Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dê-Bavno, Hûn Alî Zarên Xwe Dikin wekî Bêne Nixumandinê?

Dê-Bavno, Hûn Alî Zarên Xwe Dikin wekî Bêne Nixumandinê?

Îdî çima derengî dêxî? Rabe were nixumandinê” (KAR. ŞAND. 22:16).

KILAMÊN: 51, 135

1. Dê-bav çida dixwazin bawer bin pêşiya ku zarên wan bêne nixumandinê?

XÛŞKEKE me bi navê Blosom Brant derheqa safîkirina xwe ku bê nixumandinê gilî kir: “Min bi meha, dê-bavê xwera digot wekî ez dixwazim bême nixumandinê, û gelek car wana tevî min derheqa wê yekê xeber didan. Wana dixwest bawer bûna ku ez rind fem dikim wekî ew safîkirin gelek ferz e. Sala 1934-da, 31 Kanûna Pêşin bona min bû rojeke mexsûs, çimkî ez hatime nixumandinê”. Îro jî dê-bavên ku Mesîhî ne, dixwazin alî zarên xwe bikin, wekî ewana safîkirinên bîlanî bikin. Lê hergê bê meniya ferz nixumandinê derengî xin, ew yek wê xirab hukum be ser ruhaniya zara (Aqûb 4:17). Lê yeke dê-bav dixwazin wekî zara wan pêşiya nixumandinê bi rastî hazir be seva borcdariya Mesîhîtî hilde ser xwe.

2. a) Hine berpirsiyarên mihalê dîna xwe dane ser çi? b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Hine berpirsiyarên mihalê dîna xwe dan wekî gelek cahil, yên ku rastiyêda mezin bûne, nixumandî nînin. Gelek ji wan cahila têne ser civata, xizmet dikin, û xwe hesab dikin ça Şedên Yehowa. Lê yeke hene menî ku ewana xwe digirin ku xwe tesmîlî Yehowa bikin û bêne nixumandinê. Lê gelo ew çi menî ne? Cara dê-bav xwexa wana derengî dixin. Vê gotarêda emê çar meniya şêwir kin, kîjan ku rê dê-bava digirin wekî alî zarên xwe bikin bêne nixumandinê.

GELO ZARA MIN ÊPÊCE MEZIN E?

3. Dê-bavê Blosom derheqa çi berxwe diketin?

3 Dê-bavê Blosom besa kîjana me abzasa pêşinda kir, berxwe diketin çimkî difikirîn, ku dibeke qîza wan hê rind fem nake, wekî nixumandin gaveke gelek ferz e. Lê gelo ça dê-bav dikarin bizanibin wekî zar hazir e xwe tesmîlî Xwedê ke?

4. Çawa temiya Îsa ku Metta 28:19, 20-da nivîsar e, alî dê-bava dike wekî zarên xwe hîn kin?

4 Bixûne Metta 28:19, 20. Çawa me gotara dinda dît, Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî meriv gerekê çend salî be seva bê nixumandinê. Lê wê baş be wekî dê-bav kûr bifikirin ku çi tê hesabê bibine şagirt. Xebera Yûnanî ku tê welgerandinê “bikin şagirt” kîjan ku Metta 28:19-da tê gotinê, fikireke usa dide kifşê ça kesekî hîn kin bi vê nêtê seva ew bibe şagirt. Şagirt ew e, yê ku hîn dibe û fem dike hînkirinên Îsa, û safî dike wan tişta bîne sêrî. Dêmek, nêta hemû dê-bava gerekê ew be ku zarên xwe ji zarotiyê hîn kin bi vê nêtê ku bibine şagirtên Îsa. Rast e zara virnî nikare bê nixumandinê, lê Kitêba Pîroz dide kifşê wekî hela hê zara biçûk jî dikare rastiyên Kitêba Pîroz fem ke û hiz ke.

5, 6. a) Serhatiya Tîmotêyo derheqa nixumandinê çi me hîn dike? b) Dê-bavê serwaxt ça dikarin alîkariyê bidine zarên xwe?

5 Tîmotêyo hela hê cahiltiyêda rastî qebûl kir û safî kir ku Xwedêra xizmet ke. Pawlosê şandî got, ku Tîmotêyo rastiya Xebera Xwedê biçûktayêda pêhesiyaye. Rast e bavê Tîmotêyo nebawer bû, lê diya wî û pîrika wî alî wî kirin, wekî ew Xebera Xwedê hiz ke. Usa baweriya wî qewî bû (2 Tîmt. 1:5; 3:14, 15). Çaxê ew bû weke 20 salî, ewî îda civatêda cabdariyên mexsûs distand (Kar. Şand. 16:1-3).

6 Her zarek cûrekî ye, dêmek hemûşk ne mîna hev digihîjin. Hine zar zû rastiyê fem dikin, safîkirinên aqilayî dikin û dixwazin bêne nixumandinê. Hinek jî heta ku hinekî mezin nebin hazir nînin bêne nixumandinê. Lema jî dê-bavên serwaxt tu car zorê zarên xwe nakin, ku bêne nixumandinê. Lê ewana aliyê ruhanîda alîkariyê didine zarên xwe, wekî zar xwexa pêşda herin. Dê-bav gelek şa dibin çaxê zarên wan hildidine hesab giliyê ji Metelok 27:11. (Bixûne.) Yeke, dê-bav gerekê bîr nekin ku nêta wan ew e, wekî alî zarên xwe bikin, ku ewana bibine şagirt. Lema jî dê-bav gerekê pirseke usa bidine xwe: “Gelo zanebûna zara min haqas heye, wekî ew xwe tesmîlî Xwedê ke û bê nixumandinê?”.

GELO ZANEBÛNA ZARA MIN ÊPÊCE HEYE?

7. Gelo eseyî ye merivê ku dixwaze bê nixumandinê, Kitêba Pîroz bi temamî bizanibe? Şirovekin.

7 Çaxê dê-bav zarên xwe rastiyê hîn dikin, ewana dixwazin zarên wan derheqa rastiyê rind bizanibin. Çira? Çimkî ew zanebûn wê alî zara bike wekî xwe tesmîlî Xwedê kin. Lê seva ku meriv xwe tesmîlî Xwedê ke û bê nixumandinê, eseyî nîne ew her tiştî hûr bi hûr bizanibe. Yeke paşî nixumandinê jî hemû şagirt gerekê zanebûna xwe zêde kin. (Bixûne Kolosî 1:9, 10.) Lê gelo çiqas zanebûna meriv gerekê hebe seva bê nixumandinê?

8, 9. Em çi dersê dikarin hîn bin ji serhatiya derheqa Pawlos û serwêrê kelê?

8 Serhatiya malbeteke qirna yekê, dikare îro alî dê-bava bike (Kar. Şand. 16:25-33). Pawlos wedê rêwîtiya xweye duda, nêzîkî sala 50 D.M., teseliya Fîlîpyayê kir. Çaxê ew wêderê bû, tevî Sîlas hate girtinê û kete kelê. Şev, nişkêva erd qayîm hejiya û hemû derên kelê vebûn. Serwêrê kelê tirsiya ku girtî wê birevin û dixwest xwe bikuşta, lê Pawlos wî da sekinandinê. Paşê Pawlos tevî Sîlas derheqa Îsa şedetî da wî û malbeta wî. Ewê malbetê rastiya ku pêhesiyan qebûl kirin û qîmet kirin. Bi wê yekê ewana hêlan bûn û pêra-pêra hatine nixumandinê. Gelo em ji vê serhatiyê çi hîn dibin?

9 Ew serwêrê kelê diqewime berê eskerê Romê bû. Ewî Xebera Xwedê nizanibû. Lema jî seva ku ew bibûya Mesîhî, ewî gerekê rastiyên sereke bizanibûya, fem kira ku çi tê hesabê bibe xizmetkarê Xwedê û bixwasta hînkirinên Îsa pêk bîne. Wedekî kinda, ew rastiyên sereke pêhesiya û hiz kir, lema jî ewî xwest bê nixumandinê. Bêşik dikarin bêjin, wekî paşî nixumandinê jî ewî berdewam kir zanebûna xwe zêde ke. Dê-bavno, lê hûn çi gerekê bikin çaxê zara we dibêje ku ew dixwaze bê nixumandinê, çimkî Yehowa hiz dike û dixwaze gura wî bike? Hûn dikarin jêra bêjin, wekî nêzîkî rûspiyên civatê be, seva ewana binihêrin hela ew hazir e bê nixumandinê yan na. * Çawa hemû Mesîhiyên nixumandî, ew jî wê berdewam ke temamiya emirê xweda, diqewime heta-hetayê jî, derheqa Yehowa hê zêde pêbihese (Rom. 11:33, 34).

GELO BONA ZARA MIN XWENDINA LAPE BAŞ ÇI YE?

10, 11. a) Hine dê-bav derheqa çi difikirin? b) Dê-bav pêşiyê derheqa çi gerekê bifikirin?

10 Hine dê-bav difikirin wekî hê baş e zara wan pêşiyê xwendina bilind bistîne û xebateke baş xwera bivîne, paşê bê nixumandinê. Rast e bi vê yekê dê-bav zara xwera xirabiyê naxwazin, lê hergê zar pêşiyê ewan nêta dayne pêşiya xwe, gelo bi rastiyê wê pêşdaçûyî û bextewar be? Wê baş be dê-bav pirsên usa bidine xwe: Gelo ew yek li gora Xebera Xwedê ye? Gelo Yehowa ça dixwaze em emirê xwe derbaz kin? (Bixûne Waîz 12:1.)

11 Gelek ferz e bîr nekin wekî ev dinya û tiştên vê dinyayê, miqabilî qirar û nihêrandina Yehowa ne (Aqûb 4:7, 8; 1 Yûhn. 2:15-17; 5:19). Çaxê heleqetiya zarê tevî Yehowa nêzîk e, ew yek dikare wî ji Şeytan û dinya wî, û usa jî ji nihêrandina vê dinya xirab xwey ke. Hergê dê-bav xwendina bilind û xebatê datînin ser ciyê pêşin, zar dikare bifikire wekî ew tişt ji heleqetiya tevî Yehowa ferztir in. Ew yek gelek xof e. Dê-bavên ku zarên xwe hiz dikin, wê tu car nexwazin wekî zarên wan vê dinyayêda pêşdaçûyî bin. Bi rastiyê bextewarî û pêşdaçûyîna rast tenê hingê ye, çaxê Yehowa ye ser ciyê pêşin emirê meda. (Bixûne Zebûr 1:2, 3.)

HERGÊ ZAR GUNE BIKE

12. Çira hine dê-bav dixwazin zara wan nixumandinê paş xe?

12 Xûşkeke me gilî kir ku çira ewê nedixwest qîza wê bê nixumandinê. Ewê got: “Ez şerm dikim bêjim, lê meniya sereke ew bû ku ez ditirsiyam ew gune bike û ji civatê bê derxistinê”. Hine dê-bav mîna vê xûşkê difikirin, wekî hê baş e nixumandina zara wan paş keve heta ew mezin be, wekî bêfemtiya neke (Destp. 8:21; Metlk. 22:15). Ewana dibeke usa difikirin: “Heta ku zara min nenixumandî ye, ew wê ji civatê neyê derxistnê”. Lê gelo çira nihêrandina usa nerast e? (Aqûb 1:22).

13. Hergê kesek nixumandina xwe paş dixe, gelo ev tê hesabê wekî ew ber Yehowa cabdar nîne? Şirovekin.

13 Femdarî ye wekî dê-bavên ku Mesîhî ne, naxwazin zara wan bê nixumandinê heta ew êpêce gihîştî nîbe seva xwe tesmîlî Xwedê ke. Lê ne rast e bifikirin ku zara nenixumandî bona kirên xwe ber Yehowa cabdar nîne. Çira? Çimkî ew yek nixumandinêva girêdayî nîne. Çaxê zar zane ku ber çevê Yehowa çi rast e û çi xirab e, ew îda ber Xwedê cabdar e. (Bixûne Aqûb 4:17.) Lema jî dewsa rê zara bigirin ku bêne nixumandinê, dê-bavên serwaxt wê her tiştî bikin seva mesela baş bin bona zarên xwe. Ewana zara xwe hê ji zarotiyêda hîn dikin ku Yehowa hiz bikin û prînsîpên wî bînin sêrî (Lûqa 6:40). Hizkirina zara hindava Yehowa wê wana xwey ke, wekî gune nekin û xwe li riya Yehowa bigirin (Îşa. 35:8).

ALÎKARIYA MERIVÊN DIN

14. Rûspî ça dikarin alîkariyê bidine dê-bava, yên ku dixwazin zarên wan bêne nixumandinê?

14 Rûspî dikarin alîkariyê bidine wan dê-bava, yên ku piştgiriya zarên xwe dikin, wekî nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Xûşkeke me ya ku 70 sala zêdetir ça pêşeng xizmet dikir, derheqa xeberdana xwe tevî Çarzl T. Rassêl gilî kiriye, çaxê ew şeş salî bû. Ewê got: “Ewî 15 deqe tevî min xeber dida derheqa nêtên mine ruhanî”. Ew xeberdan gelek ser wê hukum bû. Belê, giliyên baş û dildayîn dikare gelek wext bîra merivada bimîne (Metlk. 25:11). Civatêda rûspî dikarin dê-bava û zarên wan teglîf kin, wekî Oda Civatêda hevkariyê bikin. Besa xeberê, şixul bidine wan zara yan jî cahila anegorî sal û feresetên wan.

15. Çi cûreyî xûşk-birên civatê dikarin alîkariyê bidine cahila?

15 Xûşk-birên civatêda jî dikarin alîkariyê bidine cahila. Ewana dikarin dîna xwe bidinê ku ça cahil ruhanîda pêşda diçin. Besa xeberê, çaxê zar ser civatê caba xwe rind didin, yan jî civatêda pê dersê derdikevin, yan jî dibeke mektebêda şedetiyê didin, yan jî cêribandinêda amin dimînin, xwe negirin û payê wan bidin. Wê kêrhatî be ku em nêtê xwera daynin, wekî pêşiya yan jî paşî civatê tevî cahila xeber din. Wî cûreyî ewana wê texmîn kin wekî para “civata mezin” in, dêmek teşkîleta Xwedê (Zeb. 35:18).

ALÎ ZARA XWE BIKIN WEKÎ BÊ NIXUMANDINÊ

16, 17. a) Çawa nixumandin emirva girêdayî ye? b) Hemû dê-bav ku Mesîhî ne, dixwazin çi şabûnê bistînin? (Binihêre şiklê ewlin.)

16 Zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan” mezin kin, ew qedirekî mezin e bona dê-bava (Efes. 6:4; Zeb. 127:3). Îsraêla berêda, çaxê zar dihatine bûyînê, ewana îda tesmîlkiriyê Yehowa bûn. Lê îro usa nîne. Xêncî vê yekê, hizkirina dê-bava hindava Xwedê û rastiyê, derbazî zara nabe. Ji roja bûyîna zarê, nêta dê-bava gerekê ew be, ku zarên wan axiriyêda bibine şagirt, dêmek, xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê. Lê çi dikare ji vê yekê ferztir be? Tesmîlbûyîn, nixumandin, û xizmetkirin Xwedêra, mecala dide zarê, wekî wedê tengasiya mezin xilaz be (Met. 24:13).

Dê-bav gerekê nêteke usa xwera daynin, wekî alî zarên xwe bikin bibine şagirt (Binihêre abzasa 16, 17)

17 Çaxê Blosom Brant safî kir ku ew dixwaze bê nixumandinê, dê-bavê wêye xwedêxof, dixwestin bawer bûna, wekî ew bi rastiyê hazir e gaveke usa ferz bavêje. Çaxê wana dît ku ew îda hazir e bona vê gavê, wana piştgiriya safîkirina wê kirin. Êvarê pêşiya roja nixumandinê, bavê wê tiştekî usa kir ku gelek wext bîra wêda ma. Blosom gilî kir: “Ewî got wekî em ser çoka rûnên, û destpêkir dua ke. Ewî duada Yehowara got, wekî ew gelek bextewar e ku qîza wîye biçûk safî kir emirê xwe tesmîlî Wî ke”. Paşî vê yekê 60 salî zêdetir derbaz bû û Blosom giliyên usa got: “Ez dixwazim bêjim, wekî çiqas sal jî derbaz bin, ezê tu car bîr nekim evê êvarê!”. Dê-bavno, bira zarên we jî xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê, û hûn jî wanra şa bin.

^ abz. 9 Dê-bav dikarin tevî zarên xwe şêwir kin kitêba “Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 2, rûp. 304-310. Usa jî “Qulixkirina Meye Padşatiyêda” ya meha Nîsanê sala 2011, rûp. 2, binihêrin çargoşe “Qutiya Pirsa”.