Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bira Fikirên Te Mîna yên Yehowa bin

Bira Fikirên Te Mîna yên Yehowa bin

“Hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin” (ROM. 12:2, DT).

KILAMÊN: 56, 123

1, 2. Çaxê em ruhanîda pêşda diçin, em çi hîn dibin? Meselê bînin.

BIDINE ber çevê xwe kesek pêşkêşekî dide zara biçûk û dê-bavê wî dibêjinê: “Bêje zef razî me”. Zar gura dê-bavê xwe dike û ewan giliya dibêje. Lê çaxê ew mezin dibe, îda nihêrandina dê-bava fem dike, ku çira wana dixwest ew yekî şêkir be û hindava merivada heyf be. Axiriyêda, ew îda xwexa razîbûna xwe merivara dide kifşê, çimkî usa hîn bûye û jêra bûye xeyset.

2 Dereca me jî mîna vê yekê ye. Çaxê em teze hatine ser riya rast, em pêhesiyan ku çiqas ferz e gura temiyên sereke bikin, ku Yehowa dide me. Lê çaxê em îda ruhanîda mezin bûn, em hê zêde pêhesiyan derheqa xeyset û fikirên Yehowa, mesele çi wî xweş tê û çi na, û usa jî ça ew ser cûre-cûre tişta dinihêre. Çaxê em dihêlin wekî fikirên Yehowa ser safîkirin û kirên me hukum kin, em destpêdikin îda mîna wî bifikirin.

3. Çira hêsa nîne hîn bin mîna Yehowa bifikirin?

3 Me xweş tê çaxê em derheqa fikirên Yehowa pêdihesin, lê em gunekar in û lema cara hêsa nîne, wekî em jî mîna wî bifikirin. Besa xeberê, em zanin ku Yehowa ça dinihêre ser bênamûsiyê, perehiziyê, şixulê belakirina mizgîniyê, berîdayîna xûnê, û dîsa tiştên din. Lê dibeke mera çetin e fem kin nihêrandina wî ser wan tişta. Hingê çi em gerekê bikin? Çawa em dikarin hîn bin mîna Yehowa bifikirin? Û çawa ew yek alî me dike ça niha usa jî axiriyêda safîkirinên baş bikin?

ÇAWA FIKIRÊN YEHOWA DIKARIN BIBINE FIKIRÊN ME

4. Çi tê hesabê ew giliyên Pawlos: “Hiş-aqilê xwe nû kin”?

4 Bixûne Romayî 12:2. Vê rêzêda Pawlosê şandî şirovekir, ku çi tê hesabê hîn bin mîna Yehowa bifikirin. Gotara pêşiya vê, alî me kir wekî em fem kin ku em gerekê înkar kin fikir û nihêrandinên vê dinyayê, seva “nekevine kirasê bendê vê dinyayê”. Lê Pawlos usa jî got ku em gerekê “hiş-aqilê xwe nû kin, DT”. Ew tê hesabê, wekî em gerekê Xebera Xwedê lêkolîn bikin, seva fikirên wî têderxin û ser dişirmîş bin, seva bi nihêrandina Xwedê ser tişta binihêrin.

5. Şirovekin firqiya orta xwendina sera-bera û lêkolînkirinê.

5 Lêkolînkirin xwendina sera-bera û tenê kifşkirina cabên pirsa nîne. Çaxê em lêkolîna dikin, em pêdihesin derheqa Yehowa, rêyên wî û fikirên wî. Paşê, em dixwazin têderxin û fem kin, çira Yehowa filan temiyê dide yan jî filan tiştî qedexe dike. Em usa jî difikirin, ku gerekê emir û fikirên xweda çi guhastina bikin. Rast e wedê lêkolînkirinê dibeke emê hema carekêra nikaribin ser wan hemû tişta bifikirin, lê yeke emê karê bistînin, hergê wedê lêkolînê nîvê wede xerc kin, seva bifikirin ser xwendina xwe (Zeb. 119:97; 1 Tîmt. 4:15).

6. Çi diqewime gava em difikirin ser nihêrandina Yehowa?

6 Çaxê em timê ser Xebera Xwedê difikirin, tiştekî mexsûs diqewime. Em destpêdikin fem kin û dudilî nebin, wekî fikir û nihêrandina Yehowa ser tişta bêqisûr e. Em îda ser tişta pê çevê wî dinihêrin û nihêrandina wî qebûl dikin. Hiş-aqilê me “nû” dibe û cûrê fikirandina me tê guhastinê. Usa hêdî-hêdî fikirên Yehowa dibine fikirên me.

FIKIRÊN ME SER KIRÊN ME HUKUM DIKIN

7, 8. a) Yehowa ser dewletiyê ça dinihêre? (Binihêre şiklên ewlin.) b) Hergê nihêrandina me mîna ya Yehowa be, wê bona me tiştê lapî ferz çi be?

7 Fikirandin ne tenê ser hiş-aqilê me hukum dike, lê usa jî ser kirên me (Marq. 7:21-23; Aqûb 2:17). Seva em evê yekê hê rind fem kin, were çend mesela şêwir kin. Mesele, Kitêba Pîrozda em zelal divînin nihêrandina Yehowa ser dewletîbûnê û hebûkê. Yehowa bona Kurê xwe, dê-bavekî usa bijart ji meriva, yên ku nedewletî bûn (Qan. Kah. 12:8; Lûqa 2:24). Çaxê Îsa hate bûyînê, Meryemê “ew pêçekêda pêça û afirda danî, çimkî mêvanxanêda bona wan cî tunebû” (Lûqa 2:7). Hergê Yehowa bixwasta, dikaribû usa bikira, wekî Îsa cîkî hê başda bihata bûyînê. Lê bona Yehowa ya lape ferz ew bû, wekî Kurê wî malbeteke usada mezin be, bona kîjana Xwedê ciyê pêşin digirt.

8 Ji serhatiya bûyîna Îsa, em pêdihesin ku çawa Yehowa dinihêre ser hebûkê. Hine dê-bav zarên xwe hêlan dikin, wekî pey tiştên lapî baş kevin, hergê jî ew yek ruhanîda wanra ziyanê bîne. Lê eşkere ye ku bona Yehowa ya lape ferz ruhaniya me ye, dêmek heleqetiya me tevî wî. Lê nihêrandina we jî mîna ya Yehowa ye? Pê kirên we çi tê kifşê? (Bixûne Îbranî 13:5.)

9, 10. Çawa em dikarin nîşan kin nihêrandina Yehowa hindava likumandinê?

9 Dîsa meseleke din ku Yehowa ça dinihêre ser wan kesa kîjan ku meriva dilikumînin. Îsa got: “Kî ku ji van biçûka yekî, yê ku baweriya xwe min tîne ji rê derxe, wîra hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdanê û bê avîtinê nava berê” (Marq. 9:42). Eşkere tê kifşê, Îsa sivik nedinihêrî ser vê yekê! Em zanin wekî Îsa bi temamî xeysetê Bavê xwe eyan kir, û lema em dudilî nabin, wekî Yehowa jî usa dinihêre ser her kesî, kê ku pê kirên xwe şagirtên Îsa dilikumîne (Yûhn. 14:9).

10 Lê gelo vê yekêda nihêrandina me jî mîna ya Yehowa û Îsa ye? Em jî mîna wan difikirin? Gelo kirên me çi eyan dikin? Besa xeberê, me xweş tê stîleke kincxwekirinê yan jî cûrekî xemilandinê, kîjan ku civatêda xûşk-bira eciz dike, yan jî nav merivada temê xirab û fikirên xirab pêşda tîne. Gelo hizkirina hindava xûşk-bira wê me hêlan ke ji stîlên usa xwe dûr bigirin? (1 Tîmt. 2:9, 10).

11, 12. Çawa ser xirabiyê mîna Yehowa binihêrin, û xwegirtî bin seva xirabiyê nekin?

11 Mesela sisiya: Xirabî ber çevê Yehowa reş e (Îşa. 61:8). Ew zane wekî em gunekar in û lema mera hêsa nîne xwe ji xirabiyê dûr bigirin. Lê yeke ew dixwaze, wekî em çev bidine wî, û xirabiyê nefiret kin. (Bixûne Zebûr 97:10.) Çaxê em bifikirin ku çira xirabî ber çevê Yehowa reş e, emê jî mîna wî ser vê yekê binihêrin, û qewatê bistînin seva xwe ji her nerastiyê dûr bigirin.

12 Hergê em ser xirabiyê pê çevê Yehowa binihêrin, ew yek wê alî me bike têderxin wan tiştên nerast jî, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda raste-rast nayê gotinê. Mesele, îro vê dinyayêda gelek belabûyî ye reqasa ser çokên meriva, çi ku bênamûsî, robetî û heram e. Hinek xwe heq derdixin dibêjin, ku ne ew hema sêks nîne. * Lê gelo Yehowa jî usa dinihêre ser vê yekê? Na! Ber çevê Yehowa her xirabî reş e. Lema were em jî ji her xirabiyê dûr bin, xwegirtî bin û nefiret kin wan tişta çi ku Yehowa xweş nayên (Rom. 12:9).

BIFIKIRIN DERHEQA SAFÎKIRINÊN AXIRIYÊ

13. Çira em nihada gerekê bizanibin derheqa nihêrandina Yehowa ser cûre-cûre tişta?

13 Çaxê em nihêrandina Yehowa lêkolîn dikin, ew yek alî me dike axiriyêda safîkirinên bîlan bikin. Û gava em bikevine dereceke usa ku em gerekê zûzû safîkirinê bikin, emê îda bizanibin çi û ça bikin (Metlk. 22:3). Were çend meselên Kitêba Pîroz şêwir kin.

14. Em çi hîn dibin ji caba Ûsiv jina Potîfarra?

14 Çaxê jina Potîfar dixwest Ûsiv tevî wê razê, Ûsiv derbêra înkar kir. Bi vê yekê hate kifşê, ku ew pêşda difikirî ser nihêrandina Yehowa, derheqa aminiya hindava mêr û jin. (Bixûne Destpêbûn 39:8, 9.) Hin jî caba Ûsiv jina Potîfarra dide kifşê, ku fikirên wî mîna fikirên Yehowa bûn. Ewî wêra got: “Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?”. Lê em ça dinihêrin ser bênamûsiyê? Besa xeberê, hûnê çi bikin hergê hevalxebatçiyên we tevî we destpêdike flîrtê bike? Yan jî hergê kesek pê têlê giliyên bênamûsî wera dinivîse yan jî şikla dişîne? * Hergê me nihêrandina Yehowa ser wan tişta pêşda lêkolîn kiriye û em jî pê çevê wî ser wan tişta dinihêrin, hingê wê mera diha hêsa be jêra amin bimînin.

15. Çawa em mîna sê gedê Îbranî, dikarin Yehowara amin bimînin?

15 Bînin bîra xwe serhatiya sê gedê Îbranî bi navê Şedrak, Meşak, û Abednego. Çaxê Nebûkedneser Padşa ferman da ku serê xwe ber pûtê zêr daynin, wana înkar kir vê yekê bikin. Caba wan dide kifşê, ku ewana îda pêşda fikirîne ku çi gerekê bikin seva Yehowara amin bimînin (Derk. 20:4, 5; Dan. 3:4-6, 12, 16-18). Bidine ber çevê xwe, mezinê xebata we dibêje, wekî pere tê topkirinê bona cejinê, ya ku rêlîgiya qelpva girêdayî ye. Hûnê çi bikin? Dewsa ku hîviyê bin kengê ew derece rastî we bê, hê baş e niha îda pêşda bifikirin hela Yehowa ça dinihêre ser wan tişta. Hergê hûn usa bikin, hingê rastî çi dereca jî bên, îda hûnê bizanibin ça rast bikin û ça rast bêjin, çawa sê gedê Îbranî kirin.

Lê we ser hîmê lêkolînkirinê dokûmênta xûnê tije kiriye, û tevî hekîmê xwe xeber daye? (Binihêre abzasa 16)

16. Çaxê em nihêrandina Yehowa rind fem dikin, ça ew yek alî me dike ku pêşda hazir bin, gava alîkariya hekîma lazim e?

16 Hergê em pêşda ser nihêrandina Yehowa bifikirin, ew yek wê usa jî alî me bike gava mera lez alîkariya hekîm lazim be. Femdarî ye em înkar dikin ku xûnê û çar fraksiyên wê berî xwe din. Lê derheqa xûnê hene derecên usa jî, ku Mesîhî gerekê ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz xwexa safîkirinê bike (Kar. Şand. 15:28, 29). Ser wan pirsa em gerekê ne ku nexweşxanêda bifikirin, çaxê mesele em bêtaqet in û zorê me dikin zûzû safîkirinê bikin. Em nihada îda gerekê wede xwera bivînin ku lêkolîna bikin, dokûmênta xûnê tije kin, kîderê hûr bi hûr tê gotinê em çi dixwazin, û tevî hekîmê xwe xeber din. *

17-19. Çira ferz e îda nihada bizanibin derheqa nihêrandina Yehowa ser cûre-cûre tişta? Meselê bînin ku çi derecada em gerekê xwe pêşda hazir kin.

17 Dîsa bifikirin derheqa caba Îsa ser vê şîreta Petrûs: “Hindava xweda qenc be, Xudan!, (DT)”. Eşkere ye, ku Îsa pêşda difikirî ser qirara Xwedê hindava xwe û ser wan pêxembertiya, yên ku derheqa emirê wî ser erdê û mirina wî bûn. Ewê yekê qewat da wî, wekî amin bimîne Yehowara, û bi dil û can emirê xwe bide bona meriva. (Bixûne Metta 16:21-23.)

18 Îro qirara Xwedê hindava cimeta wî ew e, ku dostiyê tevî wî bikin û heta wan heye şixulê belakirina mizgîniyêda kar bikin (Met. 6:33; 28:19, 20; Aqûb 4:8). Çawa mîna dereca Îsa, îro jî meriv bi dilê xweyî sax dikarin me ji şixulê Xwedê dûr xin. Mesele, hûnê çi bikin hergê mezinê xebata we, wera xebata hê baş dide, kîderê hûnê perê mezin bistînin, lê ew xebat wê wede ji we bistîne û hûnê kêm herine civatê û xizmetiyê? Yan jî hergê mektebêda wera mecala didin ku derbazî cîkî din bin, seva hê zêde xwendinê bistînin? Hergê hûn rastî derecên usa bên, hingê wê wera lazim be dua bikin, lêkolîna bikin, yan jî pêşiya safîkirinê tevî dê-bava yan jî rûspiya xeber din. Lê hê baş nîne îda nihada lêkolîna bikin, û pêbihesin Yehowa ça dinihêre ser wan pirsa û çev bidine nihêrandina wî? Hergê hûn usa bikin, hûnê nekevine cêribandina gava rastî wan dereca bên, çimkî we dilê xweda îda pêşda safî kiriye, ku dixwazin hiş-aqilê xwe bidine ser xizmetiya Yehowa.

19 Usa jî pêşda bifikirin, ku nişkêva hûn dikarin rastî kîjan cêribandina bên. Rast e em nikarin xwe pêşda hazir kin bona her dereca. Lê hergê em wedê lêkolînkirina şexsî difikirin derheqa nihêrandina Yehowa ser cûre-cûre tişta, em çi ku hîn bin wê bê bîra me, gava em rastî dereca bên. Ew yek wê alî me bike safîkirinên bîlanî bikin. Lema were em her gav têderxin fikirên Yehowa derheqa tişta, hîn bin mîna wî bifikirin, û dişirmîş bin ku ew yek ça dikare hin niha alî me bike hin jî axiriyêda.

FIKIRÊN YEHOWA Û AXIRIYA ME

20, 21. a) Çira dinya tezeda emê azaya xwera şa bin? b) Îro em ça dikarin şabûnê bistînin?

20 Em gişk gelek hîviya dinya teze ne û wê heçî zef ji me ser erdê heta-hetayê bijîn. Bin Padşatiya Xwedêda, derd-kulên me ku îro em dikişînin, wê tune bin. Lê hela hê dinya tezeda jî wê azaya meye bijartinê hebe. Her kes ji me wê safîkirina û bijartina usa bike, ça dilê me dixwaze û ça em begem dikin.

21 Lê ew nayê hesabê, wekî azaya me wê bê sînor be. Dinya tezeda çaxê merivên milûk gerekê bijbêrin rastî û xirabiyê, wê ser hîmê qanûn û nihêrandina Yehowa safîkirinê bikin. Ew yek wê şabûnê û edilayê bîne (Zeb. 37:11). Lê heta ew wede bê, nihada jî şabûna me dikare hebe, hergê fikirên me mîna yên Yehowa bin.

^ abz. 12 Reqasa ser çoka ew e “çaxê kesê reqasçî nîvîda tezî, ser çoka klîênt rûniştî ye, xwe dizvirîne û dibe-tîne”. Bona vê yekê, anegorî derecê, dikare komîtêya dîwankirinê saz be, çimkî ew yek bênamûsî ye. Mesîhiyê ku tevî vê yekê dibe, gerekê rûspiyara bêje û alîkariyê bixwaze (Aqûb 5:14, 15).

^ abz. 14 Sêkstîng ew heye, neme, şikil, yan jî vîdêoyên bênamûsî ku pê têlê dişînin. Cara bona vê yekê rûspî dikarin komîtêya dîwankirinê saz kin. Hene derecên usa jî, ku dewletê bona sêkstîngê anegorî qanûnê hine cahil ceza kirine, çimkî ew jî dikeve nava xirabkirina meriva. Seva hê zêde înformasiya pêbihesin, bikevine malpera jw.org û gotara onlayn bixûnin “Pirsên Cahila; Derheqa Sêkstîngê Ez Gerekê Çi Bizanibim?” (Binihêrin HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > CAHIL.) Yan binihêrin gotara bi navê “Çawa Tevî Zarê Xwe derheqa Sêkstîngê Xeber din?”, vê jûrnalêda “Hişyar Bin!” ya meha Mijdarê, sala 2013, rûp. 4-5.

^ abz. 16 Derheqa vê yekê edebyetên meda înformasiya heye. Mesele, binihêrin kitêba “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke”, rûp. 246-249.