Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 19

Tu Tişt Nikare Kesên Rast ji Riya Rast Derxe

Tu Tişt Nikare Kesên Rast ji Riya Rast Derxe

“Ewêd xweyê hînkirina Te ne, ji rê nakevin, edilayêda ne” (ZEBÛR 119:165).

KILAMA 122 Qewî Bisekinin!

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Nivîskarekî çi got, û vê gotarêda, emê çi lêkolîn bikin?

ÎRO bi mîlyona însan dibêjin ku ewana baweriya xwe Îsa Mesîh tînin, lê bi rastî ewana hînkirinên wî qebûl nakin (2 Tîmotêyo 4:3, 4). Nivîskarekî fikra xwe usa got: “Heger îro ‘Îsakî nû’ hebûya, yê ku ça Îsayê berê xeber da . . . gelo meyê jî mîna merivên ku 2 000 sal berê wî qebûl nekiribûn, ew qebûl nekira? . . . Cab usa ye: Erê, meyê jî ew qebûl nekira”.

2 Qirna yekêda, gelek kesa gotinên Îsa Mesîh dibihîstin û keremetên wî didîtin, lê wana baweriya xwe bi wî nedianî. Gelo çima? Gotara pêşiya vêda me dîna xwe dabû çar sebeba ku meriv seva gotin û kirinên Îsa Mesîh çima diketin şikê. Niha emê li çar sebebên din binihêrin û bivînin ku îro gelek kes çima şagirtên Îsa Mesîh qebûl nakin. Usa jî, emê bivînin ku gerekê em çi bikin wekî tu tişt me ji Yehowa dûr nexe.

(1) ÎSA MESÎH FIRQIYÊ NEDIKIRE NAV MERIVA

Gelek kes dilikumîn, çimkî Îsa Mesîh tevî kê hevaltî dikir. Îro, hine kes çawa seva vê yekê dilikumin? (Abzasa 3 binihêre) *

3. Hine meriva ji bo çi Îsa qebûl nedikirin?

3 Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijît, ewî tevî cûre-cûre meriva hevaltî dikir. Rast e, ewî tevî kesên dewlemend û nav û deng xwarin dixwar, lê ewî tevî kesên kesîb û belengaz jî gelek wext derbaz dikir. Serda jî, dilê wî ser kesên ku ji aliyê xelqêva ça “gunekar” dihatin dîtin, dişewitî. Hine kesên qure bi kirinên Îsa Mesîh ne razî bûn. Wana ji şagirtên wî usa pirsî: “Çima hûn tevî xercgir û gunekara dixwin û vedixwin?” Îsa Mesîh usa cab da: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş. Ez nehatime gazî yêd rast kim, lê gazî gunekara bona tobeyiyê” (Lûqa 5:29-32).

4. Li gora gotinên Îşaya pêxember, gerekê Cihûya derheqa Mesîh çi bizanibûna?

4 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Çend sedsal pêşiya hatina Mesîh, Îşaya pêxember gotibû ku dinya wê Mesîh qebûl neke. Ewî derheqa Mesîh usa nivîsîbû: “Ji aliyê merivava ew hat kêmkirin û redkirin. . . . Wekî zilamê ku meriv rûyê xwe jê vedişêrin, ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî” (Îşaya 53:3, ÎM). Li gora gotinên vê rêzê, gerekê Cihûyên li qirna yekê bizanibûna ku Mesîh wê bihata redkirin.

5. Gelek kes şagirtên Îsa Mesîh çawa dibînin?

5 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Gelek serwêrên rêlîgî firnaq dibin, gava kesên dewlemend, navdar û yên ku ji aliyê dinyayêva ça kesên bîlan tên dîtin, dibine endemên civatên wan. Bona wan, qet firqî tune ku jîyîna van endemên teze li gora prînsîpên Xwedê ye yan na. Xêncî vê yekê, serwêrên rêlîgî xizmetkarên Yehowa yên xîret, ku xwe li prînsîpên namûsiyê digirin, ber tiştekî hesab nakin, çimkî ewana ber çevê dinyayê kesên navdar nînin. Lê ça Pawlosê şandî gotibû, Xwedê kesên ku ji aliyê dinyayêva “yêd ne tu tişt” in, xwera dijbêre (1 Korintî 1:26-29). Belê, Yehowa hemû xizmetkarên xwe yên amin qîmet dike.

6. Li gora Metta 11:25, 26, Îsa Mesîh çi gotibû, û em çawa dikarin çev bidine wî?

6 Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? (Metta 11:25, 26 bixûne). Bira nihêrandina dinyayê ya li ser xizmetkarên Xwedê ser te hukum neke. Bîr neke ku Yehowa tenê merivên milûk ça xizmetkarên xwe qebûl dike (Zebûr 138:6). Serda jî, bifikire ku Yehowa bi destê kesên ku dinya nezan û nexwendî divîne, şixulên çiqas mezin dike!

(2) ÎSA MESÎH FIKRÊN ŞAŞ QEBÛL NEDIKIR

7. Îsa Fêrisiyara çira digot “durû”, û wana ça xwe da kifşê?

7 Îsa Mesîh durûtiya serwêrên rêlîgî bi mêrxasî eşkere dikir û wana sûcdar dikir. Mesele, ewî durûtiya Fêrisiya eşkere dikir, yên ku qedrê dê û bavê xwe nedigirtin, lê diketin pey tiştên biçûk, mesele edetên destşûştinê (Metta 15:1-11). Şagirtên Îsa seva gotinên wî ecêbmayî man û ji wî pirsîn: “Tu zanî gava fêrisiya ev xeber bihîst, dilê wan ma?” Îsa Mesîh usa cab da: “Her dara ku Bavê minî Ezmana daneçikandiye, wê ji kokêva bê rakirinê. Ji wan vegerin! Ewe kor in û rêberê kora ne. Heger kor rêberiyê kora bike, her duyê jî bikevine çelê” (Metta 15:12-14). Belê, Îsa Mesîh îzin nedida ku nihêrandina nerast ya serwêrên rêlîgî riya wî bigire û bibe sebeb ku ew rastiyê nebêje.

8. Îsa çawa zelal kir ku Xwedê hemû rêlîgiya û baweriya qebûl nake?

8 Usa jî, Îsa Mesîh hînkirinên qelp eşkere dikirin. Ewî negot ku Xwedê hemû baweriya qebûl dike, lê ewî got: “Gelekî teng e ew derî û zemet e ew riya ku dibe berbi jiyînê û hindik in ewêd ku wê rêyê dibînin” (Metta 7:13, 14). Usa jî, ewî eşkere kir ku hine kesên ku ça xizmetkarên Xwedê xwe didine kifşê bi rastî xwestina Xwedê naynin sêrî. Îsa usa got: “Hevza xwe ji pêxemberêd derew bikin. Ewê bi postê pêz bêne cem we, lê hindurva gurêd peranî ne. Hûnê wana ji berêd wan nas bikin” (Metta 7:15-20).

Gelek kes dilikumîn, çimkî Îsa Mesîh edet û baweriyên qelp eşkere dikir. Îro, hine kes çawa seva vê yekê dilikumin? (Abzasa 9 binihêre) *

9. Hine hînkirinên qelp, yên ku Îsa Mesîh eşkere dikirin, çi bûn?

9 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Kitêba Pîroz pêxembertî kiribû ku Mesîh wê hindava mala Yehowa gelek bixîret be (Zebûr 69:9; Yûhenna 2:14-17). Bi saya vê xîretê, Îsa Mesîh edet û baweriyên qelp eşkere dikirin. Mesele, Fêrisiya bawer dikir ku ruh namire. Lê Îsa Mesîh hîn dikir ku yên mirî xewêda nin (Yûhenna 11:11). Sadûqiya rabûna miriya înkar dikir, lê Îsa dostê xwe Lazar ji mirinê rakir (Yûhenna 11:43, 44; Karên Şandiya 23:8). Fêrisiya bawer dikir ku her tişt ji Xwedê û ji felekê ye, lê Îsa Mesîh hîn dikir ku meriv dikare xwexa bijbêre ku Xwedêra xizmet bike yan na (Metta 11:28).

10. Gelek kes çima seva hînkirinên Şedên Yehowa dilikumin?

10 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Gelek meriv eciz dibin û dilikumin, çimkî em qelpiya hînkirinên rêlîgiyên mayîn eşkere dikin. Serwêrên rêlîgî endemên xwera dibêjin ku Xwedê kesên xirab davêje cenimê. Bi vê hînkirinê, ewana însana bin destê xweda digirin. Lê belê, Şedên Yehowa eşkere dikin ku ev yek derew e, çimkî Xwedê hizkirin e. Usa jî, serwêrên rêlîgî dibêjin ku ruh namire, lê Şedên Yehowa îzbat dikin ku ev fikir ji pûtparistiyê tê. Besa xeberê, heger ev fikir rast bûya, rabûna miriya wê pûç bûya. Xêncî vê yekê, gelek rêlîgiya hîn dikin ku her tişt bin kontrola felekêda ye, lê Şedên Yehowa dibêjin ku însan xweyê azaya bijartinê ye û dikare bi xwestina dilê xwe Xwedêra xizmet bike. Gava Şedên Yehowa derewa eşkere dikin, gelo rêaksiya serwêrên rêlîgî çawa ye? Ewana gelek hêrs dikevin!

11. Li gora Yûhenna 8:45-47, Xwedê ji xizmetkarên xwe çi dewa dike?

11 Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? Heger em dibêjin ku em rastiyê hiz dikin, gerekê em gotinên Xwedê qebûl bikin (Yûhenna 8:45-47 bixûne). Em mîna Şeytan nînin, yê ku xwe rastiyê negirt. Çi jî bibe, em xwe li rastiyê digirin û her tim li gora baweriya xwe dijîn (Yûhenna 8:44). Xwedê dixwaze ku xizmetkarên wî mîna Îsa xirabiyê nefret bikin û “xwe li qenciyê bigirin” (Romayî 12:9; Îbranî 1:9).

(3) ÎSA RASTÎ ZÊRANDINÊ DIHAT

Gelek kes dilikumîn, çimkî Îsa Mesîh li ser stûnê mir. Îro, hine kes çawa seva vê yekê dilikumin? (Abzasa 12 binihêre) *

12. Ev yek ku Îsa Mesîh çawa hat kuştin, bona gelek Cihûya çira bû menî ku bilikumin?

12 Gelo gelek Cihûya dîsa ji bo kîjan sebebê Îsa qebûl nedikirin? Pawlosê şandî zelal kir wekî ev yek ku Îsa Mesîh li ser stûna cefayê hat kuştin, Cihûyara bû menî ku bilikumin (1 Korintî 1:23). Gelo çira? Çimkî Îsa Mesîh li ser stûnê hat mixkirin, bona wan ew ne ku ça Mesîh, lê ça qaçax û gunekarek hate kifşê (Qanûna Ducarî 21:22, 23).

13. Kesên ku Îsa Mesîh înkar dikirin, çi fem nedikirin?

13 Cihûyên ku Îsa Mesîh înkar dikirin, fem nedikirin ku ew bêsûc e. Îsa bi neheqî hat dîwankirin. Dîwana bilind ya Cihûya bi lez li hev top bûn, û dîwankirina Îsa Mesîh bi cûrekî neqanûnî hat derbaz kirin (Lûqa 22:54; Yûhenna 18:24). Bi rastî dewsa ku hakima dîna xwe bidana îzbatkirina û bi heqî dîwana Îsa bikirana, wana “li şedetîke miqabilî Îsa digeriyan, wekî wî bikujin”. Belê, kirinên wan bi temamî miqabilî qanûnê bûn (Metta 26:59; Marqos 14:55-64). Usa jî, paşî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, van hakimên xirab “gelek pere” dane nobedarên Romayî, yên ku li ber tirba wî sekinîbûn, wekî ewana derewekê bela bikin ku tirbe çima vala bû (Metta 28:11-15).

14. Nivîsarên Pîroz ji berêva derheqa mirina Mesîh çi pêxembertî kiribû?

14 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Li rojên Îsa Mesîh, gelek Cihûya fem nedikirin ku gerekê Mesîh bimire. Lê Nivîsarên Pîroz ji berêva derheqa Mesîh pêxembertî kiribû: “Ji ber ku canê xwe mirinêra rijand û bi gunekarara hate hesibandin; sûcê geleka wî kişand û bona gunekara lava kir” (Îşaya 53:12). Lema, gava Îsa Mesîh ça gunekar hate kuştin, ev yek gerekê Cihûyara nebûya likumandin.

15. Hine kes seva kîjan derewa derheqa Şedên Yehowa dilikumin?

15 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê! Îsa Mesîh bi neheqî hatibû dîwankirin, û mîna wî, Şedên Yehowa jî rastî neheqiyê tên. Mesele, ji sala 1930 heta sala 1950, Şedên Yehowa li Amêrîkayê gelek cara mecbûr bûn ku biçûna dîwanê seva azaya hebandinê bistînin. Hine hakim raste-rast miqabilî Şeda bûn. Li Kwêbêkê (Kanada), dêr û dewletê miqabilî me hevkarî dikirin. Wana gelek mizgînvan avîtin kelê, çimkî wana kesên dinra derheqa Padşatiya Xwedê gilî dikir. Wedê Natsîsta, gelek birên cahil seva baweriya xwe ji aliyê dewleta Almanyayêva hatin kuştin. Niha jî, gelek xûşk-birên li Rûsyayê tên dîwankirinê û dikevine kelê, çimkî ewana merivara mizgîna ji Kitêba Pîroz bela dikin, û merivên dewletê ev şixulê me ça “şixulê êkstrêmîsta” nav dikin. Serda jî, “Welgerandina Dinya Teze” ser zimanê Rûsî hatiye qedexekirinê û ça “edebyeta êkstrêmîst” hate hesabê, çimkî têda navê Yehowa heye.

16. Li gora 2 Petrûs 2:1, gerekê em çima hişyar bimînin?

16 Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? Pêbihese ku bi rastî çi qewimiye. Îsa Mesîh guhdarên xwera gotibû ku meriv wê “her cûre buxdan” bavêjine wan (Metta 5:11). Kaniya van derewa, Şeytan e. Ew li ser dijmina hukum dike, wekî ewana buxdana bavêjin ser xizmetkarên Yehowa (Eyantî 12:9, 10). Gerekê em derewên usa red bikin û tu cara îznê nedin ku ew me bitirsînin yan baweriya me sist bikin (2 Petrûs 2:1 bixûne).

(4) NEMAMIYA ÎSA KIRIN Û LÊ HÎŞTIN

Gelek kes dilikumîn, çimkî Îsa Mesîh ji aliyê Cihûda hatiye nemamkirinê. Îro, hine kes çawa seva vê yekê dilikumin? (Abzasa 17 û 18 binihêre) *

17. Hine kes belkî çima seva qewimandinên pêşiya mirina Îsa Mesîh likumîn?

17 Şandîkî Îsa nemamiya wî kir û pişta xwe da wî. Şandîkî din jî sê cara Îsa înkar kir, û li şeva pêşiya mirina wî, hemû şandiya ew hîştin (Metta 26:14-16, 47, 56, 75). Îsa Mesîh ecêbmayî nema, çimkî ewî ji berêva zanibû ku ev yek wê biqewime (Yûhenna 6:64; 13:21, 26, 38; 16:32). Lê hine kes dibeke likumîn û fikirîn: “Heger şandiyên Îsa Mesîh merivên usa nin, ez naxwazim nav wanda bim!”

18. Li dema mirina Îsa Mesîh, kîjan pêxembertiyên ji Nivîsarên Pîroz hatine sêrî?

18 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Yehowa çend sedsal berê bi saya Xebera xwe eyan kiribû ku Mesîh wê bi 30 zîvî bê dayîn destê xiraba (Zekeriya 11:12, 13). Ji berêva hatibû gotin ku yek ji dostên Îsa wê nemamiya wî bike (Zebûr 41:9). Zekeriya pêxember usa nivîsîbû: “Li şivan bixe ku, bira mîh bela bibin” (Zekerya 13:7). Gava ev pêxembertiyên ji Nivîsarên Pîroz hatine sêrî, merivên dilsax neketin şikê û nelikumîn, lê baweriya wan diha qewî bû.

19. Kesên dilpak çi zanin?

19 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Li rojên me, hine Şedên Yehowa ku geleka wana nas dikir, riya rastiyê derketine, bûne raber û paşê xwestine ku kesên din jî ji riya rastiyê derxin. Wana xeberên nîvrast û derewên derheqa Şedên Yehowa rojneme, têlêvîzyon û întêrnêtêda bela kirine. Lê kesên dilpak nakevin şikê û nalikumin. Ewana rind zanin ku Kitêba Pîroz pêşda gotibû ku tiştên usa wê biqewimin (Metta 24:24; 2 Petrûs 2:18-22).

20. Seva ku em nekevin ber bayê kesên ku ji riya rastiyê derketine, gerekê em çi bikin? (2 Tîmotêyo 4:4, 5)

20 Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? Seva ku baweriya me qewî be, gerekê em berdewam Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, dua bikin û şixulê ku Yehowa daye me, bi dil û can bikin (2 Tîmotêyo 4:4, 5 bixûne). Heger baweriya me qewî be, emê seva elametiyên xirab tevlihev nebin (Îşaya 28:16). Em Yehowa, Xebera wî û xûşk-bira hiz dikin, lema jî emê nekevin ber bayê kesên ku ji riya rastiyê derketine.

21. Heger piraniya meriva mizgînê qebûl nakin jî, em çida bawer in?

21 Qirna yekêda, gelek kes likumîn, û wana Îsa Mesîh qebûl nekirin. Ji aliyê dinda, gelek kesên din Îsa ça Mesîhê sozdayî qebûl kirin. Di nav wanda, gelek kahîn bûn û herî kêm endemekî civîna giregira jî hebû (Karên Şandiya 6:7; Metta 27:57-60; Marqos 15:43). Îro jî, bi mîlyona kes nakevin şikê û nalikumin. Gelo çima? Çimkî ewana rastiya Kitêba Pîroz zanin û vê rastiyê hiz dikin. Xebera Xwedê usa dibêje: “Ewêd xweyê hînkirina Te ne, ji rê nakevin, edilayêda ne” (Zebûr 119:165).

KILAMA 124 Timê Amin in

^ abz. 5 Gotara pêşiya vêda, me dîna xwe dabû çar sebebên ku meriva çima Îsa Mesîh qebûl nedikirin û îro gelek kes çima şagirtên wî qebûl nakin. Vê gotarêda, emê çar sebebên din bivînin. Usa jî, emê bivînin ku kesên dilpak, yên ku Yehowa hiz dikin, çima nalikumin.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa tevî Metta û çend xercgirên mayîn xwarinê dixwe.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa Mesîh kesên ku li paristgehê arş-vêrşiyê dikin, davêje der.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa stûna cefayê hildide.

^ abz. 66 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Cihûda Îsa bi ramûsanekê dide destê dijmina.