Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 33

Rabûna Miriya Hizkirin, Bîlanî û Sebra Xwedê Eyan Dike

Rabûna Miriya Hizkirin, Bîlanî û Sebra Xwedê Eyan Dike

“Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (KAR. ŞAND. 24:15).

KILAMA 151 Wê Gazî ke

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çima jîyîn efirand?

SERÎDA, Yehowa bi tenê serê xwe bû. Lê belê, ev yek nayê hesabê ku wî xwe tenê û bêkes texmîn dikir. Ji bo ku Yehowa dilşa be, ew hewcê kesên din nîne. Dîsa jî, Yehowa dixwest jîyînê bide kesên din jî. Ji hizkirinê, Yehowa dest bi îşê efirandinê kir (Zeb. 36:9; 1 Yûhn. 4:19).

2. Îşê efirandinê ser Îsa û meleka çawa hukum dikir?

2 Serîda, Yehowa Kurê xwe Îsa efirand ku tevî wî kar bike. Paşê, ewî bi destê vî Kurê pêşin bi mîlyona melek û hemû tiştên din efirandin (Kols. 1:16). Îsa ji karkirina tevî Bavê xwe şabûn distand (Metlk. 8:30). Melek jî pir kêfxweş bûn. Gava wana dît ku Yehowa û Îsa erd û ezman çawa çêkirin, wana “bi kêfxweşiyêva bang dikir”. Usa jî, gava Yehowa tiştên din efirandin – îlahî gava wî însan efirandin – melek pir şa bûn (Îb. 38:7; Metlk. 8:31). Hemû tiştên efirandî hizkirin û bîlaniya Yehowa eyan dikin (Zeb. 104:24; Rom. 1:20).

3. Li gora 1 Korintî 15:21, 22, qurbana Îsa Mesîh ji bo çi rê vedike?

3 Yehowa dixwest ku însan heta hetayê cinetêda ser rûyê erdê bijîn. Lê belê, sed heyf ku Adem û Hewayê himberî Xwedê serî hilda, û seva vê yekê gune û mirin ketin dinyayê (Rom. 5:12). Gelo Yehowa safî kir ku çi bike? Wî derbêra got ku ewê însana çawa xilaz bike (Destp. 3:15) Yehowa soz da ku bi saya qurbanekê, ewê mecalê bide zarokên Adem û Hewayê ku ew ji gune û mirinê bifilitin. Bi saya qurbanê, kesên ku guh didin Xwedê dikarin jîyîna bêdawî bistînin (Yûhn. 3:16; Rom. 6:23; 1 Korintî 15:21, 22 bixûne).

4. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

4 Yehowa soz daye ku ewê miriya rake. Lê belê derheqa rabûna miriya, çend pirs pêşda tên. Mesele, rabûna miriya wê çawa bibe? Gava hizkiriyên me wê ji mirinê rabin, gelo emê wana nas bikin? Rabûna miriya wê dilê me çawa şa bike? Gava em li ser rabûna miriya kûr difikirin, ev yek çawa dikare alî me bike ku em ji bo hizkirin, bîlanî û sebra Yehowa hê zêde şêkirdar bin? Niha emê derheqa van pirsa xeber din.

RABÛNA MIRIYA WÊ ÇAWA BIBE?

5. Ça tê kifşê meriv wê çawa ji mirinê rabin, û çima?

5 Ça tê kifşê, Yehowa wê bi destê Kurê xwe Îsa Mesîh, bi mîlyona kesa ne eynî demêda, lê dor bi dor ji mirinê rake. Gelo çima? Ji bo ku kaos çênebe! Yehowa her tiştî bi awayekî rêk û pêk dike, çimkî ew “ne Xwedayê tevliheviyê ye, lê yê aştiyê ye” (1 Korn. 14:33, ÎM). Mesele, pêşiya ku Yehowa însan efirand, ewî bîlanî û sebra xwe bi vê yekê eyan kir, ku ewî dinya gav bi gav ji bo wan hazir dikir. Li dema Hukumdariya Hezarsalî, Îsa Mesîh jî wê bi bîlanî û sebir tevî kesên ku Harmegedonêda sax bimînin, dinyayê ji bo kesên ku wê ji mirinê rabin, hazir bike.

Kesên ku wê Harmegedonêda sax bimînin wê qanûnên Yehowa kesên rakirî hîn bikin (Binihêre abzasa 6) *

6. Li gora Karên Şandiya 24:15, kî wê bên rakirin?

6 Usa jî, wê lazim be ku kesên ku li Harmegedonê sax bimînin, elametiya derheqa Padşatiya Xwedê û qanûnên Yehowa kesên ku ji mirinê wê bên rakirin, hîn bikin. Gelo çima? Çimkî bi mîlyona kesên ku wê bên rakirin, kesên “nerast” in, yên ku Yehowa hê nas nakin (Karên Şandiya 24:15 bixûne). Seva ku kesên usa ji qurbana Îsa Mesîh feydeyê bistînin, gerekê ew guhastinên mezin bikin. Ka bifikire ku îşê hînkirinê wê çiqas mezin be! Gelo her kes wê hînbûna şexsî bistîne, çawa ku em îro hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin? Gelo kesên nû wê bibin para civata û hînbûnê bistînin, wekî ew jî bikaribin kesên din hîn bikin? Em vêya nizanin, gerekê hîviyê bin ku bibînin. Lê belê, em sed selefî zanin ku dawiya Hukumdariya Hezarsalîda, dinya wê “bi zanîna Xudanva tijî bibe” (Îşa. 11:9). Belê, li wê demê emê him pir şixul bikin him jî pir şabûnê bistînin!

7. Xizmetkarên Yehowa wê halê kesên rakirî çima rind fem bikin?

7 Dema Hukumdariya Hezarsalîda, wê lazim be ku hemû xizmetkarên Yehowa xwe serrast bikin. Lema, ewê rind fem bikin ku ji bo kesên rakirî ne hêsa ye ku fikir û xwestinên nerast ji dilê xwe derxin û li gora qanûnên Xwedê bijîn (1 Pet. 3:8). Kesên rakirî wê bivînin ku xizmetkarên Yehowa milûk in û xîret dikin ku xwe rast bikin, wekî “xilaziya xwe pêk bînin”, û ewê jî bixwazin bêşik tevî wan Yehowa bihebînin (Fîlî. 2:12, ÎM).

GELO EMÊ KESÊN RAKIRÎ NAS BIKIN?

8. Em çima difikirin ku emê bikaribin kesên rakirî nas bikin?

8 Em çima difikirin ku emê kesên rakirî nas bikin? Mesele, demên berêda, gava Yehowa kesek ji mirinê radikir, vî kesî eynî xuya dikir, xeber dida û difikirî. Ça tê kifşê, Yehowa wê dîsa usa bike. Usa jî, Îsa Mesîh mirin beramberî xewê dikir, lema rabûna ji mirinê weke hişyarbûna ji xewê ye (Met. 9:18, 24; Yûhn. 11:11-13). Gava kesek ji xewê hişyar dibe, şikil û şemal, deng û bîra wî dîsa eynî ne. Ka serhatiya dostê Îsa Lazar bîne ber çevê xwe. Ew çar roj mirî bû, lema bedena wî îda dirizî. Lê belê, gava Îsa ew ji mirinê rakir, Meryem û Mertayê ew nas kir, û kifş e ku Lazar jî ew nas kirin (Yûhn. 11:38-44; 12:1, 2).

9. Gelo kesên mirî wê bi hiş û bedeneke bêqisûr bên rakirin?

9 Sebeba duda jî ev e: Yehowa soz daye ku bin hukumdariya Îsa Mesîhda, tu kes wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşa. 33:24; Rom. 6:7). Lema, mirî wê hilbet bi bedeneke saxlem bên rakirin. Lê belê, ev yek nayê hesabê ku ewê derbêra bêqisûr bin. Usa tê kifşê ku hemû însan wê gav bi gav bigihîjin bêqisûriyê. Xilaziya Hukumdariya Hezarsalîda, Îsa Mesîh wê Padşatiyê vegerîne Bavê xwe. Heta wê demê, Padşatî wê îşê xwe xilaz bike û her kesî bigihîne bêqisûriyê (1 Korn. 15:24-28; Eyan. 20:1-3).

RABÛNA MIRIYA WÊ DILÊ ME ÇAWA ŞA BIKE?

10. Rabûna miriya wê li ser te çawa hukum bike?

10 Bîne ber çevê xwe ku gava hizkiriyên te wê rabin, tuyê çiqas şa bî. Wê demê, ma çevên te wê bi hêsirên şabûnê tije nebin? Ma tuyê ji bo pesnê Yehowa strana nevêjî? Belê, tuyê gelek dilşa bî, û tuyê Yehowa û Îsa Mesîh ji dil şêkirdar bî!

11. Li gora Yûhenna 5:28, 29, halê kesên ku li gora qanûnên Xwedê dijîn wê çi be?

11 Gava kesên rakirî wê xeysetên xwe yên kevin bihêlin û li gora qanûnên Xwedê bijîn, ewê jî pir dilşa bibin. Kesên ku hazir in ku jîyîna xwe biguherînin wê jîyîna bêdawî bistînin. Bi vî awayî, rabûna wan wê bibe rabûna “ji bo jîyînê”. Lê belê, hergê kesek xwe serrast neke, Yehowa wê îznê nede ku ew edilaya Cinetê xirab bike (Îşa. 65:20; Yûhenna 5:28, 29 bixûne).

12. Yehowa wê çi bereketên mezin bide xizmetkarên xwe?

12 Metelok 10:22 usa dibêje: “Duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake”. Bin hukumdariya Padşatiya Xwedêda, hemû xizmetkarên Xwedê wê bereketên mezin bistînin. Bi alîkariya ruhê Yehowa, ewê ji aliyê ruhanîva dewlemend bin, yanî ewê her ku diçe bibin mîna Îsa Mesîh û bigihîjin bêqisûriyê (Yûhn. 13:15-17; Efes. 4:23, 24). Roj bi roj, siheta wan wê baştir bibe, û ewê bibin merivên qenctir. Li wê demê, jîyîn wê çiqas xweş be! (Îb. 33:25) Lê belê, wê çima baş be ku em nihada ser rabûna miriya kûr bifikirin?

JI BO HIZKIRINA YEHOWA ŞIKIRDAR BE

13. Li gora Zebûr 139:1-4, Yehowa me çiqas nas dike, û rabûna miriya vê yekê çawa îzbat dike?

13 Çawa me dîtibû, Yehowa wê xeyset-hunur û bîra kesên rakirî vegerîne. Ev yek tê hesabê ku Yehowa meriva haqas hez dike ku ew hemû fikir, hest, gotin û kirinên wan divîne û bîra xweda xweyî dike. Lema, ew hêsa dikare nihêrandin, bîr û xeyset-hunurên kesên rakirî ji nûva bide wan. Dawid Padşa zanibû ku Yehowa bona her yek ji me çiqas xem dike (Zebûr 139:1-4 bixûne). Gelo ev yek ku Yehowa derheqa me her tiştî zane, ser me çawa hukum dike?

14. Ev yek ku Yehowa derheqa me her tiştî dizane, ser me çawa hukum dike?

14 Ev yek ku Yehowa derheqa me her tiştî zane, me eciz nake. Gelo çima? Çimkî Yehowa me pir hiz dike. Ew qîmetê dide her yek ji me. Ew her tiştê ku ser me hukum dike, bîra xweda xweyî dike. Ev fikir bi rastî jî mêrxasiyê dide me. Tu car ne lazim e ku em xwe tenê texmîn bikin. Yehowa her tim kêleka me ye û ew her tim hazir e ku alî me bike (2 Dîr. 16:9).

JI BO BÎLANIYA YEHOWA ŞIKIRDAR BE

15. Rabûna miriya bîlaniya Yehowa çawa eyan dike?

15 Tirsa mirinê çekeke gelek qewî ye. Merivên ku bin kontrola Mîrê-cinda ne, tirsa mirinê didine xebatê ku zorê kesên din bikin, wekî ew nemamiya dostên xwe bikin yan jî baweriya xwe bihêlin. Lê belê, tirsa mirinê nikare me bişkêne. Em zanin ku hergê em bên kuştin jî, Yehowa wê me ji mirinê rake (Eyan. 2:10). Em bawer in ku tu tişt nikare me ji Yehowa û ji hizkirina wî veqetîne (Rom. 8:35-39). Ev yek ku Yehowa hêviya rabûnê daye me, nîşan dike ku bîlaniya wî çiqas mezin e! Bi saya vê hêviyê, Yehowa me ji tirsa mirinê difilitîne û mêrxasiya mezin dide me.

Gelo qirarên min îzbat dikin ku ez baweriya xwe bi soza Yehowa tînim ku ewê bona hewcên min xem bike? (Binihêre abzasa 16) *

16. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin, û cabên me wê çi nîşan bikin?

16 Hergê dijminên Yehowa te bitirsînin û bêjin ku ewê te bikujin, gelo tuyê xwe bispêrî Yehowa? Tu çawa dikarî bizanibî ku baweriya te çiqas qewî ye? Mesele, ji xwe bipirse: “Gelo qirarên biçûk, yên ku ez her roj didim, nîşan dikin ku ez xwe dispêrim Yehowa?” (Lûqa 16:10) Pirseke din jî ev e: “Gelo qirarên min îzbat dikin ku ez baweriya xwe bi sozê Yehowa tînim ku hergê ez herî zêde Padşatiya wî bigerim, Yehowa wê bona hemû hewcên min xem bike?” (Met. 6:31-33) Hergê caba te “Erê” ye, ev yek nîşan dike ku tu xwe dispêrî Yehowa, û tu ji bo hemû tengasiya hazir î (Metlk. 3:5, 6).

JI BO SEBRA YEHOWA ŞIKIRDAR BE

17. (a) Rabûna miriya sebra Yehowa çawa eyan dike? (b) Em çawa dikarin nîşan kin ku em ji bo sebra Yehowa şêkirdar in?

17 Yehowa roj û siheta qira vê dinyayê kifş kiriye (Met. 24:36). Ew sebra xwe unda nake, û ewê berî vî wextî, tiştekî neke. Xwedê hilbet bîra kesên mirî dike û dixwaze wan rake, lê ew dîsa jî sebir dike (Îb. 14:14, 15). Wextê rastda, ewê wana ji mirinê rake (Yûhn. 5:28). Gerek em ji bo sebra Yehowa şikirdar bin. Ji ber ku Yehowa sebir kiriye, mecal ketiye destê me û destên gelek kesên din ku tobe bikin (2 Pet. 3:9). Yehowa mecalê dide her kesî ku jîyîna herheyî bistîne. Gelo em çawa dikarin nîşan kin ku em ji bo sebra wî şêkirdar in? Gerek em bi dil û can wan kesa bigerin, “yên ku dilê wan ji bo jîyîna herheyî hazir” e, û alî wan bikin ku ew Yehowa hiz bikin û wîra xizmet kin (Kar. Şand. 13:48, DT). Bi vî awayî, ewê jî ji sebra Yehowa karê bivînin.

18. Gerekê em çima kesên din sebir bikin?

18 Yehowa wê heta xilaziya Hukumdariya Hezarsalî sebir bike ku em bibin merivên bêqisûr. Heta wê demê, Yehowa hazir e ku şaşî û gunên me afû bike. Ma ne lazim e ku em jî dîna xwe bidin hunurên baş yên merivên din û li wan sebir bikin? Mesele, vê serhatiya xûşkekê bîne ber çevê xwe. Mêrê wê seva nexweşîke psîkolojî nediçû civîna. Xûşka me usa dibêje: “Ez pir xemgîn bûm. Planên malbeta me gişk tevhev bûn”. Dîsa jî, xûşka me li mêrê xwe sebir kir. Wê xwe dispart Yehowa, û wê tu cara mêrxasiya xwe unda nekir. Ew usa dibêje: “Mêrê min merivekî pir baş e, û ew xîret dike ku hêdî hêdî qenc bibe”. Belê, pir ferz e ku em xûşk û birayên xwe û merivên xwe, yên ku rastî tengasiya tên, sebir bikin.

19. Wê baş be ku em çi bikin?

19 Gava erd hat efirandin, Îsa û melek pir şa bûn. Gava dinya bi merivên bêqisûrva tije be, yên ku Yehowa hiz dikin û wîra xizmet dikin, ewê dîsa çiqas şa bin! Usa jî, gava 144 000 hempadşayên Îsa wê bivînin ku însan ji îşê wan çawa feydeyê distînin, ewê çiqas şa bin! (Eyan. 4:4, 9-11; 5:9, 10). Bîne ber çevê xwe ku gava êş, kul û derd, nexweşî û mirin wê heta hetayê tune bin, emê jî çiqas şa bin! (Eyan. 21:4) Heta wê rojê, bira em hizkirin, bîlanî û sebra Yehowa xwera bikin mesele. Hergê em usa bikin, emê nava tengasiyada jî dilxweşiya xwe tu car unda nekin (Aqûb 1:2-4). Ma em bona hêviya rabûna miriya ji Yehowara şikirdar nînin? (Kar. Şand. 24:15)

KILAMA 141 Emir Keremeta Mezin e

^ abz. 5 Yehowa Bavekî dilovan, bîlan û bisebir e. Ev hunurên wî him ji tiştên efirandî him jî ji vê yekê ku ew dixwaze meriva ji mirinê rake, eyan dibin. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çend pirsên derheqa rabûna miriya, û emê bivînin ku em çawa dikarin şikir-dariya xwe ji bo hizkirin, bîlanî û sebra Yehowa nîşan kin.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Merivekî çermesor, yê ku seda sal berê miribû, dema Hukumdariya Hezarsalî hatiye rakirin. Birakî ku Harmegedonêda sax maye wî hîn dike ku gerek ew çi bike ku ji qurbana Îsa Mesîh feydeyê bistîne.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî mezinê xebata xwera dibêje ku ew nikare her roj zêdetir bixebite, çimkî hine êvara, gerek ew here xizmetê û civîna. Lê belê, ew dibêje ku hergê hewce be, ew dikare rojên din zêdetir bixebite.