Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Jîyînê Bistîne

Îtbariya Xwe Yehowa Bîne û Jîyînê Bistîne

“Bi temamiya dilê xwe baweriya xwe Yehowa bîne, û îtbariya xwe hişê xwe neyne” (METLK. 3:5, DT).

KILAMÊN: 3, 8

1. Çira me gişkara berdilî lazim e?

HER kes ji me hewcê berdiliyê ye. Dibeke em bona tiştekî berxwe dikevin, dilşikestî ne, yan jî dilteng in. Mesele, diqewime em nexweş ketine, kal-pîr dibin, yan jî merivê meyî nêzîk miriye. Hinek ji me jî rastî neheqiya tên. Xêncî vê yekê, merivên dor berê me hê xirab û zulm dibin. Belê, ew “zemanêd xirab” eşkere didine kifşê, wekî em “rojêd axiriyêda” dijîn û roj bi roj hê nêzîkî dinya teze dibin (2 Tîmt. 3:1). Lê dibeke îda gelek wext e em hîviya sozên Yehowa ne, û çetinayên me hê zêde û zêde dibin. Gelo kîderê em dikarin berdiliyê bistînin?

2, 3. a) Derheqa kitêba Hebaqûq em çi zanin? b) Çira emê kitêba Hebaqûq şêwir kin?

2 Seva caba vê pirsê bistînin, were em kitêba Hebaqûq lêkolîn bikin. Rast e Kitêba Pîrozda derheqa emir û şixulên Hebaqûq hûr bi hûr nayê gotinê, lê yeke ew kitêb dikare berdilîke mezin bide me. Navê Hebaqûq diqewime tê hesabê “Hemêza bi Dil”. Ew nav nîşan dike, wekî Yehowa çi cûre ber dilê meda tê, ew ça bêjî me bi dil û can hemêz dike. Yan jî ew dide kifşê ku xizmetkarên wî ça xwe nêzîkî wî digirin. Hebaqûq tevî Xwedê xeber dida û hine pirs dida wî. Pirsên usa dikarin bal me jî pêşda bên, lema jî Yehowa rêberî kir, wekî Hebaqûq evê xeberdanê binivîse (Hebq. 2:2).

3 Kitêba Pîrozda xêncî vê xeberdana Hebaqûq tevî Xwedê, derheqa wî tiştek nayê gotinê. Kitêba wî pareke vê yekê ye, “çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê” û Xebera Xwedêda hate xweykirinê, “wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me”, xweyîhêvî bin (Rom. 15:4). Lê ça her kes ji me dikare ji kitêba Hebaqûq karê bistîne? Ev kitêb alî me dike, wekî em fem kin, çi tê hesabê îtbariya xwe Yehowa bînin. Hin jî, pêxembertiya Hebaqûq, dil dide me ku çawa wedê tengasiya û çetinaya dilrihet bimînin. Lema jî were niha em hûr bi hûr kitêba Hebaqûq şêwir kin.

YEHOWARA DUA BIKIN

4. Çira Hebaqûq dilşikestî bû?

4 Bixûne Hebaqûq 1:2, 3. Hebaqûq wedekî gelek çetinda dijît. Dor berê wî meriv gelek xirab û zulm bûn, û seva vê yekê ew gelek berxwe diket. Bal wî pirs pêşda dihat: “Kengê ev xirabî wê kuta be? Çira Yehowa haqas wext tiştekî nake?” Ewî pê çevê xwe didît ku miletê wî ça bêrem in û neheqiyê dikin. Ewî xwe tenê û bêalîkarî texmîn dikir. Lema ewî lavaya Yehowa dikir, wekî ew tiştekî bike. Hebaqûq dikaribû bifikiriya, wekî xema Yehowa nîne ku çi diqewime, û ne jî tê kifşê ku ew wê tiştekî bike. Lê qe we xwe mîna wî usa texmîn kiriye?

5. Kîjan derseke ferz em ji kitêba Hebaqûq hîn dibin? (Binihêrin şiklê ewlin.)

5 Gelo Hebaqûq baweriya xwe hindava Yehowa û sozên wî unda kiribû, lema pirsên usa bal wî pêşda dihatin? Tu car na! Rast e ew çetinayada bû û bînteng bû, lê yeke ewî xwe bêçare hesab nekir, çimkî xemên xwe da destê Yehowa, ne ku meriva. Ça tê kifşê Hebaqûq berxwe diket, çimkî fem nedikir ku çira Yehowa hê tiştekî nake û dihêle, wekî ew biçerçire. Yehowa Hebaqûqra got, wekî derheqa vê tengasiya xwe binivîse, çimkî bi vê yekê Yehowa dixwast me hîn ke, evê dersa ferz: Em gerekê netirsin derheqa xemên xwe û dudilîbûna xwe Jêra gilî kin. Bi rastî Yehowa xwexa me teglîf dike, ku duada dilê xwe jêra vekin (Zeb. 50:15; 62:8). Metelok 3:5, (DT), jî dil dide me wekî em “bi temamiya dilê xwe baweriya xwe Yehowa” bînin, û “îtbariya xwe hişê xwe” neynin. Hilbet, Hebaqûq jî ew gilî zanibû û emirê xweda dida xebatê.

6. Çira dua gelek ferz e?

6 Hebaqûq îtbariya xwe Yehowa dianî, çawa Dost û Bavê xwe û nêzîkî wî dibû. Ew nedikete hema tenê derdê xwe û ne jî îtbariya xwe hişê xwe dianî. Dewsê, ewî derd-kula xwe duada Xwedêra gilî kir, û vê yekêda ewî mesela baş mera hîştiye. Yehowa, yê ku dua dibihê, dixwaze, wekî em îtbariya xwe wî bînin û duada xemên xwe jêra gilî kin (Zeb. 65:2). Hergê em usa bikin, emê bivînin çawa Yehowa caba duayên me dide. Usa emê xwe hemêza wîda texmîn kin, ku ew ça ber dilê meda tê û rêberiyê dide me (Zeb. 73:23, 24). Firqî tune em kîjan çetinayêda bin jî, ew wê alî me bike ku em fem kin, wekî ew ça dinihêre ser dereca me. Gava em bi dil Yehowara dua dikin, bi vê yekê em nîşan dikin, wekî baweriya xwe wî tînin.

GUH BIDINE YEHOWA

7. Yehowa ça xwe da kifşê, hindava Hebaqûq?

7 Bixûne Hebaqûq 1:5-7. Paşî vê yekê ku Hebaqûq xem û derdên xwe da destê Yehowa, dibeke ew difikirî ku Yehowa niha wê çi bike. Çawa Bavê dilşewat, Yehowa wî sûcdar nekir bona axe-axa wî. Ewî fem dikir ku Hebaqûq ji êşa dilê xwe diçerçire û dilteng e, lema alîkariyê ji wî dixwaze. Lê Yehowa gote wî, wekî ew wê axiriyêda çi bike hindava Cihûyên neamin. Diqewime, Hebaqûq merivê pêşin bû, kîjanîra Yehowa eyan kir ku zûtirekê wê wan merivên zulm ceza bike.

8. Çira caba Yehowa ser duayê Hebaqûq, usa nîbû çawa Hebaqûq hîviyê bû?

8 Yehowa Hebaqûqra da kifşê, wekî ew hazir e îda tiştekî bike. Cezakirina vê rikiniyata zulm û xirab, îda nêzîk bû. Çaxê Yehowa got wekî “rojê weda” ew yek wê bibe, da kifşê ku wê wedê jîyîna Hebaqûqda biqewime, yan jî wedê wan Îsraêliya ku hingê dijîtin. Belê, caba Yehowa usa nîbû çawa Hebaqûq difikirî. Çi ku Yehowa jêra got, dihate hesabê wekî cimeta Cihûda wê bê cezakirinê. Kildanî (Babîlonî), ji cimeta Hebaqûq ku derheqa qanûnên Yehowa zanibûn, zulmtir û bêremtir bûn. Lê gelo çira Yehowa ew miletê pûtparist da xebatê, seva cimeta xwe ceza ke? Lê hûnê çi bifikiriyana, hergê dewsa Hebaqûq bûna?

9. Dibeke bal Hebaqûq kîjan pirs pêşda dihatin?

9 Bixûne Hebaqûq 1:12-14, 17. Hebaqûq fem kir, wekî Yehowa wê bi saya Babîloniya wan merivên xirabe dor berê wî ceza bike. Rast e hine tişt dîsa jî Hebaqûqra nefemdarî bûn, lê ewî bi milûktî gote Yehowa, wekî yeke dîsa jî Ew bona wî “Qeya” ye (Qan. Dcr. 32:4; Îşa. 26:4). Hebaqûq bi sebir berdewam dikir baweriya xwe hizkirin û qenciya Yehowa bîne. Evê yekê qewat da wî û ew netirsiya dîsa dilê xwe Yehowara vekir. Lê yeke dibeke pirsên usa bal wî pêşda dihatin: Çira Yehowa dihêle, wekî halê Cihûda hê xirab be? Çira ew derbêra tiştekî nake? Çira yê Himzor hê zêde xirabiyê sebir dike? Çira ew xwe ker dike? Ne ew Pîroz e, û “ji dîtina xirabiyê çevê wî paqij” in?

10. Ça em cara dikarin xwe mîna Hebaqûq texmîn kin?

10 Cara em jî xwe mîna Hebaqûq texmîn dikin. Em guh didine Yehowa, îtbariya xwe wî tînin, Xebera wî dixûnin û lêkolîn dikin û usa baweriyêda dişidin. Em usa jî derheqa sozên wî dibihên, çaxê guh didine rêberiyên ku teşkîleta wî dide me. Lê dîsa jî em dibeke difikirin: “Gelo wê kengê derd-kulên me xilaz bin?” Were em pêbihesin Hebaqûq çi kir, û çi em dikarin ji wî hîn bin.

HÎVIYA YEHOWA BIN

11. Hebaqûq paşî xeberdana xwe tevî Yehowa, ça xwe texmîn dikir?

11 Bixûne Hebaqûq 2:1. Dilê Hebaqûq rihet bû, çaxê ewî tevî Yehowa xeber da. Ewî xwera safî kir, wekî bi sebir hîviyê be, heta Yehowa tiştekî bike. Hebaqûq ne ku hema demekê usa xwe da kifşê, lê ewî got ku ewê “bi bêdengiyê li benda . . . roja tengasiyê” be (Hebq. 3:16). Xizmetkarên amine mayîn jî bi sebir hîviya Yehowa bûn, û mesela wan dil dide me, ku em jî usa bikin (Mîx. 7:7; Aqûb 5:7, 8).

12. Çi hine ders em ji Hebaqûq hîn dibin?

12 Gelo ji nihêrandina Hebaqûq em çi hîn dibin? Ya pêşin, firqî tune em çi tengasiyada nin, em gerekê her gav Yehowara dua bikin. Ya duda, em gerekê guh bidine giliyên Yehowa, kîjan ew bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe mera dibêje. Ya sisiya, em gerekê bi sebir hîviya Yehowa bin, û bi temamî îtbariya xwe wî bînin, ku ew wê wededa derdê me derman ke. Hergê em timê tevî Yehowa xeber din û mîna Hebaqûq bi dil hîviya wî bin, emê jî dilrihetiyê bistînin, kîjan ku wê alî me bike sebir kin. Bawerî hindava Xwedê, wê qewatê bide me wekî teyax kin, û ew yek wê alî me bike wedê çetinaya şabûna xwe unda nekin. Belê, bawerî dil dide me ku Bavê meyî ezmana wê ese çarekê bike (Rom. 12:12).

13. Çawa Yehowa Hebaqûq dilrihet kir?

13 Bixûne Hebaqûq 2:3. Hebaqûq safî kir ku wê hîviya Yehowa be, ew yek hilbet dilê Yehowa xweş hatiye. Yê Himzor haş tengasiyên Hebaqûq hebû, lema jî ew bi hizkirin ber dilê wîda hat, û nerm wîra got, ku ew wê ese caba pirsên xwe bistîne û ji derdên xwe aza be. Ça bêjî Xwedê jêra usa got: “Bi sebir be û îtbariya xwe min bîne. Ezê ese caba duayê te bidim, hergê jî tera bê kifşê ku derengî dikeve!”. Yehowa anî bîra wî, wekî Ewî wede îda kifş kiriye, ku kengê sozên xwe bîne sêrî. Ewî dil da Hebaqûq, wekî berdewam ke hîviyê be. Wî cûreyî, ew pêxember îda wê dilşikestî nîbûya.

Çira em Yehowara xizmet dikin çiqas qewata me heye? (Binihêre abzasa 14)

14. Wedê tengasiya em gerekê çi bikin?

14 Em jî gerekê bi sebir hîviya Yehowa bin û guh bidine wî. Ew yek wê alî me bike wîda dudilî nîbin û wedê çetinayî û kul-derda, dilrihet bin. Îsa mera da kifşê ku em gerekê hiş-aqilê xwe daneynine ser “wext û zemana”, kîjan ku Xwedê mera eyan nekiriye (Kar. Şand. 1:7). Lema jî were em tu car destên xwe sist nekin, lê dewsê bi milûktî, bawerî û sebirê hîviya wî bin. Wî wedeyî usa jî em gerekê wedê xwe bi aqilayî xerc kin û çiqas destê me tê Yehowara xizmet kin (Marq. 13:35-37; Galt. 6:9).

ÎTBARÎ HINDAVA YEHOWA JÎYÎN Û AXIRIYA BAŞ TÎNE

15, 16. a) Kitêba Hebaqûqda, em derheqa kîjan soza dixûnin? b) Ew soz çi me hîn dikin?

15 Yehowa soz dide wan merivên rast ku îtbariya xwe wî tînin: “Yê salih [yê rast], bi baweriya xwe bijî” û “gerdûn jî usa bi mezintî û zaniyariya Xudanva tijî bibe” (Hebq. 2:4, 14). Belê, ewên ku bi sebir hîviya Yehowa ne û çevê wan ser wî ye, wê bi emirê heta-hetayê bêne keremkirinê.

16 Bifikirin derheqa sozê ji kitêba Hebaqûq 2:4. Ew soz usa ferz e, ku Pawlosê şandî nemên xweda sê cara besa vê rêzê kir (Rom. 1:17; Galt. 3:11; Îbrn. 10:38). Çi tengasî jî rastî me bên, hergê em baweriya xwe Yehowa bînin û jêra amin bimînin, emê bivînin ça sozên Yehowa têne sêrî. Yehowa dixwaze wekî çevê me ser vê axiriya baş be, ku hîviya me ye.

17. Kitêba Hebaqûq çida dil dide me?

17 Em rojên axiriyêda dijîn, û kitêba Hebaqûq derseke qewî dide me. Yehowa jîyîna heta-hetayê soz dide her merivekî rast, yê ku îtbariya xwe wî tîne. Were em berdewam kin her cûre çetinayî û tengasiyêda, bawerî û îtbariya xwe hindava Xwedê qewî kin. Yehowa bi saya kitêba Hebaqûq mera dibêje, wekî Ew wê alî me bike û me xilaz ke. Ew bi nermî hîvî me dike, wekî em bi sebir hîviya wedê wîyî kifşkirî bin, gava temamiya erdê bin Padşatiya wîda, bi xizmetkarên bextewar û milûk tijî be (Met. 5:5; Îbrn. 10:36-39).

BI ŞABÛNÊ ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNIN

18. Çawa giliyên Yehowa ser Hebaqûq hukum bûn?

18 Bixûne Hebaqûq 3:16-19. Giliyên Yehowa ser Hebaqûq gelek qayîm hukum bûn. Ew kûr fikirî ser kirên Yehowayî mezin, ku ewî berê bona cimeta xwe kiribû. Û paşî vê yekê Hebaqûq geş bû û îtbariya wî hindava Yehowa dîsa zêde bû. Ewî zanibû ku wê Yehowa zûtirekê tiştekî bike! Ewê yekê dilê Hebaqûq rihet kir, lê wî wedeyî ewî usa jî fem dikir, wekî kul-derdê wî, wê dîsa hine wede bikişîne. Îda şik dilê Hebaqûqda tune bû, dewsê ewî bi temamî îtbariya xwe Yehowa anî, ku Xwedê wê wî xilaz ke. Rêza 18-da ji giliyên Hebaqûq tê kifşê, ku ew pêxember yek ji wan meriva ye, kîjana bawerîke gelek mezin dane kifşê. Hine zandar difikirin, wekî rêza 18 raste-rast usa tê hesabê: “Ezê şabûna Xudanda banzdim; Ezê şabûna Xwedêda bireqisim”. Rastî jî ji giliyên Hebaqûq em gelek qewî dibin! Yehowa ne ku tenê sozên baş daye me, lê ew me dide bawerkirinê, wekî ew nihada karê xwe dike, seva qirara xwe bîne sêrî.

19. Çawa em jî dikarin mîna Hebaqûq berdiliyê bistînin?

19 Derseke gelek ferz ku em ji Hebaqûq hîn dibin, ew e ku tu car Yehowada dudilî nebin (Hebq. 2:4). Hergê heleqetiya me tevî Yehowa qewî be, emê îtbariya xwe hindava wî unda nekin. Seva vê yekê em gerekê 1) bona hemû xem û şikên xwe, her gav Yehowara dua bikin, 2) guh bidine Xebera Yehowa û hemû rêberiyên ku em ji teşkîleta wî distînin, û 3) bi aminî û bi sebir hîviya Yehowa bin. Hebaqûq hema usa jî dikir. Rast e ewî kitêba xwe bi axîniyê destpêkir, lê xilaziyêda bi baweriya qewî û şabûnê xilaz kir. Were em jî çev bidine Hebaqûq û xwe hemêza Bavê xwe Yehowada texmîn kin! Vê dinya xirabda, berdilîke usa mezin, em tu cîkî nikarin bivînin!