Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gerekê em aplîkasiyên bona şandin û standina smsa çira bi bîlanî bidine xebatê?

Hine Mesîhî bi alîkariya têxnolojiya modêrn tevî merivên xwe û xûşk-bira xeber didin. Gava em têxnolojiya modêrn didine xebatê, wê baş be ku em vê şîretê bîr nekin: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne” (Metelok 27:12).

Em qîmet dikin ku Yehowa dixwaze me biparêze. Lema, em tevî kesên ku yektiya me xirab dikin, kesên ku ji civatê hatine derxistin yan tevî kesên ku fikrên nerast bela dikin, hevaltiyê nakin (Romayî 16:17; 1 Korintî 5:11; 2 Yûhenna 10, 11). Di civatêda, rabûn-rûniştina hine kesa dibeke cayîz nînin (2 Tîmotêyo 2:20, 21). Lema gava em xwera hevala dijbêrin, em dîna xwe didin van tişta. Lê gava em pê smsa û nema tevî kesekî xeber didin, hêsa nîne ku em fem bikin ku kî hevalekî baş e.

Hine komên ku bona xeberdanê têne saz kirin, bi seda yan bi hezara kes hene. Lê vê yekê hine telik hene hene. Qe meriv dikare di komeke haqas mezinda têderxe ku kî hevalekî baş e û kî na? Di komên usada, meriv nikare her kesî yek bi yek nas bike û bizanibe ku baweriya wan qewî yan na. Zebûr 26:4 usa dibêje: “Ez tevî derewîna rûnanîm û tevî durûya rê naçim”. Ew rêz şîret dide ku diha bîlanî ye em întêrnêtêda wan merivara binivîsin, kîjana ku em şexsî nas dikin.

Heger kom biçûk be jî, gerekê em haş ji xwe hebin ku em derheqa çi xeber didin û wexta xwe çawa xerc dikin. Gerekê em nefikirin ku têma çi be jî û xeberdan çiqas dirêj be jî, em mecbûr in ku cabê bidin her kesî. Pawlosê şandî Tîmotêyora gotibû ku hine kes gevestiyê dikin, “tevî şixulê xelqê dibin û tiştêd necayîz xeber didin” (1 Tîmotêyo 5:13). Îro, hine kes vê yekê bi saya mêtodên elektronîk dikin.

Mesîhiyên gihîştî derheqa xûşk-birên xwe tiştên xirab navêjin û tiştên konfîdênsyal derheqa wan bela nakin (Zebûr 15:3; Metelok 20:19). Usa jî, ewana guh nadin xeberên neîzbatkirî, û xeberên usa bela nakin (Efesî 4:25). Xwarina ruhanî û xeberên saxlem, yên ku em bi saya malpera jw.org û bernamên JW Broadcasting® distînin, têra me dikin.

Hine xûşk û bira bi saya întêrnêtê hine tişta dikirin yan difroşin, rêklama bela dikin yan xebatê merivara didin. Tiştên usa, arş-vêrşêva girêdayî ne, ne ku şixulên têokratîkva. Heger em dixwazin xwe ji “perehiziyê” dûr xin, emê biratiya xwe bona çêkirina pera nedin xebatê (Îbranî 13:5).

Gelo em dikarin bi saya aplîkasiyên smsa bona xûşk-birên hewce yan bona alîkarîkirina paşî teşqelên tebiyetê pera top bikin? Em hilbet hazir in ku alî hevdu bikin û hevdu hêlan bikin (Aqûb 2:15, 16). Lê civat yan Beytel ji me baştir zanin ku çi cûre alîkarî lazim e û gerekê ev alîkarî çawa bê dayîn. Lema, em naxwazin bi saya wan komên nemaşandina, wanra bibine asteng (1 Tîmotêyo 5:3, 4, 9, 10, 16). Usa jî, em naxwazin ku merivên din bifikirin ku em bi mexsûsî hatine hilbijartin ku pezên Xwedê xwey bikin.

Em dixwazin “her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Korintî 10:31). Lema, aplîkasiyên û komên nemaşandinê û têxnolojiyên din bi bîlanî bide xebatê!