava Dawid bû padşa, Gîboniyên ku sax man, seva vê gunê giran gazinên xwe jêra kirin. Seva ku Yehowa erdê Îsraêlê dîsa kerem kira, Dawid ji Gîboniya pirsî ka berdêla gunê Şawûl gerekê çi be. Dewsa ku pere bixwazin, Gîboniya xwestin ku Dawid heft kurên Şawûl bide destê wan, wekî ew bêne kuştinê (Jimar 35:30, 31). Dawid Padşa xwestina wan qebûl kir (2 Samûyêl 21:2-6).

Şawûl û Yonatan îda şerda miribûn, lê kurê Yonatan Mefîboşet hê sax bû. Ji bo qezîkê, ew zarotiyêda seqet bû. Lema jî eşkere ye, ku ewî tevî kalikê xwe hicûmî ser Gîboniya nekiribû. Dawid tevî Yonatan peymana dostiyê girêdabû, û kurê Yonatan Mefîboşet jî bin vê peymanêda bû (1 Samûyêl 18:1; 20:42). Kitêba Pîroz dibêje ku lema jî Dawid “Mefîboşêtê kurê Yonatan parast” (2 Samûyêl 21:7, ÎM).

Dîsa jî, Dawid xwestina Gîboniya qebûl kir. Ewî du kurên Şawûl, ku navê yekî ji wan Mefîboşet bû, û pênc neviyên Şawûl dane destê wan (2 Samûyêl 21:8, 9). Bi vî cûreyî, gunê xûnrêtinê ji welat hate hildanê.

Em dikarin ji vê serhatiyê derseke ferz hîn bin. Xwedê temîke zelal dabû: “Bav gere dewsa zara neyêne kuştinê, ne jî zar dewsa bavê bêne kuştinê” (Qanûna Ducarî 24:16). Heger du kur û pênc neviyên Şawûl bêgune bûna, Yehowa wê ji safîkirina Dawid razî nîbûya. Qanûnê usa jî digot ku “her kes bona guneyê xwe” gerekê bê kuştinê. Çawa ku tê femkirin, gava Şawûl dixwest Gîbonî bikuştana, ew heft neferên mala wî jî piştgiriya wî kiribûn. Lema, ewana jî gunekar bûn, û wana cezaya kirên xwe stand.

Çawa ku ev serhatî nîşan dike, heger kesekî şaşî kiribe, ew nikare bêje ku ewî tenê xwestina kesekî aniye sêrî û lema jî ew gunekar nîne. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Şiverîya gavên xwe enene ke û hemû rîyên te şidîyayî bin” (Metelok 4:24-27; Efesî 5:15).