Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 21

Yehowa wê Qewatê Bide Te!

Yehowa wê Qewatê Bide Te!

“Gava ez sist dibim, hingê qewat dibim” (2 KORINTÎ 12:10).

KILAMA 73 Mêrxasiyê Bide Me

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Gelek xûşk û bira rastî çi cûre tengasiya tên?

PAWLOSÊ ŞANDÎ hevalê xwe Tîmotêyo û hemû şagirtên Îsa Mesîh hêlan kiribûn ku ewana xizmeta xwe bînin sêrî (2 Tîmotêyo 4:5). Em hilbet hazir in ku li gora vê şîreta Pawlos bikin. Dîsa jî, ev yek carna hêsa nîne. Bona gelek xûşk û birên me, mêrxasîke mezin lazim e ku mizgînê bela bikin (2 Tîmotêyo 4:2). Mesele, li hine welata, şixulê belakirina mizgînê qedexe ye. Gava xûşk û birên ku li van welata dijîn, mizgînê bela dikin, ewana zanin ku ewana dikarin bikevin kelê.

2 Gelek tişt dikarin mêrxasiya xizmetkarên Yehowa bişkênin. Mesele, bona geleka hêsa nîne ku ebûra mala xwe bikin. Ewana gelek dixwazin xizmeta xwe zêde bikin, lê li xilaziya heftiyê îda qewata wan namîne. Hine xûşk û birên me jî bi nexweşiyên kronîk diçerçirin yan îda kal û pîr bûne, û lema, hine ji wan îda nikarin ji malê derkevin. Hine kes jî xwe bêqîmet hesab dikin. Xûşkeke bi navê Meryem *, ya ku li Rojhilata Navîn dijî, usa dibêje: “Ez ser xwe dixebitim ku fikrên nêgatîf ji serê xwe derxim, û ev yek min gelek dide westandinê. Paşê, ez xwe sûcdar dikim, çimkî bona xizmetê wext û qewata min namîne”.

3. Vê gotarêda, emê çi bivînin?

3 Halê me çi be jî, Yehowa dikare qewatê bide me ku em bikaribin li himberî tengasiyên xwe sebir bikin û çiqas ji destê me tê wîra xizmet bikin. Pêşiya ku em bivînin ku Yehowa çawa dikare alî me bike, were em bivînin ku ewî çawa qewat dida Pawlos û Tîmotêyo ku ewana xizmeta xwe wedê tengasiya bînin sêrî.

QEWATA BONA BELAKIRINA MIZGÎNÊ

4. Pawlosê şandî rastî çi cûre tengasiya dihat?

4 Pawlosê şandî rastî gelek tengasiya dihat. Îlahî gava ew dihat lêdanê, wî didane ber kevira û davîtin kelê, ew hingê hewcê qewatê bû (2 Korintî 11:23-25). Pawlos dianî ser xwe û venedişart ku carna ew himberî fikrên xweye nêgatîf şer dike (Romayî 7:18, 19, 24). Usa jî, di bedena wîda “stiriyek” hebû, û ewî gelek cara reca kir ku Xwedê wî ji vê êşê xilaz ke (2 Korintî 12:7, 8, ÎM).

Çi alî Pawlosê şandî dikir ku xizmeta xwe bîne sêrî? (Abzasa 5-6 binihêre) *

5. Pawlosê şandî wedê tengasiya çi şixulên mezin dikirin?

5 Yehowa qewat dida Pawlosê şandî, wekî ew bikaribe xizmeta xwe wedê tengasiya bîne sêrî. Bîne ber çevê xwe ku Pawlos şixulên çiqas mezin dikirin. Mesele, gava ew li Romê li malê girtî bû, ewî derheqa mizgînê bi dil û can gilî dikir rêberên Cihûyara û dibeke jî serwêrên dewletêra (Karên Şandiya 28:17; Fîlîpî 4:21, 22). Usa jî, ewî derheqa mizgînê gelek nobedarara û hemû kesên ku dihatin teseliya wî, gilî dikir (Karên Şandiya 28:30, 31; Fîlîpî 1:13). Nemên ku Pawlosê şandî li wê demê bi rêberiya Xwedê nivîsî, îro jî gelek kêrhatî ne. Usa jî, mesela Pawlos mêrxasî dida xûşk û birên li Romê, wekî “xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin” (Fîlîpî 1:14). Belê, hine sînorên Pawlos hebûn, lê ewî çi ji destê wî dihat, dikir, û axiriyêda, “çi ku hate serê [wî], ewê hê kar da pêşdaçûyîna Mizgîniyê” (Fîlîpî 1:12).

6. Li gora 2 Korintî 12:9, 10, çi alî Pawlosê şandî dikir ku ew xizmeta xwe bîne sêrî?

6 Pawlosê şandî zanibû ku gerekê ew xizmeta Yehowa, ne bi qewata xwe, lê bi qewata Xwedê bîne sêrî. Ewî qebûl kir ku qewata Xwedê “sistiyada miyaser dibe” (2 Korintî 12:9, 10 bixûne). Bi saya ruhê pîroz, Yehowa qewat dida Pawlos, wekî ew bikaribe xizmeta xwe wedê zêrandinê, girtinê û tengasiyên din bîne sêrî.

Çi alî Tîmotêyo dikir ku xizmeta xwe bîne sêrî? (Abzasa 7 binihêre) *

7. Tîmotêyo xizmeta xwe nava çi cûre tengasiyada dianî sêrî?

7 Hevalê Pawlos Tîmotêyo jî hewcê qewata Xwedê bû ku xizmeta xwe bîne sêrî. Tîmotêyo tevî Pawlos diçû ciyên dûr ku mizgînê bela bike. Usa jî, Pawlos ew tenê dişand ciyên din jî, wekî ew mêrxasiyê bide civata (1 Korintî 4:17). Tîmotêyo dibeke carna difikirî ku ew haqas cêribandî nîne ku bikaribe van tişta bike. Lê Pawlosê şandî wîra usa got: “Nebe ku yek cahiltiya te bêhurmet ke” (1 Tîmotêyo 4:12). Serda, tê kifşê ku bal Tîmotêyo jî “stiriyek” hebû, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku ew gelek cara nexweş diket (1 Tîmotêyo 5:23). Lê Tîmotêyo zanibû ku bi saya ruhê pîroz, Yehowa wê qewatê bide wî, wekî ew bikaribe mizgînê bela bike û alîkariya xûşk û bira bike (2 Tîmotêyo 1:7).

QEWATA SEVA KU EM AMIN BIMÎNIN

8. Yehowa çawa qewatê dide xizmetkarên xwe?

8 Îro jî, Yehowa “zorayiya qewatê” dide xizmetkarên xwe, wekî ewana bikaribin wîra bi aminî xizmet bikin (2 Korintî 4:7). Niha emê bivînin ku Yehowa çawa bi saya dua, Kitêba Pîroz, hevaltiya xûşk-bira û xizmetê qewatê dide me, wekî em wîra amin bimînin.

Yehowa bi saya dua qewatê dide me (Abzasa 9 binihêre)

9. Dua çawa dikare alî me bike?

9 Dua qewatê dide me. Li Efesî 6:18, Pawlosê şandî gotibû ku bira em “her gav” dua bikin, wekî Xwedê qewatê bide me. Wexta ku birakî bi navê Conî, yê ku li Bolîvyayê dijî, rastî tengasiya hat, ewî bi saya dua destê Yehowa dît. Him jina wî him jî dê û bavê wî eynî wextda giran nexweş ketin. Conîra gelek çetin bû ku bona hewcên her sêka xem bike. Paşê, diya wî mir, û gelek wext derbaz bû heta ku jin û bavê wî qenc bûn. Conî usa dibêje: “Gava ez gelek dilteng dibûm, min Yehowara besa derdên xwe dikir, û ew yek gelek alî min dikir”. Yehowa qewat dida Conî, wekî ew bikaribe sebir bike. Rûspîkî bi navê Ronald, yê ku li Bolîvyayê dijî, bihîst ku diya wî bi kanserê nexweş ket, û mehek şûnda, ew mir. Gelo çi alî birê me dikir ku ew ber derdekî usa giran sebir bike? Ew usa dibêje: “Gava ez Yehowara dua dikim, ez dilê xwe wîra vedikim. Ez bawer im ku ew ji her kesî baştir min fem dike, û hela hê ji min baştir jî zane ku çi dilê minda ne”. Carna, em dibeke nizanin ku duayên xweda çi bêjin. Lê çiqas mera zor be jî xeberên rast bijbêrin, Yehowa dixwaze ku em wîra dua bikin (Romayî 8:26, 27).

Yehowa bi saya Kitêba Pîroz qewatê dide me (Abzasa 10 binihêre)

10. Li gora Îbranî 4:12, çima ferz e ku em Kitêba Pîroz bixûnin û li ser wê kûr bifikirin?

10 Kitêba Pîroz qewatê dide me. Çawa ku Pawlosê şandî ji Nivîsarên Pîroz qewat û dilbînî distand, wê baş be ku em jî xwe bispêrin Kitêba Pîroz (Romayî 15:4). Hergê em Kitêba Pîroz bixûnin û li ser wê kûr bifikirin, Yehowa dikare bi saya ruhê pîroz nîşanî me bike ku em çawa dikarin ji vê xwendinê karê bistînin (Îbranî 4:12 bixûne). Ronald usa dibêje: “Her êvar, ez pareke ji Kitêba Pîroz dixûnim, û ez li ser hunurên Yehowa û li ser dilovaniya wî kûr difikirim. Ev yek qewatê dide min”.

11. Xûşkekê çawa ji Kitêba Pîroz qewat stand?

11 Gava em li ser Xebera Xwedê kûr difikirin, ev yek dikare alî me bike ku em nihêrandina xwe rast kin. Mesele, xûşkeke ku mêrê xwe unda kiribû ji Kitêba Pîroz dilbînîke mezin stand. Rûspîkî wêra gotibû ku wê baş be wekî ew kitêba Îbo bixûne, lema ewê destpêkir vê kitêbê bixûne. Sêrîda, ewê Îbo seva fikrên wî yên şaş sûcdar dikir. Ewê ça bêjî dixwest Îbora usa bigota: “Îbo, ca haqas nekeve heyra problêmên xwe!” Lê paşê, ewê têderxist ku fikrên wê mîna fikrên Îbo bûn. Vê yekê alî wê kir ku ew nihêrandina xwe rast bike û qewat da wê ku ew sebir bike.

Yehowa bi saya hevaltiya xûşk-bira qewatê dide me (Abzasa 12 binihêre)

12. Yehowa çawa bi alîkariya xûşk û bira qewatê dide me?

12 Hevaltiya tevî xûşk-bira qewatê dide me. Yehowa bi saya xûşk û bira jî qewatê dide me. Pawlosê şandî gelek qîmet dikir berdiliya ku ji xûşk û bira distand (Romayî 1:11, 12). Mîna Pawlos, xûşka me Meryem jî hevaltiya xûşk û bira gelek dişêkirîne. Ew usa dibêje: “Yehowa bi saya xûşk û birên ku derdên min nizanibûn jî alî min kiriye. Gotinên wan yên xweş û smsên ku wana minra dişandin qewat dida min. Xêncî vê yekê, ez dilê xwe xûşkên ku mîna min rastî tengasiya hatine vedikim û ji mesela wan karê distînim. Usa jî, rûspiyên civatê her tim qedrê min digirin û hizkirina xwe minra didin kifşê”.

13. Ser civîna, em çawa dikarin qewatê bidin hevdu?

13 Ser civîna, em dikarin hevdu bişidînin û geş kin. Gava em li civîna tevî xûşk û bira xeber didin, wê baş be ku em pê giliyên xwe nîşan bikin ku em wana qîmet dikin û wana hiz dikin. Mesele, rûspîkî bi navê Pîtêr xûşkekêra, ya ku mêrê wê ne Şedê Yehowa ye, usa got: “Gava em we divînin, dilê me gelek şa dibe. Tu û şeş zarên te, hûn her gav tên civîna û hazir in ku caba bidin”. Çevên xûşka me bi hêsira tijî bû, û ewê ji razîbûnê usa wîra got: “Tu nizanî ku gotinên te dilê min çiqas rihet kir û çiqas wextda bûn!”

Yehowa bi saya xizmetê qewatê dide me (Abzasa 14 binihêre)

14. Xizmet çawa dikare li ser me hukum bike?

14 Xizmet qewatê dide me. Gava em kesên dinra derheqa rastiyên ji Kitêba Pîroz gilî dikin, ewana guh didine me yan na, yeke şabûna me unda nabe (Metelok 11:25). Xûşkeke bi navê Stêysî ji xizmetê gelek qewat distand. Gava merivekî wê ji civatê hate derxistin, ew gelek xemgîn bû, û ewê her tim ji xwe dipirsî: “Gelo dibeke min gerekê hê zêde alî wî bikira?” Ev fikir ji serê wê dernediket. Lê xizmetî alî wê dikir ku ew wan fikra ji hişê xwe derxe. Çiqas zêde ew diçû xizmetê, haqas ewê dîna xwe dida merivên ku hewcê alîkariya wê bûn. Ew dibêje: “Wê demê, Yehowa xwendekarek da min, ya ku ji aliyê ruhanîva zû pêşda diçû. Ew yek hêlan da min û ez gelek qewî kirim. Min herî zêde ji xizmetê qewat distand”.

15. Tu ji gotinên Meryemê çi hîn dibî?

15 Hine kes dibeke difikirin ku halê wan îznê nade ku diha zêde xizmet bikin. Heger tu jî usa difikirî, bîr neke ku heger tu çi ji destê te tê bikî, Yehowa wê ji te razî be. Serhatiya Meryemê dîsa bîne ber çevê xwe. Gava ew çû xerîbiyê, ewê zimanê wê derê rind nizanibû û xwe bêkêr texmîn dikir. Ew dibêje: “Sêrîda, min tenê dikaribû cabên kin bidana, rêzek bixwenda yan li xizmetê belavokek pêşkêş bela kira”. Lema, ew difikirî ku xizmeta wê badîhewa ye, çimkî ew zimanê vî cîyî rind nizane. Lê paşê, ewê nihêrandina xwe guhast. Ewê fem kir ku rastiya Kitêba Pîroz haqas hêsa ye ku zimanê wê çiqas şkestî be jî, ew dikare vê rastiyê bigihîne însana, û ev rastî dikare jîyîna wan biguhêze.

16. Kesên ku nikarin ji malê derkevin çawa dikarin qewatê bistînin?

16 Heger em nikarin ji malê derkevin jî, Yehowa zane ku em hazir in ku mizgînê bela kin, û ew qîmet dike vê xwestina me. Lema, Xwedê dikare mecala çêke ku em mizgînê bidin kesên ku tên mala me. Seva ku dilteng nebin, gerekê em halê xweyî îro beramberî halê xweyî berê nekin. Lê heger em fem bikin ku Yehowa niha çawa alî me dike, emê qewatê bistînin ku li himberî tengasiya bi şabûnê sebir bikin.

17. Li gora Waîz 11:6, heger em kara xizmeta xwe zû nevînin jî, gerekê em çira xizmeta xwe nedin sekinandinê?

17 Em nizanin ku ji toximên ku em diçînin, kîjanê wê kok berde û mezin bibe (Waîz 11:6 bixûne). Mesele, xûşkeke bi navê Barbara, ya ku weke 80 salî ye, berdewam dike bi têlê û nema xizmet dike. Carekê, ewê jûrnalek tevî nemekê şand ser adrêsekê. Jûrnalêda, gotarek bi navê “Xwedê Bona Te Çi Kiriye?” hebû (“Birca Qerewiliyê”, 1 Adarê 2014). Ewê nizanibû ku ev neme gihîşt jin û mêrekî ku 27 sal pêşda ji civatê hatibûn derxistin. Wana ev gotar çend cara xwend. Mêr usa texmîn kir tê bêjî Yehowa raste-rast tevî wî xeber dida. Vê yekê ewana hêlan kirin ku dîsa herin civîna, û wede şûnda, ewana dîsa bûne Şedên Yehowa. Bidine ber çevê xwe ku Barbara çiqas dilşa bû ku nema wê kareke haqas mezin anî!

Yehowa bi saya (1) dua, (2) Kitêba Pîroz, (3) hevaltiya xûşk-bira û (4) xizmetê, qewatê dide me (Abzasa 9, 10, 12 û 14 binihêre)

18. Em çawa dikarin ji Xwedê qewatê bistînin?

18 Yehowa bi gelek cûre qewatê dide me. Gava em alîkariya wî qebûl dikin, ya ku ew bi saya dua, Kitêba Pîroz, hevaltiya xûşk û bira û xizmetê dide me, em nîşan dikin ku em bawer in, wekî Yehowa dikare û dixwaze piştgiriya me bike. Bira em xwe her tim bispêrin Bavê xweyî ezmanî, yê ku hazir e wekî qewata xwe bona kara xizmetkarên xwe yên amin bide xebatê (2 Dîrok 16:9).

KILAMA 61 Herin Şedetiyê Bidin!

^ abz. 5 Jîyîn zor e, lê Yehowa alî me dike ku em sebir bikin. Vê gotarêda, emê bivînin ku Yehowa çawa alî Pawlosê şandî û Tîmotêyo dikir, wekî ewana bikaribin nava problêmada wîra xizmet bikin. Emê dîna xwe bidinê ku Yehowa bi kîjan çar tişta alî me dike ku em sebir bikin.

^ abz. 2 Vê gotarêda nav hatine guhastinê.

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Gava Pawlosê şandî Romêda li malê girtî bû, ewî çend civatara neme şandin û mêvanên xwera derheqa mizgînê gilî dikir.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Tîmotêyo teseliya civata dikir û xûşk-bira qewî dikir.