Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rêberî bona Lêkolînê

Rêberî bona Lêkolînê

Çawa “Tiştên Teze” Bidine Xebatê

Para “Tiştên Teze” ser JW Library® û jw.org dide kifşê gotar û vîdêoyên ku teze hatine derxistinê. Gelo em ça dikarin vê parê bidine xebatê, wekî haş ji wan tişta hebin çi ku teze têne derxistinê?

JW Library

  • Gotarên ku teze têne derxistinê, dikarin rêzên gotarada bivînin. Lema jî, gava rêzên gotara para “Tiştên Tezeda” derdikevin, tu dikarî xwera bidî kişandinê. Paşê ev gotarên teze jorê ser vê rûpêlê têne kifşê.

  • Diqewime tu nikarî edebyetên mezin, mesele jûrnal carekêra bixûnî. Seva ku bîr nekî wekî te filan edebyet bi temamî nexwendiye, tu dikarî vê edebyetê bikî nava tiştên bijartî (Favorites) û çaxê tu vê edebyetê bixûnî, tu dikarî lê ji tiştên bijart temiz kî.

JW.ORG

Hine tişt, mesele nûçe û elametî, tenê ser malpera jw.org têne derxistinê, lê JW Library-da tune ne. Lema jî, timê dîna xwe bide para “Tiştên Teze”, seva ku gotarên teze bixûnî.