Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Çira Şedên Yehowa edebyetên xweda Pawlosê şandî keçel yan jî bi porê sêrek dineqişînin?

Eşkere ye ku îro tu kes nikare raste-rast bêje ku Pawlos yekî ça bû. Şikil û nexşên ku edebyetên meda hene, bona vê yekê ne, seva meriv bidine ber çevê xwe wî kesî yan tiştî. Lê ev şikil û nexş ne ser hîmê îzbatkirinên arxêolojî ne.

Lê hene hine nîşan, ku Pawlos yekî ça bû. Mesele, “Birca Qerewiliyê ya Siyonêda” ya 1 Adarê sala 1902, hate gotinê: “Derheqa Pawlos: . . . Nivîsareke kevinda ya bi navê ‘Karên Pawlos û Têkla’, kîjan ku hatibû nivîsarê nêzîkî sala 150-da D.M., tê şirovekirinê ku Pawlos yekî ça bû, û ça tê kifşê ew elametî belabûyî bû û bi îtbar bû. Wira tê gotinê wekî ew ‘yekî nimiz, keçel, nigên xar, yekî qewat bû, biriyên wî digihîştine hev; û diqewime pozê wî dirêj bû’”.

Ferhengekêda derheqa vê nivîsara kevin hatiye gotinê: “Diqewime ku vê nivîsarêda ya bi navê ‘Karên Pawlos’, hine îzbatkirinên terîxî hene” (“The Oxford Dictionary of the Christian Church”, derxistina sala 1997). Bi rastiyê nivîsara kevin bi navê “Karên Pawlos û Têkla” gelek navdar û qîmet bû paşî gelek qirna jî. Ew yek tê îzbatkirinê bi wê yekê, ku 80 manûskrîptên Yûnanî ya vê nivîsarê hene, û usa jî welgerandina wê ser zimanên din. Dêmek, ew nexş û şikil ku em didine xebatê, ser hîmê wan elametiyên kevin in, kîjan ku derheqa wî şandî eyan dikin.

Lê bîr nekin, xêncî vê yekê ku Pawlos yekî ça bû, tiştên hê ferz hene. Hela hê çaxê Pawlos xizmet dikir, hine merivên krîtîk şer avîtine Pawlos yançi “ew dîndara xweva belengazek e û xeberdanêda jî yekî pênebûyî ye” (2 Korn. 10:10). Lê em gerekê tu car bîr nekin, wekî ew bû Mesîhî, çimkî Îsa bi keremet jêra eyan bû. Em usa jî dikarin bifikirin ser vê yekê ku Pawlos çawa “hacetek” bijartiyê Mesîh, çi şixul kir seva navê [Îsa] merivara bide “naskirinê” (Kar. Şand. 9:3-5, 15; 22:6-8). Usa jî bifikirin ku em çiqas karê dikarin bistînin ji kitêbên Kitêba Pîroz, kîjan ku Pawlos bi ruhê Yehowayî pîroz nivîsîne.

Pawlos tu car xwe qure nekiriye bona kirên xweye berê, çaxê ew hê Mesîhî nîbû, û ne jî derheqa xwe gilî kiriye ku ew rûva yekî ça bû (Kar. Şand. 26:4, 5; Fîlî. 3:4-6). Ewî derheqa xwe gotiye: “Ez ji şandiya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê” (1 Korn. 15:9). Paşê jî ewî nivîsî: “Belê ez ku ji nava cimeta Xwedêda ji yê herî biçûk kêmtir im, lê ev kerem minra hatiye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtiya Mesîhe ne li ber hişa dannasîn kim” (Efes. 3:8). Ew elametî derheqa wî hê ferz e, ne ku ew rûva yekî ça bû.