GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 10
Hizkirina Hindava Yehowa Berbi Nixumandinê Hêlan Dike
“Îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?” (KAR. ŞAND. 8:36)
KILAMA 37 Bi Dil û Can Yehowara Xizmet Dikin
VÊ GOTARÊDA *
1-2. Anegorî Karên Şandiya 8:27-31, 35-38, çi nemêrê Etyopî hêlan kir, ku bê nixumandinê?
TU Dixwazî bêyî nixumandinê seva bibî şagirtê Mesîh? Gelek meriv têne nixumandinê, çimkî ewana Yehowa hiz dikin û hemû tiştên ku ewî bona wan kiriye û dike, qîmet dikin. Dîna xwe bidine mesela merivekî, yê ku wezîrê padşaya Etyopyayê bû.
2 Ew merivê Etyopî çaxê ji Nivîsarên Pîroz pêhesiya ku çi gerekê bike, derbêra kir, dêmek hate nixumandinê. (Bixûne Karên Şandiya 8:27-31, 35-38.) Lê çi wî hêlan kir ku evê yekê bike? Eyan e ku ewî îda Xebera Xwedê qîmet dikir, çimkî çaxê ew ji Orşelîmê vedigeriya Etyopyayê, ewî pareke ji kitêba Îşaya dixwend. Û gava Fîlîpo tevî wî xeber da, û ew pêhesiya ku Îsa bona wî çi kiriye, dilê wî bi razîbûnê tije bû. Lê çira ew çûbû Orşelîmê? Çimkî ewî îda Yehowa hiz dikir. Em vê yekê ji ku zanin? Ew hatibû Orşelîmê bona Yehowa bihebîne. Dêmek, ça tê kifşê ewî dînê xwe hîşt û tevî cimeta Xwedê destpêkir Xwedêyê rast bihebîne. Hema hizkirina hindava Yehowa ew hêlan kir, wekî gaveke ferz bavêje, dêmek bê nixumandinê û bibe şagirtê Mesîh (Met. 28:19).
3. Çi dikare riya meriva bigire, ku bê nixumandinê? (Binihêre çargoşe “ Tu Dilda Merivekî Ça nî?”)
3 Hizkirin hindava Yehowa wê te hêlan ke bêyî nixumandinê. Lê ew hizkirin usa jî dikare riya te bigire ku vê yekê bikî. Çi cûreyî? Dîna xwe bide hine mesela. Met. 10:37). Yan dibeke te tiştên usa hiz dikir, çi ku Xwedê nefiret dike, û tera çetin e wan tişta biterkînî (Zeb. 97:10). Yan jî dibeke te ji biçûktayê cejinên ku rêlîgiya qelpva girêdayî ne, derbaz dikir, û niha gava ewî wedeyî tînî bîra xwe, te xweş tê. Lema jî tera çetin e wan edet û cejina, ku Yehowa xweş nayên, derbaz nekî (1 Korn. 10:20, 21). Lema tu gerekê xwe bipirsî: “Dilê minda çi ye lape ferz?”
Tu neferên xweyî nebawer û hevalên xwe hiz dikî, û dibeke berxwe dikevî, ku hergê tu bêyî nixumandinê, tê ber çevê wan reş bî (HIZKIRINA LAPE MEZIN
4. Meniya sereke, ku çira bêne nixumandinê kîjan e?
4 Dibeke pêşiya ku te tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkira, te îda Xwedê hiz dikir û dixwest ku Ew te qebûl ke. Niha tu Şedên Yehowa nas dikî û te xweş tê tevî wan wede derbaz kî. Lê gerekê tenê eva menî nîbe, ku xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê. Meniya sereke, ku çira bêyî nixumandinê, gerekê hizkirina hindava Yehowa be, Xwedayê rast. Çaxê tu ji her tiştî û her kesî zêdetir Yehowa hiz dikî, wê tu tişt û tu kes rê te negire, wekî jêra xizmet kî. Tu gerekê fem kî, wekî hizkirin hindava Yehowa mîna rê ye bona nixumandinê û çawa sûr e, kîjan ku alî te dike ser riya Xwedê bimînî.
5. Emê kîjan pirsa şêwir kin?
5 Îsa got wekî em gerekê Yehowa bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe hiz bikin (Marq. 12:30). Lê tu ça dikarî usa qayîm Yehowa hiz bikî? Çaxê tu derheqa hizkirina Yehowa hindava xwe bifikirî, tuyê jî wî hiz bikî (1 Yûhn. 4:19). Çaxê tu Yehowa qayîm hiz bikî, tuyê îda bixwazî cûre-cûre gava bavêjî. *
6. Li gora Romayî 1:20, dîsa çi cûreyî tu dikarî Yehowa nas kî?
6 Yehowa nas ke bi saya efirînên wî. (Bixûne Romayî 1:20; Eyan. 4:11). Bifikirin ser bîlaniya Xwedê, ku ewî ça planêt û heywan çêkirine. Hê zêde pêbihese derheqa bedena xwe, ku ew ça ecêb hatiye çêkirinê (Zeb. 139:14). Û bifikire ser vê qewatê ku Yehowa kire nav tevê, kîjan ku steyrk e ji mîlîarda steyrka * (Îşa. 40:26). Çaxê tu kûr bifikirî derheqa efirînên Yehowa, tê hê zêde wî hurmet kî. Lê seva heleqetiya te tevî Yehowa qewî be, bes nîne tenê bizanibî, wekî Yehowa bîlan e û qewat e. Hergê tu dixwazî wî qayîm hiz bikî, tu gerekê derheqa wî hê zêde bizanibî.
7. Çida tu gerekê dudilî nîbî, seva Yehowa qayîm hiz bikî?
7 Tu gerekê dudilî nebî, wekî Yehowa rastî te hiz dike. Dibeke tera çetin e bawer kî, wekî Efirandarê erd û ezmana dîna xwe dide te û bona te xem dike. Hergê usa ne, bîr neke ku Yehowa “ji me her kesî ne dûr e” (Kar. Şand. 17:26-28). Ew “lêkolînê hemû dila dike” û ew soz dide te, ça ku Dawid Silêmanra got, “heger tu li wî bigerî, ewê xwe bi te bide dîtin” (1 Dîr. 28:9). Bi rastî meniya ku tu niha Kitêba Pîroz hîn dibî ew e, ku Yehowa tu kişandî cem xwe (Yêrem. 31:3). Çiqas hê zêde tu rind fem bikî, ku Yehowa çi bona te dike, haqas wê hizkirina te hindava wî hê zêde be.
8. Tu ça dikarî Yehowara nîşan kî ku hizkirina wî dişêkirînî?
Zeb. 116:1). Tuyê bawer bî, wekî ew te fem dike. Lê seva hê nêzîkî Yehowa bî, tu gerekê bizanibî ku ew ça difikire. Û tu gerekê bizanibî, nihêrandina wî ça ne, ew çi hiz dike lê çi hiz nake. Vê yekê tu dikarî tenê bi saya lêkolînkirina Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz pêbihesî.
8 Tu dikarî Yehowara razîbûnê nîşan kî bona hizkirina wî, çaxê duada tevî wî xeber dî. Hizkirina te hindava Xwedê wê hê qayîm be, çaxê tu jêra timê derheqa xemên xwe gilî kî û ji wî razî bî bona her tiştî ku ew bona te dike. Û dostiya te tevî Yehowa wê hê qewî be, gava tu bivînî ku ew ça caba duayên te dide (9. Tu ça dikarî nîşan kî, ku Kitêba Pîroz qîmet dikî?
9 Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz qîmet ke. Tenê Kitêba Pîrozda heye rastî derheqa Yehowa û qirara wî hindava te. Tê bi vê yekê bidî kifşê ku Kitêba Pîroz qîmet dikî, hergê her roj bixûnî, xwe hazir kî bona hînbûna Kitêba Pîroz, û çi ku pêdihesî emirê xweda bidî xebatê (Zeb. 119:97, 99; Yûhn. 17:17). Lê bernama teye xwendina Kitêba Pîroz heye? Hergê erê, tu Kitêba Pîroz her roj dixûnî?
10. Çida dîsa Kitêba Pîroz mexsûs e?
10 Kitêba Pîroz mexsûs e vê yekêda jî, ku têda hene qewimandinên derheqa Îsa, yên ku wan meriva nivîsî ne, kîjan ku xwexa şedê wan qewimandina bûne û xwexa Îsa dîtine. Tenê ji Kitêba Pîroz tu dikarî rastiyê pêbihesî, ku Îsa bona te çi kiriye. Çaxê tu pêbihesî, ku Îsa çi digot û dikir, tuyê bixwazî bibî dostê wî.
11. Çi wê alî te bike ku Yehowa hiz bikî?
11 Îsa hiz bike, û hizkirina te hindava Yehowa wê mezin be. Çira? Çimkî Îsa bi temamî çev dida xeyset-hunurên Bavê xwe (Yûhn. 14:9). Tu çiqas hê zêde Îsa nas kî, haqas tuyê diha rind Yehowa fem bikî û hiz bikî. Bifikire derheqa dilşewatiya Îsa hindava wan meriva, yên ku ber çevê hineka ne tu tişt bûn ji bo kesîbbûnê, nexweşiyê û hêsîrbûnê. Usa jî bifikire ser wan şîreta ku Îsa dide te, û ça jîyîna te hê baş dibe çaxê tu şîretên wî qebûl dikî (Met. 5:1-11; 7:24-27).
12. Çaxê tu derheqa Îsa hê zêde bizanibî, tê hêlan bî çi bikî?
12 Hizkirina te hindava Îsa wê hê qayîm be, çaxê tu kûr ser vê yekê bifikirî, ku ewî bona baxşandina gunên me, xwe kire qurban (Met. 20:28). Çaxê tu fem bikî, wekî Îsa bi rezedilî bona te emirê xwe da, tuyê hêlan bî gunê xwe bînî rûyê xwe û ji Yehowa baxşandinê bixwazî (Kar. Şand. 3:19, 20; 1 Yûhn. 1:9). Û tu çiqas zef Yehowa û Îsa hiz bikî, haqas tuyê bixwazî nava wan merivada bî, yên ku mîna te Yehowa û Îsa hiz dikin.
13. Yehowa çi cûreyî alîkariyê dide te?
13 Hiz bike wan meriva, yên ku Yehowa hiz dikin. Neferên teye nebawer û hevalên teyî berê, dibeke fem nekin çira tu dixwazî xwe tesmîlî Yehowa kî. Ewana dibeke seva vê yekê miqabilî te derên. Lê Yehowa wê alî te bike bi vê yekê, ku malbeta ruhanî bide te. Hergê tu nêzîkî vê malbeta ruhanî bî, tuyê hizkirin û alîkariyê bistînî, kîjan ku tera lazim e (Marq. 10:29, 30; Îbrn. 10:24, 25). Wede wê derbaz be, û dibeke neferên te jî destpêkin tevî te Yehowara xizmet kin û pê prînsîpên wî bijîn (1 Pet. 2:12).
14. Li gora 1 Yûhenna 5:3, tu derheqa temiyên Yehowa çi pêhesiyayî?
14 Prînsîpên Yehowa qîmet ke û jîyîna xweda bide xebatê. Pêşiya ku te Yehowa nas kira, te xwexa seva xwe safî dikir, ku çi rast e û çi nerast e, lê niha tu divînî, ku prînsîpên Yehowa yên lape baş in (Zeb. 1:1-3; bixûne 1 Yûhenna 5:3.) Besa xeberê, bifikire ser şîretên Kitêba Pîroz bona jina, mêra, dê-bava û zara (Efes. 5:226:4). Te texmîn kiriye, ku çaxê tu wan şîreta didî xebatê, malbeta te hê bextewar dibe? Yan jî dibeke te têderxistiye, ku tu bûyî merivekî hê baş, çimkî tu bijartina hevalada şîreta Yehowa didî xebatê? Tu bûyî merivekî hê bextewar? (Metlk. 13:20; 1 Korn. 15:33) Bêşik, caba te ser wan pirsa wê erê be.
15. Tu çi dikarî bikî çaxê nizanî, ku çawa prînsîpên Kitêba Pîroz bidî xebatê?
15 Cara dibeke tera çetin e fem kî, ku prînsîpên Kitêba Pîroz ça bidî xebatê. Lema jî seva vê yekê Yehowa bi saya teşkîleta xwe edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz dide, wekî tu bikaribî qencî û xirabiyê ji hev derxî (Îbrn. 5:13, 14). Çaxê tu bixûnî û lêkolîn bikî wan edebyeta, tuyê bivînî ku ew çiqas kêrhatî ne û karê tînin, û usa tuyê hê nêzîkî teşkîleta Yehowa bî.
16. Yehowa cimeta xwe ça organîze kir?
16 Teşkîleta Yehowa hiz bike û piştgiriyê bike. Yehowa seva cimeta xwe civat saz kiriye, û Kurê wî Îsa kifş kiriye ça serê wan civata (Efes. 1:22; 5:23). Îsa ji mêrên bi ruhê pîroz bijartî, komeke biçûk kifş kiriye, seva ku rêberiya wî şixulî bikin, kîjan ku ew dixwaze îro bê kirinê. Îsa wana nav dike “xulamê amin û serwaxt”, û bona wan ew cabdarî gelek ferz e, ku xwarina ruhanî bidine te û te ruhanîda xwey kin (Met. 24:45-47). Mesele, ew xulamê amin wan rûspiya kifş dike, yên ku layîqî vê cabdariyê ne, seva ewana şivantiyê te bikin (Îşa. 32:1, 2; Îbrn. 13:17; 1 Pet. 5:2, 3). Rûspî hazir in çiqas destê wan tê alîkariyê û dilbîniyê bidine te, û alî te bikin hê nêzîkî Yehowa bî. Lê dîsa tiştekî ferz ku ewana dikarin te hîn kin ew e, wekî tu bikaribî meriva derheqa Yehowa hîn kî (Efes. 4:11-13).
17. Li gora Romayî 10:10, 13, 14, çira em derheqa Yehowa gerekê tevî meriva xeber din?
Met. 28:19, 20). Tu dibeke ji bo vê yekê gura vê temiyê bikî, çimkî zanî ku borcdar î. Lê çaxê hizkirina te hindava Yehowa mezin be, nihêrandina te wê mîna ya Petrûs û Yûhennayê şandî be, yên ku gotin: “Em nikarin bona wan tiştêd, ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî” (Kar. Şand. 4:20). Çaxê em alî meriva dikin ku Yehowa hiz bikin, em bextewar dibin. Bide ber çevê xwe, Fîlîpoyê mizgînvan çiqas şa dibû, ku alî merivê Etyopî kir, wekî ji Nivîsarên Pîroz rastiyê pêbihese û bê nixumandinê! Çaxê tu çev bidî Fîlîpo û gura temiya Îsa bikî, tuyê îzbat kî wekî dixwazî bibî Şedê Yehowa. (Bixûne Romayî 10:10, 13, 14.) Dibeke wî wedeyî tuyê vê pirsê bidî xwe, kîjan Etyopî da: “Îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?” (Kar. Şand. 8:36)
17 Alî meriva bike Yehowa hiz bikin. Îsa gote şagirtên xwe, wekî meriva derheqa Yehowa hîn kin (18. Emê gotara dinda derheqa çi şêwir kin?
18 Tuyê emirê xweda gaveke lape ferz bavêjî, çaxê safî kî ku bêyî nixumandinê. Ew gaveke gelek ferz e, lema jî tu gerekê kûr bifikirî ku nixumandin çi tê hesabê. Lê tu çi gerekê bizanibî derheqa nixumandinê? Tu çi gerekê bikî pêşiya ku bêyî nixumandinê û paşî vê yekê? Emê gotara dinda derheqa wan pirsa şêwir kin.
KILAMA 2 Navê Te Yehowa ye
^ abz. 5 Hine kesên ku Yehowa hiz dikin, dudilî dibin hela ewana hazir in bêne nixumandinê û bibine Şedên Yehowa yan na. Hergê tu yek ji wan î, ev gotar wê alî te bike, wekî derheqa hine tişta bifikirî, kîjan ku wê te berbi nixumandinê bivin.
^ abz. 5 Her merivek cûrekî ye, lema hinek wê xwexa safî kin, ku vê gotarêda kîjan şîretê kengê bidine xebatê.
^ abz. 6 Bona hê zêde înformasiya binihêre broşûra “Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin?” û “Kanya Emir-Pênc Pirsên Ferz?”
^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek qîzikeke cahilra ku dikanêda dixebite, belavokê dide.