Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Dikarin Çi Pêşkêş Bidine Yehowa?

Em Dikarin Çi Pêşkêş Bidine Yehowa?

CAREKÊ Îsa got: “Xwezî li dayîya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35). Ew rêz usa jî girêdayî ye tevî heleqetiya me tevî Yehowa. Lê çira? Yehowa gelek pêşkêşa dide me, kîjan ku me bextewar dikin, lê em dikarin hê zêde bextewar bin, hergê em jî pêşkêşa bidine Yehowa. Lê em çi dikarin bidine wî? Metelok 3:9 dibêje: “Hebûka xweva qedirê Xudan bigire”. Nava “hebûka” meda ne, usa jî wede, fereset, qewat û tiştên meyî qîmet dikeve. Çaxê em wan tişta bona xizmetiya meye Xwedêra didine xebatê, em pêşkêş didine Yehowa. Ew yek me gelek dilşa û bextewar dike.

Lê wê çi alî me bike seva em bîr nekin, wekî ji hebûna xwe jî pêşkêş bidine Yehowa? Pawlosê şandî gote Mesîhiyên Korîntî, wekî bona qurbankirinê “destê xwera paş” xin (1 Korn. 16:2). Hê zêde înformasiya ku çawa hûn dikarin welatê xweda pera qurban kin, ji kerema xwe binihêrin çargoşa jêrê.

Hemû welatada onlayn perequrbankirin nayê standinê. Lê bona hê zêde înformasiya ku çawa pere qurban kin, ser wêb rûpêla perequrbankirinê heye. Hine welatada, ser vê rûpêlê cabên pirsên perequrbankirinêva girêdayî hene.