Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Guh Bidine Şîreta Hûnê Serwaxt bin”

“Guh Bidine Şîreta Hûnê Serwaxt bin”

“Gelî zara, . . . guh bidine şîreta hûnê serwaxt bin” (METLK. 8:32, 33).

KILAMÊN: 56, 89

1. Çawa em dikarin serwaxtiyê qazanc kin, û ew çida alî me dike?

YEHOWA Kaniya serwaxtiyê ye, û ew vî hunurî bi merdaniyê dide meriva jî. Aqûb 1:5-da em dixûnin: “Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê”. Çaxê em şîretkirina Yehowa qebûl dikin, em serwaxtiyê ji Xwedê distînin. Ew serwaxtî me xwey dike, wekî em ji xirabiyê dûr bin û ruhanîda ziyanê nestînin (Metlk. 2:10-12). Wî cûreyî, emê “xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin . . . ku jiyîna heta-hetayê bide” me (Cihûd. 21).

2. Çawa em dikarin şîretkirina Xwedê bişêkirînin?

2 Em gişk gunekar in, û bi cûre-cûre hatine mezinkirinê, lema cara mera çetin e şîretkirinê qebûl kin û rast binihêrin ser vê yekê çaxê şîreta didine me. Lê çaxê em divînin ku şîretkirina Xwedê ça kêrî me tê, em fem dikin ku ew çiqas me hiz dike. Metelok 3:11, 12-da tê gotinê: “Lawê min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje . . . çimkî Xudan hizkirîyê Xwe şîret dike”. Belê, were em bîr nekin ku Yehowa timê kara me dixwaze. (Bixûne Îbranî 12:5-11.) Xwedê me bi temamî nas dike, lema jî şîretkirina wî timê rast e û wededa ye. Were em vê gotarêda şêwir kin derheqa çar tiştên şîretkirinêva girêdayî: 1) xwerastkirin, 2) şîretkirina dê-bava, 3) şîretkirina ku em ji civatê distînin, û 4) ev, çi ku ji êşa şîretkirinê xirabtir e.

XWERASTKIRIN SERWAXTIYÊ DIDE KIFŞÊ

3. Çawa zar dikare hîn be xwexa xwe rast ke? Meselê bînin.

3 Xwerastkirin ev tê hesabê ku em rabûn-rûniştina xwe û fikirên xwe kontrol dikin. Em gerekê xwe hînî vê yekê bikin, wekî xwe rast kin. Were meselekê şêwir kin: Çaxê zar cara pêşin hîn dibe ku bîsîklêtê bajo, pêşiyê dê yan jî bav alî zarê dike, bîsîklêtê digire seva nekeve. Lê paşê çaxê zar îda dikare xwe ser bîsîklêtê bigire, dê yan jî bav lezekê wî berdidin, lê paşê çaxê ewana divînin ku zar rind dajo, îda wî bi temamî berdidin. Mîna vê yekê, çaxê dê-bav timê bi sebir zarên xweyî biçûk “bi şîret û hînkirina Xudan” mezin dikin, bi vê yekê alî zarên xwe dikin, ku hîn bin xwe rast kin û serwaxt bin (Efes. 6:4).

4, 5. a) Çira xwerastkirin pareke ferz e ya “merivê nû”? b) Çira em gerekê berxwe nekevin hergê em şaşiya dikin?

4 Ev prînsîp usa jî bona wan e, yên ku îda mezin in çaxê têne ser riya rast. Rast e feresetê wan ku xwe rast kin heye, lê ewana ruhanîda hê gihîştî nînin. Lê çaxê ewana hîn dibin “merivê nû li ser xwe wergirin” û çev didine Îsa, îda ruhanîda gihîştî dibin (Efes. 4:23, 24). Belê, xwerastkirin û hînkirin gelek ferz e. Wî cûreyî em hîn dibin “nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin û aqilda giran, bi rastiyê û xwedênasiyê bijîn li vê dinê” (Tîto 2:12).

5 Em gişk jî gunekar in (Waîz 7:20). Lema çaxê em şaşiya dikin, ev nayê hesabê ku em qe nikarin xwe bigirin û rast bin. Metelok 24:16-da tê gotinê: “Heger yê rast heft cara bikeve, wê dîsa rabe”. Lê gelo çi wê alî me bike ku pêşda herin? Tenê ruhê Xwedêyî pîroz, ne ku qewata me. (Bixûne Fîlîpî 4:13.) Xwegirtin ku dikeve nav berê ruhê pîroz, girêdayî ye tevî xwerastkirinê.

6. Çawa em dikarin xwe hînî lêkolînkirina Xebera Xwedê bikin? (Binihêre şiklê ewlin.)

6 Seva ku em hîn bin xwe rast kin, lazim e dua kin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, û bifikirin ser xwendinê. Lê dibeke wera çetin e Xebera Xwedê lêkolîn kin, yan jî hiz nakin lêkolîna bikin. Berxwe nekevin, Yehowa vê yekêda wê alî we bike, hergê hûn rê bidine wî. Ew dikare alî we bike wekî “heyra” Xebera Wîda bin (1 Pet. 2:2). Pêşiyê, Yehowara dua bikin, seva alî we bike hûn xwe hînî lêkolînkirinê bikin. Paşê, li gora duayên xwe gava bavêjin. Dibeke pêşiyê hûn hindikî lêkolîn bikin, lê wede şûnda, lêkolînkirin wê wera diha hêsa û hewas be! Ew wede bona we wê bi rastî xweş be, çimkî hûn derheqa fikirên Yehowaye qîmet pêbihesin (1 Tîmt. 4:15).

7. Xwerastkirin ça alî me dike wekî bigihîjine nêtên xweye ruhanî?

7 Xwerastkirin alî me dike, wekî bigihîjine nêtên xweye ruhanî. Dîna xwe bidine mesela birakî me, ku zewicî ye. Ewî gilî kir ku wedekî ewî xîreta xwe unda kiribû, û xwera nêt danî wekî bibe pêşeng. Ewî derheqa xizmetiya pêşengtî edebyetên meda gotar dixwendin. Hin jî ewî Xwedêra dua dikir, û ewan hemû tişta, wî ruhanîda hişyar kirin û şidandin. Usa jî çaxê ewî dikaribû, ça pêşengê komekdar xizmet dikir. Axiriya vê yekê çi bû? Tu tiştî rê wî negirt, ku nêta xwe bîne sêrî. Ew gihîşte nêta xwe û bû pêşeng.

ZARÊN XWE BI ŞÎRETKIRINA YEHOWA MEZIN KIN

Zar ji bûyîna xwe nizanin ku rastî û xirabî çi ye; lazim e wana hîn kin (Binihêre abzasa 8)

8-10. Çi dikare alî dê-bava bike, wekî zarên xwe usa mezin kin ku Yehowara xizmet kin? Meselê bînin.

8 Yehowa qedirekî mezin daye dê-bava ku “bi şîret û hînkirina Xudan” zarên xwe mezin kin (Efes. 6:4). Lê ew yek vê dinya xirabda hêsa nîne (2 Tîmt. 3:1-5). Zar ji bûyîna xwe rastî û xirabiyê ji hev dernaxin, û îsafa wan jî hînkirî nîne (Rom. 2:14, 15). Zandarekî Kitêba Pîroz şirovekir wekî xebera Yûnanî ku tê welgerandinê “şîretkirin”, dikare usa jî bê hesabê “mezinkirina zara”.

9 Zarên ku bi hizkirinê têne şîretkirinê, xwe xweykirî texmîn dikin. Ewana pêdihesin ku azayêda sînor hene, û ku her safîkirin û rabûn-rûniştin, yan axiriya baş yan jî axiriya xirab tîne. Lema jî gelek ferz e, ku dê-bav mezinkirina zarada rêberiya Yehowa bigerin. Eyd-qeydên mezinkirina zarada cûre-cûre welatada cûre-cûre ye. Lê dê-bavên ku guh didine Xwedê, gelek berxwe nakevin ku çawa zarên xwe mezin kin û vê pirsêda çev nadine bîlaniya vê dinyayê.

10 Ji mesela Nuh em dikarin xwera dersê hîn bin. Çaxê Yehowa gote wî wekî gemiyê ava ke, Nuh nizanibû ça ava ke, çimkî tu car gemî ava nekiribû. Lê ewî bi temamî îtbariya xwe Yehowa anî, û “usa jî kir” çawa Yehowa jêra got (Destp. 6:22). Axirî çi bû? Ewî gemî rind ava kir çawa Yehowa jêra got, û ew neferên xweva xilaz bûn. Nuh usa jî bavekî baş bû, çimkî ewî îtbariya xwe serwaxtiya Xwedê dianî. Pêşiya sêlavê wedekî gelek xirab bû, lê ewî zarên xwe rind mezin kir û mesela baş bû bona wan (Destp. 6:5).

11. Çira ferz e dê-bav zarên xwe hîn kin?

11 Dê-bavno, lê hûn ça dikarin “usa jî” bikin ça Xwedê dixwaze? Guh bidine Yehowa. Bihêlin wekî ew mezinkirina zarada alî we bike bi saya Xebera xwe û rêberiyê, ku em ji teşkîleta wî distînin. Wede derbaz be, zarên we wê cefên we bişêkirînin. Birakî nivîsî: “Ez ji dê-bavê xwe gelek razî me ku wana ez çi cûreyî mezin kirime. Wana aliyê xweda her tişt kir seva rastiyê bigihînine dilê min. Pêşdaçûyîna min aliyê ruhanîda heçî zef bi saya wan e”. Lê cara dê-bav çi jî dikin, yeke hine zar Yehowa dihêlin. Îsafa wan dê-bava temiz e, yên ku aliyê xweda her tişt kirine seva rastiyê bikine dilê zara xwe. Ewana usa jî dikarin bawer bin wekî rojekê zara wan wê vegere bal Yehowa.

12, 13. a) Dê-bav ça nîşan dikin ku gura Xwedê dikin, çaxê zara wan ji civatê derxistî ye? b) Malbetekê çi kar stand ku gura Yehowada man?

12 Dê-bavên ku zara wan ji civatê hatiye derxistinê, heleqetiya wan tevî vê zarê dibe cêribandina wane lape mezin. Dîna xwe bidine mesela xûşkekê, qîza kê jî ji civatê hate derxistinê û ji mal çû. Ew dê gilî dike: “Min edebyetên meda menî digeriya, seva ku bikaribim tevî qîza xwe û nebiya xwe wede derbaz kim. Lê malxê min minra bi nermî got, wekî ez fem kim ku qîza me niha destê Xwedêda ye û em gerekê nekevine nav wî şixulî”.

13 Wede şûnda qîza wê vegeriya civatê. Dê got: “Niha dikarim bêjim qîza min her roj minra têlê dixe yan jî dinivîse! Û ew gelek qedirê min û bavê xwe digire, çimkî zane ku em gura Xwedêda bûn. Em gelek hevra nêzîk in”. Hergê zara we ji civatê derxistî ye, gelo hûnê “bi temamiya dilê xwe” îtbariya xwe Yehowa bînin, yan “hişê xwe”? (Metlk. 3:5, 6). Bîr nekin, Yehowa çaxê kesekî ceza dike, vê yekêda bîlanî û hizkirina wî tê kifşê. Usa jî tu car bîr nekin, wekî ewî Kurê xwe bona hemûya da, dêmek bona zara we jî. Xwedê naxwaze kesek unda be. (Bixûne 2 Petrûs 3:9.) Lema jî îtbariya xwe şîretkirin û rêberiya Yehowa bînin, hingê jî gava wera çetin e. Guh bidine şîretkirina Xwedê, miqabilî wî neçin.

CIVATÊDA

14. Ça em karê distînin ji şîretkirina Yehowa ku ew bi saya “wekîlxercê amin” dide me?

14 Yehowa soz daye ku wê civata Mesîhîtî xwey ke, şîret ke û hîn ke. Evê yekê ew bi gelek tişta dike. Mesele, ewî civat da destê Kurê xwe Îsa. Îsa jî “wekîlxercê amin” kifş kir, seva wededa xwarina ruhanî bide (Lûqa 12:42). Ev xwarina ruhanî bi gelek cûra destdikeve, û bi saya vê yekê em hîn dibin û şîreta distînin. Qe usa bûye ku we civatêda gotar bihîst yan jî jûrnalên me xwendin, û paşî vê yekê we fikir yan jî kirên xwe guhast? Hergê erê, hûn gerekê şa bin, çimkî bi vê yekê hûn dihêlin wekî Yehowa we biguhêze û we şîret ke bona kara we (Metlk. 2:1-5).

15, 16. a) Çi karê em dikarin bistînin ji “pêşkêş bi cûrê meriva”? b) Çawa em dikarin piştgiriya şixulê rûspiya bikin?

15 Civatêda usa jî hene “pêşkêş bi cûrê meriva”, dêmek rûspiyên ku şivantiyê kerê pezên Xwedê dikin (Efes. 4:8, 11-13, DT). Lê em ça dikarin karê bistînin ji wan pêşkêşa? Mesele, em dikarin çev bidine bawerî û mesela rûspiya. Usa jî şîretên wan ku ser hîmê Kitêba Pîroz in, qebûl kin. (Bixûne Îbranî 13:7, 17.) Bîr nekin, wekî rûspî me hiz dikin û dixwazin em ruhanîda mezin bin. Besa xeberê, hergê ewana divînin ku em civata berdidin yan jî xîreta xwe unda dikin, ewana wê eseyî nêzîkî me bin seva alîkariyê bidine me. Ewana wê guh bidine me, bi dilşewatî me bişidînin û bi Kitêba Pîroz şîret kin. Lê hûn evê alîkariya wan hesab dikin ça hizkirina Yehowa hindava xwe?

16 Bîr nekin wekî cara rûspiyara hêsa nîne nêzîkî we bin seva şîretê bidine we. Bînin bîra xwe mesela Natan. Gelo jêra hêsa bû nêzîkî Dawid Padşa bûya, seva gunê wîyî giran bida rûyê wî? (2 Sam. 12:1-14). Pawlosra jî lazim bû mêrxasî, seva Petrûsê ku ji 12 şandiya bû, şîret ke, çimkî ewî hindava birên Cihû durûtî kir (Galt. 2:11-14). Lê hûn çi dikarin bikin seva rûspiyara hêsa be nêzîkî we bin? Milûk, şêkir, û nerm bin. Alîkariya wan hesab kin ça hizkirina Xwedê hindava xwe. Wî cûreyî hûnê ne ku tenê xwexa karê bistînin, lê usa jî rûspî wê şixulê xweda şabûnê unda nekin.

17. Xûşkeke me çi kar stand ji alîkariya rûspiya?

17 Xûşkeke me bona emirê xweyî berê, dudilî dibû ku Yehowa wê hiz dike yan na. Ewê gilî kir: “Çaxê ez difikirîm derheqa emirê xweyî berê û dîsa tiştên din, ez qayîm ketime dêprêsiyê. Min zanibû wekî lazim e ez tevî rûspiya xeber dim. Xeberdanêda wana ez bêhurmet û neheq nekirim, dewsê ber dilê minda hatin û min qewî kirin. Paşî her civatê, firqî tune şixulê wan çiqas bû, yek ji wan ese nêzîkî min dibû dipirsî ez çanim. Belê, ji bo emirê xweyî berê, minra çetin bû bawer kim, wekî ez hêjayî hizkirina Xwedê me. Lê Yehowa bi saya civatê û rûspiya timê minra îzbat dike, wekî min hiz dike. Ez lavayî wî dikim wekî ew nehêle ez ji wî dûr kevim”.

JI ÊŞA ŞÎRETKIRINÊ XIRABTIR ÇI YE?

18, 19. Çi ji êşa şîretkirinê xirabtir e?

18 Rast e çaxê me şîret yan jî ceza dikin, dilê me dêşe, lê ji vê êşê xirabtir ew e çaxê em şîreta qebûl nakin û ziyanê distînin (Îbrn. 12:11). Dîna xwe bidine mesela du meriva, Qayîn û Tsedekiya. Çaxê Qayîn destpêkir birê xwe Habîl nefret ke, Xwedê Qayîn şîret kir û gotê: “Tu çima hêrs ketîyî? Û te çima serê xwe berjêr kirîye? Heger tu rastîyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî? Lê wekî tu rastîyê nekî va ye gune li ber dêrî ketîye û xwexa jî heyra teda ye, lê bike ku tu hukumî li ser bikî” (Destp. 4:6, 7). Lê Qayîn giliyên Xwedê pişt guhê xweva avît, û kete bin hukumê gune. Qayîn xwexa êşeke mezin û kul-derd xwera anî (Destp. 4:11, 12). Hergê ewî guh bida şîreta Yehowa, wê ew êş nedîta çi ku hê çetin bû, ne ku êşa şîretkirinê.

19 Tsedekiya ku padşê xirab û sist bû, wî wedeyî dijît çaxê halê Orşelîmê xirab bû. Yêremya pêxember çend cara Tsedekiya şîret kir, wekî kirên xirab bihêle, lê ewî şîretên wî ber tiştekî hesab nedikir. Bona vê yekê ewî jî axiriya xirab stand (Yêrem. 52:8-11). Yehowa tu car naxwaze em kul-derda bikişînin. (Bixûne Îşaya 48:17, 18.)

20. Çi axirî hîviya wan e yên ku şîretkirina Xwedê qebûl dikin, û çi hîviya wan e, yên ku qebûl nakin?

20 Dinyayêda, şîretkirin û xwerastkirinê gelek car hesab dikin ça tiştekî sivik û ken. Lê zûtirekê ewên ku şîretkirina Xwedê qebûl nakin, wê axiriya xirab bistînin (Metlk. 1:24-31). Were em timê “guh bidine şîreta” û “serwaxt bin”. Metelok 4:13-da Xwedê mera dibêje: “Şîretên min qewîn bigire û destê xwe ji wê neke, tu wê xwey ke, çimkî ew e emirê te”.