Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Mêvanhizî Qîmet e û Gelek Lazim e!

Mêvanhizî Qîmet e û Gelek Lazim e!

“Hindava hevda mêvanhiz bin, bîna xwe teng nekin” (1 PET. 4:9).

KILAMÊN: 100, 87

1. Mesîhiyên qirna yekê rastî çi hatin?

PETRÛSÊ şandî orta sala 62 heta 64 D.M., neme nivîsî Mesîhiyara yên ku “li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî” bûn (1 Pet. 1:1). Ew xûşk-bira ku ji cûre-cûre ciya bûn, ketine “alava tengasiyê”, dêmek rastî peyketina hatin û hin jî navê xirab pey wan xistin. Ewana wedekî gelek çetinda dijîtin. Petrûs wanra nivîsî ku “axiriya her tiştî nêzîk bûye”. Belê, hingê 10 sala kêmtir mabû ku Orşelîm wêran bûya. Gelo çi dikaribû alî wan hemû Mesîhiya bikira, wedê wî zemanê giran? (1 Pet. 4:4, 7, 12).

2, 3. Çira Petrûs Mesîhî şîret kirin, wekî mêvanhiz bin? (Binihêre şiklê ewlin.)

2 Petrûs şîret da wan xûşk-bira: “Hindava hevda mêvanhiz bin” (1 Pet. 4:9). Xebera “mêvanhiz” ser zimanê Yûnanî raste-rast tê hesabê “hizkirin, yan jî qencî hindava xerîba”. Lê dîna xwe bidinê, Petrûs vê rêzêda derheqa xûşk-bira digot ku “hindava hevda” mêvanhiz bin, dêmek tevî wan kîjana ewana îda nas dikin û hevaltiyê dikin. Lê mêvanhiziyê wê çida alî wan Mesîhiya bikira?

3 Ewana wê hê nêzîkî hev bûna. Hela bifikirin, çaxê kesekî hûn teglîfî mala xwe kirin, hûn gelek şa bûn, usa nîne? Dibeke ew roj hê bîra weda ye. Yan jî çaxê we ji civatê kesek teglîfî mala xwe kir, hûn hê nêzîkî hev bûn, rast e? Çaxê em mêvanhiziyê didine kifşê, em xûşk-bira hê rind nas dikin. Mesîhiyên ku wedê Petrûs dijîtin, gerekê hê zêde tifaq bûna, çimkî hingê hal xirab dibû. Îro jî em gerekê usa bikin, çimkî em dijîn “rojêd axiriyêda” (2 Tîmt. 3:1).

4. Vê gotarêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

4 Lê ça em dikarin “hindava hevda” mêvanhiz bin? Çi bikin seva tiştek rê me negire mêvanhiz bin? Ça em xwexa dikarin bibine mêvanên baş?

MECALÊN MÊVANHIZIYÊ

5. Civatêda em ça dikarin mêvanhiz bin?

5 Civatêda: Yehowa û teşkîleta wî me teglîfî civatê dikin. Û em hemû mêvana qebûl dikin yên ku têne civatê (Rom. 15:7). Çaxê yên teze têne ser civatê, em gerekê wana bi dil û can qebûl kin, çimkî ewana jî mêvanên Xwedê ne. Besa xeberê, çaxê mêvan tê civatê, firqî tune ew ça xwekirî ye yan jî xemilandî ye, em gerekê nêzîkî wî bin û bi dil û eşq wî silav kin (Aqûb 2:1-4). Hergê ew mêvan tenê hatiye, hûn dikarin wî teglîf kin kêleka we rûnê. Ew wê şa be hergê hûn alî wî bikin, wekî ew bernama civatê fem ke, yan jî rêza bivîne kîjan ser civatê têne xwendinê. Ew mecaleke gelek baş e, wekî em “pey mêvanhiziyê bin” (Rom. 12:13).

6. Berê ewlin em gerekê hindava kê mêvanhiz bin?

6 Ser nanxwarinê: Wedê berê, meriva mêvanhizî nîşan dikirin, mesele mêvana teglîfî mala xwe dikirin ser nanxwarinê (Destp. 18:1-8; Hakim. 13:15; Lûqa 24:28-30). Bi vê yekê wana nîşan dikir, wekî dixwazin hevaltî û edilayî hebe orta wanda. Lê em berê ewlin gerekê hindava kê mêvanhiz bin? Hindava xûşk-birên civata xwe. Zemanên giran hîviya me ne, û emê hevra gelek lazim bin. Belê, lazim e orta me hemû xûşk-birada hevaltiya amin û edilayî hebe. Koma Rêberiyê sala 2011 safî kir, wekî Beytela Amerîkayêda wedê Hînbûna “Birca Qerewiliyê” biguhêzin, dewsa siheta 18:45, destpêbe siheta 18:15. Çira wana usa safî kir? Çaxê ew yek elam kirin, usa jî şirovekirin wekî wede hate guhastinê, seva dereng nîbe bona xizmetkarên Beytelê mêvanhiziyê bidine kifşê hindava hevda. Fîlîalên din jî usa kirin. Ewê safîkirinê bi rastî xûşk-birên Beytelêda gelek nêzîkî hev kirin.

7, 8. Çawa em dikarin mêvanhiziyê nîşan kin hindava gotarvanên teglîfkirî?

7 Çaxê gotarvanên teglîfkirî têne civata me, yan berpirsiyarên mihalê, yan jî çaxê wekîlên fîlîalê teseliya civata me dikin, ew yek mecalê didin me seva em mêvanhiziyê nîşan kin hindava wan. (Bixûne 3 Yûhenna 5-8.) Besa xeberê, em dikarin wana teglîfî mala xwe kin ser şîrinayî yan jî ser nanxwarinê.

8 Xûşkeke me ji Amerîkayê tîne bîra xwe: “Bi sala ez tevî malxê xwe, gotarvana û jinên wan teglîfî mala xwe dikin. Her car em wedekî xweş derbaz dikin, û ya lape ferz ew e ku em aliyê ruhanîda gelek karê distînin. Em tu car poşman nabin ku em usa dikin”.

9, 10. a) Hindava kê dibeke lazim bê ku mêvanhiziyê bidine kifşê? b) Ewên ku mala wan biçûk û nedewletî ye, ça dikarin vê yekêda alîkariyê bidin? Meselê bînin.

9 Mêvanên ku ser gelek wext dimînin: Wedê berê mêvanhizî usa jî ew bû ku cî didane mêvana seva bimînin (Îb. 31:32; Filimn. 22). Îro jî mecala me heye ku wî cûreyî mêvanhiziyê nîşan kin. Besa xeberê, çaxê berpirsiyarên mihalê teseliya civata dikin, gelek car wanra lazim e cîkî bimînin. Usa jî bona wan xûşk-birên ku teşkîleta meda cûre-cûre mektebada hîn dibin, yan jî ewên ku bi rezedilî avakirinada dixebitin, cara wanra jî lazim e cî seva bimînin. Usa jî çaxê teşqelên tebiyetê diqewimin û xûşk-bira bê mal dimînin, heta ewana mala xwe çêkin, lazim e wedelû cîkî bimînin. Em gerekê nefikirin ku tenê mala kîjana mezin e û baş e, ewana dikarin mêvana qebûl kin seva bimînin. Ewana dibeke îda gelek car ew yek kirine. Hergê jî mala we biçûk e û nedewletî ye, yeke hûn dikarin mêvanhiziyê nîşan kin, wana mala xweda qebûl kin.

10 Birak ji Korêya Başûrê tîne bîra xwe wî wedeyî, çaxê şagirtên ji mektebên teşkîleta me, mala wîda diman. Ewî nivîsî: “Pêşiyê min hinekî şerm dikir, çimkî ez teze zewicîbûm û mala me biçûk bû. Lê çaxê ewana mala meda diman, me şabûneke mezin distand. Çawa yên teze zewicî, me dît ku mêr û jin ça dikarin bextewar bin çaxê Yehowara xizmet dikin û tevayî nêtên xweye ruhanî tînin sêrî”.

11. Çira lazim e wanra mêvanhiziyê bidine kifşê, yên ku teze derbazî civata we bûne?

11 Xûşk-birên teze civatêda: Dibeke kesek yan jî malbetek derbazî mihala we bûye. Hinek dibeke derbaz bûne, çimkî hewcetî heye. Diqewime civata weda pêşeng hatine kifşkirinê, seva alîkariyê bidine civata we. Dikarin bêjin bona wan hemûya ew yek guhastineke mezin e. Mesele, ewana gerekê hînî vî cîyî û civata teze bin, û diqewime hela hê zimanê teze jî hîn bin û hînî edetên teze bin. Çaxê hûn wana teglîfî mala xwe kin, mesele ser nanxwarinê, bi vê yekê hûnê alî wan bikin, wekî hevalên teze xwera qazanc kin û zû hînî guhastina bin.

12. Kîjan mesele dide kifşê wekî bona mêvanhiziyê gelek tişt nelazim e?

12 Çaxê em gazî mêvana dikin, eseyî nîne em gelek tişt hazir kin. (Bixûne Lûqa 10:41, 42.) Birakî me gilî kir ku çi qewimî çaxê ew jina xweva teze bûne mîsyonêr. Ew dibêje: “Hingê em cahil bûn, me gelek tişt nizanibû û me zef bîra mala xwe dikir. Carekê êvarê jina min gelek berxwe diket, çimkî bîra malê dikir. Min lê dilgerm dikir, yeke ew dîsa berxwe diket. Lê paşê, vê êvarê nêzîkî siheta nîvê heyşta, kesekî derê me xist. Ew jinikek bû ku Kitêba Pîroz hîn dibû. Ew hate mala me tevî me bibe nas, çimkî em mîsyonêrên teze bûn. Ewê tevî xwe sê portoqel anîbû. Me ew teglîfî mala xwe kir û şelbike av da wê, paşê jî me tevayî çay û şokolada germ vexwar. Me zimanê wê Swahîlî nizanibû, û ewê jî zimanê Înglîzî nizanibû. Lê yeke hatina wê me gelek şa kir, û alî me kir ku hevalên teze xwera bivînin wê mihalêda”.

MÊVANHIZIYÊDA XWE PAŞ NEXIN

13. Çi kar e hergê em mêvanhiz in?

13 Qe usa qewimiye ku we xwe paş xistiye gazî mêvana kin? Hergê erê, dibeke we ew mecal berda ku wedê xweş derbaz kin û hevalên baş qazanc kin. Bi rastî çaxê em mêvanhiz in, ew ça derman e miqabilî vê yekê çaxê xwe tenê texmîn dikin. Lê gelo çira hinek xwe digirin ku gazî mêvana kin? Were em çend meniya şêwir kin.

14. Em çi dikarin bikin hergê gelek wede û qewata me tune, seva gazî mêvana kin yan jî xwexa mêvantî herin?

14 Wede û qewat: Xizmetkarên Yehowa betal nînin û gelek cabdariyên wan hene. Lema jî hinek difikirin ku bona mêvanhiziyê wede û qewata wan tune. Hergê hûn usa difikirin, diqewime wera lazim e tiştekî biguhêzin seva wedê we bimîne ku gazî mêvana kin, yan jî xwexa mêvantî herin. Ew yek ferz e, çimkî Kitêba Pîroz mera dibêje, wekî em gerekê mêvanhiz bin (Îbrn. 13:2). Dêmek mêvanhizî ew tiştekî rast e, lema jî seva vê yekê dibeke lazim e tiştên neferz bidine alîkî.

15. Çira hinek xwe digirin, wekî gazî mêvana kin?

15 Fikirên te: Diqewime we gelek dixwest mêvana teglîf kin, lê difikirîn wekî hûn nikarin vê yekê bikin. Mesele, hinek şerm dikin û ditirsin wekî mêvanara wê hewas nîbe. Hinek jî berxwe dikevin, çimkî destê wanda tune û difikirin wekî wê nikaribin haqas tişt bikin çiqas yên din civatêda dikin. Bîr nekin, wekî ferz nîne ku mal gelek bedew û dewletî be, lê ferz ew e ku cîwar û temiz be, usa jî em mêvanhiz bin.

16, 17. Hûn çi dikarin bikin hergê hûn berxwe dikevin çaxê gazî mêvana dikin?

16 Hergê hûn berxwe dikevin seva gazî mêvana kin, hûn tenê nînin. Rûspîk ji Brîtanyayê dibêje: “Meriv çaxê gazî mêvana dike, dibeke hinekî berxwe dikeve. Lê . . . ew berxweketin qe tiştek nîne ber vê karê û şabûnê ku em ji mêvanhiziyê distînin. Hema ser qawe vexwarinekê jî tevî mêvana xeber dim minra gelek şabûnê tîne”. Ew yek baş e çaxê em derheqa mêvanên xwe difikirin, ku ça wana şa kin (Fîlî. 2:4). Geleka xweş tê xeber din derheqa qewimandinên xwe emirda û em dikarin wan qewimandina bibihên, hergê tevayî top bin. Rûspîkî din jî nivîsî: “Çaxê ez hevalên ji civatê teglîfî mala xwe dikim, ew yek alî min dike ku wana hê rind fem kim û nas kim, îlahî pêbihesim ku ewana ça hatine ser riya rast”. Hergê hûn bona mêvanên xwe xem bikin, ewana wê gelek şa bin û wê hewasa wan bê.

17 Xûşkeke meye pêşeng, ya ku şagirtên ji cûre-cûre mekteba mala xweda qebûl dikir, got: “Pêşiyê min şerm dikir, çimkî mala minda gelek tişt tune ne û navmal jî yên xebitandî ne. Lê jina birakî meyî ku mekteb derbaz dikir, dilê min rihet kir. Ewê gote min, wekî çaxê ew mêrê xweva şixulê berpirsiyartîda xizmet dikin, bona wan heftiya lape baş ew e çaxê mala merivê ruhanîda dimînin. Ew meriv dibeke dewletî nîne, lê hiş-aqilê wî ser xizmetiya Yehowa ye û ew pê emirê sivik dijî. Ew giliyên wê anîne bîra min giliyên diya min çaxê ez biçûk bûm. Ewê timê digot: ‘Qenc e xwarina pincarê bi hizkirinê’” (Metlk. 15:17). Belê, çaxê hizkirin we hêlan dike ku mêvanhiziyê nîşan kin, derheqa tiştên din îda berxwe nekevin.

18, 19. Çawa mêvanhizî alî me dike wekî ser tu kesî bîna xwe teng nekin?

18 Hûn çi difikirin derheqa merivên din: Dibeke civatêda kesek we eciz dike. Hergê hûn ser vê yekê nexebitin wekî ser wî eciz nebin, çiqas dirêj bikişîne wê haqas wera çetin be. Cara em naxwazin kesek teglîfî mala xwe kin, çimkî xeysetê wî me xweş nayê. Yan jî diqewime zûdava filankesî dilê we êşandiye, û wera çetin e vê yekê bîr kin, lema wî teglîfî mala xwe nakin.

19 Kitêba Pîroz dibêje mêvanhizî dikare heleqetiya me tevî meriva baş ke, û hela hê tevî dijmina jî. (Bixûne Metelok 25:21, 22.) Mêvanhizî dikare dilê we nerm ke hindava wî merivî, kîjan we xweş nayê û hûnê îda hindava wîda bîna xwe teng nekin. Wî cûreyî hûnê bikaribin nav wî merivîda hunurên baş bivînin, kîjan ku Yehowa nav wîda dît û wî anî ser riya rast (Yûhn. 6:44). Usa jî çaxê hûn bi hizkirinê kesekî teglîfî mala xwe dikin û ew ne jî hîviyê bû, ew yek dikare bibe destpêka hevaltiya baş. Lê ça hûn dikarin têderxin wekî hizkirin we hêlan dike vê yekê bikin? Mesele, bidine xebatê şîreta ji Fîlîpî 2:3: “Ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire”. Belê, em gerekê xûşk-bira ser xwera bigirin vê yekêda ku hunurên wane usa bivînin yên ku ji hunurên me baştir in, mesele baweriya wane qewî, sebir, mêrxasî yan jî hunurên dine baş. Ew yek wê hizkirina me hindava wan qewî ke û rê veke, wekî bi dil û can hindava wanda mêvanhiz bin.

MÊVANÊ BAŞ BE

Ewên ku mêvana teglîf dikin hazir dibin bona hatina wan (Binihêre abzasa 20)

20. Çira û çawa em gerekê qedirê wan bigirin kê me mêvantî teglîf dike?

20 Dawidê Zebûrbêj pirseke usa da: “Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te?” (Zeb. 15:1, ÎM). Paşî vê pirsê ew besa çend hunura dike, kîjana Yehowa dixwaze ku bal mêvanên wî hebe. Yek ji wan hunura ewî usa şirovekir: “Heger ji bo ziyana xwe be jî, tu caran ji sonda xwe venagere” (Zeb. 15:4, DO). Hergê kesek me teglîf dike û em soz didin ku emê herin, em gerekê bê meniya ferz ji sozê xwe venegerin. Ewê ku me teglîf kiriye, dibeke îda tişt hazir kiriye bona hatina me, û ew hemû cefê wî dikare boş-betal be hergê em neçin (Met. 5:37). Hinek soz didin ku wê mêvanî herin, lê çaxê wana teglîfî cîkî din jî dikin ewana ji sozê xweyî pêşiyê vedigerin, çimkî hesab dikin ku ciyê din hê baş be. Lê gelo ew yek bi hizkirin û qedir e? Bi rastî em gerekê bi dil û can teglîfkirinê qebûl kin, û bişêkirînin çi jî ewana bona me dikin (Lûqa 10:7). Lê femdarî ye, hergê nişkêva tiştek qewimî û em nikarin herin, wê bi hizkirin be hergê em çiqas dikarin zû derheqa vê yekê wanra bêjin.

21. Çawa edetên mihalê dikarin alî me bikin bibine mêvanên baş?

21 Usa jî gelek ferz e edetê mihala xwe hildin hesab. Nava hine miletada mêvan ku nişkêva tên ew tiştekî normal e, lê hene ciyên usa jî kîderê lazim e pêşda bêjin, wekî têne mêvan. Hine ciya, çiqas destê wan tê xwarina baş datînin ber mêvana, hine ciya jî hin mêvan hin jî nefer xwarinekê dixwin. Usa jî hine ciya edet e destvala neyên, lê hene cî jî ku ewên teglîf dikin şa dibin çaxê mêvan tevî xwe tiştekî naynin. Usa jî hine ciya qeyde ye teglîfkirina pêşin û ya duda qebûl nekin; lê ciyên dinda ew ne bi qedir e. Were em aliyê xweda her tiştî bikin seva ewên ku me teglîf dikin, hatina mera şa bin.

22. Çira gelek ferz e “hindava hevda mêvanhiz bin”?

22 Îlahî îro “axiriya her tiştî nêzîk bûye” (1 Pet. 4:7). Zûtirekê emê rastî tengasiya usa bên ku dinyayê tu car nedîtibû. Emê hê zêde hewcê hizkirina xûşk-bira bin. Lema jî were em evê şîreta Petrûs bidine xebatê û “hindava hevda mêvanhiz bin” (1 Pet. 4:9).