Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Wedê berê, bona çêkirina qeyika çima papîrûs didane xebatê?

Papîrûs

EYAN E ku li Misira berê, kaxazê bona nivîsandinê ji papîrûsê dihate çêkirin. Berê Yûnanî û Romayî jî li ser papîrûsê dinivîsîn. * Lê gelek kes nizanin ku papîrûs ne tenê bona nivîsandinê, lê bona çêkirina qeyika jî dihate xebitandinê.

Du modêlên qeyikên ji papîrûsê, yên ku li hundurê tirbeke li Misirê hatibûn dîtin

Zêdetirî 2 500 sal berê, Îşaya pêxember nivîsî derheqa “welat ku, ji bera û ji ser wecê ava, bi lotkeyên ji qamira”, şandiya şand. Paşê, Yêremya pêxember pêşda got ku gava bajarê Babîlonê wê ji aliyê Med û Farisava bê girtin, ewê qeyikên papîrûsê yên Babîlonî bişewitînin, wekî ew nikaribin birevin (Îşaya 18:1, 2; Yêremya 51:32).

Ji ber ku Kitêba Pîroz ji aliyê Xwedêva hatiye nivîsandin, em şaş namînin ku gotinên derheqa qeyikên ji papîrûsê rast in (2 Tîmotêyo 3:16). Li Misirê, arxêologa gelek îzbatkirin dîtine ku li demên berê, papîrûs bona çêkirina qeyika dihat xebitandinê.

QEYIKÊN JI PAPÎRÛSÊ ÇAWA DIHATIN ÇÊKIRIN?

Tirbên Misirêda, şikil û nexşên li ser dîwara nîşan dikin ku papîrûs çawa dihat top kirin û bona çêkirina qeyika dihate xebitandinê. Meriva zilên papîrûsê jêdikirin û bi hevva girêdidan. Zilên papîrûsê sêgoşe ne. Lema, gava papîrûs qayîm tê girêdanê, ew hevdu dişide. Li gora kitêbekê, dirêjaya qeyikên ji papîrûsê digihîşt zêdetirî 17 mêtra, û li her du aliya 10 yan 12 bêrik hebûn (Companion to Ancient Egypt).

Li Misirê, nexşên li ser dîwêr nîşan dikin ku qeyik çawa ji papîrûsê dihatin çêkirin

QEYIK ÇIMA JI PAPÎRÛSÊ DIHATIN ÇÊKIRIN?

Li kêleka çemê Nîlê tije papîrûs hebû. Usa jî, çêkirina qeyikên ji papîrûsê hêsa bû. Lema, qeyikên mezin her çiqas ji dara dihatin çêkirin jî, usa tê fem kirin ku mesîgir û nêçîrvana bona çêkirina qeyikên biçûk dîsa jî papîrûs didane xebatê.

Qeyikên ji papîrûsê bi gelek qirna dihatin çêkirin. Li gora nivîskarekî Yûnanî yê bi navê Plûtarx, yê ku li xilaziya qirna yekê û li destpêka qirna duda ya D.M., dijît, qeyikên ji papîrûsê li wê demê hê didane xebatê.

^ abz. 3 Papîrûs li ciyên şil û li ava ku hêdî-hêdî diherike, şîn dibe. Dirêjaya papîrûsê dikare bigihîje 5 mêtra, û qalimaya wê jî nêzîkî kokê dikare bigihîje weke 15 santîmêtra.