Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 14

“Bi Vê Yekê Hemûyê Zanibin Hûn Şagirtên Min in”

“Bi Vê Yekê Hemûyê Zanibin Hûn Şagirtên Min in”

“Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (YÛHENNA 13:35).

KILAMA 106 Hizkirinê Pêşda Tînin

VÊ GOTARÊDA a

Hizkirina nav xizmetkarên Yehowada çawa ser gelek merivên ku ne Şedên Yehowa ne, hukum kiriye? (Binihêre abzasa 1)

1. Gava kesek cara pêşin tê ser civatên me, ew çi divîne? (Binihêre usa jî şikil.)

 BIDE ber çevê xwe ku jin-mêrek cara pêşin têne ser civata Şedên Yehowa. Dilgermiya xûşk-bira û hizkirina nav wanda, dilê wan digire. Çaxê ewana vedigerin malê, jin mêrê xwera dibêje: “Şedên Yehowa merivne çiqas baş in, ne?”

2. Hine meriv çira dilikumin?

2 Hizkirina nav xizmetkarên Yehowada rastî jî mexsûs e. Hemikî, Şedên Yehowa bêqisûr nînin (1 Yûhenna 1:8). Çiqas baş em xûşk-bira nas dikin, haqas hê zêde em kêmasiyên wan divînin (Romayî 3:23). Lê sed heyf ku kêmasiyên kesên din, hinekara bûye kevirê likumandinê û wana pişta xwe daye Yehowa.

3. Gelo çi şagirtên Îsa Mesîh ji kesên din cude dike? (Yûhenna 13:34, 35)

3 Were em rêza sereke ya vê gotarê bixûnin (Bixûne Yûhenna 13:34, 35). Çawa meriv dikarin têderxin ku Mesîhiyên rast kê ne? Bi saya hizkirinê, ku ewana hindava hevda didine kifşê. Dîna xwe bidinê ku Îsa negot: ‘Bi vê yekê hûnê zanibin hûn şagirtên min in’. Ewî got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in”. Dêmek, Îsa got wekî bi saya hizkirina ku nava şagirtên wîda heye, ne tenê şagirtên wî, lê her kes wê fem bike, wekî Mesîhiyên rast ew in.

4. Hine meriv diqewime çi ji xwe dipirsin?

4 Hine meriv, yên ku Şedên Yehowa nînin diqewime pirseke usa didine xwe: “Hizkirin çawa nîşan dike, ku şagirtên Îsa kê ne? Îsa çawa nîşan kir, ku ew şandiyên xwe hiz dike? Û îro, em çawa dikarin çev bidine Îsa?” Wê baş be ku em ser cabên van pirsa kûr bifikirin. Ev yek wê alî me bike, wekî em xûşk-bira diha zêde hiz bikin, îlahî gava em kêmasiyên wan divînin (Efesî 5:2).

HIZKIRIN ÇAWA NÎŞAN DIKE KU ŞAGIRTÊN ÎSA KÊ NE?

5. Gelo Îsa bi giliyên ji Yûhenna 15:12, 13 çi dixwest bigota?

5 Îsa eşkere gotibû, ku şagirtên wî wê bi cûrê mexsûs hevdu hiz bikin (Bixûne Yûhenna 15:12, 13). Ewî temîke usa da şagirtên xwe: “Hevdu hiz bikin, çawa ku min hûn hiz kirin”. Gelo ev çi tê hesabê? Îsa da kifşê, wekî hizkirina nav şagirtên wîda gerekê haqas mezin be, ku hergê lazim be, ewana emirê xwe jî bona hevdu bidin. b

6. Xebera Xwedê çawa nîşan dike, wekî hizkirin hunureke gelek ferz e?

6 Xebera Xwedê gelek cara dibêje ku hizkirin çiqas ferz e. Mesele, gelek kes van rêza hiz dikin: “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). “Hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8). “Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:8). Ev rêz û rêzên mîna van, rind didine kifşê, wekî gelek ferz e ku em hizkirinê bidine kifşê.

7. Mîrê-cina çira nikare nav merivada yektî û hizkirina rast pêşda bîne?

7 Gelek meriv usa dipirsin: “Meriv çawa dikarin bizanibin ku rêlîgiya rast kîjan e? Hemû meriv dibêjin wekî dînê wan, dînê herî rast e, lê hînkirinên wan derheqa Xwedê ji hev cude dibin”. Mîrê-cina bi saya rêlîgiyên qelp meriva dixalifîne, lema jî gelek merivara çetin e ku têderxin hela rêlîgiya rast kîjan e. Lê ew tu car nikare civateke usa çêke, kîderê ku yektî û hizkirin hebe. Tenê Yehowa dikare vê yekê bike, çimkî kaniya hizkirina rast ew e. Belê, tenê merivên ku ruhê pîroz û kerema Yehowa ser wan e, dikarin bi dil û can hevdu hiz bikin (1 Yûhenna 4:7). Lema jî Îsa gotibû, ku tenê şagirtên wî wê hizkirina rast hindava hevda bidine kifşê.

8-9. Hizkirina nav Şedên Yehowada çawa ser gelek meriva hukum kiriye?

8 Çawa Îsa gotibû, geleka bi saya vê yekê şagirtên wî nas kiribûn, ku orta wanda hizkirin hebû. Mesele, birakî bi navê Îên tîne bîra xwe, ku ew çawa cara pêşin çû ser civata mezin ya Şedên Yehowa, kîjan ku ser stadîonekê nêzîkî mala wî derbaz dibû. Çend meh pêşda, Îên bona lîstikeke sportê çûbû ser vê stadîonê. Ew dibêje: “Nav Şedên Yehowa û merivên dinda firqîke gelek mezin hebû. Şedên Yehowa dilovan bûn, kincên wan bi maqûlî bû û zarên wan jî nesî ne dikirin. Him jî dihate kifşê ku ewana merivne edil û bextewar bûn. Xût ew yek minra lazim bû. Rast e ji vê civata mezin qe gotarek jî nayê bîra min, lê ya here ferz çi ku dilê min girt, ew rabûn-rûniştina Şedên Yehowa bû”. c Hemikî meniya vê yekê ew heye hizkirina orta wanda. Em xûşk-birên xwe hiz dikin, lema jî em qedirê wan digirin û hindava wanda qenc in.

9 Birakî bi navê Con, gava destpêkir here ser civata, rabûn-rûniştina xûşk-bira ser wî jî hukum kir. Ew usa dibêje: “Her kes gelek dilovan bû . . . ez difikirîm ku ewana merivne bêqisûr in. Hizkirina nav wanda ez dame bawerkirinê ku riya rast ev e”. d Serhatiyên usa îzbat dikin wekî Şedên Yehowa bi rastî jî Mesîhiyên rast in.

10. Îlahî kengê em dikarin îzbat kin ku em xûşk-bira hiz dikin? (Usa jî binihêre spartin.)

10 Çawa me sêrîda got, hemikî xûşk-birên me bêqisûr nînin. Carna gotin yan kirên wan dikarin dilê me bêşînin e (Aqûb 3:2). Îlahî derecên usada, em dikarin pê kirên xwe îzbat kin, ku em xûşk-bira hiz dikin. Gelo em vê yekêda ça dikarin çev bidine Îsa? (Yûhenna 13:15)

ÎSA ÇAWA NÎŞAN DIKIR KU EW ŞANDIYÊN XWE HIZ DIKE?

Gava kêmasiyên şandiyên Îsa eyan dibûn, ew dîsa jî hindava wanda rem bû (Binihêre abzasa 11-13)

11. Dilê Aqûb û Yûhennada çi nêta nerast hebû? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Îsa zanibû ku şagirtên wî bêqisûr nînin. Ewî bi dilovanî alî wan dikir ku ewana terka xeysetên xweye xirab bidin, wekî Yehowa ji wan razî be. Carekê, Aqûb û Yûhennayê şandî bi saya diya xwe ji Îsa xwestin, wekî ew Padşatiyêda ciyên mexsûs bide wan (Metta 20:20, 21). Bi vê yekê, wana nîşan kir ku dilê wanda qurebûn heye û wana dixwest ji kesên din çêtir bin (Metelok 16:18).

12. Xêncî Aqûb û Yûhenna, kê dîsa xwe ne rast dane kifşê? Şiroveke.

12 Vê derecêda, ne tenê Aqûb û Yûhenna xwe ne rast dane kifşê. Dîna xwe bidinê ku caba şandiyên din çi bû: “Gava her dehe şagirtên din ev yek bihîst, dilê wan ji her du bira ma” (Metta 20:24). Kê zane ku Aqûb, Yûhenna û şandiyên din, çawa hevdura ketine dewê! Diqewime şandiyên din usa gotin: “Hûn çima dixwazin Padşatiyêda ji me bilindtir bin? Qe hûn şerm nakin? Me jî bi dil û can tevî Îsa kar kiriye. Em jî hêjayî cabdariyên mezin in!” Em nizanin ku wana vê demê çi hevdura gotin, lê eşkere ye ku wana bîr kiribû hevdura hizkirinê bidine kifşê.

13. Îsa himberî kêmasiyên şandiya, xwe ça dida kifşê? (Metta 20:25-28)

13 Lê gelo Îsa ev derece çawa safî kir? Ew hêrs neket. Ewî negot ku ewê wan bihêle û xwera şandiyên diha milûk û dilovan bijbêre. Dewsê Îsa bi sebir şîret da wan, çimkî ewî zanibû ku ewana dixwazin tiştên rast bikin (Bixûne Metta 20:25-28). Rast e ev ne cara pêşin û ne jî cara paşin bû, ku şandî hevdura diketine dewê, hela nav wanda yê herî mezin kî ye, dîsa jî Îsa wanra dida kifşê ku ew wan hiz dike (Marqos 9:34; Lûqa 22:24).

14. Şandiyên Îsa kûltûreke çada mezin bibûn?

14 Bêşik, Îsa haş ji kûltûra şandiyên xwe hebû (Yûhenna 2:24, 25). Ewana cîkî usa mezin bibûn, kîderê ku serwêrên rêlîgî hurmetê didane tenê kesên nav û deng (Metta 23:6). Usa jî serwêrên Cihû difikirîn, ku ewana ji kesên din çêtir in f (Lûqa 18:9-12). Îsa zanibû ku evê kûltûrê dikaribû ça ser nihêrandina şandiya derheqa xwe, usa jî derheqa kesên din, gelek hukum ke (Metelok 19:11). Ew nedifikirî ku şagirtên wî wê tu cara şaşiya nekin, û gava ku wana şaşî dikir, ew bi zêdeyî eciz nedibû. Ewî zanibû ku ewana merivne baş in, lema jî ewî bi sebir alî wan dikir, ku ewana qurebûnê ji dilê xwe derxin û hevdu diha zêde hiz bikin.

EM ÇAWA DIKARIN ÇEV BIDINE ÎSA

15. Em dikarin ji serhatiya Aqûb û Yûhenna çi dersê hîn bin?

15 Em dikarin ji serhatiya Aqûb û Yûhenna gelek tişt hîn bin. Ev yek ku wana dixwest Padşatiyêda ciyê mexsûs bigirin, nerast bû. Usa jî, nerast bû ku şandiyên din îzin dan, wekî yektiya orta wanda xirab be. Lê Îsa 12 şandiyên xwera heyf û dilovan bû. Gelo em çi dikarin ji vê yekê hîn bin? Tiştê herî ferz ne ev e ku kesên din çi dikin yan çi nakin, lê ev e ku em li himberî şaşî û kêmasiyên wan ça xwe didine kifşê. Derecên usada gelo çi dikare alî me bike? Gava em ji bo gotin yan kirên xûşk yan birakî eciz dibin, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo kirên wî çima haqas min eciz dikin? Gelo dibe ku kirên wî kêmasîke min eşkere dikin, ya ku ez gerekê rast kim? Dibeke kesê ku ez dame xeydandinê dereceke çetinda ye? Hergê ez rast bim jî, gelo ez dikarim hindava wîda rem bim û çevê xwe ser şaşiya wî bigirim?” Çiqas em hindava kesên din dilovan bin, haqas emê îzbat kin, ku em bi rastî şagirtên Îsa ne.

16. Em dikarin ji mesela Îsa çi hîn bin?

16 Usa jî em ji mesela Îsa hîn dibin, ku em gerekê her tiştî bikin, wekî xûşk-bira fem bikin (Metelok 20:5). Hemikî Îsa dikaribû bivîne ku dilê merivada çi heye, lê em nikarin. Lê dîsa jî, em dikarin himberî qisûrên xûşk-bira sebir bikin (Efesî 4:1, 2; 1 Petrûs 3:8). Hergê em wana diha baş nas bikin û pêbihesin ku ewana emirê xweda rastî çi dereca hatine, wê bona me diha hêsa be hindava wanda bi sebir bin. Were em dîna xwe bidine serhatiya birakî me.

17. Berpirsiyarê rêvî çi kar stand, gava destpêkir diha baş xûşk-bira nas bike?

17 Berpirsiyarekî rêvî, yê ku li Afrîkaya Rohilatê xizmet dike, birakî ji civatekê tîne bîra xwe. Sêrîda, ew difikirî ku ew bira yekî sert e. Gelo berpirsiyarê rêvî çi kir? Ew dibêje: “Ez ji wî nedireviyam, lê min her tişt dikir ku wî diha baş nas kim”. Usa, berpirsiyarê rêvî fem kir, ku ew bira çawa mezin bibû û ev yek ça ser xeyset-hunurên wî hukum kiribû. Berpirsiyarê rêvî usa dibêje: “Gava min fem kir ku ewî birayî çiqas qewat xerc kiriye, wekî bê guhastinê û ew çiqas pêşda çûye, ez gelek wîra firnaq bûm. Wext şûnda, em bûne dostên hev”. Belê, gava em xîret dikin ku xûşk-bira fem bikin, mera diha hêsa ye wana hiz bikin.

18. Hergê xûşk yan birakî dilê me êşandiye, em dikarin çi pirsa bidine xwe? (Metelok 26:20)

18 Diqewime em carna difikirin, wekî em gerekê tevî xûşk yan birakî ku dilê me êşandiye, derbêra xeber din. Lê pêşiyê wê baş be ku em pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez bi temamî haş pê heme ku çira usa qewimî ye?” (Metelok 18:13). “Gelo dibeke ewî nedixwest dilê min bêşanda?” (Waîz 7:20). “Min qe şaşiyên usa bernedaye?” (Waîz 7:21, 22). “Hergê ez tevî wî xeber dim, gelo problêm wê safî be, yan wê hê xirab be?” (Bixûne Metelok 26:20). Hergê em derheqa vê yekê kûr bifikirin, dibeke em ji hizkirinê safî kin, wekî çevê xwe ser şaşiya xûşk yan birê xwe, bigirin.

19. Tu bi dil û can dixwazî çi bikî?

19 Şedên Yehowa hevdu hiz dikin û bi vê yekê îzbat dikin, ku ewana bi rastî şagirtên Îsa ne. Hergê her kes ji me himberî kêmasiyên xûşk û bira sebir ke û wana hiz bike, wê îzbat ke ku ew şagirtê Îsa ye. Bi vî cûreyî emê alî kesên din jî bikin, wekî ewana rêlîgiya rast bivînin û tevî me Xwedêyê hizkirinê, Yehowara xizmet kin. Belê, hizkirin nîşana Mesîhiyên rast e! Lema jî em bi dil û can dixwazin timê vê hizkirinê bidine kifşê.

KILAMA 17 “Dixwazim”

a Gelek meriv divînin ku nav meda hizkirina rast heye. Lema jî ewana dixwazin Yehowa û Xebera wî nas bikin. Lê em merivne gunekar in û lema jî carna mera çetin e hevdu hiz bikin. Were em bivînin ku hizkirin çira ferz e û gava kesên din şaşiya dikin, em çawa dikarin çev bidine Îsa.

b Binihêre kitêba bi navê “Pey Min Were” serê 17, abz. 10-11.

c Binihêre gotara bi navê “Min Nêta Jîyînê Dît” ji Birca Qerewiliyê, 1 Mijdarê, 2012, rûp.13-14.

d Binihêre gotara bi navê “Emirê Min Gelek Min Xweş Dihat” ji Birca Qerewiliyê, 1 Gulanê, 2012, rûp. 18-19.

e Hine gunên giran, mesele derheqa kîjana 1 Korintî 6:9, 10-da tê gotinê, usa giran in ku gerekê rûspiyên civatê vê yekê lêkolîn kin. Ev gotar besa gunên usa giran nake.

f Dibêjin ku dersdarekî Cihû gelek wext şûnda tiştekî usa got: “Dinyayêda, herî kêm 30 merivên mîna Birahîm rast, hene. Hergê 30 merivên usa hebin, ez û kurê min, em nav wanda nin. Hergê 10 merivê usa hebin, ez û kurê min, em nav wanda nin. Hergê 5 merivê usa hebin, ez û kurê min, em nav wanda nin. Hergê 2 meriv hebin, ew em in. Hergê 1 be, ew ez im”.