Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 32

Bi Milûktî Yehowara Xizmet Bike

Bi Milûktî Yehowara Xizmet Bike

‘Bi milûktî bi Xwedayê xwera bimeşe’ (MÎXA 6:8).

KILAMA 31 Gura Xwedêda bin!

VÊ GOTARÊDA *

1. Dawid derheqa milûktiya Yehowa çi got?

GELO Yehowa milûk e? Belê! Zebûrbêj Dawid usa nivîsî: “Nefsbiçûkiya te [milûktiya te] ez bilind kirim” (2 Sam. 22:36; Zeb. 18:35). Gava Dawid ev gotin dinivîsîn, wî belkî dianî bîra xwe ku Samûyêl pêxember çawa hatibû mala bavê wî ku padşakî nû kifş bike. Ji 8 lawika, yê herî biçûk Dawid bû. Dîsa jî, Yehowa ew hilbijart ku dewsa Şawûl bibe padşa (1 Sam. 16:1, 10-13).

2. Vê gotarêda, emê ser çi xeber din?

2 Dawid padşa bê şik van gotinên zebûrbêjra qayîl bû, yê ku derheqa Yehowa usa got: “Xwe qûz dike, dîna Xwe dide erd û ezmana . . . Ew feqîr ji xwelîyê radike . . . wekî kêleka esilzada bide rûniştandinê” (Zeb. 113:6-8). Vê gotarêda, emê ya ewlin bivînin ku Yehowa milûktiya xwe çawa eyan kiriye. Paşê, emê ji serhatiyên Şawûl Padşa, Daniyêl pêxember û Îsa Mesîh derheqa milûktiyê hine dersên ferz bistînin.

JI MILÛKTIYA YEHOWA DERSA BISTÎNE

3. Yehowa li me çawa dinihêre, û ev yek çi îzbat dike?

3 Milûktiya Yehowa ji heleqetiya wî ya bi însanên qisûrdarra eyan dibe. Ew him hebandina me qebûl dike him jî me wek dostên xwe qebûl dike (Aqûb 4:8). Yehowa Kurê xwe wek qurbaneke ji bo gunehên me daye û bi vî awayî rê vekiriye, ku em bibin dostên wî. Yehowa bi rastî jî pir dilovan û dilrem e!

4. Yehowa çi daye me, û çima?

4 Yehowa milûktiya xwe bi awayekî din jî eyan dike. Yehowa dikaribû em bê azaya bijartinê biefirandana. Lê belê, wî em bi sûretê xwe çêkirine, û ew îznê dide ku em li gora dilê xwe qirara bikin. Himberî Yehowa, em hilbet pir biçûk in. Dîsa jî, ew dixwaze ku em ji dil wîra xizmet bikin ji ber ku em wî hiz dikin û ji ber ku em fem dikin ku rêberiya wî bifeyde ye (Qan. Dcr. 10:12; Îşa. 48:17, 18). Ma em ne şikirdar in ku Yehowa haqas milûk e?

Li ezmana, Îsa Mesîh û hine hempadşayên wî meleka dinihêrin. Hine melek ber bi dinyayê diçin ku cabdariyên xwe bînin sêrî. Her kesê ku ser vê şiklê heye ji Yehowa hine cabdarî standine (Binihêre abzasa 5)

5. Ji aliyê milûktiyêva, em dikarin ji Yehowa çi dersa bistînin? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

5 Ji aliyê milûktiyêva, Yehowa bi rastî jî meseleke mezin e. Bîlaniya wî bêsînor e, lê ew fikir û nihêrandinên kesên din jî qebûl dike. Mesele, Yehowa îzin da ku Kurê wî îşê afirandina her tiştîda alî wî bike (Metlk. 8:27-30; Kols. 1:15, 16). Usa jî, qudreta Yehowa çiqas mezin e jî, ew hine cabdarî dide kesên din jî. Mesele, wî Îsa wek Padşê Padşatiya xwe kifş kiriye, û ew 144 000 kesî wek hempadşayên Îsa hildibijêre (Lûqa 12:32). Ji bo ku Îsa bibe Padşa û Serokkahîn, wî hilbet ji Yehowa hînbûn standiye (Îbrn. 5:8, 9). Hempadşayên Îsa jî ji aliyê Yehowava tên hîn kirin ku cabdariya xwe bînin sêrî. Lê belê, Yehowa her gaveke wan kontrol nake, lê ew bawer dike ku ewê xwestina wî bînin sêrî (Eyan. 5:10).

Gava em kesên din hîn dikin û cabdariya didin wan, em Yehowa xwera dikin mesele (Binihêre abzasa 6 û 7) *

6-7. Ev yek ku Xwedê cabdariya dide kesên din, çi me hîn dike?

6 Hergê Xwedê – yê ku hewceyî alîkariya tu kesî nîne – cabdariya dide kesên din, ma ne lazim e ku em jî usa bikin? Mesele, hergê tu serê malbetê yan rûspiyê civatê yî, wê baş be ku tu hine cabdariya bidî kesên din, û her gaveke wan kontrol nekî. Hergê tu Yehowa xwera bikî mesele, barê te wê diha sivik bibe, û tuyê kesên din hîn bikî û xwebaweriya wan zêde bikî (Îşa. 41:10). Xêncî vê, kesên xweyîhukum dikarin ji Yehowa çi dersa bistînin?

7 Kitêba Pîroz nîşan dike ku Yehowa hazir e wekî guh bide fikir û nihêrandina meleka (1 Padş. 22:19-22). Dê û bavno, hûn çawa dikarin Yehowa xwera bikin mesele? Besa xeberê, pêşiya ku hûn safîkirinekê bikin, hûn belkî dikarin fikra zarokên xwe jî bipirsin. Hergê dibe, li gora fikrên wan bikin.

8. Yehowa sebra xwe çawa Birahîm û Sarayêra eyan kir?

8 Milûktiya Yehowa ji sebra wî jî eyan dibe. Mesele, gava xizmetkarên wî zor tê ku qirarên wî qebûl bikin, Yehowa sebir dike. Gava Birahîm pirsî, ka wê heq be ku Yehowa bajarên Sodom û Gomorayê wêran bike, Xwedê bi sebir guh da wî (Destp. 18:22-33). Usa jî, bîne bîra xwe ku Yehowa çawa dilovaniya xwe jina Birahîm Sarayêra eyan kir. Sara îda pîr bû, û gava Xwedê soz da ku ewê hemle bimîne, ew keniya. Dîsa jî, Yehowa hêrs neket û eciz nebû, lê wî dîsa jî qedrê Sarayê girt (Destp. 18:10-14).

9. Dê, bav û rûspiyên civatê dikarin ji mesela Yehowa çi dersa bistînin?

9 Hergê tu dê, bav yan rûspiyê civatê yî, tu dikarî ji mesela Yehowa çi dersa bistînî? Gava li kesekî zor tê ku qirarên te qebûl bike, tu çi dikî? Gelo tu raste-rast wîra dibêjî ku tu rast î û ew şaş e, yan xîret dikî ku nihêrandina wî fem bikî? Gava kesên xweyîhukum Yehowa xwera dikin mesele, neferên malbetê û civatê ji vê yekê karê distînin. Heta niha, me dîna xwe daye dersên ku em dikarin ji milûktiya Yehowa bistînin. Niha, emê bibînin ku em dikarin ji hine serhatiyên din, yên ku Kitêba Pîrozda derbaz dibin, çi dersa bistînin.

JI SERHATIYÊN KESÊN DIN DERSA BISTÎNE

10. Yehowa me çawa hîn dike?

10 Serhatiyên ku Kitêba Pîrozda derbaz dibin, “bona hînbûna me” hatine nivîsandin (Rom. 15:4). Mesele, Kitêba Pîroz besa hine kesên milûk dike, yên ku sînorên xwe zanibûn. Usa jî, Kitêba Pîrozda hine serhatiyên kesên qure jî hene. Em dikarin ji van serhatiya gelek dersên ferz bistînin (Zeb. 37:37; 1 Korn. 10:11).

11. Em dikarin ji serhatiya Şawûl çi dersa bistînin?

11 Mesele, bîne bîra xwe ku çi hatibû serê Şawûl Padşa. Serîda, ew xortekî milûk bû. Wî sînorên xwe zanibûn, û ew ditirsiya ku hê zêde cabdariya qebûl bike (1 Sam. 9:21; 10:20-22). Lê belê, paşî vê yekê ku ew bû padşa, Şawûl bû merivekî xweserî xwe. Carekê, Şawûl hîviya Samûyêl pêxember disekinî, yê ku wê qurbanek pêşkêş bikira. Lê gava pêxember derengî ket, Şawûl sebra xwe unda kir, û wî qurbanek pêşkêş kir. Îzna wî tune bû ku vê yekê bike, lema Yehowa ser wî hêrs ket û qirar kir ku kesekî din bike padşa (1 Sam. 13:8-14). Wê baş be ku em ji vê serhatiyê dersa bistînin û sînorên xwe bizanibin.

12. Daniyêl pêxember milûktiya xwe çawa eyan kir?

12 Daniyêl pêxember ne usa bû. Ew temamiya emrê xwe Xwedêra bi milûktiyê xizmet dikir û rêberiya wî digeriya. Mesele, gava Yehowa ew bi kar anî ku xewna Nebûkedneser şiroveke, Daniyêl pêxember bi milûktî hemû pesin dan Yehowa (Dan. 2:26-28). Ders ji bo me çi ye? Hergê xûşk û bira gotarên me begem dikin yan hergê em di xizmetêda pêşdaçûyî ne, gerekê em pesnê Yehowa bidin. Gerekê em bi milûktî qebûl bikin ku bê alîkariya Yehowa, meyê nikaribûya ev tişt bikirana (Fîlî. 4:13). Di vî warîda, wê baş be ku nihêrandina me wek nihêrandina Îsa Mesîh be.

13. Milûktiya Îsa ji gotinên wî yên Yûhenna 5:19, 30-da, çawa eyan dibe?

13 Îsa Mesîh çiqas bêqisûr bû jî, wî xwe her tim dispart Bavê xwe Yehowa (Yûhenna 5:19, 30 bixûne). Wî tu cara nedixwest hukumê Bavê xwe zeftê xwe ke. Îsa Mesîh her tim guh dida Yehowa, wî sînorên xwe zanibûn, û wî qedrê hukumtiya Bavê xwe digirt. Belê, wî qebûl dikir ku Bavê wî ji wî mezintir e (Yûhn. 14:28).

Îsa Mesîh sînorên xwe zanibûn (Binihêre abzasa 14)

14. Gava tiştekî ku ne di destê Îsada bû ji wî hat xwestin, wî çi cab da?

14 Carekê, Aqûb û Yûhennayê şandî tevî diya xwe çûn bal Îsa ku qedrekî mexsûs bixwazin. Wê got: “Emir bike ku ev herdu kurên min, Padşatiya teda yek li milê te yê rastê, yê din li milê te yê çepê rûne”. Lê Îsa wêra got ku tenê Xwedê dikare safî ke ku kî wê Padşatiyêda li milê Îsa yê rastê û çepê rûne (Met. 20:20-23, ÎM). Îsa sînorên xwe bi milûktî qebûl dikirin. Ew tu cara ji gotinên Yehowa dernediket (Yûhn. 12:49). Em çawa dikarin mîna Îsa bin?

Em çawa dikarin wek Îsa milûk bin? (Binihêre abzasa 15 û 16) *

15-16. Em çawa dikarin şîreta ji 1 Korintî 4:6 pêk bînin?

15 Ji bo ku em mîna Îsa bin, gerekê em guh bidin vê şîreta Kitêba Pîroz: “Ji nivîsarê derneyên” (1 Korn. 4:6). Lema, hergê kesek bê bal me û ji me şîretê bixwaze, gerekê em rind bifikirin berî ku em şîretê bidin wî û zorê li wî nekin ku ew nihêrandina me qebûl bike. Wê baş be ku em dîna meriva bikişînin ser şîretên Kitêba Pîroz û edebyetên teşkîletê. Bi vî awayî, em dikarin pesnê Yehowa bidin û nîşan bikin ku em sînorên xwe zanin (Eyan. 15:3, 4).

16 Ji xêncî vê ku gerekê em pesnê Yehowa bidin, sebebên din jî hene ku gerekê em çima milûk bin. Niha emê bibînin ku milûktî çawa dikare şabûnê bide me û alî me bike ku em tevî kesên din aştiyêda bin.

FEYDEYÊN MILÛKTIYÊ

17. Kesên milûk çima hê bextewar in?

17 Kesên milûk hê bextewar in. Gelo çima? Kesên ku sînorên xwe zanin alîkariya kesên din bi şikirdarî qebûl dikin. Mesele, bîne bîra xwe ku gava Îsa 10 merivên kotî qenc kirin, çi qewimî. Tenê yek ji wan vegeriya ku ji Îsara şikir bike, çimkî wî ew ji nexweşiyeke bêçare filitand. Ev meriv seva alîkariya Îsa şikirdar bû, û wî pesnê Xwedê da (Lûqa 17:11-19).

18. Milûktî çawa alî me dike ku em bi kesên dinra aştiyêda bin? (Romayî 12:10)

18 Merivên milûkra hêsa ye ku kesên dinra dostiyê bikin û aştiyêda bimînin. Gelo çima? Ew qebûl dikin ku kesên din jî xweyê hunerên baş in, û ew bi wan bawer in. Gava kesên din îşê xweda pêşdaçûyî ne, merivên milûk şa dibin û pesnê wan didin (Romayî 12:10 bixûne).

19. Axiriya xirab yên qurebûnê çi ne?

19 Lê belê, merivên qure zor tê ku pesnê kesên din bidin, çimkî ew her tim dixwazin pesna bistînin. Ew xwe bi kesên din beramber dikin û dixwazin ji wan baştir bin. Ew bawer nakin ku kesên din jî dikarin îşên baş bikin, lema ew her tim dixwazin her tiştî xwe bi xwe bikin (Galt. 5:26). Merivên usa zor tê ku dostiyê bi kesên dinra xwey bikin. Hergê tu têderxî ku dilê teda quretî heye, dua bike ku Yehowa alî te bike ku bikaribî bi saya “nûbûna hişê xwe” ji vî xeysetê xirab bifilitî (Rom. 12:2, ÎM).

20. Çima ferz e ku em milûk bin û sînorên xwe bizanibin?

20 Em çiqas şêkirdar in ku Bavê me Yehowa milûk e! Ew milûktiya xwe kesên dinra eyan dike, û wê baş be ku em jî usa bikin. Usa jî, wê baş be ku em merivên ku bi milûktî Yehowara xizmet dikin xwera bikin mesele. Bira em her tim pesnê Yehowa bidin! (Eyan. 4:11) Hergê em usa bikin, Xwedê wê xizmeta me qebûl bike, çimkî ew merivên milûk hiz dike.

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

^ abz. 5 Kesê milûk, yekî dilovan û dilrem e. Lema em dikarin bêjin ku Yehowa milûk e. Ev gotar me hîn dike ku em çawa dikarin milûktiya Yehowa xwera bikin mesele. Usa jî, emê ji serhatiyên Şawûl Padşa, Daniyêl pêxember û Îsa Mesîh derheqa milûktiyê hine dersa bistînin.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspiyê civatê îşê xerîteyên xizmetê nîşanî birayekî cahil dike. Paşê, ew her gaveke vî birayî kontrol nake, lê îznê dide ku ew îşê xwe bi tena serê xwe bike.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek ji rûspiyê civatê dipirse ka ew dikare here dewateke ku wê li dêrekê derbaz bibe. Rûspiyê civatê nihêrandina xwe nayne zimên, lê dîna xûşkê dikişîne ser hine prînsîpên Kitêba Pîroz.