Pirsên Xwendevana
“Ew pismamê ku Bowaz besa wî kiribû” çima got ku hergê ew Rûtêra bizewice, ewê milkê xwe unda ke? (Rût 4:1, 6)
Wedê berê çaxê mêrekî zewicî bêzuret dimir, çend pirs pêşda dihatin: Erdê wî wê kêra bimîne? Gelo navê malbeta wî wê bê bîrkirinê? Bi alîkariya Qanûna Mûsa pirsên usa dihatine safîkirinê.
Hergê mêrek bimira, yan kesîb bibûya û erdê xwe bifirota, gelo erdê wî wê kêra bima? Wî çaxî birakî wî yan merivê wîye nêzîk, dikaribû erdê wî bikiriya û vegeranda. Bi vî cûreyî erdê wî dîsa dikete destê malbeta wî (Qanûna Kahîntiyê 25:23-28; Jimar 27:8-11).
Gelo navê malbeta mêrê mirî çawa dihate xweykirinê? Li gora qanûnê, birê wî kesê mirî, jina birê xwe jintî dianî, wekî zarek bihata bûyînê. Usa nav û mal-milkê kesê mirî derbazî vê zarê dibû. Usa jî, bi saya vê qanûnê, jinebî bêxweyî nedima (Qanûna Ducarî 25:5-7; Metta 22:23-28).
Were em dîna xwe bidine mesela Nahomiyê. Ew jina mêrekî bi navê Elîmelex bû. Gava malxê wê Elîmelex û du kurên wê mirin, Nahomî stûxar bû, çimkî tu kes tune bû bona wê xem kira (Rût 1:1-5). Çaxê Nahomî tevî bûka xwe Rûtê vegeriya Cihûdayê, ewê jêra got, ku Bowazra bêje wekî ew li gora qanûnê, erdê wan bikire, çimkî ew merivê Elîmelex yê nêzîk bû (Rût 2:1, 19, 20; 3:1-4). Lê Bowaz zanibû ku nava pismamtiya wanda “yekî hê nêzîk heye”. Lema jî berî pêşin bi qanûnî wî ‘pismamî’ gerekê erdê Elîmelex bikiriya (Rût 3:9, 12, 13).
Sêrîda ewî ‘pismamî’ dixwest alîkariyê bide (Rût 4:1-4). Rast e ewî zanibû ku kirîna erd biha ye, lê ew difikirî ku Nahomî îda pîr bûye û nikare zarê bîne, yê ku dikaribû erdê Elîmelex çawa milk bistanda. Û ew difikirî ku axiriyêda erdê Elîmelex wê bigihîje wî û ewê kareke mezin bistîne.
Lê çaxê ewî ‘pismamî’ bihîst ku xêncî vê yekê ew gerekê Rût jî jintî bîne, ew poşman bû û nexwest erdê Elîmelex bikire. Ewî got: “Ez vî borcê pismamtîyê nikarim biqedînim, nebe ku ez warê xwe reş kim” (Rût 4:5, 6). Lê gelo çira ew poşman bû?
Hergê ewî ‘pismamî’ Rût jintî bianiya û kurek wanra bihata bûyînê, ew kurik wê erdê Elîmelex ça milk bistanda. Gelo milkê wî ‘pismamî’ wê çawa reş bûya, dêmek zirarê keta? Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê tiştek nayê gotinê, lê wira çend menî hatine dayînê ku dibeke çira ewê zirarê keta.
Ya pêşin, bi nihêrandina wî, ewî perê xwe wê badîhewa xerc kira, çimkî axiriyêda erdê Elîmelex wê bigihîşta kurê Rûtê.
Ya duda, borcê Nahomî û Rûtê dikete stûyê wî.
Ya sisiya, hergê Rûtêra ji wî ‘pismamî’ zar bibûna, ewana wê bibûna hevalparên milkê zarên wî ‘pismamî’.
Ya çara, hergê zarên wî ‘pismamî’ tune bûna, wî çaxî him erdê Elîmelex him jî erdê wî, wê kurê Rûtêra bima. Lema jî gava ew bimira, erdê wî wê biketa destê zara ku navê Elîmelex ser bû, ne ku navê wî. Ça kifş e ewî ‘pismamî’ nexwest milkê xwe unda ke, wekî alî Nahomiyê bike. Lema jî ewî ev cabdarî da Bowaz, îzina kîjanî bi qanûnî hebû wekî erdê Elîmelex bikire. Bowaz ev cabdarî qebûl kir, çimkî ewî xwest “wekî navê yê mirî ji nava biratîya wî û cî-warên wî unda nabe” (Rût 4:10).
Usa dihate kifşê, ku ew ‘pismam’ pey navê xwe ketibû û nedixwast milkê xwe unda ke. Ew yekî xwehiz bû. Rast e ewî dixwest navê xwe biparêze, lê heta roja îro em nizanin navê wî çi ye. Ewî usa jî ew qedir unda kir, kîjan ku Bowazra hate dayînê. Navê Bowaz kete nava xeza wê rikiniyatê, ji kîjanê ku Îsa Mesîh hate bûyînê. Ça me dît, ewî ‘pismamî’ tu kar nestand ji bo vê yekê, ku ew yekî xwehiz bû û nedixwest alî wan meriva bike, yên ku hewcê alîkariyê bûn! (Metta 1:5; Lûqa 3:23, 32)