Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Nixumandin; Dewakirin e bona Mesîhiya

Nixumandin; Dewakirin e bona Mesîhiya

“Nixumandin . . . kîjan niha we xilaz dike” (1 PET. 3:21).

KILAMÊN: 52, 41

1, 2. a) Hine dê-bav çira berxwe dikevin çaxê zarên wan dibêjin ku dixwazin bêne nixumandinê? b) Çira pirsê didine wan yên ku gerekê bêne nixumandinê, hela wana xwe tesmîlî Yehowa kirine yan na? (Binihêre şiklê ewlin.)

Dê-bav qîza xwe dinihêrin, kîjan ku sekinî ye tevî wan, yên ku gerekê bêne nixumandinê. Ew keçik bi dengê bilind caba du pirsên gotarvan dide. Paşî vê yekê, ew tê nixumandinê.

2 Dê-bavê vê keçikê qîza xwera firnaq dibin, çimkî evê safî kiriye xwe tesmîlî Yehowa ke û bê nixumandinê. Pêşiya vê yekê diya keçikê berxwe diket bona qîza xwe. Ew dudilî dibû û pirsên usa diketine hişê wê: “Dibeke qîza me hê biçûk e seva bê nixumandinê? Gelo ew fem dike wekî ev yek gaveke gelek ferz e? Hê baş nîne ew hinekî mezin be û paşê bê nixumandinê?” Pirsên usa bal gelek dê-bava pêşda tên çaxê zarên wan dibêjin, ku dixwazin bêne nixumandinê (Waîz 5:5). Belê, tesmîlbûyîn û nixumandin ew heye gaveke lape ferz emirê Mesîhîtîda (Binihêrin çargoşe bi navê “ Te Xwe Tesmîlî Yehowa Kiriye?”).

3, 4. a) Çawa Petrûs da kifşê, ku nixumandin gelek ferz e? b) Çira Petrûs nixumandin beramberî avakirina gemiya wedê Nuh kir?

3 Petrûs nixumandin beramberî avakirina gemiya Nuh kir. Ewî got: “Ew . . . sûretê nixumandinê bû, kîjan niha we xilaz dike”. (Bixûne 1 Petrûs 3:20, 21.) Evê gemiyê eşkere îzbat dikir ku Nuh xwe tesmîlî Xwedê kiribû, wekî qirara wî bîne sêrî. Nuh bi aminî ew şixul anî sêrî, kîjan ku Yehowa dabû wî. Belê, Nuh bi kirên xwe û baweriya xwe, hin xwe hin jî neferên xwe xilaz kir. Gelo bi vê yekê Petrûs çi dixwest me hîn ke?

4 Gemiyê îzbat dikir baweriya Nuh hindava Xwedê. Lê nixumandin çi îzbat dike? Çaxê meriv tê nixumandinê, ew bi vê yekê îzbat dike wekî xwe tesmîlî Yehowa kiriye ser hîmê baweriya hindava Mesîh û rabûna wî ji mirinê. Yên nixumandî jî mîna Nuh gura Xwedê dikin û şixulê wî tînin sêrî. Yehowa Nuh ji Sêlavê xilaz kir, û ew wê merivên amin jî yên ku nixumandî ne, xilaz ke çaxê qira vê dinya zulm bîne (Marq. 13:10; Eyan. 7:9, 10). Dêmek, eyan e ku tesmîlbûyîn û nixumandin gelek ferz in. Kesê ku bê menî nixumandinê derengî dixe, mecala wîye ku emirê heta-hetayê bistîne dikeve bin xofê.

5. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

5 Me fem kir ku nixumandin gelek ferz e, lema jî were dîna xwe bidin ser wan sê pirsa: Kitêba Pîroz derheqa nixumandinê çi dibêje? Meriv pêşiya nixumandinê çi gava gerekê bavêje? Çira gerekê bîr nekin ku nixumandin gelek ferz e, çaxê zarên xwe yan jî kesekî din Kitêba Pîroz hîn dikin?

KITÊBA PÎROZ DERHEQA NIXUMANDINÊ ÇI DIBÊJE?

6, 7. a) Şirovekin çi dihate hesabê nixumandina ku Yûhennna dikir? b) Kîjan nixumandin lape mexsûs bû?

6 Kitêba Pîrozda derheqa nixumandinê cara pêşiyê tê gotinê çaxê Yûhennayê Nixumdar meriv dinixumand (Met. 3:1-6). Meriv dihatine bal wî xwe dinixumandin seva eyan kin, wekî tobe dikin gunên xwe, çimkî Qanûna Mûsa nedianîn sêrî. Lê nixumandineke lape ferz û mexsûs kîjan ku Yûhenna kir, bona tobekirinê nîbû. Bona Yûhenna qedirekî gelek mezin bû ku ewî Kurê Xwedêyî bêqisûr nixumand (Met. 3:13-17). Îsa bêgune bû, lema jêra tobekirin nelazim bû (1 Pet. 2:22). Îsa bi nixumandinê nîşan kir, wekî xwe tesmîl vê yekê dike ku qirara Xwedê bîne sêrî (Îbrn. 10:7).

7 Ji destpêka xizmetiya Îsada, şagirtên wî jî meriv dinixumandin (Yûhn. 3:22; 4:1, 2). Ew meriv jî dihatine nixumandinê bona tobekirinê, çimkî Qanûna Mûsa nedianîne sêrî. Lê paşî mirin û rabûna Îsa, nixumandin îda seva nêteke din bû bona şagirtên Îsa.

8. a) Îsa paşî rabûnê çi temî da şagirtên xwe? b) Şirovekin çi tê hesabê nixumandina Mesîhîtî.

8 Sala 33 D.M., Îsa ku ji mirinê rabû, xeber da tevî 500 meriva zêdetir, nava wanda bûn mêr, jin, û diqewime zar jî. Diqewime Îsa hema hingê ew gilî got: “Niha herin hemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz binixumînin û wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin” (Met. 28:19, 20; 1 Korn. 15:6). Belê, ça tê kifşê bi seda şagirtên wî wêderê bûn çaxê Îsa temî da, wekî ewana herin meriva hîn kin. Îsa usa jî got ku nixumandin dewakirin e bona wan, yên ku nîrê Mesîh qebûl dikin, dêmek dixwazin bibine şagirtên wî (Met. 11:29, 30). Her kesê ku dixwaze Xwedêra xizmet ke, gerekê rind fem ke çi ye rola Îsa qirara Yehowada. Paşî vê yekê ew meriv dikare bê nixumandinê. Tenê nixumandina usa Xwedê qebûl dike. Kitêba Pîrozda gelek îzbatkirin hene ku qirna yekêda şagirtên Mesîh fem dikirin ferzbûna nixumandinê. Û wana bê menî tu car nixumandin paş nedixistin (Kar. Şand. 2:41; 9:18; 16:14, 15, 32, 33).

DERENGÎ NEXIN

9, 10. Em çi hîn dibin ji nixumandina merivekî Etiyûpî û Pawlosê şandî?

9 Bixûne Karên Şandiya 8:35, 36. Dîna xwe bidin mesela Etiyûpîyê prozêlît, yê ku ji paristgeha Orşelîmê diçû mala xwe. Pê rêberiya milyaketê Yehowa, Fîlîpo nêzîkî Etiyûpî bû û “derheqa mizgîniya Îsada wîra şirovekir”. Lê gelo Etiyûpî çi kir paşî vê yekê? Eşkere ye, ewî fem kir wekî çi ku ewî bihîst, rastiya qîmet e, lema jî ewî li gora qirara Yehowa çi lazim bû kir. Ewî xwe paş nexist û derbêra hate nixumandinê.

10 Mesela duda ew heye merivekî Cihû, kîjanî ku Mesîhî dizêrandin. Miletê Cihû bi temamî tesmîlî Xwedê bibû, lê paşê wana heleqetiya xwe tevî Yehowa unda kirin. Û ewî merivî tirê miletê wî dîsa jî rast Xwedê dihebîne. Lê carekê Îsa Mesîh, ku ji mirinê rabibû, ji ezmana tevî wî xeber da. Gelo ewî merivî xwe ça da kifşê? Ewî bi dil alîkariya Hananiya qebûl kir. Kitêba Pîroz derheqa wî merivî dibêje: “Rabû pê avê hate nixumandinê” (Kar. Şand. 9:17, 18; Galt. 1:14). Dibeke hûn îda serva çûn wekî ew meriv Pawlosê şandî bû. Lê dîsa jî bifikirin, gava ewî fem kir çi ye rola Îsa qirara Xwedêda û rastî qîmet kir, hingê ew derbêra hate nixumandinê. (Bixûne Karên Şandiya 22:12-16.)

11. a) Ewên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, ça hêlan dibin bêne nixumandinê? b) Em ça xwe texmîn dikin gava kesek tê nixumandinê?

11 Îro jî usa ne, gelek merivên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, firqî tune cahil in yan emirda mezin, çaxê rastiya Kitêba Pîroz qebûl dikin û bawer dikin, hêlan dibin ku xwe tesmîlî Xwedê kin û bêne nixumandinê. Ser civatên mezin gotara bona wan, yên ku gerekê bêne nixumandinê rastî jî mexsûs e. Şedên Yehowa şa dibin çaxê şagirt rastiyê qebûl dikin û axiriyêda têne nixumandinê. Dê-bav gelek şa dibin çaxê divînin ku zarên wan têne nixumandinê. Sala 2017-da, 284 000 meriva zêdetir bi nixumandinê emirê xwe tesmîlî Yehowa kirin (Kar. Şand. 13:48). Eyan e wekî ew şagirtên teze fem dikirin ku nixumandin tê dewakirinê ji Mesîhiya. Lê pêşiya nixumandinê wana kîjan gav avîtine?

12. Şagirt pêşiya nixumandinê gerekê kîjan gava bavêje?

12 Şagirtê ku dixwaze bê nixumandinê, gerekê zanebûna rast derheqa Xwedê qazanc ke, bizanibe qirara Wî çi ye, û usa jî Xwedê çi kir seva însanetê xilaz ke (1 Tîmt. 2:3-6). Baweriya şagirt gerekê hebe seva ku wî hêlan ke her tiştî biterikîne çi ku Xwedê xweş nayê, û pê prînsîpên Yehowa bijî (Kar. Şand. 3:19). Hergê ew tiştekî usa dike çi ku ber çevê Xwedê reş e, femdarî ye ku ew nikare Xwedêra sozê tesmîlbûyînê bide (1 Korn. 6:9, 10). Ewê ku dixwaze xwe tesmîlî Xwedê ke, usa jî gerekê bê ser civata û xîret be belakirina mizgîniyêda. Ew yek dewakirin e, çimkî Îsa got ku şagirtên wî ewî şixulî wê bikin (Kar. Şand. 1:8). Şagirt gerekê evan hemû tişta bike, û tenê paşî vê yekê dikare duada xwe tesmîlî Yehowa ke û tesmîlbûyîna xwe pê nixumandinê îzbat ke.

BIRA ŞAGIRT NIXUMANDINÊ BIKE NÊTA XWE

Çaxê tu kesekî hîn dikî, tu wîra didî kifşê, wekî nixumandin gelek ferz e? (Binihêre abzasa 13)

13. Çira çaxê em meriva hîn dikin, gerekê bîr nekin ku nixumandin dewakirin e bona Mesîhiya?

13 Çaxê em alîkariyê didine zarên xwe û wan, tevî kê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, em gerekê bîr nekin ku seva bibine şagirtên Îsa, lazim e bêne nixumandinê. Usa emê hê nêzîkî wan bin û xwe negirin tevî wan şêwir kin derheqa ferzbûna tesmîlbûyînê û nixumandinê. Belê, em dixwazin zarên me û ew tevî kê em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, ruhanîda pêşda herin û bêne nixumandinê.

14. Çira em zorê kesekî nakin seva bê nixumandinê?

14 Lê ev yek nerast e hergê kesek zorê zara xwe bike yan jî tevî kê hînbûnê derbaz dike, wekî bê nixumandinê. Yehowa tu car zorê me nake, ku em jêra xizmet kin (1 Yûhn. 4:8). Çaxê meriva hîn dikin, em gerekê wanra nîşan kin ku gelek ferz e ewana heleqetiya xweye şexsî tevî Yehowa qewî kin. Paşê, çaxê ew kes rastiya derheqa Xwedê qîmet ke û bixwaze ewan borcdariya bîne sêrî, kîjan ku lazim in seva bibe Mesîhî, ewê hêlan be bê nixumandinê (2 Korn. 5:14, 15).

15, 16. a) Gelo heye qanûn, wekî meriv gerekê çend salî be seva bê nixumandinê? Şirovekin. b) Çira ewê ku Kitêba Pîroz hîn dibe gerekê ça Şedê Yehowa bê nixumandinê, hergê jî ew rêlîgiyake dinda hatiye nixumandinê?

15 Seva meriv bê nixumandinê, qanûn tune ku ew gerekê çend salî be. Her meriv cûrekî ye, hinek zû ruhanîda pêşda diçin hinek jî hêdî-hêdî. Gelek meriv cahiltiyêda têne nixumandinê, û çaxê mezin dibin jî Yehowara amin dimînin. Hinek jî îda emirda mezin in çaxê rastiyê pêdihesin û têne nixumandinê, û wan hinek hela hê jî 100 salî zêdetir in!

16 Jinikeke emirda mezin ku tevî xûşkeke me Kitêba Pîroz hîn dibû, ji xûşkê pirsîbû ku eseyî ye wekî ew dîsa bê nixumandinê, çimkî berê ew rêlîgiyake dinda hatibû nixumandinê. Xûşka me tevî wê çend rêzên ji Kitêba Pîroz şêwir kiribû, û ewê jinikê fem kiribû, wekî ew dewakirina Kitêba Pîroz e, û ew zûtirekê hatibû nixumandinê. Rast e ew weke 80 salî bû, lê nefikirî ku nelazim e bê nixumandinê. Belê, nixumandina rast ew e çaxê meriv zanebûna rast derheqa qirara Yehowa standiye. Dêmek, hergê jî kesek berê rêlîgiyake dinda hatiye nixumandinê, yeke gerekê dîsa bê nixumandinê ça Şedê Yehowa. (Bixûne Karên Şandiya 19:3-5.)

17. Roja nixumandinê lazim e derheqa çi bifikirin?

17 Roja nixumandinê, rojeke şabûnê ye. Lê vê rojê usa jî meriv gerekê kûr bifikire derheqa borcdariyên xwe çawa Mesîhî, çimkî hêsa nîne meriv hemû dewakirina bîne sêrî kîjan ku Mesîhî gerekê bikin. Lema jî Îsa borcdariya Mesîhîtî beramberî nîr kir. Şagirtên Îsa gerekê bijîn “îdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî, yê ku ji bo wan mir û hat rakirin” (2 Korn. 5:15; Met. 16:24).

18. Kîjan pirsa emê şêwir kin gotara dinda?

18 Diya vê keçikê besa kîjanê me jorê kir, bona qîza xwe berxwe diket, çimkî zanibû ku nixumandin gaveke gelek ferz e. Hergê zarên we hene, pirsên usa bidine xwe: “Gelo zara min rastî hazir e bê nixumandinê? Zanebûna wî êpêce heye seva xwe tesmîlî Xwedê ke? Gelo lazim e zara min nêtê xwera dayne wekî xwendina bilind bistîne û bixebite? Ez çi gerekê bikim hergê zara min bê nixumandinê, lê paşê gunekî giran bike?” Gotara dinda emê wan pirsa şêwir kin û usa jî pêbihesin çawa dê-bav dikarin alî zara bikin ku rast binihêrin ser nixumandinê.