Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kê ser Hiş-Aqilê Te Hukum Dike?

Kê ser Hiş-Aqilê Te Hukum Dike?

“Nekevine kirasê bendê vê dinyayê” (ROM. 12:2).

KILAMÊN: 88, 45

1, 2. a) Îsa ça caba Petrûs da, çaxê ewî got ku “hindava xweda qenc be”? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Çira Îsa usa caba wî da?

ŞAGIRTÊN Îsa nikaribûn bawer kirana çi ku ewana ji wî bihîstin. Wana tirê ku Îsa gerekê padşatiya Îsraêliya vegeranda, lê ewî wanra got ku gerekê zûtirekê biçerçire û bimire. Petrûs derbêra wî bire alîkî û jêra got: “Hindava xweda qenc be, Xudan! Ew tişt wê tu car neyê serê te!”. Lê Îsa wî vegerand û got: “Dûrî min here, Şeytan! Tu kevir î pêşiya min, çimkî ew fikirên te ne ji Xwedê ne, lê ji meriva ne” (Met. 16:21-23, DT; Kar. Şand. 1:6).

2 Bi wan giliya Îsa da kifşê firqiya orta fikirên ku ji Xwedê tên û fikirên ku ji vê dinya Şeytan tên (1 Yûhn. 5:19). Petrûs hingê nihêrandina vê dinyayê da kifşê, kîjan ku meriva hêlan dike tenê bona xwe bifikirin û xwe nedine cefê. Lê Îsa zanibû wekî Bavê wî cûrekî mayîn difikire. Ewî zanibû wekî Xwedê dixwest, ku ew hiş-aqilê xwe dayne ser tiştên ku pêşiya wî bûn, dêmek çerçirandin û mirin. Îsa pê caba xwe Petrûsra, eşkere da kifşê wekî ew nihêrandina Yehowa qebûl dike, lê nihêrandina vê dinyayê înkar dike.

3. Çira çetin e mîna Yehowa bifikirin?

3 Lê derheqa xwe em çi dikarin bêjin? Gelo fikirên me mîna yên Xwedê ne, yan mîna vê dinyayê? Femdarî ye, em her tiştî dikin seva pê şixulên xwe dilê Xwedê şa kin. Lê derheqa fikirên xwe em çi dikarin bêjin? Gelo em fikir û nihêrandina xwe dikine anegorî yên Yehowa? Bona vê yekê lazim e em gelek ser xwe bixebitin. Bi rastî meriv hêsa dikare mîna vê dinyayê bifikire, çimkî ruhê vê dinyayê dor berê me ye (Efes. 2:2). Hin jî, ruhê vê dinyayê meriva hêlan dike ku xwehiz bin, lema jî ew fikir dikarin dilê geleka bên. Belê, çetin e mîna Yehowa bifikirin, lê gelek hêsa ye mîna merivên vê dinyayê bifikirin.

4. a) Çi wê biqewime hergê em bikevine ber bayê fikirên vê dinyayê? b) Ew gotar çida wê alî me bike?

4 Lê hergê em bihêlin, ku ev dinya hukumî ser fikirên me ke, emê bibine xwehiz û bixwazin xwe serî xwe bin, ku xwexa safî kin çi rast û çi xirab e (Marq. 7:21, 22). Lema jî gelek ferz e ku “fikirên” me mîna yên Xwedê bin, ne ku yên meriva. Vê yekêda ew gotar wê alî me bike. Emê şêwir kin, ku hergê fikirên me mîna yên Yehowa bin, ew ne ku wê me bike sînora, lê karê bîne. Usa jî ew gotar wê nîşan ke, çawa nekevine ber bayê fikirên vê dinyayê. Lê gotara dinda, emê şêwir kin ku çawa ser cûre-cûre tişta mîna Yehowa bifikirin û fikirên wî bikine yên xwe.

FIKIRÊN YEHOWA KARÊ MERA TÎNIN

5. Çira hineka xweş nayê, wekî kesekî ser fikirandina wan hukum ke?

5 Hine meriva xweş nayê, wekî kesek ser fikirandin û nihêrandina wan hukum ke. Ewana dibêjin: “Eva îşê min e, ez xwe serî xwe me”. Bi wî cûreyî ewana dibeke nîşan dikin, ku dixwazin xwexa safîkirinên xwe bikin, û bi rastî ew yek gerekê usa be. Ew meriv naxwazin kesek wana kontrol ke, yan jî zorê bike ku mîna merivên dor berê xwe bin. *

6. a) Yehowa çi azayî daye me? b) Gelo ew azayî bêsînor e?

6 Lê hergê em mîna Yehowa bifikirin, ew nayê hesabê wekî fikirên meye şexsî tune û em nikarin bi hişê xwe dişirmîş bin. Em 2 Korintî 3:17-da dixûnin: “Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye”. Belê, azaya me heye ku bibine merivê usa, çawa em dixwazin. Bal me hene tiştên usa ku me xweş tên û mera hewas in. Bi rastî Yehowa me bi vê azayê efirand. Lê yeke vê azayêda sînor hene. (Bixûne 1 Petrûs 2:16.) Çaxê em gerekê bijbêrin ku çi rast û çi nerast e, em gerekê pê rêberiya Xebera wî herin, kîderê Xwedê mera derheqa fikirên xwe eyan dike. Lê gelo ew tê hesabê wekî Yehowa hindava meda sert e, yan ew kara me dixwaze?

7, 8. Hergê em ser tişta mîna Yehowa difikirin, çira ev yek me nake sînora? Meselê bînin.

7 Bifikirin derheqa vê meselê. Dê-bav çaxê zarên xwe mezin dikin, tiştên qenc hîn dikin û şîret dikin. Ewana zarên xwe hîn dikin ku helal bin, xebathiz bin û bona merivên din xem bikin. Ew yek aliyê wanda sert nîne, dewsê, bi vê yekê dê-bav wana hazir dikin seva zar axiriyêda bextewar bijîn. Çaxê zar mezin dibin û başqe dibin, ewana îda aza ne û xwexa safîkirina dikin. Hergê ewana bijîn usa çawa dê-bav ewana hînkirine, wê emirê xweda safîkirinên usa bikin, ku paşê poşman nebin. Wî cûreyî zar wê xwe ji gelek problêma û diltengbûnê xwey kin.

8 Mîna bavekî qenc, Yehowa dixwaze wekî zarên wî bi emirekî bextewar bijîn (Îşa. 48:17, 18). Bona vê yekê, ewî prînsîpên derheqa namûsiyê û rabûn-rûniştinê daye me û usa jî şîret ku ça bin hindava meriva. Ew dixwaze wekî em ser wan tişta mîna wî bifikirin û anegorî vê yekê bijîn. Ev yek me ne ku dike sînora, lê me aqil dike, hîn dike rast bifikirin û tişta bicêribînin (Zeb. 92:5; Metlk. 2:1-5; Îşa. 55:9). Ew yek wê alî me bike safîkirinên usa bikin, kîjan ku wê me bextewar kin û xeyset-hunurên me baş kin (Zeb. 1:2, 3). Belê, çaxê em mîna Yehowa difikirin, em gelek tiştada karê distînin.

FIKIRÊN YEHOWA HERÎ BILIND IN

9, 10. Çida fikirên Yehowa ji fikirên vê dinyayê bilindtir in?

9 Dîsa menîk heye ku çira xizmetkarên Yehowa dixwazin, wekî fikirandina wan mîna ya Xwedê be. Fikirên Yehowa ji fikirên vê dinyayê bilindtir in. Rast e ev dinya şîreta dide ku rabûn-rûniştin gerekê ça be, çawa malbetêda bextewar bin, ça xebata baş bijbêrin, û dîsa tiştên din, lê heçî zef ew şîret ji fikirên Yehowa lap cude dibin. Mesele, ev dinya meriva hêlan dike tenê kara xwe bigerin û bona xwe bifikirin. Hin jî ew meriva dide bawerkirinê, wekî bênamûsiyêda tiştekî xirab tuneye. Usa jî ew dinya fikirên usa bela dike, ku mêr û jin dikarin bona her menî jî başqe bijîn yan jî hev biqetin, hergê ew yek wana hê bextewar ke. Ew hemû şîret û nihêrandin bi temamî miqabilî hînkirinên Kitêba Pîroz in. Lê gelo dikare usa be ku hine şîretên vê dinyayê îro hê kêrhatî bin, ne ku şîretên Kitêba Pîroz?

10 Îsa got: “Serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe” (Met. 11:19). Ew dinya aliyê têxnolojîda gelek pêşda çûye, lê yeke ew nikare problêmên mezin safî ke, seva meriv bextewar bijîn, mesele şer, rasîzm û zorbetiyê nikare bide hildanê. Xêncî vê yekê, ew dinya bênamûsiyê qebûl dike. Gelek meriv fem dikin, wekî bênamûsî nefera ji hev diqetîne, nexweşiya pêşda tîne û dîsa tiştên xirab. Lê Yehowa wan tiştada çi şîreta dide? Mesîhiyên ku mîna Yehowa ser wan tişta dinihêrin, malbetêda bextewar in, sihet-qewata wan hê baş e, çimkî nav-namûs dijîn, û nava biratiya hemdinyayêda edilayî jî heye (Îşa. 2:4; Kar. Şand. 10:34, 35; 1 Korn. 6:9-11). Belê, ew yek eşkere dide kifşê, wekî fikirên Yehowa ji fikirên vê dinyayê gelek bilindtir in.

11. Kê fikirandina Mûsa diguhast, û axiriya vê yekê çi bû?

11 Xizmetkarên Yehowayî berê, zanibûn wekî fikirên Yehowa çiqas bilind in. Mesele, Mûsa ku “temamiya serwaxtiya misiriya” hîn bû, ji Xwedê xwest wekî “dilekî serwaxt” jêra bide (Kar. Şand. 7:22; Zeb. 90:12). Ewî usa jî ji Yehowa hîvî kir: “Rîyêd xwe li ber min veke” (Derk. 33:13). Mûsa xwest wekî Yehowa fikirandina wî biguhêze, lema jî Yehowa wî da xebatê seva qirara Wî bîne sêrî. Hin jî Yehowa qedirekî usa da wî, ku Kitêba Pîroz Mûsa ça merivekî bi baweriya qewî eyan dike (Îbrn. 11:24-27).

12. Fikirandina Pawlos ser hîmê çi bû?

12 Pawlosê şandî merivekî aqil û xwendî bû, kîjan ku lap kêm ser 2 zimana xeber dida (Kar. Şand. 5:34; 21:37, 39; 22:2, 3). Lê çaxê ewî gerekê bijbarta çi rast e û çi na, ewî ne ku fikirên vê dinyayê hildida hesab, lê fikirên wî ser hîmê Xebera Xwedê bûn. (Bixûne Karên Şandiya 17:2; 1 Korintî 2:6, 7, 13.) Bi saya vê yekê, Pawlos xizmetiyêda gelek pêşdaçûyî bû û xelata jîyîna heta-hetayê stand (2 Tîmt. 4:8).

13. Kê cabdar e seva fikirandina me li gora fikirandina Yehowa biguhêze?

13 Eşkere ye, fikirên Yehowa ji ya vê dinyayê bilindtir in. Hergê em anegorî fikirandina wî bijîn, emê bextewar û pêşdaçûyî bin. Lê Yehowa tu car zorê me nake, wekî mîna wî bifikirin. Ne “xulamê amin û serwaxt” û ne jî rûspî, fikirên me kontrol nakin (Met. 24:45; 2 Korn. 1:24). Her kes ji me cabdar e, wekî fikirandina xwe li gora fikirandina Xwedê biguhêze. Lê ça em dikarin vê yekê bikin?

NEHÊLIN EV DINYA FIKIRANDINA WE BIGUHÊZE

14, 15. a) Seva ku mîna Yehowa bifikirin, em gerekê hişê xwe bi çi tije kin? b) Li gora Romayî 12:2, çira em gerekê xwe ji fikirên vê dinyayê dûr bigirin? Meselê bînin.

14 Romayî 12:2-da tê gotinê: “Nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin, seva fem kin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye, (DT)”. Ew rêz nîşan dike, ku hergê jî fikirandina me nerast bû pêşiya ku em rastiyê pêhesiyan, yeke em dikarin fikirandina xwe biguhêzin, bikin mîna ya Xwedê. Usa jî rast e gênêtîka me û usa jî qewimandinên emirê meda hinek ser fikirandina me hukum bûne, yeke em dikarin hişê xwe biguhêzin. Em çi jî dikine hişê xwe û ser çi jî gelek difikirin, ew yek hişê me diguhêze. Dêmek, hergê em kûr difikirin derheqa fikirên Yehowa, emê fem kin wekî nihêrandina wî timê rast e. Paşê îda emê xwexa bixwazin ser tişta mîna wî binihêrin.

15 Dîna xwe bidinê, ku seva fikirandina me mîna ya Yehowa be, em gerekê “nekevine kirasê bendê vê dinyayê”. Em gerekê nehêlin, wekî fikir yan jî nihêrandina ku Xwedê qebûl nake, bikevine hişê me. Were pê meselê bivînin, ku çira ew yek gelek ferz e. Besa xeberê, kesek dixwaze wekî sihet-qewata xwe baş ke, û lema safî dike tenê xwarina baş û kêrhatî bixwe. Lê hergê ew hin jî timê xwarina netemiz bixwe, ew yek wê jêra karê neyne. Hergê em jî hişê xwe pê fikirên Yehowa tije dikin û wî wedeyî usa jî dihêlin wekî ew dinya ser fikirandina me hukum ke, emê tu karê nestînin.

16. Ji çi em gerekê xwe xwey kin?

16 Lê gelo em bi temamî dikarin xwe ji vê dinyayê dûr bigirin? Na, em nikarin xwe ji vê dinyayê bi temamî biqetînin, yan jî lap derkevin (1 Korn. 5:9, 10). Em nikarin xwe ji vê yekê xwey kin îlahî wedê xizmetiyê, çimkî dixwazî naxwazî em fikirên nerast û hînkirinên qelp dibihên. Rast e em nikarin xwe ji wan tişta bi temamî xwey kin, lê em gerekê ew fikirên ku Xwedê xweş nayên, qebûl nekin û ser dişirmîş nebin. Mîna Îsa, em gerekê derbêra înkar kin wan fikira, kîjan ji Şeytan nin. Usa emê nekevine ber bayê fikirên vê dinyayê. (Bixûne Metelok 4:23.)

17. Em çi cûreyî dikarin nekevine ber bayê fikirên vê dinyayê?

17 Mesele, em gerekê fesal bin ku tevî kê em hevaltiyê dikin. Kitêba Pîroz pêşda şîretê dide me, wekî tevî wan meriva hevaltiyê nekin, yên ku Yehowara xizmet nakin, çimkî fikirên wan wê derbazî me bin (Metlk. 13:20; 1 Korn. 15:12, 32, 33). Em usa jî wedederbazkirina gerekê fesal bijbêrin. Hergê em înkar dikin wan wedederbazkirina, kîderê têoriya êvolûsyayê, zorbetî, yan jî bênamûsî heye, emê pê wan fikirên ku “miqabilî zanebûna Xwedê” ne, hişê xwe jerdadayî nekin (2 Korn. 10:5).

Gelo em alî zarên xwe dikin, wekî wedederbazkirinên xirab înkar kin? (Binihêre abzasa 18, 19)

18, 19. a) Çira em gerekê fesal bin çaxê eşkere fikirên vê dinyayê navînin? b) Kîjan pirsa em gerekê bidine xwe û çira?

18 Usa jî ferz e ku em têderxin û înkar kin fikirên vê dinyayê hingê jî, gava ew fikir eşkere nayêne kifşê. Mesele, nûçada tiştên usa dibêjin, çi ku piştgiriya nihêrandina polîtîka dike. Yan jî hene serhatiyên usa, ku berbi nêtên vê dinyayê hêlan dikin. Hine fîlm û kitêb jî evê nihêrandinê bela dikin ku meriv xwehiz bin, û malbeta xwe ser her tiştîra bigirin. Gelek meriv difikirin, wekî ew yek aqilayî ye, baş e û rast e jî. Lê Kitêba Pîroz hîn dike, wekî meriv gerekê hizkirina Yehowa ser hemû tiştîra bigire, û tenê hingê ew û malbeta wî bi rastî dikare bextewar be (Met. 22:36-39). Usa jî hine serhatiyên bona zara, mesele fîlmada yan jî kitêbada, ku gelek meriv qebûl dikin, dikarin zara hêlan kin, wekî rabûn-rûniştina bênamûsî qebûl kin.

19 Lê ev hemû tişt nayê hesabê, wekî nerast e hergê em wedederbazkirina baş qebûl kin. Yeke em gerekê pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez derbêra hînkirinên vê dinyayê têderdixim, hela hê yên ku eşkere nayên kifşê? Gelo ez xwe û zara xwe xwey dikim, wekî xwe dûr bigirin ji têlêvîsyona yan jî xwendina wan tişta, ku fikirên vê dinyayê bela dikin? Gelo em înkar dikin fikirên vê dinyayê ku em dibihên, û alî zarên xwe dikin, wekî mîna Yehowa binihêrin ser tişta?”. Hergê em têderdixin firqiya orta fikirên Xwedê û yên vê dinyayê, emê “nekevine kirasê bendê vê dinyayê”.

KÊ NIHA FIKIR Û NIHÊRANDINA TE DIGUHÊZE?

20. Çawa fem kin ku kê fikirên me diguhêze?

20 Bîr nekin wekî hene du kaniyên înformasiyê, ew heye ya Yehowa û ya dinya Şeytan. Lê kîjan kanî ser me hukum dike? Cab ew e, ku em ji kîderê înformasiyê distînin. Hergê em fikirên vê dinyayê qebûl dikin, ev dinya we hiş-aqilê me biguhêze, û emê mîna merivên vê dinyayê bifikirin û rabûn-rûniştina me jî mîna yên wan be. Lema jî gelek ferz e em miqatî xwe bin ku nehêlin fikir û nihêradina vê dinyayê bikeve hişê me.

21. Derheqa çi tiştê ferz emê gotara dinda şêwir kin?

21 Çawa me jorê şêwir kir, seva em mîna Yehowa bifikirin, bes nîne tenê hişê xwe ji hukumê xirab xwey kin. Em usa jî gerekê hişê xwe bi fikirên Xwedê tije kin, seva mîna wî bifikirin. Gotara dinda emê şêwir kin ku çawa em dikarin vê yekê bikin.

^ abz. 5 Bi rastî hela hê merivên ku guh nadine kesekî û xwe serî xwe ne, yeke dikevine bin hukumê fikirên merivên din. Mesele, derheqa vê yekê ku jîyîn ça destpêbû, yan jî derheqa kincxwekirinê. Wan pirsada meriv bêhemdê xwe dikevine ber bayê fikirên merivên din. Lê bi rastî em xwexa dijbêrin ku bikevine bin hukumê fikirên kê.