Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Ez Rastiya Teda Herim”

“Ez Rastiya Teda Herim”

“Xudan riya Xwe min hîn ke, ku ez rastiya Teda herim” (ZEB. 86:11).

KILAMÊN: 31, 72

1-3. a) Em gerekê çawa bin hindava rastiya Kitêba Pîroz? Meselê bînin. (Binihêrin şiklên ewlin.) b) Kîjan pirsa emê wê gotarêda şêwir kin?

ÎRO çaxê meriv dikanêda tiştekî dikirin, bê problêm dikarin paşda vegerînin. Li gora hesaba, hine welatada meriv tiştên ku dikirin, weke 9 selef paşda vedigerînin. Lê hê zef meriv vedigerînin wan tişta, kîjan ku pê întêrnêtê dikirin. Hinek tişta paşda vedigerînin, çimkî wana tirê ku ew tişt wê cûrekî mayîn bûya, yan jî xirab e, yan jî çimkî ewana begem nakin. Lema ewana wan tişta tevî tiştekî din diguhêzin, yan jî dewa dikin, wekî perê xwe paşda hildin.

2 Lê femdarî ye tu kes ji me naxwaze rastiya ku em pêhesiyane, paşda vegerînin yan jî bifiroşin. (Bixûne Metelok 23:23; 1 Tîmt. 2:4). Çawa me gotara pêşiya vêda şêwir kir, em rastiyê qazanc dikin bi vê yekê ku wedê xwe xerc dikin, seva hê zêde pêbihesin. Xêncî vê yekê, seva rastiyê bikirin dibeke em terika dewletîbûnê didin, heleqetiya xwe tevî meriva, nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe diguhêzin, yan jî terika edet û şixulên usa dikin, kîjan ku Xwedê xweş nayên. Lê em dudilî nînin wekî me çi jî bona rastiyê unda kiriye, ne jî beramberî wan kerema dibe, ku em distînin çaxê rastiyê qazanc dikin.

3 Îsa mesele anî derheqa merivekî bazirgan, kîjan ku durên rind digeriya. Ewî merivî carekê durekî gelek qîmet dît, derbêra hemû hebûka xwe firot û ew dur kirî. Îsa ew mesele anî seva bide kifşê, ku rastiya Padşatiya Xwedê gerekê çiqas qîmet be bona wan, yên ku ew rastî dîtine (Met. 13:45, 46). Belê, em jî çaxê rastiya derheqa Padşatiya Xwedê û dîsa rastiyên dine qîmet pêhesiyan, me usa qîmet kir, ku em hazir bûn terka her tiştî bidin, tenê seva rastiyê qazanc kin. Em gerekê timê ewê rastiyê qîmet kin û miqatî xwe bin, wekî tu car nefiroşin. Yazix, lê hine xizmetkarên Xwedê neşêkirandin û hela hê jî pişta xwe dane rastiyê. Bira ew yek tu car tevî me neqewime! Bona wê yekê em gerekê bi dil û can rastiyê qîmet kin û rastiyêda herin. (Bixûne 3 Yûhenna 2-4.) Rastiyêda herin ew tê hesabê ku em gerekê evê rastiyê daynin ser ciyê pêşin û anegorî wê yekê bijîn. Were em vê gotarêda evan sê pirsa şêwir kin: “Hinek çira û ça rastiyê difiroşin? Em ça dikarin evê şaşiyê nekin? Û ça berdewam kin rastiyêda bijîn?”.

HINEK ÇIRA Û ÇA RASTIYÊ DIFIROŞIN?

4. Qirna yekêda çira hineka rastî firotin?

4 Qirna yekêda hine merivên ku hînkirinên Îsa qebûl kirin, paşê îda rastiyêda nediçûn û rastî firotin. Mesele, çaxê carekê Îsa bi keremet elaleteke mezin têr kir, ew elalet paşê pey wî çû heta aliyê dine ya Bera Celîlê. Wêderê Îsa tiştekî usa got, ku ewana metal man. Ewî got: “Heta ku hûn bedena Kurê Însan nexwin û xûna wî venexwin, jiyînê nava weda tunebe”. Wana dewsa ku ji Îsa bipirsiyana, ku bi wan giliya ewî çi dixwest bigota, ewana ji bo giliyên wî likumîn û gotin: “Ev çi xeberne giran in! Kî dikare guhdariya gotinêd wî bike?”. Axiriyêda, “şagirtêd wî gelek paşda çûn û îdî tevî wî nedigeriyan” (Yûhn. 6:53-66).

5, 6. a) Wan paşwextiyada çira hineka pişta xwe dane rastiyê? b) Ça meriv dikare hêdî-hêdî rastiyê bihêle?

5 Sed heyf îro hine meriva pişta xwe dane rastiyê. Hinek likumîn çaxê femkirina hine rêzên Kitêba Pîroz hatine guhastinê, yan jî xeydîn ji birakî navdar, seva gilî yan kirê wî. Lê hinek jî xeydîn, çimkî wanra şîret ser hîmê Kitêba Pîroz hate dayînê, yan jî ewana ji rastiyê çûn, çimkî civatêda orta wan û kesekîda dew-doz pêşda hat. Hineka jî aliyê rabera girtin, yan jî pişta wan girtin yên ku miqabilî rastiyê ne. Axiriya vê yekê ew bû, ku hineka ji wan, hemdê xwe pişta xwe dane Yehowa û civatê (Îbrn. 3:12-14). Lê wê çiqas baş bûya, hergê wana mîna Petrûs baweriya xwe xwey kirana û îtbariya xwe Îsa bianyana. Çaxê Îsa şandiya pirsî ku hela ewana dixwazin mîna wan meriva wî bihêlin, Petrûs caba wî da û got: “Xudan, emê herine cem kê? Gotinêd jiyîna heta-hetayê cem te ne” (Yûhn. 6:67-69).

6 Hinek jî hêdî-hêdî ji rastiyê çûn û haş ji xwe jî tunebûn ku ew yek ça qewimî. Ew merivê ku usa ji rastiyê dûr dikeve, mîna wê qeyikê ye, ku hêdî-hêdî ji ber devê çêm dûr dikeve. Kitêba Pîroz ewê dûrketinê, nav dike ça xalifandin (Îbrn. 2:1). Merivê ku hêdî-hêdî ji rastiyê dûr dikeve, ewê yekê hemdê xwe nake, lê yeke ew meriv heleqetiya xwe tevî Yehowa sist dike û axiriyêda dikare unda ke jî. Lê ça em dikarin xwe xwey kin, seva ew yek tevî me neqewime?

ÇI EM GEREKÊ BIKIN SEVA TU CAR RASTIYÊ NEFIROŞIN?

7. Kîjan gava pêşin wê alî me bike rastiyê nefiroşin?

7 Seva rastiyêda herin, em gerekê hemû gotinên Yehowa qebûl kin û her tiştîda gura wî bikin. Emirê meda rastî gerekê ser ciyê pêşin be û em gerekê anegorî prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn. Dawid padşa duada Yehowara soz da: “Ez rastiya Teda herim” (Zeb. 86:11). Dawid dilê xweda safî kir timê riya rastiyêda here, em jî gerekê wê yekêda çev bidine wî. Hergê em usa nekin, emê destpêkin bifikirin derheqa wan tişta, kîjan me bona rastiyê terikandiye û dibeke jî bixwazin wan tişta paşda vegerînin. Dewsa wê yekê em gerekê bi temamî xwe li rastiyê bigirin. Em usa jî gerekê fem kin, ku em nikarin tenê hine rastiya qebûl kin, hineka jî pişt guhê xweva bavêjin. Em gerekê bi temamî nava rastiyêda bin (Yûhn. 16:13). Lema were niha em dîsa şêwir kin derheqa wan 5 tişta, kîjan dibeke me bona rastiyê terk daye, û pêbihesin çawa paşda pey wan tişta nekevin. Ew yek wê alî me bike, wekî berdewam kin rastiyêda bijîn (Met. 6:19).

8. Çawa Mesîhî ji rastiyê dûr dikeve, gava wedê xwe neaqilayî xerc dike? Meselê bînin.

8 Wede. Seva ji rastiyê dûr nekevin, em gerekê wedê xwe bi bîlanî xerc kin. Hergê em vê yekêda fesal nîbin, emê destpêkin gelek wedê xwe xerc kin ser hêsabûnê, ser şixulên ku em hiz dikin, ber întêrnêtê yan jî ber têlêvîzorê. Rast e wan tiştada tiştekî xirab tune, lê yeke ew tişt dikarin wede ji me bistînin, kîjan ku em gerekê xerc kin ser lêkolînkirina şexsî û şixulên ruhanîye din. Dîna xwe bidine serhatiya xûşkekê bi navê Êma. * Ji biçûktayêda ewê hiz dikir hespê siyar be û bajo. Gava ku ewê wede didît, derbêra diçû hespê siyar dibû. Wede şûnda, ew berxwe ket, çimkî têderxist, wekî gelek wedê xwe ser vê yekê xerc dike. Lema ewê safî kir guhastina bike û axiriyêda hêsabûn danî ser ciyê duda. Ew usa jî ji serhatiya xûşkeke bi navê Korî Wêls hîn bû, ya ku berê ajotina hespada çêmpîon bû. * Êma niha gelek şa ye, çimkî wedê xwe hê zêde ser şixulên ruhanî xerc dike û usa jî wedê wê dimîne ku tevî nefer û hevalên xwe derbaz ke. Ew hê nêzîkî Yehowa bû, û dilê wê rihet e, çimkî zane ku ew wedê xwe bi bîlanî xerc dike.

9. Çaxê meriv pey hebûkê dikeve, çawa ew dikare ji rastiyê dûr keve?

9 Hebûk. Hergê em dixwazin timê rastiyêda herin, pere û hebûk bona me gerekê ciyê pêşin negirin. Çaxê em teze rastiyê pêhesiyan, me fem kir, wekî nêtên ruhanî hê qîmet in, ne ku hebûk û pere. Û em bextewar bûn çaxê me tiştên matêrîalî, bona rastiyê qurban kir. Lê wede derbaz dibe, û em divînin wekî merivên din xwera tiştên elektronîk yên teze dikirin yan jî perê xwe ser tiştên mayîn xerc dikin. Hingê em dikarin bikevine telikê, çimkî dibeke bifikirin, wekî em tişta ji xwe kêm dikin. Paşî vê yekê, emê îda razî nebin wan tiştava ku bal me hene, emê usa jî nêtên ruhanî bidine alîkî din û pey pera û hebûkê kevin. Ew yek tevî Dîmas qewimî. Ewî “dinya hiz kir” û bona vê yekê pişta xwe da xizmetiya tevî Pawlosê şandî (2 Tîmt. 4:10). Lê çira ewî Pawlos hîşt? Rast e Kitêba Pîroz navêje, lê dibeke ewî hebûk yan pere hê zef hiz kir, ne ku şixulên ruhanî, yan jî dibeke ewî îda nedixwest xwe bide cefê seva tevî Pawlos xizmet ke. Em ji serhatiya wî dersê xwera hîn dibin. Em tu car gerekê dîsa pey hebûkê nekevin û nehêlin, wekî ew yek hizkirina me hindava rastiyê sar ke.

10. Seva berdewam kin rastiyêda herin, em gerekê çida fesal bin?

10 Heleqetî tevî meriva. Seva riya rastiyêda bimînin, em gerekê nekevine ber bayê meriva. Çaxê me teze destpêkir rastiyêda herin, heleqetiya me tevî ne Şedên Yehowa û neferên me hate guhastinê. Hineka qedirê baweriya me girtin, hinek jî miqabilî me derketin (1 Pet. 4:4). Rast e em dixwazin heleqetiya me tevî neferên me baş be, û em wanra timê heyf bin, lê em usa jî gerekê fesal bin, wekî bona xatrê wan, prînsîpên Yehowa neteribînin. Em ji 1 Korintî 15:33 hîn dibin, wekî heleqetî û hevaltiya meye nêzîk gerekê tenê tevî wan hebe, yên ku Yehowa hiz dikin.

11. Ça em dikarin nekevine ber bayê fikir û rabûn-rûniştina vê dinyayê?

11 Nihêrandin û rabûn-rûniştina ku Xwedê xweş nayê. Her kes ku riya rastiyêda diçe, gerekê pîroz be. (Îşa. 35:8; bixûne 1 Petrûs 1:14-16.) Çaxê em hatine ser riya rast, me gişka guhastin kir, seva li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn. Hineka ji me guhastinên mezin kirin. Çi jî hebe, em gerekê timê miqatî xwe bin, wekî ew jîyîna pîroz û temiz, tevî heramî û bênamûsiya vê dinyayê neguhêzin. Lê çawa xwe ji bênamûsiyê xwey kin? Kûr bifikirin, ku Yehowa heqê çiqas mezin û qîmet da, seva em ber çevê wî pîroz bin. Ew heq, xûna Kurê wîyî tayê tenê bû, ya Îsa Mesîh (1 Pet. 1:18, 19). Seva em ber çevê Yehowa temiz bimînin, qurbana Îsa gerekê hiş û dilê meda gelek qîmet û ferz be.

12, 13. a) Çira ferz e ku pê nihêrandina Yehowa ser cejina binihêrin? b) Emê niha derheqa çi şêwir kin?

12 Edet û şixulê ku Xwedê xweş nayên. Neferên me, hevalxebatçiyên me, û hevaldersxanên me dibeke me teglîf dikin ser cûre-cûre cejina. Lê çawa em nekevine ber bayê wan, û tevî wan edet û cejina nebin, kîjan ku Yehowa hurmet nakin? Em gerekê tu car bîr nekin nihêrandina Yehowa ser wan tişta. Bona vê yekê lazim e, em edebyetên meda lêkolîna bikin û pêbihesin, ku ew cejin ji kîderê hatine. Çaxê em dikine bîra xwe wan meniyên ser hîmê Kitêba Pîroz, wekî çira em wan cejina derbaz nakin, em dudilî nabin ku em vê rêda diçin, kîjan “Xudan xweş tê” (Efes. 5:10). Hergê em îtbariya xwe Yehowa û Xebera wî tînin, “tirsa mêriv” wê ser me tune be (Metlk. 29:25).

13 Em gerekê heta-hetayê rastiyêda herin. Lê çi wê alî me bike hê zêde xwe li vê rê bigirin û dûr nekevin? Were sê tişta şêwir kin, kîjan ku dikarin vê yekêda alî me bikin.

TIMÊ XWE QEWÎ LI RIYA RASTIYÊ BIGIRIN

14. a) Lêkolînkirina Kitêba Pîroz çawa alî me dike, wekî em tu car rastiyê nehêlin? b) Çira serwaxtî, şîret, û femkarî gelek ferz in?

14 Ya pêşin, berdewam kin Xebera Xwedêda rastiyên qîmet lêkolîn bikin û ser bifikirin. Bona vê yekê timê wede xwera başqe kin. Wî cûreyî hûnê hê zef rastiyê qîmet kin û dilê xweda safî kin, wekî tu car rastiyê nefiroşin. Xêncî kirîna rastiyê, Metelok 23:23-da tê gotinê, wekî em gerekê usa jî “serwaxtiyê, şîreta û femkariyê, (DT)” bikirin. Belê, tenê zanebûn bes nîne. Em gerekê rastiyê emirê xweda bînin sêrî. Femkarî alî me dike, wekî têderxin her gotinên Yehowa. Serwaxtî alî me dike, ku li gora zanebûnê bijîn. Cara rastî me şîret dike, seva ku çida em gerekê xwe biguhêzin. Em gerekê timê guh bidine wan şîreta, çimkî ew ji zîv qîmettir in (Metlk. 8:10).

15. Kembera rastiyê çida me xwey dike?

15 Ya duda, em gerekê her roj li gora rastiyê bijîn. Em vê rastiyê gerekê mîna kemberê li pişta xweva girêdin (Efes. 6:14). Berê kembera ku esker xweva dikir, wedê şer pişta wî xwey dikir. Lê seva kember rind wî xwey ke, ew gerekê qayîm wîva girêdayî be. Kembera ku sist girêdayî bû, kêm kêrî wî dihat. Lê gelo kembera ruhanîye rastiyê, ça me xwey dike? Hergê em qayîm ewê kemberê xweva girêdidin, ew wê me ji fikirên nerast xwey ke û alî me bike safîkirinên aqilayî bikin. Hin jî çaxê em rastî cêribandina û tengasiya bên, rastiya Kitêba Pîroz wê dil bide me, seva em tiştên rast bikin. Çawa ku esker wê tu car bêy kemberê neçe şer, em jî gerekê tu car kembera rastiyê sist nekin û ji xwe neêxin. Dewsê em gerekê her tiştî bikin, seva ev qayîm bedena meva girêdayî be, dêmek li gora rastiyê bijîn. Wedê berê, esker usa jî kembera xweva şûr girêdida. Emê niha şêwir kin, ku em jî ça dikarin tiştekî mîna vê yekê bikin.

16. Çaxê em meriva rastiyê hîn dikin, ew yek çida alî me dike?

16 Ya sisiya, çiqas destê we tê merivên din rastiya Kitêba Pîroz hîn kin. Wî cûreyî, şûrê ruhanî, dêmek “xebera Xwedê” wê qayîm weva be (Efes. 6:17). Her kes ji me gerekê çawa dersdar pêşda here, ku “xebera rastiyê” rast şiroveke (2 Tîmt. 2:15). Çaxê em alî meriva dikin, wekî rastiyê bikirin û tiştên qelp înkar kin, hingê giliyên Xwedê kûr hiş û dilê meda rûdinên. Ew yek me hêlan dike ku berdewam kin rastiyêda herin.

17. Çira hûn rastiyê qîmet dikin?

17 Yehowa pêşkêşeke gelek qîmet daye me, ew heye rastî. Bi saya vê pêşkêşê, hebûneke mezin bal me heye, ew heye heleqetiya me tevî Bavê meyî ezmana. Çi jî ew heta niha me hîn dike, ew tenê destpêbûn e. Xwedê soz dide, wekî emê heta-hetayê ji wî tişta hîn bin. Lema jî were em rastiyê mîna dureke rind qîmet kin. Berdewam kin rastiyê bikirin û tu car nefiroşin. Usa hûnê jî mîna Dawid bijîn, anegorî wî sozî ku we daye Yehowa: “Ez rastiya teda herim” (Zeb. 86:11, DT).

^ abz. 8 Nav hatiye guhastinê.

^ abz. 8 Bikevin JW Brodkastîngê, û binihêrin ÎNTÊRVÎÛ Û SERHATÎ > RASTIYA XWEDÊ JÎYÎNA MERIYA DIGUHÊZE.