Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 10

Nixumandin Çira Ferz e?

Nixumandin Çira Ferz e?

“Bira ji we her yek . . . bê nixumandinê” (KARÊN ŞANDIYA 2:38).

KILAMA 34 Bêqisûrtiya Xweda Here

VÊ GOTARÊDA a

 TE QE dîtiye ku ça meriv têne nixumandinê? Pêşiya ku ewana bêne nixumandinê, tu dibihêyî ku ewana ça caba du pirsa didin. Tu divînî ku her kes çiqas şa ye. Çaxê ewana ji avê derdikevin, her kes wanra çepika lêdixe û şabûna nigê wan erd nagire. Her heftê, bi hezara meriv vê gavê davêjin û ça Şedên Yehowa têne nixumandinê.

1-2. (a) Heçî zef wedê nixumandinê çi diqewime? (b) Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?

2 Gelo tu dixwazî bêyî nixumandinê? Hergê erê, tu vê dinya xirabda merivekî gelek qîmet î, çimkî tu ‘Xwedê digerî’ (Zebûr 14:1, 2). Firqî tune tu cahil yan emirda mezin î, ev gotar bona te hatiye nivîsandinê. Ev gotar wê dilê merivên ku hatine nixumandinê jî qewî ke, ku ewana heta-hetayê Yehowara xizmet kin. Emê niha sê meniya şêwir kin ku em çira dixwazin Yehowara xizmetê kin.

TU RASTIYÊ Û HEQIYÊ HIZ DIKÎ

Bi hezara sala, Mîrê-cina her tiştî dike wekî navê Yehowa ber çevê her kesî reş ke (Binihêre abzasa 3-4)

3. Xizmetkarên Yehowa çira rastiyê û heqiyê hiz dikin? (Zebûr 119:128, 163)

3 Yehowa temî daye xizmetkarên xwe, wekî rastiyê hiz bikin (Zekerya 8:19). Îsa şagirtên xwera got, ku ewana pey rastiyê herin (Metta 5:6). Merivên usa bi dil û can dixwazin ku çi ber çevê Xwedê qenc û rast e, vê yekê bikin. Gelo tu jî rastiyê û heqiyê hiz dikî? Em bawer in, ku erê! Tu derewiyê, her tiştên nerast û xirabiyê nefret dikî (Bixûne Zebûr 119:128, 163). Derewî, yek ji xeysetên Mîrê-cina ye, yê ku serwêrê vê dinyayê ye (Yûhenna 8:44; 12:31). Nêteke Mîrê-cina ew e, ku navê Yehowa Xwedê ber çevê her kesî reş ke. Ji wexta raberîbûna baxçê Êdênêda, Mîrê-cina derheqa Xwedayê me gelek derewa bela dike. Ew dixwaze meriva bide bawerkirinê, ku Yehowa serwêrekî xwehiz e, ne rast û ne jî heq e, û qenciyê ji meriva vedişêre (Destpêbûn 3:1, 4, 5). Derewên Mîrê-cina meriva hêlan dikin, wekî ewana derheqa Yehowa xirab bifikirin. Mîrê-cina dikare ser kesên ku rastiyê hiz nakin hukum bike, wekî ewana hemû tiştên xirab û mirdar bikin (Romayî 1:25-31).

4. Yehowa ça nîşan kiriye wekî ew “Xwedayê rastiyê” ye? (Binihêre usa jî şikil.)

4 Yehowa “Xwedayê rastiyê” ye, û ew rastiyê wan meriva hîn dike, kî ku wî hiz dikin (Zebûr 31:5, ÎM). Bi vî cûreyî, Ew meriva ji derewên Mîrê-cina aza dike. Usa jî, Yehowa xizmetkarên xwe hîn dike, wekî ewana rast û heq bin. Bi saya rastiyê ewana diha zêde qedirê xwe zanin û dilrihetiyê xwey dikin (Metelok 13:5, 6). Gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, gelo te têderxist, wekî Yehowa ev tişt bona te jî kiriye? Tu pêhesiyayî wekî riya Yehowa, bona her kesî riya here baş e (Zebûr 77:13). Lema jî tu dixwazî van tişta bikî çi ku ber çevê Xwedê rast e (Metta 6:33). Tu dixwazî rastiyê biparêzî û îzbat kî, wekî hemû gotinên Mîrê-cina, yên ku ewî derheqa Yehowa Xwedê gotine, derew in. Lê tu ça dikarî vê yekê bikî?

5. Tu çawa dikarî nîşan kî, wekî tu rastî û heqiyê hiz dikî?

5 Tu dikarî jîyîna xweda vê safîkirinê bikî û bêjî: “Ez derewên Mîrê-cina înkar dikim û piştgiriya rastiyê dikim. Ez dixwazim wekî Yehowa Serwêrê min be, û tiştên ku ber çevê wî rast in, bikim”. Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî? Duada xwe tesmîlî Yehowa ke û soz bide wî, ku tuyê hertim jêra xizmet kî, û paşê were nixumandinê. Hizkirina hindava rastiyê û heqiyê wê alî te bike, wekî tu safî kî, ku bêyî nixumandinê.

TU ÎSA MESÎH HIZ DIKÎ

6. Li gora Zebûr 45:4, em çira Îsa Mesîh hiz dikin?

6 Çira tu Îsa Mesîh hiz dikî? Çend meniyên baş Zebûr 45:4-da hatine dayînê (Bixûne). Îsa rastiyê, milûktiyê û heqiyê hiz dike. Hergê tu rastiyê û heqiyê hiz dikî, dêmek tu Îsa Mesîh jî hiz dikî. Îsa bi mêrxasî her tiştê ku rast bûn, diparast (Yûhenna 18:37). Lê ew ça milûktiyê dide kifşê?

7. Milûktiya Îsa ça ser te hukum dike?

7 Îsa yekî milûk e. Mesele, ewî tu car rûmet nedida xwe, lê dida Bavê xwe (Marqos 10:17, 18; Yûhenna 5:19). Lê milûktiya wî ça ser te hukum dike? Gelo ev yek te hêlan nake, wekî tu Kurê Xwedê hiz bikî û çev bidî wî? Bêşik, hema usa jî heye. Gelo Îsa çira yekî milûk e? Çimkî ew Bavê xweyî milûk hiz dike û çev dide wî (Zebûr 18:35; Îbranî 1:3). Îsa bi temamî hunurên Yehowa eyan dike, lema jî em dixwazin nêzîkî wî bin.

8. Çira em bextewar in ku Îsa Padşê me ye?

8 Em bextewar in ku Îsa Padşê me ye, çimkî ew Serwêrê herî baş e. Yehowa xwexa Kurê xwe hîn kiriye û ew kiriye Padşa (Îşaya 50:4, 5). Usa jî, Îsa ji hizkirina mezin, emirê xwe bona me berva da (Yûhenna 13:1). Îsa Padşê me ye, lema jî ew hêjayî hizkirina me ye. Kesên ku bi rastî wî hiz dikin dostên wî ne û guh didin temiyên wî (Yûhenna 14:15; 15:14, 15). Bona me qedirekî gelek mezin e, ku em dostên Kurê Yehowa ne!

9. Nixumandina me çida mîna nixumandina Îsa Mesîh ye?

9 Yek ji temiyên Îsa ew e, ku şagirtên wî gerekê bêne nixumandinê (Metta 28:19, 20). Ew xwexa jî hate nixumandinê. Nixumandina wî hine aliyava ji ya şagirtên wî cude ye (Binihêre çargoşe “Nixumandina Îsa Ça ji ya Şagirtên Wî Cude Dibe?”). Lê hine aliyava jî mîna hev in. Çaxê Îsa hate nixumandinê, ewî da kifşê ku ew dixwaze li gora xwestina Bavê xwe her tiştî bike (Îbranî 10:7). Bi vî cûreyî, gava peyçûyên Îsa têne nixumandinê, ewana nîşan dikin, ku wana emirê xwe tesmîlî Yehowa Xwedê kiriye. Ji wê rojêva, ewana ne ku li gora xwestina xwe, lê li gora xwestina Yehowa dijîn. Usa ewana çev didine Axayê xwe.

10. Tu çira Îsa Mesîh hiz dikî, û ev hizkirin te hêlan dike ku tu çi bikî?

10 Belê, tu Îsa ça Kurê Yehowayî tayê tenê qebûl dikî û şa yî, ku Xwedê ew kiriye Padşê me. Tu zanî ku Îsa yekî milûk e û bi temamî çev dide Bavê xwe. Tu pêhesiyayî wekî ewî xwarin dida kesên birçî, hêvî dida kesên dilşkestî, û merivên nexweş qenc dikirin (Metta 14:14-21). Tu îda zanî ku ew îro çawa rêberiya civatê dike (Metta 23:10). Û tu bawer dikî ku zûtirekê, ewê ça Padşê Padşatiya Xwedê gelek tiştên baş bona me bike. Gelo tu çawa dikarî nîşan kî, wekî tu Îsa Mesîh hiz dikî? Gava tu çev bidî wî (Yûhenna 14:21). Mîna Îsa emirê xwe tesmîlî Yehowa ke û paşê were nixumandinê.

TU YEHOWA XWEDÊ HIZ DIKÎ

11. Meniya lape ferz ku meriv çira têne nixumandinê, çi ye?

11 Gelo meniya here ferz ku meriv çira têne nixumandinê, çi ye? Îsa Mesîh da kifşê, wekî xwestina Xwedê ya here mezin çi ye. Ewî got: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” (Marqos 12:30). Gelo ev gotin nîşan nakin ku tu çiqas Xwedê hiz dikî?

Her tiştên qenc ji kîjana tu îro şabûnê distînî û heta-hetayê tê bistînî, ji Yehowa tê (Binihêre abzasa 12-13)

12. Çira tu Yehowa hiz dikî? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Gelek menî hene, ji bo çi jî em Yehowa hiz dikin. Mesele, te fem kiriye ku Yehowa “kanîya jîyanê” ye û “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” ji wî tê (Zebûr 36:9; Aqûb 1:17). Belê, her tiştê qenc dayîna Bavê meyî dilovan û destvekirî ye.

13. Çira qurbana Îsa pêşkêşeke gelek qîmet e?

13 Qurbana Îsa pêşkêşeke gelek qîmet e, ku Yehowa daye me. Em çima dikarin usa bêjin? Hela ser dostiya Yehowa û Kurê wî bifikire. Îsa usa got: “Bav min hiz dike” û “ez Bavê hiz dikim” (Yûhenna 10:17; 14:31). Yehowa û Îsa bi mîlyarda sala tevayî bûn, lema jî dostiya wan gelekî qewî ye (Metelok 8:22, 23, 30). Hela bifikire, gava Xwedê hîşt wekî Kurê wî gelek cefa bikişîne û bê kuştinê, êşa dilê wî çiqas giran bû. Yehowa te û hemû meriva usa hiz dike, ku ewî Kurê xweyî hizkirî bona me kire qurban. Lema jî em dikarin emirê heta-hetayê bistînin (Yûhenna 3:16; Galatî 2:20). Gelo eva menîke mezin nîne, ku em Xwedê hiz bikin?

14. Tu kîjan nêta here baş dikarî bidî pêşiya xwe?

14 Çiqas baş tu Yehowa nas bikî, haqas hê zêde tê wî hiz bikî. Bêşik, tu dixwazî him niha him jî heta-hetayê nêzîkî wî bî. Û ev yek rêalî ye. Ew dixwaze wekî tu bi gotin û kirên xwe dilê wî şa bikî (Metelok 23:15, 16). Tu dikarî jîyîna xweda bidî kifşê, wekî tu bi rastî Yehowa hiz dikî (1 Yûhenna 5:3). Eva nêta here baş e ya ku tu dikarî bidî pêşiya xwe!

15. Tu ça dikarî hizkirina xwe Yehowara bidî kifşê?

15 Gelo tu ça dikarî hizkirina xwe Yehowara bidî kifşê? Ya ewlin, duayê xweyî şexsîda Yehowara bêje, wekî tu dixwazî jîyîna xwe tesmîlî wî kî (Zebûr 40:8). Paşê gava tu bêyî nixumandinê, her kes wê bivîne, wekî te jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kiriye. Çawa me sêrîda got, roja nixumandinê rojeke gelek xweş û mexsûs e. Tu jîyîneke teze destpêdikî ne ku bona xwe, lê bona Yehowa (Romayî 14:8; 1 Petrûs 4:1, 2). Ev yek dide kifşê wekî te gaveke gelek ferz avîtiye. Dêmek nixumandin derê jîyîneke xweş û bextewar ber te vedike. Gelo çawa?

16. Li gora Zebûr 41:12, Yehowa wê hemû kesên ku jêra xizmet dikin, çawa kerem ke?

16 Tu kes mîna Yehowa merd nîne. Firqî tune tu çiqas bona Yehowa dikî, ewê timê diha zêde bona te bike (Marqos 10:29, 30). Îro vê dinya xirabda jî, Yehowa soz dide wekî ewê jîyîneke xweş û bextewar bide te. Lê eva tenê destpêke. Rêwîtiya ku bi saya nixumandina te destpêbûye, hê berdewam dibe. Tu dikarî heta-hetayê Bavê xweyî ezmanara xizmet kî. Hizkirina te û Wî wê diha mezin be, û tuyê jîyîna herheyî qazanc kî (Bixûne Zebûr 41:12).

17. Gelo tu dikarî çi bidî Yehowa, çi ku cem wî tune ye?

17 Bi saya sonda tesmîlbûnê û bi saya nixumandinê, tu dikarî tiştekî gelek qîmet bidî Bavê xweyî ezmana. Ewî her tiştê qenc û her tiştê ku dilê te şa dike, daye te. Tu jî dikarî tiştekî gelekî qîmet bidî Xwedayê erd û ezmana, çi ku cem wî tune ye. Dêmek aminiya te û xwestina te ku wîra xizmet bikî (Îbo 1:8; 41:11; Metelok 27:11). Gelo jîyîneke ji vê jîyînê çêtir heye? Bêşik, hizkirina te hindava Yehowa meniya here baş e, wekî tu bêyî nixumandinê.

TU HAZIR Î BÊYÎ NIXUMANDINÊ?

18. Tu dikarî çi pirsa bidî xwe?

18 Gelo tu dixwazî bêyî nixumandinê? Caba vê pirsê tenê tu dikarî bidî. Ji xwe bipirse: “Çi nahêle ku ez bême nixumandinê?” (Karên Şandiya 8:36). Her sê meniya ku vê gotarêda hene, bîne bîra xwe. (1) Tu rastiyê û heqiyê hiz dikî. (2) Tu Îsa Mesîh hiz dikî. (3) Ya here ferz jî ev e, ku tu Yehowa hiz dikî. Ji xwe bipirse: “Gelo ez hîviya wê rojê me, ku her kes rastiyê bêje û tiştê rast bike? Gelo ez dixwazim, wekî Kurê Xwedê Padşayê min be û çev bidime wî? Gelo ez dixwazim Yehowara xizmet bikim û dilê wî şa kim?” Hergê cabên van pirsa erê ye, wekî usa ne tu çira nayêyî nixumandinê? (Karên Şandiya 16:33).

19. Çima tu gerekê nixumandina xwe paş nexî? Meselekê bîne. (Yûhenna 4:34)

19 Hergê tu xwe paş dixî wekî bêyî nixumandinê, dîna xwe bide meselekê ku Îsa anî (Bixûne Yûhenna 4:34). Îsa qedandina xwestina Bavê xwe beramberî xwarinê kir. Gelo çira? Çawa ku xwarin bona bedena me kêrhatî ye, usa jî ev yek ku Yehowa çi ji me dewa dike bona kara me ye. Yehowa naxwaze, wekî em tiştên usa bikin çi ku wê zirarê bide me. Gelo Yehowa dixwaze wekî tu bêyî nixumandinê? Hemikî erê! (Karên Şandiya 2:38) Lema jî bawer be ku hergê tu gura temiya Yehowa bikî û bêyî nixumandinê, ev yek bona kara te ye. Mesele, gava xwarineke xweş bidine ber te, tê bixwî usa nîne? Hema bi vî cûreyî tu gerekê xwe paş nexî û bêyî nixumandinê.

20. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

20 Hinek kes çima xwe paş dixin û nayêne nixumandinê? Diqewime ewana difikirin: “Ez bona nixumandinê hê hazir nînim”. Safîkirina meye here ferz ew e, ku em xwe tesmîlî Yehowa bikin û bêne nixumandinê. Lema jî gerekê tu li ser vê safîkirinê kûr bifikirî. Usa jî, wext û xîret lazim e, seva ku tu bona vê yekê hazir bî. Lê hergê tu bi dil û can dixwazî vê gavê bavêjî, gelo tu çawa dikarî xwe hazir kî? Gotara dinda emê caba vê pirsê bistînin.

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

a Nixumandin bona her xwendekarekî Kitêba Pîroz, gelek ferz e. Çi dikare alî xwendekar bike, wekî vê gava ferz bavêje? Ev heye hizkirin! Lê em gerekê çi û kê hiz bikin? Vê gotarêda, emê caba van pirsa bistînin. Usa jî, emê bivînin ku jîyîneke ça hîviya kesên nixumandî ye.