Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Yehowa Tu Car Ez Nehîştime!

Yehowa Tu Car Ez Nehîştime!

Ez tevî sê zarên din hatime bijartinê, wekî çaxê Adolf Hîtlêr gotara xwe xilaz ke, em kulîrika bidine wî. Lê çira ez jî hatime bijartinê? Bavê min tevî şixulê Natsîsta hevkarî dikir û ajovanê serokê fîlîaleke vê partiyayê bû. Diya min Katolîk bû û dixwest ez bibime xizmetkara dêrê. Rast e herdu aliyava jî ser min hukum dikirin, lê yeke ez ne bûme Natsîst, ne jî xizmetkara dêrê. Lê çira? Ezê niha wera gilî kim.

EZ MEZIN bûme Gratsêda, (Avstrya). Çaxê ez heft salî bûm, min şandine mektebê, kîjanêda bona xizmetiya dêrêda hîn dikirin. Lê ez ecêbmayî mam çaxê min wêderê orta keşîşa û xizmetkarên dêrêda bênamûsî dît. Diya min nava salekêda ez ji vê mektebê derxistim.

Bavê min pê kincê xweyî eskeriyê tevî malbeta me

Paşê ez çûme mektebeke din, kîderê ku zar şev wêderê diman. Carekê êvarê, bavê min leze-lez hate mektebê, seva zû min derxe û bive sitargehekê, çimkî bomba davîtine ser şeherê me Gratsê. Hema çawa ku em ser pirêra derbaz bûn, ev pira derbêra teqandin. Me cî-sitar şeherê Şladmîngêda dît. Careke jî usa qewimî ku teyar nimiz difiriyan, û heyata meda gule berdan min û pîrika min. Çaxê şer xilaz bû, eşkere bû wekî talaşa dêrê û dewletê em nînin.

MIN PIŞTOVANÊ AMIN DÎT

Sala 1950, Şedekî Yehowa diya minra mizgîniya ji Kitêba Pîroz gilî kir. Min guh dida xeberdana wan û hela hê jî tevî diya xwe diçûme civatê. Diya min bawer kir wekî rastî bal Şedên Yehowa ye, û sala 1952 ew hate nixumandinê.

Hingê ev civata ku em diçûn, bona min ça bêjî civîna pîrika bû. Lê paşê çaxê em çûne civateke din, wêderê tije cahil bûn, û ew îda bona min civîna pîrika nîbû. Çaxê em vegeriyane Gratsê, min destpêkir bême ser hemû civata, û zûtirekê ez jî îda dudilî nîbûm ku min rastî dîtiye. Ez usa jî pêhesiyam, wekî Yehowa heye Xwedayê rast, û piştovanê amin bona xizmetkarên xwe. Çaxê wedê çetinda em difikirin ku tenê mane, ew timê kêleka me ye û alî me dike (Zeb. 3:5, 6).

Min dixwest merivên dinra derheqa rastiyê gilî kim. Pêşiyê min destpêkir xûşk-birê xwera bêjim. Çar xûşkên mine mezin, yên ku îda malda nedijîtin, ça dersdar dixebitîn. Min timê teseliya wan dikir cûre-cûre gundada kîderê ewana diman, û min ewana hêlan dikirin, wekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Axiriyêda, hemû xûşkên min û birê min bûne Şedên Yehowa.

Meha Nîsanê sala 1954, min xwe tesmîlî Yehowa kir û hatime nixumandinê. Ça min destpêkir mal bi mal xizmet kim, heftiya duda ez rastî jinikekê hatim, ku weke 30 salî bû, û min tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Wede şûnda ew hate nixumandinê, û paşê mêrê wê û usa jî du kurên wê. Ewê hînbûnê gelek baweriya min qewî kir. Çira? Çimkî bona hînbûnê min xwe rind hazir dikir, tu kesî tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz nekiribû. Bi rastî min pêşiyê xwexa xwe hîn dikir, seva ku paşê îda bikaribim yên din hîn kim! Wî cûreyî min rastî hê zef fem kir û qîmet kir.

WEDÊ PEYKETINA TENÊ NÎNIM

Sala 1955, ez çûme ser civata mezine hemdinyayê Almanyayêda, Fransayêda û Înglîstanêda. Londonêda ez rastî Albêrt Şrêdêr hatim, kîjan ku hingê dersdarê mekteba Gîled bû, lê paşê bû endemê Koma Rêberiyê. Çaxê Myûzêya Brîtanyayêda mera êkskûrsiya derbaz dikirin, Şrêdêr bira dîna me da ser hine manûskrîptên Kitêba Pîroz. Wan manûskrîptada bi herfên Îbranî navê Xwedê nivîsar bû, û ewî mera şirovekir ku ew manûskrîpt çiqas ferz in. Ewê yekê gelek dilê min girt, ez ruhanîda şidandim û hêlan kirim, wekî hê zêde rastiya Xebera Xwedê bela kim.

Hevalxizmetkara min (aliyê rastê) û ez, xizmet dikin ça pêşengên mexsûs Mîstêlbaxêda, (Avstrya)

Min pêşengtî destpêkir 1 Çileyê, sala 1956. Çar meh şûnda, ez hatim teglîfkirinê ku Avstryayêda xizmet kim ça pêşenga mexsûs. Hingê şeherê Mîstêlbaxêda, kîderê ez hatime kifşkirinê, Şedên Yehowa tune bûn. Wêderê çetinayîke min ew bû, ku ez û xûşkeke pêşeng ku tevî min dijît, mîna hev nîbûn. Ez weke 19 salî bûm û ji şeher bûm, lê ew 25 salî û ji gund bû. Şebeqa ez dereng radibûm, lê ew zû, êvarê ez dereng radizam, lê ew zû radiza. Rast e em ji hev cude dibûn, lê em tifaq bûn, çimkî me şîretên ji Kitêba Pîroz dida xebatê.

Lê em rastî çetinayên din jî dihatin. Hela hê pey me jî diketin, lê yeke tu car em tenê nîbûn (2 Korn. 4:7-9). Carekê, çaxê me gundekîda mizgînî bela dikir, xelqê kûçikên xwe berî me dan. Ewan kûçika dora min û hevalxizmetkara min girtin, dikirine mire-mir û diranê xwe hev dixistin. Me destên hevdu girt, û min duada Yehowara hela hê jî got: “Yehowa, hîvî te dikim, çaxê ewana bigihîjine me, bira em zû bimirin!”. Lê çaxê îda gavek mabû ew kûçik bigihîştana me, nişkêva sekinîn, poça xwe ba kirin û çûn. Hingê me texmîn kir ku Yehowa em xwey kirin. Paşî vê yekê, nav temamiya vî gundîda me xizmet kir, û em gelek şa bûn ku ewan meriva em baş qebûl kirin. Diqewime ewana ecêbmayî man ku kûçika ziyan nedane me, yan jî ecêbmayî man ku em netirsiyan û me şixulê xwe berdewam kir. Hinek ji wan meriva, axiriyêda bûne Şedên Yehowa.

Dîsa em rastî çetinayîke xof hatin. Carekê xweyê malê kîderê me dijît, gelek îçke vexwaribû. Ewî em didane tirsandinê ku wê me bikuje, û şer avîte me yançi em cînara eciz dikin. Jina wî dixwest wî bide sekinandinê, lê ew nedisekinî. Ew yek me ji otaxa jorinva dibihîst. Me derbêra kursî da ber derê otaxa xwe, û zûskava destpêkir hûr-mûrên xwe top kin. Gava ku me derî vekir, xweyê malê îda ser pêpelûka jorê bû, û destê wîda kêreke mezin bû. Em pê hûr-mûrên xwe derê piştêva derketin û riya baxçera revîn, û tu car venegeriyane wêderê.

Em çûne otêlê û me otax xwest. Usa bû ku em wêderê weke salekê man, û ew yek bona xizmetiya me baş bû. Çira? Ev otêl sêntra şeherda bû, û wan merivara yên ku Kitêba Pîroz hîn dibûn, destdida otaxa meda hînbûnê derbaz bin. Zûtirekê, me îda otaxa meda civat derbaz dikirin, û weke 15 meriv dihatin.

Em salekê zêdetir Mîstêlbaxêda man. Paşê, ez hatime kifşkirinê ku xizmet kim Fêldbaxêda, ew aliyê Gratsa başûra-rohlatê ye. Hevalxizmetkara min îda yeke din bû, û wî cîyîda jî civat tune bû. Me xanîkî ji dar qetê duda, otaxeke biçûkda dijît. Dîwarên otaxa meda gelek qelş hebûn, û me pê kaxaza ew qelş dadidan seva sur nekeve otaxê. Av me ji bîrê hildida. Lê hêja bû ku em wêderê man, çimkî nava çend mehada, komek saz bû. Axiriyêda, weke 30 meriv tevî kê jî me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir hatine ser riya rastiyê!

Ew hemû qewimandin dilê me hê zef bi razîbûnê hindava Yehowa tije kir, çimkî ewî timê alîkarî dida wan, yên ku Padşatiya wî digeriyan. Hergê jî meriv nikarin alî me bikin û kêleka me nînin, Yehowa timê kêleka me ye û hazir e alî me bike (Zeb. 121:1-3).

XWEDÊ BI DESTÊ XWEYÎ RASTÊ ALÎ MIN DIKIR

Sala 1958-da, Niyû Yorkêda ser stadîona “Yankê” û “Polo Graûnds”, civata mezine hemdinyayê derbaz dibû. Min xwe pêşda da nivîsarê, wekî dixwazim herim ser civata mezin, û fîlîala Avstryayê ji min pirsî ku hela ez dixwazim wekî Mekteba Gîled derbaz bim. Minê ça ev qedirê mezin ji destê xwe berda, min derbêra got: “Erê!”.

Gîledêda, ez kêleka Martîn Poêtsîngêr rûniştibûm. Ew aliyê Natsîstada girtîgehêda gelek çerçirî. Wede derbaz bû, paşê ew bû endemê Koma Rêberiyê. Wedê hînbûna Gîledêda, ewî cara dikire piste-pist: “Êrîka, ser zimanê Almanî ev çi tê hesabê?”

Çaxê hînbûn nîvîda derbaz bû, Nêytan Nor kifşkirinên me elam kir. Ez Paraguwayêda hatime kifşkirinê. Hingê ez gelek cahil bûm, û lazim bû bavê min qayîl be wekî ez derbazî welatekî din bim. Gava ku bavê min qayîl bû, Adarêda sala 1959 ez çûme Paraguwayê. Ez Asûnsyonêda mala bona mîsyonêrada hatime kifşkirinê, tevî hevalxizmetkara teze.

Zûtirekê ez rastî Woltêr Brayt hatim, yê ku mekteba Gîled xilaz kiribû û bibû mîsyonêr. Wede şûnda, me hev stand û tevayî rastî çetinaya dihatin. Çaxê em rastî tengasiya dihatin, me sozê Yehowa dixwend ku Îşaya 41:10-da nivîsar e: “Tu netirse ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm [xwey] bikim”. Ew gilî me qewî kirin ku heta em Xwedêra amin dimînin, û padşatiya wî datînin ciyê pêşin, ew wê tu car me nehêle.

Wede şûnda, em hatine kifşkirinê nêzîkî sînorê Brazîlyayê. Wêderê keşîşa nav cahila didan wekî kevira bavêjin mala me, kîjan ku îda halekî xirabda bû. Paşê Woltêr tevî serokê polîsa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ewî serokî usa kir wekî ofîsêrên polîsê heftêkî ber mala me bisekinin, û paşî vê yekê îda tu kesî em aciz nedikirin. Hine wede şûnda, ber sînorê Brazîlyayê em derbazî maleke hê baş bûn. Ew yek gelek baş bû, çimkî me dikaribû civîn derbaz kira hin Paraguwayêda hin jî Brazîlyayêda. Heta em ji wî cîyî biçûna, wêderê îda 2 civatên biçûk hebûn.

Ez û mêrê min Woltêr, çaxê me ça mîsyonêr xizmet dikir Asûnsyonêda, (Paraguway)

YEHOWA HETA ÎRO PIŞTOVANÊ MIN E

Hekîma minra gotin, wekî ezê nikaribim zara bînim, lê sala 1962 em ecêbmayî man çaxê pêhesiyan ku ez giran im. Axiriyêda em derbazî Holîwûdê, Florîdayê bûn, nêzîkî malbeta Woltêr. Bi sala, me tevî Woltêr nikaribû ça pêşeng xizmet kira, çimkî em gerekê miqatî neferên xwe bûna. Lê yeke hingê jî Padşatiya Xwedê emirê meda ciyê pêşin digirt (Met. 6:33).

Sala 1962, meha Mijdarê, em hatine Florîdayê. Em ecêbmayî man ku cimeta wêderê xweş nayê ku xûşk-birên bi çermê reş û çermê sipî tevayî top bin. Ewan xûşk-bira cûre-cûre mihalada xizmet dikirin. Lê Yehowa tu car firqiyê nake orta rasa, lema jî wede şûnda ew civat bûne yek. Vê yekêda eşkere destê Yehowa dihate xanê, û niha wêderê gelek civat hene.

Yazix, lê Woltêr sala 2015 ji reqê mir. Ew malxêkî gelek baş bû, me tevayî 55 sala jît. Ewî Yehowa gelek hiz dikir û alî xûşk-bira dikir. Ez gelek hîviya wî wedeyî me ku dîsa wî bivînim çaxê ew ji mirinê rabe (Kar. Şand. 24:15).

Ez bextewar im ku 40 sala zêdetir ça xizmetkara hertim xizmet dikim, û gelek şabûn û kerema jî heta niha divînim. Mesele, min û Woltêr pê çevê xwe dît ku çawa 136 meriv, tevî kîjana me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, hatine nixumandinê. Belê, me çetinayên giran jî dît, lê bona vê yekê me tu car xizmetiya xwe Xwedayê aminra neda sekinandinê. Dewsê, em hê nêzîkî wî dibûn û me îtbariya xwe wî dianî, ku ew wê wededa çetinayên me safî ke. Û timê usa jî dibû (2 Tîmt. 4:16, 17).

Ez gelek bîra Woltêr dikim, û xizmetiya pêşengtî alî min dike sebir kim. Dilê min şa dibe çaxê ez meriva hîn dikim, îlahî çaxê derheqa rabûna miriya gilî dikim. Bi rastiyê min gelek derecada didît, wekî Yehowa tu car min nahêle û ne jî wê bihêle. Ew li gora sozê xwe alî min dike, min xwey dike û “bi destê rastê” destê min digire (Îşa. 41:10).