Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Ez Xwedêda Bawer im”

“Ez Xwedêda Bawer im”

“Ademê paşin bû ruhekî jiyîndayînê” (1 KORN. 15:45).

KILAMÊN: 151, 147

1-3. a) Baweriya meda çi dikeve nava hînkirinên sereke? b) Çira bawerî hindava rabûna miriya gelek ferz e? (Binihêre şiklê ewlin.)

HERGÊ kesek we bipirse: “Baweriya weda hînkirinên sereke kîjan in?”, hûnê ça caba xwe bidin? Hûnê ese bêjin ku hûn bawer dikin, wekî Yehowa ye Efirandar û Jîyîndar. Usa jî diqewime hûn bêjin ku hûn Îsa Mesîh bawer dikin, yê ku bû qurban û kirîn. Hin jî dibeke hûn bi şabûnê bêjin ku hûn bawer dikin, wekî erd wê bibe cinet, kîderê ku cimeta Xwedê wê heta-hetayê bijî. Lê gelo hûnê vê yekê jî bêjin, wekî hînkirineke weye sereke ew e, ku rabûna miriya wê hebe?

2 Hergê jî em difikirin ku saxkirin mera wê nelazim be, çimkî tengasiya mezinda emê xilaz bin û bijîn heta-hetayê, yeke sozê derheqa rabûna miriya bona me hînkirineke sereke ye. Pawlosê şandî şirovekir ku çira bawerî hindava rabûna miriya gelek ferz e, ewî got: “Heger rabûna miriya tune, ku usa ye Mesîh jî ji mirinê ranebûye”. Belê, hergê Mesîh ji mirinê ranebûya, ew wê ser ezmana nebûya Padşa, û hin jî em derheqa serwêrtiya wî çi ku meriva hîn dikin, wê boş-betal bûya. (Bixûne 1 Korintî 15:12-19.) Lê em zanin ku Îsa ji mirinê rabûye. Em mîna Sadûqiya nînin, yên ku bawer nedikirin, wekî mirî dikarin rabin. Hergê jî qerfa me dikin, yeke baweriya me ku Xwedê dikare miriya rake, qewî dimîne (Marq. 12:18; Kar. Şand. 4:2, 3; 17:32; 23:6-8).

3 Çaxê Pawlos nivîsî derheqa “hînbûnêd pêşine ser Mesîh”, ewî got ku “hînbûna ser . . . rabûna miriya” dikeve nava hînbûnên pêşin (Îbrn. 6:1, 2). Gava Pawlos derheqa rabûna miriya digot, ewî nîşan kir ku ew xwexa evê yekê bawer dike (Kar. Şand. 24:10, 15, 24, 25). Rast e ew hînkirina sereke ye û yek ji “gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade” ye, yeke em gerekê evê hînkirinê kûr lêkolîn bikin (Îbrn. 5:12). Gelo çira?

4. Kîjan pirs derheqa rabûna miriya dikarin pêşda bên?

4 Çaxê meriv destpêdikin Kitêba Pîroz hîn bin, ewana serhatiyên derheqa rabûna miriya dixûnin, besa xeberê çaxê Lazar ji mirinê rabû. Ew meriv usa jî pêdihesin ku Birahîm, Îbo, û Daniyêl, bawer bûn ku axiriyêda rabûna miriya wê hebe. Sozê derheqa rabûna miriya, gelek sal pêşda hatiye dayînê. Lê hergê kesek ji we bipirse, ku Kitêba Pîrozda çi îzbatkirin hene, wekî ew yek wê ese bê sêrî, hûnê ça caba xwe bidin? Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî rabûna miriya wê kengê bibe? Emê caba wan pirsa şêwir kin û ew yek wê alî me bike wekî baweriya xwe qewî kin.

PÊXEMBERTÎ DERHEQA RABÛNA JI MIRINÊ KU PAŞÎ QIRNA HATE SÊRÎ

5. Pêşiyê emê derheqa çi şêwir kin?

5 Hêsa ye bidine ber çevê xwe, wekî merivê teze mirî, ji mirinê rabe (Yûhn. 11:11; Kar. Şand. 20:9, 10). Lê gelo em dikarin baweriya xwe wî sozî bînin ku bi qirna pêşda hatiye dayînê, wekî axiriyêda mirî wê rabin? Hûn dikarin îtbariya xwe wî sozî bînin, wekî miriyên ku qirna pêşda mirine, wê rabin? Bi seda sala pêşda derheqa merivekî hate pêxembertîkirinê, ku ew wê ji mirinê rabe, û bi rastiyê hûn bawer dikin ku ew ji mirinê rabû. Lê gelo çira em vê yekê dikarin bêjin? Û rabûna wî ça girêdayî ye tevî baweriya me, ku axiriyêda mirî wê rabin?

6. Çawa giliyên ji Zebûr 118 girêdayî ne tevî Îsa?

6 Were şêwir kin pêxembertiya derheqa rabûna mirîkî, kîjan ku gelek sala pêşda hatiye pêxembertîkirinê. Dîna xwe bidine giliyên ji Zebûr 118, kîjan ku diqewime Dawid nivîsiye. Wêderê tê gotinê: “Hewar Xudan, me xilaz ke! . . . Bimbarek e ewê ku bi navê Xudan tê!”. Dibeke niha dikeve bîra we çaxê ewan giliyên pêxembertiya derheqa Mesîh, cimet bi dengê bilind digot, çaxê 9 Nîsanê Îsa siyar kete Orşelîmê (Zeb. 118:25, 26; Met. 21:7-9). Lê gelo ça Zebûr 118 dida kifşê, wekî paşî gelek sala gerekê Mesîh ji mirinê rabe? Dîna xwe bidinê ku dîsa ew zebûr çi pêxembertî kir: “Ew kevirê ku hosta texsîr kir, ew bû serê enîşkê” (Zeb. 118:22).

“Hosta” Mesîh qebûl nekirin (Binihêre abzasa 7)

7. Çawa serwêrên Cihûya Îsa înkar kirin?

7 “Hosta”, yên ku Îsa Mesîh înkar kirin, serwêrên dînê Cihûya bûn. Wana ne tenê pişta xwe dane Îsa û çawa Mesîh wî qebûl nekirin, lê gelek ji wana xwestin ku wî bidine kuştinê (Lûqa 23:18-23). Belê, wana usa kir wekî Îsa bê kuştinê.

Îsa ji mirinê rabû seva bibe “serê enîşkê” (Binihêre abzasa 8, 9)

8. Çawa Îsa dikaribû bibûya “serê enîşkê”?

8 Hergê Îsa qebûl nekirin û kuştin, gelo ew wê ça bikaribûya bibe “serê enîşkê”? Ew dikaribû bibûya tenê hingê, hergê ew ji mirinê rabûya. Îsa xwexa derheqa wê yekê şirovekir çaxê gilî kir meteloka derheqa xweyê rez. Metelokêda Îsa got ku xweyê rez xulamên xwe dişandin bal rezvana, lê wana ew xulam qebûl nekirin. Paşê xweyê rez kurê xweyî delal şande bal wan, lê wana ew jî qebûl nekirin û kuştin. Mîna wê yekê Xwedê jî çaxê pêxemberên xwe dişande bal Îsraêliya, wana pişta xwe didane wan pêxembera. Axiriyêda Xwedê kurê xweyî tayê tenê şande bal wan, dêmek Mesîh, lê wana ew kuştin. Paşê çaxê Îsa ew metelok gilî kir, ewî pêxembertî ji Zebûr 118:22 wekiland (Lûqa 20:9-17). Petrûsê şandî jî ew rêz da xebatê çaxê xeber dida tevî “serwêr, rûspî û qanûnzan”, yên ku Orşelîmêda top bibûn. Ewî wanra got “Îsa Mesîhê Nisretê . . . , ewê ku we ser stûnê dardakir, lê Xwedê wî ji mirinê rakir”, DT. Paşî wan giliya Petrûs got: “Ew e ‘ew kevirê ku ji we hosta hate bêrûmetkirinê û bû serê enîşkê’” (Kar. Şand. 3:15; 4:5-11; 1 Pet. 2:5-7).

9. Zebûr 118:22-da kîjan qewimandina mexsûs hate pêxembertîkirinê?

9 Belê, bi seda sala pêşda Zebûra 118:22-da hatibû pêxembertîkirinê, wekî Mesîh gerekê ji mirinê rabûya. Wî qebûl nekirin û kuştin, lê ew gerekê ji mirinê rabûya, seva ku bibe serê enîşkê. Îsa ku ji mirinê rabû, bû ew Kes, kîjan nav merivada navekî usa jêra hate dayînê, ku “em bikaribin bi wî xilaz bin” (Kar. Şand. 4:12; Efes. 1:20).

10. a) Zebûra 16:10-da çi hate pêxembertîkirinê? b) Çira em dudilî nînin ku Zebûr 16:10, ser Dawid nehate sêrî?

10 Were şêwir kin rêzeke din, kîderê ku hate gotinê derheqa rabûna mirîkî. Ew pêxembertî hate nivîsarê hezara sal pêşda, û paşê hate sêrî. Ew îzbatkirin gerekê baweriya we hê qewî ke hindava sozê ku gelek sala pêşda hatiye dayînê, dêmek ku wê rabûna miriya hebe. Zebûra 16-da Dawid nivîsî: “Tê dîyarê mirîyada min nehêlî, ne jî bihêlî aminê te goristên bibîne” (Zeb. 16:10). Bi wan giliya Dawid nedixwest bigota ku ew wê tu car nemire yan jî tu car nekeve gorê. Xebera Xwedê zelal dibêje ku Dawid kal bû, û çaxê ew mir, “bi bapîrên xwera raket û li bajarê hate binerd kirin [çelkirinê]” (1 Padş. 2:1, 10). Hergê Dawid mir û hate çelkirinê, wekî usa ne ev rêz derheqa kê ye?

11. Kengê Petrûs şirovekir Zebûr 16:10?

11 Hezar sal zêdetir derbaz bû paşî nivîsandina vê zebûrê, kîjan ku Dawid nivîsî, û Petrûs şirovekir ku Zebûra 16:10-da derheqa kê dihate gotinê. Hine wede şûnda paşî rabûna Îsa ji mirinê, Petrûs tevî bi hezara Cihûya û prozêlîta xeber dida. (Bixûne Karên Şandiya 2:29-32.) Ewî gote wan, wekî Dawid bi rastiyê miribû û wî çel kiribûn. Ewên ku guhê xwe dabûne Petrûs, haş wê yekê hebûn. Usa jî çaxê Petrûs got wekî Dawid “ev yek hê pêşda dît û bona rabûna Mesîh got”, Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku kesek tevî wî qayîl nîbû.

12. Zebûr 16:10 ça hate sêrî, û ew yek çi îzbat dike derheqa rabûna miriya?

12 Petrûs giliyên xwe îzbat kir bi rêza ji Zebûr 110:1. (Bixûne Karên Şandiya 2:33-36.) Şirovekirina Petrûs ser hîmê Nivîsara, elaleteke mezin da bawerkirinê, ku Îsa “hin . . . Xudan, hin jî Mesîh” bû. Xêncî wê yekê, cimetê fem kir ku pêxembertiya ji Zebûr 16:10, hate sêrî çaxê Îsa ji mirinê rabû. Wede şûnda Pawlosê şandî jî ew îzbatkirin da xebatê çaxê tevî Cihûya şeherê Entakya Pisîdyayêda xeber dida. Şirovekirina wî usa ser wan hukum bû, ku wana derheqa wê yekê hê zêde dixwestin pêbihesin. (Bixûne Karên Şandiya 13:32-37, 42.) Pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz derheqa rabûna Îsa hatine sêrî, paşî gelek qirna. Ew yek gerekê baweriya me qewî ke hindava pêxembertiyên Kitêba Pîroz derheqa rabûna miriya axiriyêda.

KENGÊ MIRÎ WÊ RABIN?

13. Kîjan pirs dibeke bal hineka pêşda tên?

13 Rastî jî me gelek qewî dike ew yek, ku saxkirin dikare biqewime gelek qirne paşî sozdayînê. Lê diqewime bal hineka pirsên usa pêşda tên: “Gelo ev tê hesabê ku ez gelek wext gerekê hîviyê bim, wekî merivê xweyî delal bivînim? Mirî wê kengê rabin?”. Îsa şandiyên xwera got wekî hene tişt ku ewana nizanin û ne jî dikarin bizanibin. Hene tiştên hûr derheqa “wext û zemana . . . yêd ku Bavê bi hukumê xwe kifş kirine” (Kar. Şand. 1:6, 7; Yûhn. 16:12). Lê ew nayê hesabê ku em qe tiştekî nizanin ku kengê mirî wê rabin.

14. Çira rabûna Îsa mexsûs bû?

14 Rabûna miriyaye lape mexsûs, ew heye rabûna Îsa, kîjan ku Kitêba Pîrozda hate pêxembertîkirinê. Hergê Îsa ji mirinê ranebûya, baweriya me wê pûç bûya, ku emê merivên xweyî nêzîk yên ku mirine, dîsa bivînin. Ewên ku pêşiya Îsa ji mirinê rabûn, mesele yên ku bi saya Êlyas û Êlîşa hatine saxkirinê, ewan meriva heta-hetayê nejîtin. Ewana mirin û ciniyazê wan erdêda riziya. Lê Îsa “ji mirinê rabûye, [û] îdî namire, mirin ser wî îdî hukum nake”. Ew “heta-hetayê” dijî ser ezmana (Rom. 6:9; Eyan. 1:5, 18; Kols. 1:18; 1 Pet. 3:18).

15. Çira Îsa ye “berê deremeta pêşin”?

15 Îsa bû yê pêşiyê ku ji mirinê rabû bi bedena ruhanî, û ew rabûna wî lape ferz e (Kar. Şand. 26:23). Lê ne tenê Îsa ye, ku ji mirinê rabû bona jîyîna ser ezmana. Îsa soz da şandiyên xweyî amin, wekî wê tevî wî ser ezmana serwêrtiyê bikin (Lûqa 22:28-30). Seva evê xelatê bistînin, pêşiyê ewana gerekê bimirana. Paşê ewana dikaribûn mîna Îsa ji mirinê rabûna bi bedena ruhanî. Pawlos nivîsî ku “Mesîh ji mirinê rabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava miriya rabûyî”. Bi wan giliya Pawlos dixwest bigota, ku wê hebin yên usa, kîjan ku wê ji mirinê rabin û bijîn ser ezmana. Ewî got: “Her kes dora xweda: Pêşiyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd para Mesîh, wextê hatina wîda” (1 Korn. 15:20, 23).

16. Derheqa wextê rabûna miriya bona jîyîna ser ezmana, em çi zanin?

16 Ew giliyên Pawlos mera nîşan dikin ku rabûna miriya bona jîyîna ser ezmana kengê wê biqewime. Ew wê biqewime “wextê hatina wîda”, dêmek Mesîh. Şedên Yehowa zûdava ser hîmê Kitêba Pîroz têderxistin ku sala 1914-da heta niha em îda dijîn wedê “hatina” Mesîh û ku axiriya vê dinya zulm îda ber şêmîkê ye.

17, 18. Çi wê biqewime tevî hine Mesîhiyên bijartî wedê hatina Mesîh?

17 Kitêba Pîroz hê zêde şirovedike derheqa rabûna ji mirinê bona jîyîna ser ezmana: “Em dixwazin ku hûn derheqa miriyada zanibin. . . . Awa heger em bawer dikin, ku Îsa mir û ji mirinê rabû, usa jî Xwedê wê miriyêd . . . tevî wî vegerîne. . . . Em ku heta hatina Xudan bijîn sax bimînin, tu car pêşiya miriya nakevin. Xudanê xwexa bi elametîke fermanî, . . . ji ezman bê xwarê û ew miriyêd ku Mesîh bawer kiribûn, wê pêşiyê ji mirinê rabin, paşê, em ku sax mane, tevî wan ewrava bêne rahiştinê, hewêda rastî Xudan bên û bi vî awayî emê heta-hetayê tevî Xu-dan bin” (1 Têsln. 4:13-17).

18 Rabûna ji mirinê ya pêşiyê, dêmek ya bona jîyîna ser ezmana, destpêbû hine wede şûnda paşî hatina Mesîh. Mesîhiyên bijartî yên ku wedê tengasiya mezin sax bimînin, wê “ewrava bêne rahiştinê” (Met. 24:31). Ewên ku bêne “rahiştinê”, “miriya nakevin”, dêmek ewana gelek wext mirî nîbin. Ewana wê “bêne guhastinê, nişkêva, çawa çevê xwe bigirî-vekî dema boriya axiriyê bê lêdanê” (1 Korn. 15:51, 52).

19. Çi tê hesabê “jîyîneke hê qenc”?

19 Îro heçî zef Mesîhî bijartî nînin seva tevî Mesîh serwêrtiyê bikin. Ewana hîviya roja Yehowa ne, çaxê ew qira vê dinya zulm bîne. Tu kes nizane ev roj kengê wê bê, lê her tişt dide kifşê ku ev roj gelek nêzîk e (1 Têsln. 5:1-3). Çaxê dinya teze bê, rabûna miriya wê hebe, lê cûrê din. Ewên ku ji mirinê rabin, wê bona jîyîna ser erdê rabin û bikaribin bibine bêqisûr û tu car îda mirinê nevînin. Berê çaxê “kulfeta miriyêd xwe saxbûyî standin”, ew meriv paşê mirin. Lê ewên ku dinya tezeda wê ji mirinê rabin, “bigihîjine jîyîneke hê qenc”, dêmek wê îda tu car mirinê nevînin (Îbrn. 11:35).

20. Çira em dikarin bêjin ku rabûna miriya wê bi organîze be?

20 Kitêba Pîroz derheqa rabûna ji mirinê bona jîyîna ser ezmana, dibêje “her kes dora xweda” wê ji mirinê rabe (1 Korn. 15:23). Em dikarin dudilî nebin, wekî dinya tezeda jî rabûna miriya wê bi organîze be. Rastî jî hewas e pêbihesin ew yek wê ça biqewime. Dibeke bal me pirs pêşda tên: “Gelo ewên ku wan paşwextiyada mirine, wê destpêka Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh ji mirinê rabin û rastî merivên xweyî delal bên? Gelo dibeke pêşiyê mêrên ji hêna berê yên ku rêberên baş bûn, wê rabin, seva ku dinya tezeda organîzekirinêda alî cimeta Xwedê bikin? Lê wê çi bibe tevî wan meriva yên ku tu car Yehowara xizmet nekirine? Ewana wê kengê û kîderê ji mirinê rabin?” Belê, derheqa van tişta gelek pirs dikarin pêşda bên. Lê wê baş be, hergê em derheqa wan tişta gelek berxwe nekevin, lê dewsê em hîviyê bin û bivînin wê ça be. Em dikarin bawer bin ku wê wedekî gelek xweş be çaxê em pê çevê xwe bivînin ku Yehowa wê çawa van tişta bike.

21. Hûn çida bawer in?

21 Heta ew wede bê, em gerekê baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin. Yehowa bi Îsa mera soz da ku mirî bîra Wîda nin û ew wê wana ji mirinê rake (Yûhn. 5:28, 29; 11:23). Carekê Îsa ser Birahîm, Îshaq, û Aqûb got ku ewana bona Yehowa “hemû jî sax in” (Lûqa 20:37, 38). Eşkere ye meniyên me hene em mîna Pawlos bêjin: “Ez Xwedêda bawer im . . . ku wê rabûna miriya hebe” (Kar. Şand. 24:15).