Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 18

Gelo Tuyê Seva Îsa Bilikumî?

Gelo Tuyê Seva Îsa Bilikumî?

“Xwezî li wî, ku minda şik nakeve” (METTA 11:6).

KILAMA 54 “Eva ye Rê”

VÊ GOTARÊDA *

1. Gava te cara pêşin kesên dinra besa Kitêba Pîroz kir, çi qewimî?

GAVA te fem kir ku te rastî dîtiye, te çi texmîn kir? Belê gotinên Kitêba Pîroz tera ça ava zelal eyan bûn. Tu dibeke fikirî ku her kes wê rastiya Kitêba Pîroz hêsa qebûl bike. Tu bawer bûyî ku ewana wê bi saya gotinên Kitêba Pîroz diha bextewar bin û hêvîke pir baş qazanc bikin (Zebûr 119:105). Lema, te hemû heval û merivên xwera bi xîret besa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Lê çi qewimî? Geleka ji wan gotinên te qebûl nekirin, ne usa ye?

2-3. Li rojên Îsa Mesîh, piraniya meriva derheqa wî û mizgîna wî çi difikirîn?

2 Heger kesên din mizgîna ku em bela dikin, qebûl nekin, gerekê em ecêbmayî nemînin. Li rojên Îsa Mesîh, piraniya meriva ew înkar kirin. Keremetên ku Îsa Mesîh dikirin, îzbat dikir ku Xwedê piştgiriya wî dike. Mesele, ewî hevalê xwe Lazar ji mirinê rakir. Kesên ku Îsa hiz nedikirin jî nikaribû ev keremet înkar bikirana. Dîsa jî, serwêrên dînê Cihûya, Îsa ça Mesîhê sozdayî qebûl nedikirin. Serda jî, wana dixwest him Îsa him jî Lazar bikuştana! (Yûhenna 11:47, 48, 53; 12:9-11).

3 Îsa zanibû ku piraniya meriva wê wî ça Mesîh qebûl nekin (Yûhenna 5:39-44). Ewî hine şagirtên Yûhennayê Nixumdarra usa got: “Xwezî li wî, ku minda şik nakeve” (Metta 11:2, 3, 6). Îsa Mesîh çima ji aliyê gelek kesava dihat înkarkirin?

4. Vê gotarêda, emê çi hîn bin?

4 Vê gotarêda û gotara dinda, emê bivînin ku li qirna yekê, gelek kesa çira baweriya xwe hindava Îsa Mesîh nedianî. Usa jî, emê bivînin ku îro gelek kes çira mizgîna me qebûl nakin. Ya herî ferz jî, emê bivînin ku em çawa dikarin baweriya xwe Îsa bînin wekî em nelikumin.

(1) CIYÊ MEZINBÛNA ÎSA Û MALBETA WÎ

Gelek kes dilikumîn seva ciyê mezinbûna Îsa û malbeta wî. Îro, hine kes çawa bona vê sebebê dikevin şikê? (Abzasa 5 binihêre) *

5. Hine meriv dibeke çira Îsa ça Mesîhê sozdayî qebûl nedikirin?

5 Gelek kes Îsa qebûl nedikirin ji bo ciyê kîderê ku ew mezin bibû û ji bo malbeta wî. Rast e ewana ecêbmayî diman ser hînkirin û keremetên Îsa, lê dîsa jî, bi dîtina wan, ew kurê necarekî kesîb bû. Usa jî, ew ji bajarê Nisretê bû, bajarekî ku ji aliyê gelek merivava dihat nimizdîtin. Mesele, pêşiya ku Natanyêl bû şagirtê Îsa Mesîh, ewî usa gotibû: “Qet dibe ku tiştekî pak ji Nisretê derkeve?” (Yûhenna 1:46). Dibeke Natanyêl bajarê Nisretê hiz nedikir. Yan jî, ewî belkî dianî bîra xwe ku li gora Nivîsarên Pîroz, Mesîh wê ne ku Nisretêda, lê Beytlehmêda bihata bûyînê (Mîxa 5:2).

6. Li rojên Îsa, meriva çawa dikaribû fem bikira ku Îsa ye Mesîhê sozdayî?

6 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Îşaya pêxember ji berêva gotibû ku dijminên Îsa Mesîh wê hûr bi hûr dîna xwe nedin ku Mesîh ji kîjan rikiniyatê hat (Îşaya 53:8). Pêxembera gelek ji van hûrgiliya ji berêva eşkere kiribûn. Heger merivên li rojên Îsa Mesîh dîna xwe bidana van hûrgiliya, wana wê fem bikira ku ça Mîxa 5:2-da hatiye pêxembertîkirinê, Îsa Mesîh Beytlehmêda hatibû bûyînê. Usa jî, ew ji zureta Dawid Padşa bû (Lûqa 2:4-7). Gelo problêma wan meriva çi bû? Ewana diketin şikê çimkî hemû îzbatkirina rind lêkolîn nekiribûn.

7. Gelek kes Şedên Yehowa çima qebûl nakin?

7 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê! Piraniya xizmetkarên Yehowa merivên nav û deng nînin. Li dinyayê, hine meriv Şedên Yehowa ça “merivne nexwendî û nezan” divînin (Karên Şandiya 4:13). Hine kes jî difikirin ku xizmetkarên Xwedê mektebên rêlîgî xilaz nekirine, û lema îzna wan tune ku Kitêba Pîroz hîn bikin. Bi dîtina hine kesa, Şedên Yehowa “rêlîgiyeke Amêrîkayî ye”, lê bi rastî ji her 7 Şedên Yehowa, tenê yek li Amêrîkayê dijî. Hine kesa jî bihîstiye ku Şedên Yehowa Îsa Mesîh bawer nakin, yan jî ku ewana “komûnîst”, “cesûsên Amêrîkayê” yan “êkstrêmîst” in. Kesên ku van derewa bawer dikin, rastiyê lêkolîn nakin yan jî qebûl nakin, lema jî dikevin şikê û dilikumin.

8. Li gora Karên Şandiya 17:11, seva ku meriv fem bikin ku kî bi rastî xizmetkarên Xwedê ne, gerekê ew çi bikin?

8 Gerekê meriv çi bikin seva ku nelikumin? Pir ferz e ku ew lêkolîn bikin ku çi rast e û çi na. Gava Lûqa kitêba xwe nivîsî, ewî jî usa kir. Ewî bi xîret her tiştî rind lêkolîn dikir, wekî xwendevan têderxin hela tiştên ku wana derheqa Îsa Mesîh bihîstibûn, rast in yan na (Lûqa 1:1-4). Cihûyên ku li bajarê Beroyayê dijîtn jî mîna Lûqa bûn. Gava wana mizgîna derheqa Îsa Mesîh cara pêşin bihîst, ewana “her roj nivîsarada kûr dibûn, ka ev tişt usa ne” (Karên Şandiya 17:11 bixûne). Îro jî lazim e ku meriv rind lêkolîn bikin û gotinên Şedên Yehowa bi gotinên Kitêba Pîroz beramberî hev kin. Usa jî, wê baş be ku ewana terîxa Şedên Yehowa jî lêkolîn bikin. Heger meriv vê yekê bikin, ewana wê nekevin ber bayê nihêrandina nerast.

(2) ÎSA MESÎH KEREMET NEDIDANE XEBATÊ KU XWE BIKE ÇEVA

Gelek kes dilikumîn, çimkî Îsa nîşana nedikir seva bikeve çeva. Îro, hine kes çawa bona vê sebebê dikevin şikê? (Abzasa 9 û 10 binihêre) *

9. Gava Îsa Mesîh xwestina Fêrisî û Sadûqiya neanî sêrî, wana çi kir?

9 Li rojên Îsa Mesîh, hine merivara hînkirinên Îsa bes nîbûn. Wana dixwest ku ew “ji ezmana nîşanekê nîşanî wana ke” û bi vî awayî îzbat bike ku Mesîhê sozdayî ew e (Metta 16:1). Sebeba xwestina wan dibeke ew bû ku wana gotinên Daniyêl 7:13, 14 şaş fem dikirin. Lê bi rastî wext nehatibû ku ev gotinên kitêba Daniyêl bêne sêrî. Gerekê Fêrisî û Sadûqiya ji hînkirinên Îsa fem bikirana ku Mesîhê sozdayî ew e. Lê gava Îsa bi ya wan nekir, wana ew înkar kir (Metta 16:4).

10. Îsa gotinên Îşaya pêxember yên derheqa Mesîh çawa anîn sêrî?

10 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Îşaya pêxember derheqa Mesîh ji berêva usa nivîsîbû: “Wê ew neqêre û dengê xwe bilind neke û wê di kuçêda nede bihîstin” (Îşaya 42:1, 2). Îsa Mesîh bi milûktî xizmet dikir û dîna meriva nedikişande ser xwe. Ewî dêr yan paristgeh ava nedikirin, kincên mexsûs li xwe nedikirin û nedixwest ku meriv wî bi sernavên mexsûs rûmet bikin. Gava Îsa Mesîh dihat dîwankirin, ewî keremeteke mexsûs nekir ku Hêrodes Padşa ecêbmayî bike (Lûqa 23:8-11). Belê, Îsa Mesîh hine keremet dikirin, lê ewî herî zêde dîna xwe dida şixulê belakirina mizgînê. Ewî şagirtên xwera usa got: “Ez bona vê yekê hatime” (Marqos 1:38).

11. Baweriya Şedên Yehowa çira hine meriva xweş nayê?

11 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Gelek meriv firnaq dibin bi xemil û rewşa dêra, sernavên bilind yên keşîşa û eyd-qeydên xwe yên ku geleka îda bîr kiriye ku koka wan ji pûtparistiyê tên. Lê zanebûna wan derheqa Xwedê û nêta wî bi rastî hindik e. Lê yên ku tên civînên me hîn dibin ku Yehowa ji me çi dixwaze û em çawa dikarin li gora xwestina wî bijîn. Odên me paqij û xweşik in, lê gelek berbiçev nînin. Yên ku civatêda rêberiyê dikin kincên mexsûs li xwe nakin û bi sernavên mexsûs nadine ser xwe. Hîmê baweriya me Kitêba Pîroz e. Dîsa jî, gelek kes dikevin şikê, çimkî ewana difikirin ku hebandina me gelek berbiçev nîne, û tiştên ku em hîn dikin li gora dilê wan nînin.

12. Ça em li Îbranî 11:1, 6 dixûnin, gerekê baweriya me li ser çi ava be?

12 Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? Pawlosê şandî şagirtên Îsa yên Romayîra usa got: “Bawerî ji bihîstinê tê û bihîstin jî ji gotinêd bona Mesîh” (Romayî 10:17). Gelek eyd-qeydên rêlîgî li meriva xweş tên, lê bi rastî ewana ne li gora Kitêba Pîroz in. Gelek ferz e ku em baweriya xwe, ne ku bi eyd-qeydên pûtparist, lê bi lêkolîna Nivîsarên Pîroz ava bikin. Lazim e ku baweriya me li ser zanebûna rast ava be, çimkî “bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê” (Îbranî 11:1, 6 bixûne). Mera nelazim e ku keremetekî ji ezmên bivînin, wekî fem bikin hela em li ser riya rast in yan na. Gotinên Kitêba Pîroz baweriya me diha qewî dikin û me didine bawerkirinê ku me rastî dîtiye.

(3) ÎSA MESÎH GELEK ERF-EDETÊN CIHÛYA QEBÛL NEDIKIRIN

Gelek kes dilikumîn, çimkî Îsa hine erf-edetên wana înkar dikirin. Îro, hine kes çawa bona vê sebebê dikevin şikê? (Abzasa 13 binihêre) *

13. Gelek kesa çira Îsa Mesîh qebûl nedikir?

13 Li rojên Îsa Mesîh, şagirtên Yûhennayê Nixumdar ecêbmayî diman, çimkî şagirtên Îsa Mesîh rojî nedigirtin. Îsa wanra got ku heta ew sax e, nelazim e ku ewana rojiyê bigirin (Metta 9:14-17). Fêrisî û dijminên din yên Îsa, wî neheq dikirin çimkî ewî erf-edetên wan nedianîn sêrî. Wexta ku Îsa Mesîh kesên nexweş li roja Şemiyê qenc dikirin, ewana hêrs diketin (Marqos 3:1-6; Yûhenna 9:16). Ji aliyîkîva, Cihûya digot ku ewana qedrê roja Şemiyê digirin, lê ji aliyê dinva, wana paristgehêda arş-vêrşî dikirin, û gava Îsa seva vê yekê wana sûcdar kir, ewana gelek hêrs ketin (Metta 21:12, 13, 15). Carekê jî, gava Îsa Mesîh li kinîşta Nisretê besa hine meselên ji terîxê kir û usa jî xwehizî û bêbaweriya wana eşkere kir, hêrsa wan rabû (Lûqa 4:16, 25-30). Gelek kes ser gotin û kirinên wî dilikumîn, çimkî ev li gora dilê wan nîbûn (Metta 11:16-19).

14. Îsa Mesîh hine erf-edet çima înkar dikirin?

14 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Yehowa bi saya Îşaya pêxember usa gotibû: “Ev gel bi devê xwe nêzîkî min dibe û bi lêvên xwe min birûmet dike lê dilê wan ji min dûr e. Tirsa wan ya ji min jî, tenê emrên meriva in ku ji wan hîn bûne” (Îşaya 29:13). Îsa Mesîh erf-edetên ku miqabilî Nivîsarên Pîroz bûn, înkar dikirin. Lê merivên ku ji Nivîsarên Pîroz zêdetir qeyd-edetên xwe qîmet dikirin, him Yehowa him jî Mesîh înkar dikirin.

15. Gelek kes çira Şedên Yehowa hiz nakin?

15 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Gelek kes dixeyîdin, çimkî Şedên Yehowa rojên mexsûs û cejnên usa ça roja bûyînê yan Serê Salê tevî wan derbaz nakin. Hine kes jî hêrs dikevin, çimkî Şedên Yehowa cejnên miletiyê derbaz nakin, usa jî eydên miriya û edetên çelkirinê nakin, yên ku miqabilî Xebera Xwedê ne. Merivên ku seva van tişta eciz dibin dibeke ji dil bawer in ku ew bi cûrê rast Xwedê dihebînin. Lê heta ku ewana erf-edetên dinyayê ser gotinên Kitêba Pîrozra bigirin, Xwedê wê ji wan razî nîbe (Marqos 7:7-9).

16. Li gora Zebûr 119:97, 113, 163-165, gerekê em çi bikin û çi nekin?

16 Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? Gerekê em qanûn û prînsîpên Yehowa ji dil hiz bikin (Zebûr 119:97, 113, 163-165 bixûne). Heger em Yehowa hiz bikin, emê erf-edetên ku li wî xweş nayên, înkar bikin. Emê îznê nedin ku tiştek dostiya me tevî Yehowa xirab ke.

(4) ÎSA TEV ŞIXULÊN POLÎTÎKÊ NEDIBÛ

Gelek kes dilikumîn, çimkî Îsa tevî şixulên polîtîkê nedibû. Îro, hine kes çawa bona vê sebebê dikevin şikê? (Abzasa 17 binihêre) *

17. Li rojên Îsa Mesîh, gelek kesa ew çira qebûl nekir?

17 Li rojên Îsa Mesîh, hine kes tev li polîtîkê dibûn, û wana dixwest ku Mesîh wana ji bindestiya Romê aza bike. Lê gava wana dixwest Îsa bikira padşê xwe, ew qayîl nebû (Yûhenna 6:14, 15). Ji aliyê dinva, dewleta Romê qewat û hukum dabû destê serwêrên rêlîgî, yên ku ditirsiyan wekî Îsa wê sîstêma polîtîkî biguhêze û hêrsa Romaya gur bike, ji bo çi jî wana dikaribû qewat û hukumê xwe unda kira. Seva van xemên polîtîkî, gelek Cihûya Îsa Mesîh qebûl nekir.

18. Gelek kesa dîna xwe nedida kîjan rêza?

18 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Rast e ku ji berêva hatibû gotin ku Mesîh wê bibe Şervanekî serketî, lê xêncî vê yekê, eşkere hatibû gotin ku gerekê Mesîh pêşiyê ji bo gunên me bimire (Îşaya 53:9, 12). Problêma Cihûya çi bû? Wana dîna xwe nedida rêzên ku dibêjin wekî bona safîkirina problêmên dinyayê wext lazim e (Yûhenna 6:26, 27).

19. Gelek kes çira me hiz nakin?

19 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Gelek kes me hiz nakin, çimkî em tevnebûyînê xwey dikin û nekevine nava şixulên polîtîkî. Ewana dixwazin ku em jî di hilbijartinên polîtîkda piştgiriya partîyekê yan serwêrekî bikin. Lê ewên ku însana ça hukumdarên xwe hildibijêrin bi rastî Yehowa înkar dikin (1 Samûyêl 8:4-7). Usa jî, gelek kes difikirin ku gerekê em mekteb û nexweşxana ava bikin û tiştên dinda alî meriva bikin. Ewana fem nakin ku em çira tiştekî nakin ku problêmên dinyayê safî bikin, lê herî zêde dîna xwe didin belakirina mizgînê.

20. Li gora Metta 7:21-23, gerekê em her tiştî zêdetir dîna xwe bidin çi?

20 Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? (Metta 7:21-23 bixûne). Gerekê em ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidin şixulê ku Îsa Mesîh tesmîlî me kiriye (Metta 28:19, 20). Gerekê em îznê nedine xwe ku bikevine nava problêmên polîtîkî û sosyalî. Em hemikî însana hiz dikin û bona wana xem dikin, lê em zanin ku alîkariya herî baş ev e wekî em wanra besa Padşatiya Xwedê bikin û alî wan bikin ku ewana bibin dostên Yehowa.

21. Safîkirina te çi ye?

21 Vê gotarêda, me dît ku li qirna yekê, gelek kesa Îsa Mesîh ji bo kîjan çar sebeba înkar dikirin. Îro jî, gelek kes ji bo van çar sebeba şagirtên Îsa qebûl nakin. Gotara dinda, emê bivînin ku meriv bona kîjan çar sebebên din jî dilikumin. Wê baş be ku em tu car nekevin şikê û nelikumin, lê bibin xweyê bawerîke qewî!

KILAMA 56 Rastiyê Qebûl ke

^ abz. 5 Îsa Mesîh dersdarê herî mezin bû. Dîsa jî, piraniya meriva seva wî diketin şikê û nebûn şagirtên wî. Gelo çima? Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çar sebeba. Usa jî, emê bivînin ku îro gelek kes çima seva gotin û kirinên Şedên Yehowa dikevin şikê û nabin şagirtên Îsa Mesîh. Xêncî vê yekê, emê bivînin ku em çawa dikarin baweriya xwe hindava Îsa Mesîh diha qewî bikin, wekî em nelikumin.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Fîlîpo Natanyêlra dibêje ku tev Îsa bibe nas.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa Mesîh mizgînê bela dike.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Li ber çevê dijmina, Îsa mêrekî bi destekî seqet qenc dike.

^ abz. 66 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa tenê hildikişe çiyakî.