Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 34

Civatêda Rola Te Heye!

Civatêda Rola Te Heye!

“Çawa ku beden yek e û gelek endamên wê hene û bi ser ku endamên bedenê gelek in jî, hemû yek beden in, Mesîh jî usa ye” (1 KORN. 12:12, ÎM).

KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çi qedir daye me?

ÇI QEDIREKÎ mezin e ku Yehowa em civata xweda qebûl kirine. Civatêda edilayî heye, û em bi şabûnê hevra Yehowa dihebînin. Lê gelo civatêda rola te çi ye?

2. Pawlosê şandî çend nameyên xweda kîjan mesele anî?

2 Meseleke ku Pawlosê şandî çend nameyên xweda bi kar anî, alî me dike ku em rola xwe fem bikin. Van nameyada, Pawlos civat beramberî bedenê kir, û wî endemên civatê beramberî parên bedenê kir (Rom. 12:4-8; 1 Korn. 12:12-27; Efes. 4:16).

3. Vê gotarêda, emê çi hîn bin?

3 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin sê dersên ferz, yên ku em dikarin ji mesela Pawlos bistînin. Ya yekê, emê hîn bin ku civata Yehowada, rola * her kesî heye. Ya duda, emê bibînin ku hergê me zor tê ku em rola xwe fem bikin, em dikarin çi bikin. Û ya sisiya, emê bibînin ku çima ferz e ku em rola xwe her tim pêk bînin.

CIVATA XWEDÊDA ROLA HER KESÎ HEYE

4. Romayî 12:4, 5 çi me hîn dike?

4 Dersa pêşin ev e ku malbeta Yehowada, ciyê her kesî heye. Pawlos usa got: “Wek ku di bedena me de gelek endam hene û karê hemû endaman cihê ye, usa jî em yên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endamên hev in” (Rom. 12:4, 5, ÎM). Pawlos çi dixwest bigota? Civatêda, rola her kesî ji hev cuda ye, lê her kes bi qîmet e.

Civatêda rolên me çiqas ji hev cuda bin jî, her yek ji me biqîmet e (Binihêre abzasa 5-12) *

5. Yehowa çi pêşkêş dane civatê?

5 Mesele, hine bira hatine kifş kirin ku rêberiya civatê bikin (1 Têsln. 5:12; Îbrn. 13:17). Bi destê Îsa Mesîh, Yehowa ew wek pêşkêş dane civata xwe (Efes. 4:8). Hine ji wan wek endemên Koma Rêberiyê, alîkarên Koma Rêberiyê, endemên komîtêya Fîlîalê, berpirsiyarên mihalê, mamosteyên mektebên têokratîk, rûspiyên civatê û berdestiyên civatê xizmet dikin. Ev bira ji aliyê ruhê pîrozva tên kifş kirin ku miyên Yehowa xwey bikin û bona hewcên civatê xem dikin (1 Pet. 5:2, 3).

6. Li gora 1 Têsalonîkî 2:6-8, birayên ku ji aliyê ruhê pîrozva tên kifş kirin çi dikin?

6 Bira ji aliyê ruhê pîrozva tên kifş kirin ku cûre-cûre cabdariya bînin sêrî. Çawa ku dest û pê û parên din yên bedenê ji bo kara bedenê hevkariyê dikin, birayên kifşkirî jî ji bo kara civatê hevkariyê dikin. Ew pesna nagerin, lê nêta wan ev e ku xûşk û bira ji aliyê ruhanîva ava bikin û qewî bikin (1 Têsalonîkî 2:6-8 bixûne). Ma em ji Yehowara şikirdar nînin ku wî birayên haqas fedakar, xîret û zên dane me?

7. Xizmeta her tim çi bereketa tîne?

7 Hine xûşk û bira wek mîsiyonêr, pêşengên mexsûs û pêşengên hertim tên kifş kirin. Li seranserê dinyayê, gelek xûşk û bira temamiya wextê xwe ji bo belakirina mizgînê xerc dikin. Bi vî awayî, wana alî gelek kesa kiriye ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Mal û milkê wan çiqas hindik be jî, Yehowa bereketên mezin dide wan (Marq. 10:29, 30). Em pir qîmetê didin xûşk û birayên usa, û em şa ne ku ew para civatê ne.

8. Yehowa çima qîmetê dide hemû mizgînvana?

8 Civatêda, gelo tenê rola birayên kifşkirî û xizmetkarên hertim heye? Hilbet na! Her mizgînvan ji bo Xwedê û ji bo civatê biqîmet e (Rom. 10:15; 1 Korn. 3:6-9). Yek ji nêtên herî ferz ya civatê ev e, ku meriva bike şagirtên Îsa Mesîh (Met. 28:19, 20; 1 Tîmt. 2:4). Hemû endemên civatê – yanî him mizgînvanên ku hatine nixumandinê, him jî ewên ku hê nehatine nixumandinê – vî îşî bi dil û can tînin sêrî (Met. 24:14).

9. Em çima qîmetê didin xûşka?

9 Yehowa qedrê xûşka jî digire û cabdariyên ferz dide wan. Ew qîmetê dide xûşkên mêrkirî, xûşkên ku zarokên wan hene, xûşkên bî û xûşkên azep, yên ku bi aminî wîra xizmet dikin. Kitêba Pîroz besa gelek jina dike, yên ku dilê Xwedê şa dikir. Ew bi kirinên qenc, bîlanî, bawerî, xîret, mêrxasî û merdaniya xwe mera bûn mesele (Lûqa 8:2, 3; Kar. Şand. 16:14, 15; Rom. 16:3, 6; Fîlî. 4:3; Îbrn. 11:11, 31, 35). Ma em ji Yehowara şikirdar nînin ku civata meda xûşkên usa hene?

10. Em çima qîmetê didin xûşk û birayên emirda mezin?

10 Usa jî, em xûşk û birayên emirda mezin jî pir hiz dikin. Hine ji wan temamiya emrê xwe xizmeta Yehowada derbaz kiriye. Hinek jî rastiya Kitêba Pîroz nû hîn bûne. Siheta gelek xûşk û birayên emrda mezin îda ne baş e. Lema, ew belkî nikarin civatêda û xizmetêda gelek îş bikin. Dîsa jî, ew çiqas ji destê wan tê xizmet dikin, û ew kesên din dişidînin û hîn dikin. Em ji mesela wan pir karê distînin. Em bi rastî jî pir qîmetê didin wan, û Yehowa jî gelek qîmetê dide wan (Metlk. 16:31).

11-12. Tu çima qîmetê didî zarok û cahilên civatê?

11 Civatên meda zarok û cahil jî gelek biqîmet in. Ji ber ku dinya bin destê Mîrê-cinda ye û bi fikrên xirabva tije ye, ew rastî gelek tengasiya tên (1 Yûhn. 5:19). Gava zarok û cahil civatada cab didin, diçin xizmetê û baweriya xwe bi mêrxasî diparêzin, em gelek şa dibin. Belê, civatêda rola zarok û cahila jî pir ferz e! (Zeb. 8:2)

12 Dîsa jî, hine xûşk û birayên me zor tê ku bawer bikin ku ew civatêda bi rastî jî kêrhatî ne. Çi dikare alî me bike ku em fem bikin ku civatêda rola her yek ji me heye? Niha emê caba vê pirsê bistînin.

ROLA XWE FEM BIKE

13-14. Hine xûşk û bira xwe çima bêkêr hesab dikin?

13 Mesela Pawlosê şandî dîna me dikişîne ser derseke din jî. Hineka zor tê ku bawer bikin, wekî ew ji bo civatê biqîmet in. Pawlos usa nivîsî: “Heger nig bêje: ‘Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne dest im’, gelo eva menî ye, ku ew ne ji bedenê ye? Û heger guh bêje: ‘Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne çev im’, gelo eva menî ye, ku ew ne ji bedenê ye?” (1 Korn. 12:15, 16) Bi van gotina, Pawlos dixwest çi bigota?

14 Hergê tu xwe bi xûşk û birayên din beramber bikî, dibeke tu qîmeta xwe nebînî. Hine xûşk û bira belkî ji aliyê hînkirin, organîzekirin yan şivantiyêva pir jîr û zên in. Tu belkî difikirî ku feresetên te qasî feresetên wan baş nînin. Ev yek nîşan dike ku tu milûk î û sînorên xwe zanî (Fîlî. 2:3). Lê haş ji xwe hebe! Hergê tu her tim xwe tevî kesên bi feresetên mezin beramber bikî, tuyê mêrxasiya xwe unda bikî. Serda jî, ça Pawlos gotibû, tuyê belkî bifikirî ku civatêda ciyê te tune. Çi dikare alî te bike ku tu ji fikrên usa bifilitî?

15. Li gora 1 Korintî 12:4-11, gerekê em derheqa feresetên xwe çi bîr nekin?

15 Li sedsala yekêda, hine şagirtên Îsa bi saya ruhê pîroz feresetên mexsûs distandin, lê feresetên wan ne wek hev bûn (1 Korintî 12:4-11 bixûne). Feresetên wan çiqas ji hev cude bûn jî, Yehowa qîmet dida her xizmetkarekî xwe. Îro em fereseta bi keremetî nastînin, lê prînsîp dîsa jî eynî ye: Feresetên me ne wek hev in, lê çevê Yehowada, em gişk biqîmet in.

16. Gerek em guh bidin kîjan şîreta Pawlosê şandî?

16 Dewsa ku em xwe bi kesên din beramber bikin, bira em guh bidin vê şîreta Pawlosê şandî: “Bila her kes karê xwe bicêribîne. Hingê meriv ne bi kirinên hinekên din, lê tenê bi kirinên xwe dikare pesnê xwe bide” (Galt. 6:4, ÎM).

17. Wê çima baş be ku em guh bidin şîreta Pawlos?

17 Hergê em li gora şîreta Pawlos xwe bicêribînin, emê belkî bibînin ku hine feresetên me jî hene. Mesele, rûspiyên civatê belkî gotarvanekî hoste nîne, lê ew belkî xizmetêda pir pêşdaçûyî ye. Yan jî, dibe ku ew nikare mîna rûspiyên din her tiştî rind organîze bike, lê ew belkî şivanekî pir dilgerm e, û lema xûşk û bira bi rihetî dikarin herin bal wî û ji wî şîretê bixwazin. Yan jî, ew belkî birayekî pir mêvanhiz e (Îbrn. 13:2, 16). Hergê em feresetên xwe rind bizanibin, emê diha baş fem bikin ku civatêda rola me çi ye, û emê çevnebariya xûşk û birayên din nekin, yên ku hunerên wan ji yên me cuda ne.

18. Em çawa dikarin feresetên xwe zêde bikin?

18 Civatêda rola me çi be jî, wê baş be ku em xîret bikin ku xizmetêda pêşda herin û feresetên xwe zêde bikin. Vî cûreyî, Yehowa me bi destê teşkîleta xwe hîn dike. Mesele, ser Civîna Bijîn û Xizmet kin, em hîn dibin ku em çawa dikarin xizmetêda hê hoste bin. Gelo tu tiştên ku vê bernameyêda hîn dibî, rind bi kar tînî?

19. Hergê tu dixwazî herî Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê, gerekê tu çi bikî?

19 Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê jî hînbûneke pir baş dide. Xûşk û birayên ku xizmeta hertimda ne û emrê wan 23 heta 65 salî ye, dikarin herin vê mektebê. Dibeke tu dikifirî ku nikarî bigihîjî nêteke usa. Lê belê, dewsa ku tu bifikirî derheqa sebebên ku tu çima hazir nînî herî vê mektebê, wê baş be ku tu dîna xwe bidî sebebên ku tu çima dixwazî herî. Paşê, planekê çêke ku tu dewakirinên vê mektebê bînî sêrî. Bi saya alîkariya Yehowa û xîreta xwe, tuyê belkî bigihîjî nêta xwe.

HUNERÊN XWE BONA QEWÎKIRINA CIVATÊ BIDE XEBATÊ

20. Romayî 12:6-8 çi me hîn dike?

20 Dersa sisiya, ya ku em dikarin ji mesela Pawlos bistînin Romayî 12:6-8-da derbaz dibe (bixûne). Van rêzada, Pawlos dîsa nîşan dike ku civatêda, hunerên her kesî ji hev cuda ne. Usa jî, ew dibêje ku gerek em feresetên xwe bi kar bînin ku civatê ji aliyê ruhanîva ava bikin û qewî bikin.

21-22. Serhatiyên du birayên me çi me hîn dikin?

21 Serhatiya birayekî bîne ber çevê xwe. Piştî ku wî li welatekî xerîb xizmet kiribû, teşkîletê ew şand Beytela li welatê wî. Wîra gotin ku sebeba kifşkirina nû ne ev e ku kêmasiya wî heye, lê ew dîsa jî ber xwe ket: “Gelek meha, min xwe bêkêr hesab dikir. Car cara, min dixwest xizmeta Beytelêda bihêlim”. Gelo wî nihêrandina xwe çawa rast kir? Rûspiyê civatê wîra got ku hînkirina ku me kifşkirinên xwe yên berêda ji Yehowa standibû alî me dike, ku em kifşkirina xwe ya nûda hê kêrhatî bin. Birayê me fem kir ku gerek ew bi zêdeyî ser wexta çûyî nefikire, lê dîna xwe bide tiştên ku ew niha dikare bike.

22 Birayekî bi navê Fêlîs Êpîskopo jî rastî tengasiyeke usa hat. Sala 1956-da, birayê Fêlîs tevî jina xwe Mekteba Gîled xilaz kir û li Bolîvyayê bû berpirsiyarê mihalê. Sala 1964-da, kurek wanra bû. Fêlîs usa dibêje: “Me kifşkirina xwe pir hiz dikir, lema me zor hat ku em vê kifşkirina xwe bihêlin. Rast bêjim, weke salekê, ez gelek xemgîn bûm. Lê bi alîkariya Yehowa, min nihêrandina xwe guherand, û min îda dîna xwe da vê yekê, ku ez çawa dikarim bibim bavekî baş”. Gelo tu jî carna mîna van bira xwe texmîn dikî? Gelo tu carna xemgîn dibî ji ber ku te hine kifşkirinên berê unda kirine? Hergê halê te usa ye, wê baş be ku tu nihêrandina xwe biguherînî û bifikirî ku tu niha çawa dikarî Yehowara û xûşk û birara hê baş xizmet bikî. Hergê tu berdewam kî hunurên xwe ji bo alîkariya kesên din bi kar bînî, tuyê dilxweş bibî û civatê ji aliyê ruhanîva ava bikî.

23. Wê baş be ku em çi bikin, û gotara dinda, emê çi bibînin?

23 Yehowa qîmetê dide her yek ji me. Ew dixwaze ku em bibin para malbeta wî. Hergê em kûr bifikirin ku em çawa dikarin xûşk û bira ji aliyê ruhanîva ava bikin û paşê xîret bikin ku evê yekê bînin sêrî, emê nefikirin ku civatêda ciyê me tune. Lê gelo em li xûşk û birayên din çawa dinêrin? Em çawa dikarin nîşan bikin ku em qîmetê didin wan? Gotara dinda, emê vê têmaya ferz binihêrin.

KILAMA 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

^ abz. 5 Em hemû dixwazin ji bo Yehowa kêrhatî bin. Lê belê em carina belkî berxwe dikevin ka rola me çi ye. Vê gotarêda, emê bibînin ku civatêda rola her kesî heye û her kes qîmet e.

^ abz. 3 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Ev yek ku civatêda rola me heye tê hesabê ku cabdariya me heye ku em civatê aliyê ruhanîva ava bikin û qewî bikin. Rola me bi milet, kok, mal û milk, halê êkonomîkî, kûltûr yan xwendina meva girêdayî nîne.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ev sê şikil nîşan dikin ku pêşiya civînê, li dema civînê û paşî civînê çi diqewime. Şiklê 1: Rûspiyê civatê silavê dide mêvanekî, birayekî cahil sîstêma deng hazir dike û xûşkek tevî xûşkeke emirda mezin xeber dide. Şiklê 2: Wedê şêwirkirina “Birca Qerewiliyê”, her kes xîret dike ku caba bide. Şiklê 3: Jin û mêrek Oda Civatê paqij dikin. Dayîkek alî qîza xwe dike ku pere bavêje qutiya qurbankirinê. Birayekî cahil edebyeta cîwar dike, û birayek xûşka emirda mezin qewî dike.