Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Ez Zanim ... Ewê Rabe”

“Ez Zanim ... Ewê Rabe”

“Pismamê me . . . xewra çûye, lê ezê herim ku wî hişyar kim” (YÛHN. 11:11).

KILAMÊN: 142, 129

1. Çida Merta bawer bû derheqa birê xwe? (Binihêre şiklê ewlin.)

MERTA, ku şagirt û hevala Îsaye nêzîk bû, şîn dikir çimkî birê wê Lazar miribû. Gelo tiştekî usa hebû ku êşa dilê wê sivik kira? Belê! Îsa soz da wê: “Birê teyê ji mirinê rabe”. Rast e ew gilî dibeke bi temamî êşa Mertayê kuta nekir, lê yeke ewê îtbariya xwe sozê Îsa anî û got: “Ez zanim roja axretê, roja rabûnê ewê rabe” (Yûhn. 11:20-24). Merta sed selefî bawer bû ku axiriyêda rabûna miriya wê hebe. Lê paşê Îsa keremet kir û hema wê rojê Lazar ji mirinê rakir.

2. Hûn çira dixwazin ku baweriya we jî mîna ya Mertayê be?

2 Îro em hîviyê nînin wekî Îsa yan jî Yehowa wê bi keremet miriyên me sax kin. Lê gelo hûn mîna Merta sed selefî bawer  in ku axiriyêda merivên weyî delal wê ji mirinê rabin? Dibeke we malxê xwe, yan jina xwe, yan jî dê-bav, yan kalik-pîrika xwe unda kiriye. Yan jî dibeke zara weye delal miriye, û hûn gelek dixwazin wî bidine ber dilê xwe, wîra xeber din û şa bin. Çiqas baş e ku mîna Mertayê meniya we jî heye bêjin: “Ez zanim ku merivê minî delal wê ji mirinê rabe”. Lê wê baş be wekî her Mesîhî bifikire derheqa wan meniya, ku çira em bawer in wekî mirî wê rabin.

3, 4. Keremeta Îsa çawa dibeke baweriya Mertayê qewî kir?

3 Merta nêzîkî Orşelîmê dijît, lema jî diqewime ewê nedîtibû çaxê Îsa Celîlêda şeherê Nayînêda kurê jinebîkê sax kir, lê dibeke ew pêhesiyabû. Dibeke ewê usa jî bihîstibû ku Îsa qîza Yayîro sax kiribû. Merivên ku mala Yayîroda bûn, “zanibûn” ku qîzik “miriye”. Lê Îsa destê wê girt û got: “Qîzik, rabe!”. Û ew derbêra sax bû û rabû (Lûqa 7:11-17; 8:41, 42, 49-55). Merta û Meryema xûşka wê, zanibûn ku Îsa dikare nexweşiyê qenc ke, û lema ewana difikirîn ku hergê Îsa wêderê bûya, Lazar wê nemira. Lê Lazar hevalê Îsa yê nêzîk îda miribû, lê gelo Merta hîviya çi bû? Dîna xwe bidinê ku Merta derheqa saxkirina Lazar got ku axiriyêda, “roja axretê” wê bibe. Lê çira ew vê yekêda usa bawer bû? Û çira em dikarin bawer bin ku axiriyêda mirî wê rabin, dêmek merivên weyî delal jî?

4 Meniyên weye mezin hene ku vê yekêda dudilî nebin. Were em şêwir kin tenê çend meniya. Wedê şêwirkirinê, hûn dibeke Xebera Xwedêda derheqa rabûna miriya tiştên usa pêbihesin, ku hûn berê ser wê yekê nefikirîbûn. Ew yek wê baweriya we hê qewî ke, ku hûnê merivên xweyî nêzîk dîsa bivînin.

QEWIMANDINÊN KU BAWERIYA ME QEWÎ DIKIN

5. Çira Merta dudilî nîbû ku Lazar wê rabe?

5 Dîna xwe bidinê, Mertayê negot ku “ez bawer dikim wekî birê min wê rabe”, lê ewê got “ez zanim . . . ewê rabe”. Merta vê yekêda dudilî nîbû, çimkî pêhesiyabû derheqa rabûna miriya ku berê qewimîbûn. Derheqa wan qewimandina ew dibeke biçûktayêda malda yan jî kinîştêda pêhesiyabû. Were em sê serhatiya şêwir kin ku Kitêba Pîrozda têne gilîkirinê, kîjan ku dibeke bîra Mertayêda bûn.

6. Merta derheqa kîjan keremetê pêhesiyabû?

6 Serhatiya pêşin derheqa saxkirinê hingê qewimî, çaxê Xwedê qewat da Êlyas ku keremeta bike. Fînîkyayêda şeherê Sereptada, jinebîke kesîb dijît, ya ku Êlyasra mêvanhizî da kifşê. Xwedê bi keremet usa kir, ku ar û rûn mala wêda xilaz nedibû seva ku ew kurê xweva sax bimînin (1 Padş. 17:8-16). Wede şûnda kurê wê giran nexweş ket û mir. Vê demê Êlyas alî wê kir. Ewî destê xwe da gedê mirî, Yehowara dua kir û got: “Ya Xudan, . . . ez lava ji tera dikim, bira canê vî lawikî vegere hundirê wî”. Û bi rastî ew yek qewimî. Xwedê duayê Êlyas bihîst û gede sax bû. Ew serhatiya pêşiyê ye derheqa saxkirinê, ku Kitêba Pîrozda nivîsar e. (Bixûne 1 Padşatî 17:17-24.) Bêşik, Mertayê derheqa vê qewimandinê zanibû.

7, 8. a) Êlîşa ça dil da ber jinikekê ku şîna kurê xwe dikir? b) Keremeta Êlîşa derheqa Yehowa çi îzbat dike?

7 Serhatiya duda derheqa saxkirinê ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, derheqa Êlîşa pêxember e. Şûnemêda jinek dijît, yê ku bêzuret bû û mêrê wê îda emirda mezin bû. Ewê mêvanhiziya mezin Êlîşara da kifşê, û bona vê yekê Yehowa lê kerem kir û kur jêra bû. Çend sal derbaz bû, ew kurê wê mir. Bidine ber çevê xwe ku bona vê jinikê ew yek derdekî çiqas giran bû. Dilê wê usa dêşiya ku kerba ew 30 km rê çû, seva ku ser çiyayê Karmel Êlîşa bivîne. Êlîşa pêxember berdestiyê xwe Gehazî pêşiya xwe û vê jinikê, şande Şûnemê. Gehazî nikaribû ew gede ji mirinê rakira. Paşê diya gede ku dilşikestî bû, tevî Êlîşa hate mal (2 Padş. 4:8-31).

8 Malda kîderê ku cinyazê wî gedeyî bû, Êlîşa dua kir. Yehowa duayê wî bihîst, û gede sax bû. Ji şabûnê nigê dê erd nedigirt ku kurê wê dîsa tevî wê bû! (Bixûne 2 Padşatî 4:32-37.) Hingê dibeke ewê dayîkê giliyên Hannayê anî bîra xwe, çaxê jêra kur hate bûyînê. Hannayê çaxê kurê xwe Samûyêl bire konê pîroz, Yehowara duada got: “Xudan . . . dadixe warê miriyan û hildikişîne” (1 Sam. 2:6). Xwedê ew gedê Şûnemê hilkişand, û îzbat kir ku qewata wî heye miriya ji mirinê rake.

9. Gilî kin qewimandina sisiya ji Kitêba Pîroz derheqa saxkirinê.

9 Dîsa qewimandineke mexsûs qewimî paşî mirina Êlîşa. Ewî 50 sala zêdetir ça pêxember xizmet kir, û paşê “nexweş ket” û mir. Wede derbaz bû û îda ji cinyazê wî tenê hestû mabûn. Rojekê çaxê Îsraêliya merivek çel dikirin, nişkêva wana dît ku dijminên wan tên. Ewan Îsraêliya ji tirsa cinyaz avîtine ciyê ku Êlîşa çelkirî bû yan jî definkirî bû, û revîn. Kitêba Pîroz dibêje: “Dema zilam ket û bi hestiyên Elîşa ket, vejiya û li ser pêlên xwe rabû” (2 Padş. 13:14, 20, 21). Bifikirin, ku evan qewimandina Merta çiqas şidandin! Ewê qayîm bawer dikir ku qewata Xwedê heye wekî miriya rake. Ev serhatî derheqa rabûna miriya baweriya me jî qewî dikin, ku qewata Xwedê bêsînor û zor e.

QEWIMANDINÊN QIRNA YEKÊ

10. Çi qewimî tevî Mesîhîke bi navê Xezal, û Petrûs çi kir?

10 Nivîsarên Yûnanîda jî hene serhatî ku ça xizmetkarên Xwedê mirî sax kirine. Me îda xeber da derheqa du qewimandina ku Îsa mirî ji mirinê rakirin, yek qewimî nêzîkî şeherê Nayînê, û ya duda mala Yayîroda. Wede şûnda Petrûsê şandî jinikeke Mesîhî bi navê Xezal (Tabîta) ji mirinê rakir. Petrûs kete vê otaxê kîderê cinyazê wê bû, dua kir û paşê got: “Tabîta! Rabe ser xwe”. Derbêra ew ji mirinê rabû û Petrûs “ew sax . . . da sekinandinê” ber Mesîhiyên ku wêderê bûn. Ew qewimandin usa ser meriva hukum bû ku “geleka Xudan bawer kirin”. Ewan şagirtên teze hilbet wê merivara gilî kirana mizgîniya derheqa Îsa û îlahî derheqa qewata Yehowa ku ew dikare miriya rake (Kar. Şand. 9:36-42).

11. Lûqayê hekîm derheqa gedê cahil çi got, û ew qewimandin ça ser yên din hukum bû?

11 Qewimandinek jî hebû, ku ber gelek şeda, mirî ji mirinê rabû. Carekê çaxê Pawlosê şandî ser civînekê Troyayêda bû, ew heye Tirkya bakûr-roavaya îroyîn, ewî heta nîvê şevê xeber dida. Gedekî cahil bi navê Eytûxo ser pencerê rûniştibû û guh dida Pawlos. Lê ew hênijî, paşê kete xewa kûr û ji qatê sisiya jorda ket. Diqewime pêşiyê Lûqayê hekîm gihîşte Eytûxo û ewî got, wekî Eytûxo ne ku xeriqî ye yan jî zîyan sitandiye, lê ew miriye. Pawlos jî peyayî jêrê bû, cinyaz da hemêza xwe û elam kir ku ew sax e. Bidine ber çevê xwe ku ew yek ça hukum bû ser wan, yên ku wêderê bûn. Wana zanibû wekî ew mirî bû û ji mirinê rabû û hingê “bêhesab dil hate ber wan” (Kar. Şand. 20:7-12).

BAWERIYA QEWÎ

12, 13. Ser hîmê wan serhatiyên ku me şêwir kir, kîjan pirs dibeke bal me pêşda tên?

12 Ew serhatiyên ku me jorê şêwir kirin, alî me dikin ku em sed selefî bawer bin wekî qewata Xwedayê me, dêmek Jîyandarê me, zor e û dikare miriya ji mirinê rake. Wan qewimandinada Yehowa bi saya xizmetkarên xwe ew keremet kirin, mesele bi saya Êlyas, Îsa û Petrûs. Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan meriva, yên ku wedekî usada mirine, çaxê Xwedê îda ew keremet nedikirin? Gelo xizmetkarên amin dikarin hîviyê bin ku Xwedê wê axiriyêda ewan miriya ra ke? Gelo ewana dikarin mîna Mertayê sed selefî bawer bin, çaxê ewê got: “Ez zanim roja axretê, roja rabûnê [birê min wê] rabe”? Çira Mertayê ev yek bawer dikir, û çira hûn jî dikarin wê yekêda qe dudilî nebin?

13 Xebera Xwedêda hene serhatî ku nîşan dikin, wekî xizmetkarên Yehowayî amin zanibûn ku axiriyêda wê rabûna miriya hebe. Were em çend ji wan serhatiya şêwir kin.

14. Serhatiya Birahîm derheqa rabûna miriya me çi hîn dike?

14 Bifikirin derheqa serhatiya Birahîm. Îshaq kurê Birahîmî hizkirî bû, çimkî Birahîm gelek hîviya bûyîna wî bû. Lê carekê Xwedê Birahîmra got: “Rabe kurê xweyî tayê tenêyî delal Îshaq hilde û . . . bike dîyarîya tevayîşewatê” (Destp. 22:2). Bidine ber çevê xwe ku ewê temiyê wê ça Birahîm tevhev kira. Pêşiya vê yekê, Yehowa Birahîmra soz da ku pê zureta wî hemû milet wê bêne keremkirinê (Destp. 13:14-16; 18:18; Rom. 4:17, 18). Xêncî vê yekê, Yehowa got ku ew kerem wê pê “Îshaq” bibin (Destp. 21:12). Lê gelo ew sozê Xwedê wê ça bihata sêrî, heger Birahîm kurê xwe Îshaq bikira qurban? Pawlos pê rêberiya Xwedê nivîsî, ku Birahîm bawer dikir, wekî Xwedê dikare Îshaq ji mirinê rake. (Bixûne Îbranî 11:17-19.) Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî Birahîm difikirî ku hergê ew usa bike ça Xwedê ji wî dixwaze, wê nava çend sihetada, yan rojada yan jî heftiyada Îshaq ji mirinê rabe. Birahîm nizanibû ku kengê kurê wî wê ji mirinê rabe, lê ewî îtbariya xwe Yehowa dianî ku ew wê ese Îshaq sax ke.

15. Îbo çi bawer dikir?

15 Îbo jî zanibû ku axiriyêda mirî wê rabin. Ewî fem dikir ku hergê bax bê birînê, ew dikare dîsa mezin be û bibe mîna baxa teze. Lê ewê yekê em nikarin derheqa meriva bêjin (Îb. 14:7-12; 19:25-27). Hergê meriv dimire, ew nikare xwexa sax be û bijî (2 Sam. 12:23; Zeb. 89:48). Lê ew nayê hesabê wekî Xwedê nikare meriva ji mirinê rake. Îbo bawer dikir ku Yehowa wê wî bîne bîra xwe. (Bixûne Îbo 14:13-15.) Rast e ewî nizanibû ku ew wede wê kengê bê, lê yeke ewî îtbariya xwe Efirandarê însanetê dianî, kîjan ku wê wî bîne bîra xwe û ji mirinê rake.

16. Milyaket ça Daniyêl pêxember qewî kir?

16 Daniyêl jî merivekî amin bû, derheqa kîjanî em ji Nivîsarên Îbranî pêdihesin. Ewî gelek wext bi aminî Yehowara xizmet dikir, û Yehowa timê alî wî dikir. Carekê milyaket Daniyêlra xuya bû û wî nav kir merivê ku “zef . . . hatiye hezkirin”. Milyaket jêra got ku bira wîra edilayî be û ew qewî be (Dan. 9:22, 23; 10:11, 18, 19).

17, 18. Yehowa Daniyêlra derheqa axiriya wî çi soz da?

17 Daniyêl weke 100 salî bû, îda berbi mirinê diçû. Dibeke ew difikirî ku axiriya wî wê ça be. Gelo Daniyêl wê ji mirinê rabe? Belê! Xilaziya kitêba Daniyêlda em derheqa sozê Xwedê dixûnin: “Tu, heta ku bibe dawîn here; ji ber ku tuyê bigihîjî rihetiyê” (Dan. 12:13). Daniyêlê emirda mezin, zanibû ku mirî rihetiyêda nin, çimkî warê miriyada “raman, zanîn û zaniyarî” tune. Daniyêl fem dikir ku zûtirekê ewê here wêderê (Waîz 9:10). Lê bona wî ew yek xilazî nîbû, çimkî Yehowa jêra soz da derheqa axiriyê.

18 Milyaketê Yehowa gote Daniyêl: “Di dawiya [xilaziya] rojanda tuyê ji bo standina miraza xwe hişyar bî”. Ewî nizanibû ew roj wê kengê bê. Daniyêl îda ber mirinê bû û diçû rihetiyê. Lê ewî fem dikir, ku axiriyêda ewê ji mirinê rabe, çimkî jêra hate gotinê, wekî ew wê bona “sitandina miraza xwe hişyar” be. Ew yek paşî mirina wî gerekê biqewimiya “dawiya rojanda”, dêmek rojên xilaziyêda.

Mîna Mertayê, hûn jî dikarin dudilî nebin, ku mirî wê rabin (Binihêre abzasa 19, 20)

19, 20. a) Serhatiyên ku me şêwir kir, ça girêdayîne tevî caba Mertayê ku ewê da Îsa? b) Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

19 Eşkere ye ku meniya Mertayê hebû, wekî qe dudilî nebe ku birê wêyî amin Lazar, wê “roja axretê, roja rabûnê . . . rabe”. Caba Mertayê ku ewê da Îsa û usa jî sozê ku Daniyêlra hate dayînê, gerekê baweriya me qewî ke, wekî rabûna miriya wê ese hebe.

20 Me çend serhatî derheqa rabûna miriya ku berê qewimî bûn, şêwir kir. Ew serhatî îzbat dikin, ku mirî wê rabin. Me usa jî dît ku ça xizmetkarên Xwedêyî amin bi dil û can bawer dikirin, ku axiriyêda mirî wê rabin. Lê gelo çi îzbatkirin heye, ku sozê berê wê bê sêrî, dêmek mirî wê rabin? Wekî îzbatkirin heye, ku ew yek wê bê sêrî, dêmek dîsa menîke me heye ku mîna Mertayê bi dil û can hîviya rabûna miriya bin. Lê gelo ew wede wê kengê bê? Gotara dinda caba wan pirsa emê şêwir kin.