Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo Mesîhî dikarin haceta spîralî bidine xebatê, kîjan ku nahêle jin giran derê?

Hemû jin-mêr ku Mesîhî ne, gerekê rind pêbihesin ku ew hacet (bi înglîzî “IUD”, intrauterine device) çi dike. Xêncî vê yekê, ewana gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz hildin hesab. Paşî vê yekê ewana gerekê safîkirina usa bikin, seva ku îsafa wan ber Xwedê temiz bimîne.

Yehowa temî da Adem û Hêwayê, (û paşî Sêlavê jî da Nuh û malbeta wî): “Şîn bin û li hev zêde bin” (Destp. 1:28; 9:1). Kitêba Pîroz nabêje ku Mesîhî gerekê ewê temiyê bînin sêrî. Lema jî, jin-mêr gerekê safî kin ku bidine xebatê wan haceta yan jî dermana kîjan ku nahêlin jin giran derê, yan na, û usa jî safî kin ku kengê ewana dixwazin zar wanra bibin. Gelo kîjan tişta jin-mêr gerekê hildine hesab?

Derheqa her mêtodekî ku nahêlin jin giran derê, Mesîhî safîkirina xwe gerekê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bike. Lema jî Mesîhî tu car bona wê yekê ku zar wanara nebin, zarê berxwe nakin. Hergê kesek zarê naxwaze û zarê berxwe dike, ew miqabilî Kitêba Pîroz vê yekê dike, çimkî qedirê jîyînê nagire. Hergê kesek zarê berxwe dike, ew giranbûnê dide sekinandinê, dêmek evê jîyînê dide sekinandinê ku axiriyêda wê bibe zar (Derk. 20:13; 21:22, 23; Zeb. 139:16; Yêrem. 1:5). Lê em çi dikarin bêjin derheqa haceta spîralî?

Derheqa wê yekê “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Gulanê ya sala 1979 (rûpêlên 30-31) gotarêda hatiye gotinê. Hacetê spîralî ku hingê belabûyî bû, ji plastîkê çêkirî bû, kîjan ku dikirine malzarokêda seva jin giran derneyê. Vê gotarêda hate şirovekirinê, ku ew haceta spîralî çi fûnksiyayê dike. Gelek zandara gotin, ku ewê hacetê nedihîşt wekî toximê mêr bigihîje hêkên jinê û bergirtin biqewime. Hergê bergirtin nediqewimî, jîyîna teze destpênedibû.

Lê heye îzbatkirin ku rast e haceta spîralî dihate danînê, yeke cara bergirtin dikaribû biqewimiya. Hêka bergirtî ji malzarokê der mezin dibû, yan jî berbi malzarokê diçû. Hergê ew digihîşte malzarokê, evê haceta spîralî nedihîşt ku ew wêderê şîn be. Ew mîna zarberkirinê bû. Wê gotarêda hatiye gotinê: “Mesîhiyê helal, kîjan ku difikire îzine haceta spîralî bide xebatê yan na, gerekê kûr pêbihese hemû înformasiya û hilde hesab nihêrandina Kitêba Pîroz derheqa pîrozbûna jîyînê” (Zeb. 36:9).

Lê paşî sala 1979 çaxê ev gotar hate nivîsandinê, mêdîsîna û zandarî gelek pêşda çû.

Îro dîsa du cûre hacetên spîralî hene. Ya pêşiyê ji sala 1988 Amerîkayêda destpêkirin bidine xebatê, kîjan ku ji tûnc e. Ya duda, sala 2001 hate derxistinê, kîjan ku bi hormon e. Gelo ew du hacet çi fûnksiyayê dikin?

Yê Tûnc: Ça me jorê got, haceta spîralî riya toximê mêr digire, wekî negihîje hêka jin. Xêncî vê yekê, ev spîrala bi tûnc bona toximê mêr ça jer e, dêmek ew kuta dike. * Ew spîral usa jî malzarokêda hine guhastina dike.

Bi Hormon: Heye haceta spîralî kîderêda ew hormon heye, kîjan ku nava wan dermanada ne, yên ku nahêlin jin giran derê. Ew hacet hormon dike mala zarokê. Bal hine jina ew hacet nahêle hêk ji hêkdankê derê. Lema hergê hêk dernayê, ew nikare berbigire. Ew hacet usa jî riya berbi malzarokê teng dike. * Usa jî ew rê digire wekî toximê mêr ji devê malzarokê negihîje malzarokê.

Çawa me îda got, ew herdu hacetên spîralî nava malzarokêda guhastina dikin. Lê çi diqewime hergê toximê mêr û hêka jinê digihîjine hev û hêk şîn dibe? Ew hêk dikare bikeve malzarokê, lê têda şîn nebe çimkî spîral nahêle. Vê derecêda giranbûn dikare bê sekinandinê. Lê zandar dibêjin wekî ew yek hezara carekê diqewime ku hêk bikeve malzarokê û ew usa jî dikare biqewime çaxê dermana dixwin seva giran derneyên.

Lê tu kes sed selefî nikare bêje wekî ew herdu spîral tu car nahêlin ku hêk tevî toximê mêr berbigire. Lê lêkolînkirina zandara dide kifşê ku fûnksiyên wan spîrala ku me jorê şêwir kir, usa dikin wekî hêk şîn nebe, lema jî hezara carekê jin giran dertê.

Jin-mêrê ku Mesîhî ne dikarin tevî hekîmê cêribandî şêwir kin derheqa xebitandina haceta spîralî. Hekîm dikare wera bêje ku kîjan hacet welatê weda destdikeve, û usa jî çi kar e û çi xirab e hergê ewê hacetê bidine xebatê (Rom. 14:12; Galt. 6:4, 5). Ewê safîkirinê gerekê her kes şexsî bona xwe bike. Nêta wan gerekê ew be, wekî Xwedê xweş bên û îsafa wan ber wî temiz bimîne (Beramber kin 1 Tîmotêyo 1:18, 19; 2 Tîmotêyo 1:3).

^ abz. 4 Organîzasiyeke Înglîstanê ku cabdar e bona sihet-qewatiyê, gotiye: “Hergê haceta spîralîda gelek tûnc hebe, ew wê 99% baş be. Ev tê hesabê ku nava salekîda ji 100 jina tenê yek dikare giran derê. Lê hergê tûncê hacetê kêm be, kara wê jî wê kêm be.”

^ abz. 5 Ji bo wê yekê ku haceta spîralîye bi hormon riya berbi malzarokê teng dike, cara hekîm ewê hacetê jinên mêrkirîra û nemêrkirîra jî datînin, bal kîjana kirashatin çetin derbaz dibe.