Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 35

Civatêda Qedrê Her Kesî Bigire

Civatêda Qedrê Her Kesî Bigire

“Çev nikare bêje dest: ‘Tu kêrî min nayêyî!’ Û ne jî serî nigara dikare bêje: ‘Hûn kêrî min nayên!’” (1 KORN. 12:21)

KILAMA 124 Timê Amin in

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çi daye her xizmetkarê xwe?

YEHOWA bi dilovanî rolên cuda dane hemû xizmetkarê xwe. Rola me çi be jî, em gişk biqîmet in û hewceyî hevdû ne. Gotinên Pawlosê şandî alî me dikin ku em vê dersa ferz fem bikin. Gelo ça?

2. Li gora Efesî 4:16, gerek em çima qîmetê bidin hevdû û hevkariyê bikin?

2 Ça rêza sereke nîşan dike, tu kes nikare xûşk û birayekî dinra bêje: “Tu kêrî min nayêyî!” (1 Korn. 12:21) Ji bo ku edilayîya civatê xirab nebe, gerekê em qîmetê bidin hevdû û hevkariyê bikin (Efesî 4:16 bixûne). Hergê em di yektiyêda hevkariyê bikin, civat wê bi hizkirinê geş bibe.

3. Vê gotarêda, emê çi bibînin?

3 Civatêda, gerekê em kîjan aliyada qedrê hevdû bigirin? Vê gotarêda, emê bivînin ku rûspiyên civatê ça dikarin qedrê hevdû bigirin. Paşê, emê bivînin ku em ça dikarin qîmetê bidin xûşk û birayên nezewicî. Xilaziyêda jî, emê bivînin ku em ça dikarin qîmetê bidin kesên ku zimanê me baş nizanin.

RÛSPIYÊN CIVATÊ GEREKÊ QEDRÊ HEVDÛ BIGIRIN

4. Li gora Romayî 12:10, wê baş be ku rûspiyên civatê çi bikin?

4 Hemû rûspiyên civatê ji aliyê ruhê pîrozva tên kifş kirin, lê hunurên her yek ji wan ji hev cuda ne (1 Korn. 12:17, 18). Hine rûspiyên civatê belkî teze hatine kifş kirin, û cêribandî nînin. Hinek belkî îda kal bûne, û siheta wan ne baş e. Lê yeke, tu rûspî rûspîkî dinra nikare bêje: “Tu kêrî min nayêyî!” Wê baş be ku her rûspî guh bide şîreta ku Pawlos Romayî 12:10-da dabû (bixûne).

Pir ferz e ku rûspiyên civatê guh bidin hevdû (Binihêre abzasa 5 û 6)

5. Rûspiyên civatê ça dikarin qedrê hevdû bigirin, û ev yek çima ferz e?

5 Gelo rûspiyên civatê ça dikarin qedrê hev bigirin? Mesele, gerekê ew rind guh bidin hevdû, îlahî gava rûspiyên civatê li hev top dibin ku derheqa têmên ferz xeber din. Gelo çima? Jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê 1988, usa dibêje: “Rûspiyên civatê gerekê fem bikin ku Îsa Mesîh dikare bi saya ruhê pîroz ser yek ji rûspiyên civatê hukum bike ku ew besa prînsîpeke Kitêba Pîroz bike, ya ku ji bo safîkirina problêmekê yan safîkirina ferz lazim e (Kar. Şand. 15:6-15). Koma rûspiyên civatêda, ruhê pîroz tu cara tenê ser yekî ji wan hukum nake”.

6. Rûspiyên civatê ça dikarin di yektiyêda hevkariyê bikin, û ev yek çima ji bo civatê kêrhatî ye?

6 Rûspiyê civatê, yê ku qedrê rûspiyên din digire, nake ku civîna rûspiyên civatê kontrol bike, û ew nafikire ku nihêrandina wî her tim rast e. Ew fikrên xwe bi milûktî tîne zimên, û ew rind guh dide gotinên rûspiyên din. Ew xîret dike ku dîna wan bikişîne ser prînsîpên Kitêba Pîroz, û ew hazir e ku rêberiya “xulamê amin û serwaxt” qebûl bike (Met. 24:45-47). Hergê nav rûspiyên civatêda hizkirin û hurmet hebe, ruhê pîroz wê rêberiya wan bike ku ew qirarên baş bidin, yên ku wê ji bo civatê kêrhatî bin (Aqûb 3:17, 18).

QEDRÊ XÛŞK Û BIRAYÊN AZEP BIGIRE

7. Îsa li azepbûnê ça dinihêrî?

7 Civatên meda him xûşk û birayên zewicî, him jî gelek xûşk û birayên nezewicî hene. Gerek em li kesên azep ça binihêrin? Bîne bîra xwe ku Îsa li azepbûnê ça dinihêrî. Gava Îsa li dinyayê bû, ew azep ma, û bi temamî hiş û dîna xwe dida xizmeta xwe. Îsa tu cara nedigot ku gerek şagirtên wî bizewicin yan na. Lê belê, wî got ku hinek wê bixwazin azep bimînin (Met. 19:11, 12). Îsa qedrê kesên azep digirt, û ew nedifikirî ku ew ji kesên zewicî nimiztir in yan ku jîyana wanda tiştek kêm e.

8. Li gora 1 Korintî 7:7-9, Pawlos dixwest ku şagirtên Îsa ser çi bifikirin?

8 Wek Îsa, Pawlos jî azep ma. Wî qebûl dikir ku ev yek qirareke şexsî ye. Lê dîsa jî, Pawlos got ku wê baş be ku xizmetkarên Xwedê bifikirin ka ew dikarin xizmetêda azep bimînin yan na (1 Korintî 7:7-9 bixûne). Pawlos xûşk û birayên azep nimiz hesab nedikir. Mesele, wî xortekî azep yê bi navê Tîmotêyo hilbijart ku ew cabdariyên giran bistîne * (Fîlî. 2:19-22). Ev yek ku kesek ji bo cabdariya têokratîk hazir e yan na, bi azepbûn yan zewicîbûna wîva girêdayî nîne (1 Korn. 7:32-35, 38).

9. Gerekê em li zewac û azepbûnê ça binihêrin?

9 Îsa Mesîh û Pawlosê şandî hîn ne-dikir ku gerek şagirtên Îsa bizewicin yan azep bimînin. Heger usa ye, gerekê nihêrandina me ya li ser zewac û azepbûnê ça be? Jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê sala 2012, usa gotibû: “Bi rastî, her du jî [zewac û azepbûn] pêşkêşên ji Xwedê ne. . . . Yehowa azepbûnê wek bêbextî yan tiştekî şerm navîne”. Lema, gerek em qedrê xûşk û birayên azep bigirin.

Ji bo ku kesên azep eciz nebin, gerekê em çi nekin? (Binihêre abzasa 10)

10. Em ça dikarin qedrê xûşk û birayên azep bigirin?

10 Em ça dikarin nîşan bikin ku em halê xûşk û birayên nezewicî fem dikin? Gerekê em bîr nekin ku hine xûşk û bira xwe bi xwe qirar daye ku azep bimînin. Hine kes jî belkî dixwazin bizewicin, lê heta niha, wan kesekî li gora dilê xwe nedîtiye. Usa jî, hine xûşk û birayên me bî mane. Gelo wê wan xweş bê ku em wan bipirsin, ka ew çima nazewicin yan bêjin ku emê alîkariyê bidine wan, ku wanra kesekî layîq bibînin? Dibe ku hine xûşk û birayên azep ji me bixwazin ku em alî wan bikin. Lê hergê wan alîkarîke usa nexwestibe, ma ew yek wê li wan xweş bê? (1 Têsln. 4:11; 1 Tîmt. 5:13) Ka em bivînin ku hine xûşk û birayên azep derheqa vê yekê çi dibêjin.

11-12. Xûşk û birayên azep dikarin seva çi eciz bibin?

11 Berpirsiyarekî mihalê, yê ku şixulê xwe bi awayekî pir baş tîne sêrî, difikire ku gelek feydeyên azepbûnê hene. Lê yeke pirsên wek “Tu çima nazewicî?”, çiqas bi nêteke qenc bên pirsîn jî, dikarin dilê meriv teng bikin. Birayekî azep, yê ku li Beytelê dixebite, usa dibêje: “Hine xûşk û bira gunê xwe bi kesên azep tînin. Lema, azepbûn cara ne wek pêşkêş, lê wek barekî giran xuya dike”.

12 Xûşkeke azep, ya ku li Beytelê xizmet dike, usa dibêje: “Hine mizgînvan difikirin ku hemû kesên azep dixwazin xwera kesekî bivînin yan jî ku ew hemû kêf û şaya wek mecalên ji bo hevnaskirinê divînin. Carekê, gava ez seva îşê Beytelê çûm bajarekî din, ez roja civînê gihîştim wê derê. Xûşka ku ez li mala wê dimam minra got ku civatêda, du birayên azep hene, yên ku hevsaliyên min in. Wê got ku nêta wê ne ev e ku min bi yekîra bide nas kirin. Lê gava em gihîştin Oda Civatê, wê ez kaş kirim ku min ji du birara bide nas kirin. Me her sêka jî pir şerm kir”.

13. Xûşkeke azep ji mesela kê mêrxasî stand?

13 Xûşkeke din, ya ku li Beytelê xizmet dike, ser hine pêşengên emirda mezin, yên ku nezewicî ne, usa dibêje: “Ew pir gihîştî, zên, fedakar û bi xizmeta xwe razî ne, û pir alîkariya civatê dikin. Nihêrandina wan ya li ser azepbûna xwe maqûl e; ew xwe bilind hesab nakin ji ber ku ew azep mane, ne jî xwe merim hesab dikin, çimkî ew zewicî nînin”. Civateke ku têda her kes qedrê hevdû digire pir xweş e. Civateke usada, tu kes xwe belengaz hesab nake û çevnebariya hev nake. Tu kes nayê nimiz yan bilind kirin. Her kes xwe layîqî civatê hesab dike.

14. Em ça dikarin nîşan kin ku em qedrê kesên azep digirin?

14 Xûşk û birayên me yên azep wê dilxweş bin hergê em dîna xwe bidin, ne azepbûna wan, lê ser hunurên wan. Dewsa ku em gunê xwe bi wan bînin, wê baş be ku em qedrê wan bigirin ku ew Yehowara amin dimînin. Hergê em usa bikin, xûşk û birayên me yên azep wê tu cara nefikirin ku em wanra dibêjin: “Tu kêrî min nayêyî!” (1 Korn. 12:21) Ewê bivînin ku em qedrê wan digirin û qîmetê didin wan.

QEDRÊ KESÊN KU ZIMANEKÎ NÛ HÎN DIBIN, BIGIRE

15. Hine kesa çi kir ku xizmeta xwe zêde bikin?

15 Van sala, gelek mizgînvana destpêkirine zimanekî nû hîn bin, ji bo ku ew xizmeta xwe zêde bikin. Ev yek bona wan ne hêsa ye. Hineka civata xwe hîştiye û derbazî civateke bi zimanekî xerîb bûne, ya ku hê zêde hewceyî mizgînvana ne (Kar. Şand. 16:9). Ev şagirtên Îsa vê safîkirina şexsî dikin ku bikaribin hê zêde Yehowara xizmet bikin. Dibe ku gelek sal derbaz bin heta ku ew zimanê nûda hoste bin, lê ew dîsa jî bi gelek awaya alîkariya civatê dikin. Cêribandin û hunurên wan yên baş, civatê ji aliyê ruhanîva ava dikin. Ma em pir qîmetê nadin van xûşk û birayên fedakar?

16. Gerek rûspiyên civatê li gora çi safî kin ka birayek hazir e ku cabdarîkî bistîne yan na?

16 Ev yek ku birayek zimanê civatê baş nizane gerek nebe sebeb, ku koma rûspiyên civatê wî wek berdestiyê civatê yan rûspî kifş nekin. Gerekê rûspiyên civatê ne li gora vê yekê ku birayek zimanê civatê çiqas baş zane, lê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz safî bikin ka ew hazir e ku bibe berdestiyê civatê yan rûspiyê civatê (1 Tîmt. 3:1-10, 12, 13; Tîto 1:5-9).

17. Hine malbetên ku derbazî welatekî din bûne ji xwe çi dipirsin?

17 Hine malbet seva problêma derbazî welatekî din bûne. Dibeke zarokên wan îda diçin mektebê ku bi zimanê vî welatî hînbûnê bistînin. Usa jî, dê û bav belkî xîret dikin ku zimanê nû hîn bibin ji bo ku ew karibin xwera xebatekê bibînin. Lê hergê civat yan komeke bi zimanê wan jî hebe, gelo gerek ew herin kîjan civatê? Gelo wê baş be ku ew herin civateke bi zimanê vî welatî yan civateke bi zimanê xwe?

18. Li gora Galatî 6:5, gerekê em çi bikin?

18 Gerekê serê malbetê safî ke ku malbet here kîjan civatê. Ev yek meseleke şexsî ye, û gerekê ew bifikire ku ji bo malbeta wî çi wê baştir be (Galatî 6:5 bixûne). Qirara wî çi be jî, gerekê em qedrê vê malbetê bigirin û wana bi dil û can civata xweda qebûl bikin (Rom. 15:7).

19. Gerekê serên malbetê li ser çi bifikirin?

19 Hine malbet diçin civateke bi zimanê xwe, lê dibe ku zarokên wan vî zimanî baş nizanin, çimkî mektebêda ew ne zimanê dê û bavê xwe, lê zimanê herêmê bi kar tînin. Lema, ew belkî bernama civîna baş fem nakin û ji aliyê ruhanîva pêşda naçin. Hergê hal usa ye, gerek serê malbetê dua bike û rind bifikire ka gerekê ew çi bikin ku zarokên wan hê nêzîkî Yehowa û civatê bibin. Wê baş be ku ew yan alî zaroka bikin ku ew zimanê xwe rindtir hîn bibin yan jî derbazî civateke bi zimanekî din bibin. Safîkirina serê malbetê çi be jî, gerekê xûşk-birayên civata ku ew hildibijêre qîmetê bide wî û malbeta wî.

Em ça dikarin nîşan bikin ku em qîmetê didin kesên ku zimanê me teze hîn dibin? (Binihêre abzasa 20)

20. Em ça dikarin nîşan bikin ku em qedrê xûşk û birayên ku zimanekî nû hîn dibin, digirin?

20 Gelek civatada, hine xûşk û birayên ku zimanê civatê baş nizanin, hene. Wan belkî zor tê ku fikrên xwe bînin zimên. Lê hergê em ne tenê xeberdana wan binihêrin, emê bivînin ku ew çiqas Yehowa hiz dikin û dixwazin wîra xizmet bikin. Gava em van hunurên wane xweş bivînin, emê ji dil qîmetê bidin wan. Emê nebêjin “Tu kêrî min nayêyî!” ji ber ku ew zimanê me baş nizanin.

EM BER ÇEVÊ YEHOWA BIQÎMET IN

21-22. Em ji bo çi şikirdar in?

21 Em ji Yehowara şikirdar in ji ber ku wî em di civata xweda qebûl kirine. Ji bo Yehowa firq nake ku em mêr yan jin in, azep yan zewicî ne yan zimanekî baş zanin yan na. Yehowa qîmetê dide me hemûya, û gerekê em jî qîmetê bidin hevdû (Rom. 12:4, 5; Kols. 3:10, 11).

22 Mesela Pawlos ya derheqa bedenêda gelek dersên ferz me hîn dike. Bira em van dersa her tim bîra xweda xwey bikin. Bi vî awayî, emê zêdetir qîmetê bidin him rola xwe him jî rola kesên din civata Yehowada.

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

^ abz. 5 Xizmetkarên Yehowa ji cûre-cûre kok û kûltûra tên, û civatêda cûre-cûre rolên wan hene. Vê gotarêda, emê bibînin ku çima ferz e wekî em qedrê her neferê malbeta Yehowa bigirin.

^ abz. 8 Em nizanin ku Tîmotêyo paşê zewicî yan na.