Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Her Roj Tevî Yehowa Hevkariyê Bike

Her Roj Tevî Yehowa Hevkariyê Bike

“Em tevayî bona Xwedê dixebitin” (1 KORN. 3:9).

KILAMÊN: 64, 111

1. Em ça tevî Yehowa dixebitin?

ÇAXÊ Yehowa meriv efirand, ewî dixwest wekî ewana bibine hevalxebatkarên wî. Hela hê îro merivên gunekar jî, yên ku jêra amin in, dikarin her roj tevî Yehowa bixebitin. Mesele, em “tevayî bona Xwedê dixebitin” çaxê mizgîniya Padşatiyê bela dikin û şagirta hazir dikin (1 Korn. 3:5-9). Bifikirin ku ew qedirekî çiqas mezin e, ku Efirandarê himzor em hêja hesab kirin seva tevî wî şixuleke lape mezinda hevkariyê bikin! Lê xêncî wî şixulî, em usa jî cûrekî mayîn jî dikarin tevî Yehowa bixebitin. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku ça em vê yekê dikin çaxê alîkariyê didine neferên xwe û xûşk-bira, mêvanhiziyê didine kifşê, bi rezedilî cûre-cûre proêktada şixul dikin, û hê zêde xizmet dikin (Kols. 3:23).

2. Çira em gerekê xwe beramberî kesekî nekin, ku kê çiqas bona Yehowa dike?

2 Wedê şêwirkirina vê gotarê, xwe beramberî kesekî nekin, ku kê çiqas bona Yehowa dike. Bîr nekin ku emirda, sihet-qewatêda, derecada û feresetda em ne mîna hev in. Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê nivîsî: “Bira her kes kirinêd xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe razî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke” (Galt. 6:4).

ALÎKARIYÊ BIDINE NEFERÊN XWE Û XÛŞK-BIRA

3. Çira em dikarin bêjin wekî çaxê em miqatî neferên xwe dibin, em tevî Yehowa hevkariyê dikin?

3 Yehowa ji me dewa dike, wekî em miqatî neferên xwe bin. Mesele, dibeke hûn dixebitin seva ebûra neferên xwe bikin. Gelek dê malda dimînin, seva miqatî zarên xweye biçûk bin. Hine zarên mezin jî dê-bavên xweye emirda mezin xwey dikin. Belê, ew şixul gelek ferz in. Xebera Xwedêda em dixûnin: “Heger merivek bona xwexatiya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kiriye û ji nebawera jî xirabtir e” (1 Tîmt. 5:8). Hergê neferên we stûyên weda nin, dibeke hûn îda nikarin şixulê Yehowa gelekî bikin. Lê berxwe nekevin, dilê Yehowa şa dibe gava hûn xem dikin bona neferên xwe (1 Korn. 10:31).

4. Çawa dê-bav dikarin Padşatiyê daynin ciyê pêşin, û çi kerema ewana distînin?

4 Dê-bav ku Mesîhî ne, tevî Yehowa hevkariyê dikin, çaxê alî zarên xwe dikin ku nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Geleka ku usa zarên xwe hêlan dikirin, axiriyêda zarên wan bûne xizmetkarên hertim. Mesele, hinek bûne mîsyonêr, hinek ça pêşeng xizmet dikin ciyên ku hewcetî heye, hinek jî Beytelêda xizmet dikin. Çaxê dê-bav ji zara dûr in, timê nayê standin wekî hev bivînin. Lê yeke ew dê-bav dil didine zarên xwe, wekî kifşkirina xweda bimînin. Lê çira? Çimkî dilê wan şa dibe û ewana dilrihet in, ku zarên wan şixulê Xwedê datînin ciyê pêşin (3 Yûhn. 4). Dibeke gelek ji wan dê-bava mîna Hannayê xwe texmîn dikin, çaxê ewê got ku kurê xwe Samûyêl “pêşkêşî” Yehowa dike. Dê-bav ewê yekê ça qedirekî mexsûs hesab dikin, çimkî wî cûreyî tevî Yehowa hevkariyê dikin (1 Sam. 1:28).

5. Civatêda hûn ça dikarin alî xûşk-bira bikin? (Binihêre şiklê ewlin.)

5 Hergê malda cabdariyên weye mezin tune ne, hûn dikarin alîkariyê bidine xûşk-bira. Mesele, alî wan kin yên ku hewce ne, miqatî nexweşa dibin, yên ku sist in, yan jî emirda mezin in. Civatêda dîna xwe bidinê ku kêra alîkarî lazim e. Mesele, diqewime xûşk diya xweye emirda mezin xwey dike, û hûn dikarin ber diya wê bin, heta ku xûşk şixulên din bike. Yan jî dibeke kesek hewce ye ku wî bivine civatê, bona wî herin dikanê, cûre-cûre şixul bikin, yan jî nexweşxanêda teseliya kesekî bikin. Çaxê hûn usa dikin, hûn tevî Yehowa hevkariyê dikin, çimkî ew bi saya we, caba duayên wan xûşk-bira dide. (Bixûne 1 Korintî 10:24.)

MÊVANHIZ BIN

6. Ça em dikarin mêvanhiz bin?

6 Hevalxebatkarên Xwedê pê mêvanhiziyê eyan in. Kitêba Pîrozda xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê “mêvanhizî”, raste-rast tê hesabê “qencî xerîbara” (Îbrn. 13:2). Xebera Xwedêda em gelek serhatî dixûnin, ku me hîn dikin çawa mêvanhiz bin (Destp. 18:1-5). Em hin dikarin û hin jî gerekê mecala bivînin seva mêvanhiziyê nîşan kin hemûyara, firqî tune ewana xûşk-birên me ne, yan na (Galt. 6:10).

7. Çi kar e hergê em hindava xizmetkarên hertim, ku teseliya civata me dikin, mêvanhiziyê didin kifşê?

7 Hûn dikarin tevî Yehowa bixebitin bi vê yekê jî, gava hindava xizmetkarên hertim, ku teseliya civata we dikin, mêvanhiziyê bidin kifşê. (Bixûne 3 Yûhenna 5, 8.) Ew yek mecalê dide ku “dil bidin ber hev” (Rom. 1:11, 12). Dîna xwe bidine qewimandina birakî me bi navê Olaf. Ewî gilî kir ku bi deha sala pêşda, xûşk-birên civata wîda nikaribûn berpirsiyarê mihalê, kîjan ku nezewicî bû, mala xweda ça mêvan xwey kin. Olaf ku hingê cahil bû, ji dê-bavê xwe, ku Şedên Yehowa nîbûn, hîvî kir wekî berpirsiyarê mihalê mala wanda bimîne. Ewana qayîl bûn, lê Olafra gotin ku ew gerekê ser dîvanê razê. Ew yek hêja bû. Olaf tîne bîra xwe: “Ew heftî gelek xweş bû! Ez û berpirsiyarê mihalê her şebeq zû radibûn û wedê teştê me derheqa tiştên ruhanî xeber dida”. Îda 40 sal e ku Olaf cûre-cûre ciyada ça mîsyonêr xizmet dike.

8. Çi meniyên me hene merivara qenciyê bikin, hergê jî pêşiyê tê kifşê ku ewana qenciya me naşêkirînin? Meselê bînin.

8 Em dikarin xerîbara bi gelek cûra hizkirinê bidine kifşê, hergê jî pêşiyê ewana naşêkirînin qenciya me. Dîna xwe bidine vê meselê. Xûşkeke me ji Îspanyayê tevî jinikeke bi navê Yêsîka ku ji Ekwadorê bû, hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Carekê wedê hînbûnê Yêsîka usa giriya bihecî. Xûşkê ji wê pirsî ku çira ew digirî. Yêsîkayê gilî kir ku heta ew derbazî Îspanyayê bûya, gelek kesîb bû. Rojekê xwarin mala wêda tune bû, û ewê tenê dikaribû av bida qîza xwe. Hingê Yêsîkayê qîza xwe radizand, û hin jî Xwedêra dua dikir wekî alî wê bike. Nişkêva 2 Şedên Yehowa derê wê xistin, û jûrnal dane wê. Lê Yêsîka ji hêrsê ew jûrnal qelişand û ji wana pirsî: “Eva xwarin e ku hûn dixwazin bidine qîza min?” Ewan xûşka xwestin wê hêsa kin, lê ewê nexwest guhê xwe bide wan. Hine wede şûnda, ewan xûşka torbek tije xwarin danîn ber derê wê. Ew qenciya wan gelek dilê Yêsîkayê girt, û ewê şerm kir wekî hingê texmîn nekir ku ça Xwedê caba duayê wê da. Yêsîkayê nêt daniye, wekî bibe xizmetkara Yehowa. Rastî jî merdanî dikare çiqas berên baş bîne! (Waîz 11:1, 6).

BI REZEDILÎ PROÊKTÊN TEŞKÎLETÊDA BIXEBITE

9, 10. a) Wedê berê nava cimeta Xwedêda, çida alîkariya rezedilî lazim bû? b) Çida bira dikarin civatêda alîkariyê bidin?

9 Wedê berê, Îsraêlêda cûre-cûre derecada lazim bû bi rezedilî şixul bikin (Derk. 36:2; 1 Dîr. 29:5; Nehem. 11:2). Îro jî gelek mecalên we hene ku wede, hebûk, û feresetên xwe bi rezedilî bidine xebatê, seva alîkariyê bidine xûşk-bira. Û hûnê gelek şabûnê û kerema bistînin seva xîreta xwe.

10 Xebera Xwedê bira hêlan dike, wekî tevî Yehowa bixebitin bi vê yekê, ku civatêda cabdariya hildine ser xwe (1 Tîmt. 3:1, 8, 9; 1 Pet. 5:2, 3). Ewên ku usa dikin, dixwazin cûre-cûre tiştada û usa jî ruhanîda alîkariyê bidine xûşk-bira (Kar. Şand. 6:1-4). Diqewime rûspiya wera gotine ku alîkariya we lazim e bona şixulê edebyetava û mihalava girêdayî, bona tezekirina Odên civata yan jî şixulên din. Birên ku wan tiştada alîkariyê didin, wê wera gilî kin ku ewana çiqas şabûnê distînin.

Çaxê em bi rezedilî xizmet dikin proêktên teşkîletêda, em dikarin xwera hevalên teze bivînin (Binihêre abzasa 11)

11. Çawa xûşkek karê stand ji wan hevala, yên ku ewê ser proêktên avakirinê qazanc kir?

11 Ewên ku bi rezedilî proêktên teşkîleta meda dixebitin, hevalên teze xwera divînin. Dîna xwe bidine mesela xûşkekê bi navê Marjê, ya ku 18 sala avakirina Odên Civatada dixebite. Nava wan salada, ewê çend xûşkên cahil kire bin perê xwe û wana hîn dikir. Ewê dît ku ew yek mecalê dide, wekî aliyê ruhanîda dil bidine hev (Rom. 1:12). Çaxê Marjê rastî tengasiya hat, ew hevalên wê, ku wedê avakirinê hevra bûne nas, alî wê dikirin û lê dişidandin. Lê hûn qe bi rezedilî xebitîne ser proêktên avakirinê? Hergê jî hûn wan şixulada cêribandî û hoste nînin, yeke dikarin alîkariyê bidin.

12. Wedê xezeba hûn çida dikarin alîkariyê bidin?

12 Em usa jî tevî Xwedê dixebitin, gava alîkariyê didine xûşk-bira wedê xezeba. Mesele, em dikarin pera qurban kin (Yûhn. 13:34, 35; Kar. Şand. 11:27-30). Usa jî em dikarin alî wan bikin, ku paşî xezebê avaya temiz kin yan jî teze kin. Mala xûşkeke ji Polonîstanê, navê kîjanê Gabrîêla ye, wedê xezebê hate hilşandinê. Gava paşî xezebê xûşk-birên ji civatên dor ber, hatin alî wê bikin, ew gelek şidiya û şa bû. Ew gilî dike: “Ez naxwazim bêjim min çi unda kir, çimkî ew tenê tiştên matêrîalî ne. Dewsê ez dixwazim bêjim, ku min çiqas tiştên baş qazanc kir. Evê qewimandinê alî min kir ku hê zêde bişêkirînim wî qedirî, ku ez civata Xwedêda me, kîderê ku şabûnê distînim û bextewar im”. Gelek xûşk-bira, ku wedê xezeba alîkarî standine, dibêjin wekî ewê yekê wana hê bextewar kiriye. Hin jî ewên ku tevî Yehowa hevkariyê dikin, şa dibin ku alîkariyê didin xûşk-bira. (Bixûne Karên Şandiya 20:35; 2 Korintî 9:6, 7.)

13. Çawa alîkariya bi rezedilî, heleqetiya me tevî Yehowa qewî dike? Meselê bînin.

13 Stêfanî û xûşk-birên din şabûneke mezin standine, ku tevî Yehowa hevkarî kirine vê yekêda, ku alîkarî dane xerîbên ku ji bo şer revîne Amerîkayê. Wana alî malbeta dikir, wekî cî-sitarê bivînin. Stêfanî gilî dike: “Em ecêbmayî man wekî ewana ça şa bûn û razî bûn, ku hizkirina xûşk-birên nav temamiya dinyayêda dîtin. Ew malbet difikirîn ku me alî wan kir, lê bi rastî wana hê zef alî me kir. Ew hizkirin, yektî, bawerî û îtbariya wan hindava Yehowa, ku me pê çevê xwe dît, hizkirina me hindava Wî hê qewî kir. Me hê zef qîmet kir ew hemû tişt, ku em bi saya teşkîleta wî distînin”.

XIZMETIYÊDA HÊ ZÊDE BIKIN

14, 15. a) Îşaya pêxember kîjan nihêrandin da kifşê? b) Çawa mizgînvan dikarin çev bidine nihêrandina Îşaya?

14 Hûn dixwazin hê zêde tevî Yehowa bixebitin? Hûn dikarin derbazî wî cîyî bin, kîderê hewcetî heye? Rast e ese nîne merdaniya xwe bidine kifşê bi vê yekê, ku derbazî ciyê dûr bin. Lê dereca hine xûşk-bira mecal da wan, wekî derbazî ciyê dûr bin. Nihêrandina wan jî mîna ya Îşaya pêxember e. Çaxê Yehowa ji wî pirsî ku “Ez kî bişînim û wê bo me kî here?”, Îşaya caba Yehowa da: “A vay ez, min bişîne!” (Îşa. 6:8). Lê hûn dixwazin alîkariyê bidine teşkîleta Yehowa? Dereca we dihêle vê yekê bikin? Çida hûn dikarin alîkariyê bidin?

15 Îsa derheqa belakirina mizgîniyê û hazirkirina şagirta got: “Nandirûn gelek e, lê pale hindik in. Awa hîvî ji xweyê dirûnê bikin, wekî pala nandirûna xwera bişîne” (Met. 9:37, 38). Hûn dikarin ciyê ku hewcetî heye xizmet kin, mesele ça pêşeng? Yan jî diqewime vê yekêda hûn dikarin alî kesekî bikin. Gelek xûşk-bira dîtin, ku seva hizkirina xwe Xwedêra û merivara nîşan kin, cûrê lape baş ew e ku xizmet kin ça pêşeng wan ciyada, kîderê hewcetiya mizgînvana heye. Hergê mecalê we hene, bidine xebatê seva xizmetiyêda hê zêde bikin. Hergê hûn usa bikin, hûnê şabûneke mezin bistînin.

16, 17. Dîsa çi mecalên me hene, hergê em dixwazin şixulê Yehowada hê zêde bikin?

16 Gelo hûn dixwazin Beytelêda xizmet kin, yan jî şixulên avakirinêda alîkariyê bidin, firqî tune wedelû bêne kifşkirinê yan jî bi rezedilî xizmet kin? Bi rastî teşkîletêda timê hewcetiya wan xûşk-bira heye, yên ku hazir in Yehowara xizmet kin, kîderê jî wana kifş kin û çi şixulî jî wanra bidin. Hergê jî ewana şixulekîda hoste nînin, yeke dikarin alîkariyê bidin cûre-cûre şixulên mayînda. Yehowa dişêkirîne xîreta wan, yên ku hazir in xizmet kin wan ciyada, kîderê hewcetî heye (Zeb. 110:3).

17 Dibeke hûn dixwazin hê zêde bêne hînkirinê, seva hê rind Yehowara xizmet kin. Hergê usa ne, nêtê xwera daynin, wekî Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bin. Wêderê têne hînkirinê xûşk-birên ruhanîda qewî ku xizmetkarên hertim in, yên ku dixwazin û dikarin şixulê xizmetiyêda hê zêde bikin. Ewên ku dixwazin ewê mektebê derbaz bin, gerekê hazir bin, wekî çaxê mektebê xilaz dikin, her cûre kifşkirin qebûl kin. Lê hûn hazir in bona Yehowa wî cûreyî hê zêde bikin? (1 Korn. 9:23).

18. Em çi karê distînin ku tevî Yehowa dixebitin?

18 Em cimeta Yehowa ne, û lema dixwazin her roj merdaniyê bidine kifşê, qenciyê bikin û bi hizkirin bin tevî meriva. Çaxê em vê yekê dikin, em şabûnê, edilayê û lezetê distînin (Galt. 5:22, 23). Firqî tune dereca we çi cûreyî ye, yeke hûn dikarin bextewar bin ku çev bidine merdaniya Yehowa û bibine hevalxebatkarên wîye qîmet! (Metlk. 3:9, 10).