Pirsên Xwendevana
Kê bûn Xêrxwaz besa kîjana Îsa kir êvarê pêşiya mirina xwe, û çira ser wan usa digotin?
Îsa êvarê pêşiya mirina xwe şagirtên xwe şîret kir, wekî nava xûşk-birada xwe bilind nekin û navê xwe negerin. Ewî wanra got: “Padşayêd mileta cimeta xwe bindest dikin û ewêd ser wan hukum dikin xêrxwazêd wan têne gotinê. Lê hûn usa nebin” (Lûqa 22:25, 26).
Lê gelo kê bûn ew Xêrxwaz derheqa kîjana Îsa got? Nivîsarên ser tiştên berê, ser perê pol û nivîsarên din, eyan dikin wekî bal cimeta Yûnanî û Romayî edet bû ku hurmetê bidine mêrên navdar û serwêra, û wanra digotin “Eûêrgêtês”, dêmek Xêrxwaz. Ew meriv usa hurmet dikirin, çimkî ewana bona cimetê tiştên baş dikirin.
Hingê ser gelek padşa jî digotin Xêrxwaz. Nava wanda serwêrên Misirê bûn, yên ku eyan bûn ça Ptolêmêyê III Eûêrgêtês (w. 247-222 B.D.M.) û Ptolêmêyê VIII Eûêrgêtês II (w. 147-117 B.D.M.). Serwêrên Romê Îyûlî Sêzar (48-44 B.D.M.) û Aûgûstos jî (31 B.D.M.–14 D.M.) usa nav dikirin, çawa ku Hêrodesê Mezin, padşê Cihûstanê. Ça tê kifşê dibeke Hêrodes ew hurmet xwera qazanc kir, çimkî wedê xelayê cimetêra genim û kinc bela kiribû.
Giliyên Adolf Dîsmênê Almanî, ku zandarê Kitêba Pîroz e, nîşan dikin ku ew sernav “Xêrxwaz” gelek belabûyî bû. Ewî got: “Hergê hine wede başqe kin seva nivîsarên berê binihêrin, hûnê bivînin ku sed carî zêdetir ev sernav hatiye xebitandinê”.
Wekî usa ne, Îsa çi dixwest bigota çaxê şagirtên xwera got: “Lê hûn usa nebin”? Gelo ewî dixwest, wekî ewana tenê bona xwe bifikirin, û bona halxweşiya merivên dor berê xwe xem nekin? Tu car na. Bi rastî Îsa dixwest, wekî ewana fem kin, ku çi gerekê wana hêlan ke seva ewana merd bin.
Wedê Îsada merivên dewletî dixwestin navê baş xwera qazanc kin, lema jî pere didan bona cûre-cûre şoû û lîstika, avakirina parka û paristgeha, û dîsa bona tiştên din. Lê wana usa dikir, çimkî nêta wan ew bû, ku meriv qedir-hurmetê bidine wan, navê wan bilind be, yan jî seva cimet wedê bijartina deng bide wan. Kitêbekêda tê gotinê: “Rast e ew kirên wan aliyê wanda bi rastî merdanî ye, lê yeke wana gelek car usa dikir, seva polîtîkayêda pêşda herin”. Îsa dixwast, wekî şagirtên wî ji vê nihêrandinê û xwehiziyê dûr bin.
Çend sal derbaz bû, Pawlosê şandî jî da kifşê, wekî gelek ferz e bi nêtên baş merdaniyê bidine kifşê. Ewî xûşk-birên Korintîra nivîsî: “Dilê her kesîra çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdariyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike” (2 Korn. 9:7).