Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da ser gotarên ji “Birca Qerewiliyê” ya wan paşwextiya? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên wan pirsa bidin:

Dê-bav ku koçber in, çira gerekê safîkirinê bikin derheqa ziman, seva ku aliyê ruhanîda alî zarên xwe bikin?

Zar dibeke mektebêda û nav hevalên xweda zimanê xerîb hîn bin. Bi rastiyê zar wê karê bistînin hergê 2 zimana zêdetir bizanibin. Dê-bav gerekê dîna xwe bidinê ku zarên wan rastiyê ser kîjan zimanî hê rind fem dikin, wekî ruhanîda pêşda herin. Mesele ewana gerekê safî kin, hela civata kîjan zimanî bijbêrin, ya zimanê xerîb yan ya zimanê dê. Dê-bav ku Mesîhî ne, gerekê ruhaniya zarên xwe ji xwestinên xwe bilind bigirin (w17.05, rûp. 9-11).

Çaxê Îsa ji Petrûs pirsî: “Tu min ji wan zêdetir hiz dikî”, ewî  derheqa kê got çaxê got “wan”? (Yûhn. 21:15, DT)

Ça tê kifşê Îsa derheqa mesiya û xebata nêçîrvaniyê got. Paşî mirina Îsa Petrûs dîsa vegeriya şixulê xweyî berê, dêmek nêçîrvaniyê. Ji vê yekê tê kifşê ku Mesîhî gerekê xwe bicêribînin hela dilê wanda xebat çi cîyî digire (w17.05, rûp. 22-23).

Çira Birahîm gote jina xwe, wekî ew bêje, ku ew xûşka wî ye? (Destp. 12:10-13)

Bi rastiyê Sera û Birahîm aliyê bavêda xûşk-bira bûn. Hergê Serayê bigota ku ew jina wî ye, Birahîm wê bihata kuştinê, û usa zureta ku Xwedê soz da wî, wê wanra nebûya (wp17.3, rûp. 14-15).

Êlyas Hûtêr çi mêtod da xebatê seva alî wan meriva bike, yên ku dixwestin zimanê Îbranî hîn bin?

Êlyas dixwest wekî ew meriv Kitêba Pîrozda bivînin firqiya orta kokên xeberên Îbranî û her pêşgir û paşgira. Ewî koka her xeberê zelal eyan kir, lê pêşgir û paşgir ewî dane xebatê elametiya zêdeda û îda bi herfên cudekirî nivîsî. Mêtoda wî cûreyî spartinada hatiye xebitandinê, di welgerandina “New World Translation of the Holy Scriptures—With References” (wp17.4, rûp. 11-12).

Gelo Mesîhîra îzine tivinga wî hebe bona xwe xwey ke?

Li wir hene hine prînsîp: Ber çevê Xwedê emir pîroz e. Îsa şagirtên xwe hêlan nekir, wekî şûr hildin seva xwe xwey kin (Lûqa 22:36,38). Em gerekê şûrên xwe bikin hesinên qanikê (gîsin). Emir diha qîmet e, ne ku tiştên matêrîalî. Em qedirê îsafa merivên din digirin û dixwazin mesela baş bin (2 Korn. 4:2) (w17.07, rûp.  31-32).

Çira Metta û Lûqa serhatiya derheqa bûyîna Îsa û biçûktaya wî, mîna hev ne nivîsîne?

Metta nivîsara xweda dîna xwe hê zef dide ser Ûsiv, mesele ça ewî xwe da kifşê çaxê pêhesiya ku Meryem giran e, û usa jî çaxê xewnêda milyaket jêra got ku bireve Misirê û paşê vegere. Lê Lûqa hê zef dîna xwe dide ser Meryemê, mesele çaxê ew çû teseliya Êlîzabêtê bike, û ewê ça xwe da kifşê çaxê Îsa paristgehêda ma (w17.08, rûp. 32).

Çi çetinayada Kitêba Pîroz hatiye xweykirinê?

Femkirina xeber û giliyên ku Kitêba pîrozda hatine xebitandinê, nava qirna dihatine guhastinê. Usa jî guhastinên aliyê polîtîkîda ser zimanê cimetê hukum dibû. Hin jî hebûn meriv ku miqabil bûn seva Kitêba Pîroz neyê welgerandinê ser wan zimana ku cimetê fem dikir (w17.09, rûp. 19-21).

Gelo melekên me hene ku me xwey dikin?

Na. Îsa derheqa şagirtên xwe got, ku melekên wan li ezmana timê rûyê Xwedê divînin (Met. 18:10). Ewî bi wan giliya da kifşê ku melek dîna xwe didin şagirtên wî, ne ku bi keremet her yekî ji wan xwey dikin (wp17.5, rûp. 5).

Hizkirina lape bilind kîjan e?

Hizkirina lape bilind agapê ye, kîjan ku ser hîmê prînsîpa ye. Nava vê hizkirinêda usa jî nazikayî û dilgermî ye. Ew hizkirin prînsîpên bilind eyan dike, mesele ne ku kara xwe digere lê kara yên mayîn (w17.10, rûp. 7).