Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 11

Xwe bona Nixumandinê Hazir ke

Xwe bona Nixumandinê Hazir ke

“Çi nahêle ku ez bême nixumandinê?” (KARÊN ŞANDIYA 8:36).

KILAMA 50 Duayê Tesmîlbûnê

VÊ GOTARÊDA a

Kesên cahil û emirda mezin ser temamiya dinyayê, ruhanîda pêşda çûne û têne nixumandinê (Binihêre abzasa 1-2)

1-2. Hergê tu bona nixumandinê hela hê hazir nînî, çira tu gerekê dilteng nebî? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

 GELO tu dixwazî bêyî nixumandinê? Nixumandin nêteke gelek baş e. Hergê tu difikirî wekî tu bona nixumandinê hazir î û rûspiyên civatê jî qayîl in, tu dikarî wexteke nêzîkda bêyî nixumandinê. Rojên gelek xweş xizmetiya Yehowada hîviya te ne.

2 Lê diqewime kesek tera dibêje, wekî pêşiya ku bêyî nixumandinê, tu gerekê ser xwe bixebitî û hine guhastina bikî. Û diqewime tu xwexa jî usa difikirî. Hergê usa ne, dilteng nebe. Firqî tune tu cahil î yan emirda mezin î, tu dikarî ruhanîda pêşda herî û bigihîjî vê nêta ferz.

“ÇI NAHÊLE KU EZ BÊME NIXUMANDINÊ”

3. Merivê Etyopî ji Fîlîpo çi pirsî û çi pirs pêşda tê? (Karên Şandiya 8:37, 38)

3 Bixûne Karên Şandiya 8:37, 38. Merivê Etyopî ji Fîlîpo mizgînvan pirsî: “Çi nahêle ku ez bême nixumandinê?” Merivê Etyopî ji dil dixwest bê nixumandinê. Gelo ew bona vê gava ferz hazir bû?

Merivê Etyopî dixwest derheqa Yehowa hê zêde pêbihese (Binihêre abzasa 4)

4. Merivê Etyopî ça nîşan kir, wekî ew dixwaze diha zêde zanebûnê bistîne?

4 Merivê Etyopî “bona hebandinê hatibû Orşelîmê” (Karên Şandiya 8:27). Usa dihate kifşê, ku ewî dînê Cihûya qebûl kiribû. Bêşik, ewî ji Nivîsarên Pîroz ser zimanê Îbranî derheqa Yehowa gelek tişt zanibû. Lê ewî bi xîret dixwest diha zêde pêbihese. Em vê yekê ji ku zanin? Gava Fîlîpo lê ser rê dît, ewî ji dil nivîsarên Îşaya pêxember dixwendin (Karên Şandiya 8:28). Ça tê kifşê bona merivê Etyopî, zanebûna çend rastiyên sereke bes nîbûn. Ewî dixwest diha zêde pêbihese.

5. Merivê Etyopî çawa tiştên ku pêhesiya bû, anî sêrî?

5 Merivê Etyopî “wekîlê temamiya xizna” jin-padşaya Etyopiyayê bû (Karên Şandiya 8:27). Lema jî bêşik ew qe betal nîbû, çimkî gelek cabdariyên wî hebûn. Lê dîsa jî, ewî wedê xwe bona hebandina Yehowa vediqetand. Bona wî, hînbûna rastiyên sereke bes nîbû. Ewî dixwest tiştên ku pêhesiya bû, bîne sêrî. Lema jî, seva ku Yehowa bihebîne, ew ji Etyopiyayê diçû paristgeha Orşelîmê. Bona vê riya dirêj gelek wext û pere lazim bû, lê bona wî, hebandina Yehowa hêjayî her tiştî bû.

6-7. Hizkirina hindava Yehowa dilê merivê Etyopîda çawa mezin dibû?

6 Merivê Etyopî ji Fîlîpo derheqa hine rastiyên teze yên ferz pêhesiya, mesele ku Mesîh bi rast kî ye (Karên Şandiya 8:34, 35). Bêşik, gava Merivê Etyopî bihîst, wekî Îsa bona wî çi kiriye, ew gelek şa bû. Gelo ewî paşê çi kir? Rast e ewî dikaribû ça prozêlîtekî xweyîqedir bima, lê hizkirina hindava Yehowa û Îsa Mesîh dilê wîda haqas mezin bibû, ku ewî safî kir bê nixumandinê. Ewî dixwest bibe şagirtekî Îsa Mesîh. Fîlîpo dît ku ew bona vê yekê hazir e, lema jî wî nixumand.

7 Hergê tu mîna merivê Etyopî hereket bikî, tu dikarî bona nixumandinê hazir bî. Wî çaxî, tuyê jî ji dil bêjî: “Çi nahêle ku ez bême nixumandinê?” Emê niha bivînin ku tu ça dikarî mîna merivê Etyopî gava bavêjî: Ew timê hîn dibû, tiştên ku pêdihesiya dianî sêrî û hizkirina hindava Xwedê dilê xweda mezin dikir.

TIMÊ HÎN BE

8. Li gora Yûhenna 17:3, gerekê em çi bikin?

8 Bixûne Yûhenna 17:3. Gelo ev giliyên Îsa dilê te qewî kiriye, wekî tu lêkolîna Kitêba Pîroz destpêkî? Geleka ji me usa destpêkiriye. Gelo ev gilî me jî hêlan nakin, ku em berdewam kin zanebûnê bistînin? Belê. Emê zanebûna xwe heta-hetayê zêde bikin û Yehowa Xwedê diha baş nas bikin (Waîz 3:11). Çiqas zêde em hîn bibin, haqas hê zêde emê nêzîkî Yehowa bin (Zebûr 73:28).

9. Çaxê em rastiyên sereke pêdihesin, gerekê em çi bikin?

9 Gava me destpêkir Yehowa nas bikin, em rastiyên sereke hîn bûn. Vê nema Îbraniyara, Pawlosê şandî got ku hînkirinên sereke ev hene “dersên pêşine sade”. Ewî nedixwest bigota ku rastiyên sereke bêqîmet in. Ewî ev rastî beramberî şîrê dayîkê kir, ku bona zarokê gelek ferz e (Îbranî 5:12; 6:1). Lê usa jî, ewî Mesîhiyara got, ku ewana gerekê him rastiyên sereke him jî rastiyên kûr bizanibin. Gelo tu dixwazî rastiyên kûr hîn bibî? Gelo tu dixwazî derheqa Yehowa û qirara wî diha zêde pêbihesî?

10. Çima gelek merivara çetin e lêkolîna bikin?

10 Gelek merivara çetin e lêkolîna bikin. Lê tuyê çi bêjî? Gelo tu mektebêda hîn bûyî, ku baş bixûnî û hîn bî? Gelo hewasa te ser xwendin û lêkolînê hebû? Yan tu dişirmîş dibûyî, ku bal te nayê standinê kitêba lêkolîn kî? Hergê usa ne, dilteng nebe, çimkî gelek meriv usa nin. Lê Yehowa dikare alî te bike. Ew Mamosteyê herî baş û bêqisûr e.

11. Yehowa çawa nîşan kiriye ku ew Mamosteyê Herî Mezin e?

11 Yehowa Xwedê Mamosteyê meyî Herî Mezin e (Îşaya 30:20, 21). Ew Mamostekî bisebir û dilovan e û halê me rind fem dike. Ew dîna xwe dide hunurên baş yên şagirtên xwe (Zebûr 130:3). Ew tu car tiştên ji qewata me der, ji me dewa nake. Bîr neke, Ewî mejiyê me bi cûrê mexsûs çêkiriye (Zebûr 139:14). Xwedê em usa efirandine ku em hewcê hînbûnê ne. Efirandarê me dixwaze ku em timê hîn bin û lezetê ji vê yekê bistînin. Lema jî em heyra vê yekêda nin, ku rastiyên ji Kitêba Pîroz pêbihesin (1 Petrûs 2:2). Nêtên usa dayne pêşiya xwe, yên ku tuyê bikaribî bînî sêrî, û her roj Kitêba Pîroz bixûne û lêkolîn ke (Yêşû 1:8). Bi alîkariya Yehowa, tuyê ji xwendinê diha zêde lezetê bistînî û hê zêde derheqa wî pêbihesî.

12. Çira lazim e ku em wedê lêkolîna şexsî derheqa Îsa kûr bifikirin?

12 Timê wede bivîne, wekî derheqa jîyîn û xizmetiya Îsa bifikirî. Seva ku em bikaribin van rojên çetinda Yehowara xizmet kin, em gerekê çev bidine Îsa (1 Petrûs 2:21). Îsa Mesîh şagirtên xwera gotibû, ku ewana wê rastî tengasiya bên (Lûqa 14:27, 28). Lê ewî bawer dikir, ku şagirtên wî dikarin mîna wî Yehowara amin bimînin (Yûhenna 16:33). Derheqa jîyîna Îsa kûr lêkolîna bike û xwera nêtê dayne, wekî jîyîna xweye herrojîda çev bidî wî.

13. Gerekê tu timê çi ji Yehowa reca bikî û çira?

13 Tenê zanebûn bes nîne. Hemikî zanebûn wê alî te bike wekî tu Yehowa diha baş nas bikî, hê zêde wî hiz bikî û baweriya xwe wî bînî (1 Korintî 8:1-3). Çaxê tu lêkolîna dikî, ji Yehowa reca ke wekî baweriya te hê qewî ke (Lûqa 17:5). Ew bi merdanî cabên duayên usa dide. Baweriya ku ser hîmê zanebûna rast e, wê alî te bike wekî tu ruhanîda pêşda herî (Aqûb 2:26).

TIŞTÊN KU TU PÊDIHESÎ BÎNE SÊRÎ

Pêşiya Sêlavê, Nuh û malbeta wî bi aminî li gora tiştên ku hîn dibûn, qirara Yehowa dianîne sêrî (Binihêre abzasa 14)

14. Pawlosê şandî ça da kifşê, ku gelek ferz e wan tişta bînin sêrî, çi ku em pêdihesin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Pawlosê şandî da kifşê, ku çiqas ferz e, wekî şagirtên Îsa tiştên ku pêdihesin, bînin sêrî. Ewî besa serhatiya Nuh kir. Yehowa Nuhra gotibû, ku wê bi saya Sêlavê qira merivên xirab bîne. Tenê zanebûna derheqa Sêlavê bes nîbû ku Nuh û malbeta wî xilaz bûna. Dîna xwe bidinê, ku Petrûs besa wedê pêşiya Sêlavê kir, “gava gemî dihate çêkirinê” (1 Petrûs 3:20). Belê, Nuh û malbeta wî li gora vê yekê gemî ava dikirin, çawa ku Xwedê wanra gotibû (Îbranî 11:7). Petrûs kirên Nuh beramberî nixumandinê kir û usa got: “Ew av sûretê nixumandinê bû, kîjan niha we xilaz dike” (1 Petrûs 3:21). Çawa ku bona Nuh û malbeta wî gelek qewat û xîret lazim bû, wekî bi sala gemiyê ava kin, usa jî tu gerekê qewatê xerc kî û xîret bî, seva ku xwe bona nixumandinê hazir kî. Lê gelo tu gerekê çi bikî, wekî bona nixumandinê hazir bî?

15. Gava kesek ji dil tobe dike, ew yek çida tê kifşê?

15 Berî pêşin çi ku em gerekê bikin ew e, wekî em gunên xwe tobe kin (Karên Şandiya 2:37, 38). Tobekirina ji dil kirên meda tê kifşê. Gelo te terka xeysetên xirab daye, yên ku Yehowa nefret dike? Mesele, yên usa ça bênamûsî, kişandina cixarê û xebitandina giliyên xirab (1 Korintî 6:9, 10; 2 Korintî 7:1; Efesî 4:29). Hergê te terka wan tişta nedaye, her tiştî bike, wekî tu bêy guhastinê. Ji wî kesî, kê ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, yan jî ji rûspiya, şîret û alîkariyê bixwaze. Kesên cahil dikarin alîkariyê ji dê-bavên xwe bixwazin, wekî bikaribin terka xeysetên xirab bidin, kîjan ku riya wan digirin, wekî bêne nixumandinê.

16. Hergê em dixwazin timê Yehowara xizmet kin, em gerekê çi bikin?

16 Gelek ferz e wekî timê nava şixulên ruhanîda bin. Mesele herine civata û civatada kar bikin (Îbranî 10:24, 25). Û gava tu îda destpêkî tevî civatê xizmet kî, vê yekêda xîret be. Çiqas zêde tu mizgîniyê bela kî, haqas zêde tuyê şabûnê bistînî (2 Tîmotêyo 4:5). Kesên cahil dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo timê dê-bavê min tînin bîra min, wekî ez herim civîna yan xizmetiyê? Yan ez xwexa van tişta dikim?” Hergê tu xwexa wan gava bavêjî, tuyê îzbat kî, wekî tu Yehowa bawer dikî, wî hiz dikî û ji wî razî yî. Ev kirên te, yên ku tu pêşkêşî Yehowa dikî, didine kifşê ku tu bi aminî wîra xizmet dikî (2 Petrûs 3:11; Îbranî 13:15). Hemû tiştên ku tu bi rezedilî bona Yehowa dikî, dilê wî şa dikin (Beramber ke 2 Korintî 9:7). Û usa jî gava em tiştên herî baş didine Yehowa, dilê me bi şabûnê tije dibe.

BIRA HIZKIRINA TE HINDAVA YEHOWA HÊ QEWÎ BE

17-18. Kîjan hunurê ferz wê alî te bike, wekî tu bêyî nixumandinê û çira? (Metelok 3:3-6)

17 Gava tu berbi nixumandinê herî, tuyê rastî çetinaya jî bêyî. Ji bo baweriya te, hine meriv diqewime qerfê xwe te bikin û dibeke tu rastî peyketina jî bêyî (2 Tîmotêyo 3:12). Hergê tu ser xwe dixebitî, wekî terka xeysetekî xirab bidî, dikare usa biqewime wekî tu dîsa tiştekî xirab bikî. Yan jî diqewime tu dilteng dibî û difikirî ku tu nikarî bigihîjî nêta xwe. Çi wê alî te bike wekî tu sebir kî? Hunurekî gelek ferz ew heye hizkirina hindava Yehowa.

18 Hizkirina te hindava Yehowa hunurê herî qîmet e ku dilê teda heye (Bixûne Metelok 3:3-6). Ew hizkirin wê alî te bike, wekî tu himberî tengasiya sebir kî. Kitêba Pîroz gelek car besa hizkirina Yehowaye amin hindava xizmetkarên wî dike. Hizkirina amin tê hesabê ku Yehowa wê tu car xizmetkarên xwe nehêle û hizkirina wî hindava wanda wê tu car sar nebe (Zebûr 100:5). Tu dilqê Xwedêda hatî efirandinê (Destpêbûn 1:26). Lê tu ça dikarî vê hizkirinê bidî kifşê?

Her roj Yehowara bêje wekî tu bona çi ji wî razî yî (Binihêre abzasa 19) b

19. Tu çawa dikarî hê zêde razîbûna xwe seva her tiştê ku Yehowa bona te kiriye, bidî kifşê? (Galatî 2:20)

19 Pêşiyê razîbûna xwe Yehowara bide kifşê (1 Têsalonîkî 5:18). Her roj pirsê bide xwe: “Yehowa ça hizkirina xwe nîşanî min kiriye?” Paşê duayên xweda razîbûna xwe Yehowara bide kifşê, seva vê yekê, çi ku ewî bona te kiriye. Xwedê tiştên qenc bona te dike, çimkî ew te hiz dike. Pawlosê şandî jî ev yek bawer dikir (Bixûne Galatî 2:20). Ji xwe bipirse: “Gelo ez jî dixwazim Yehowara bidime kifşê ku ez wî hiz dikim?” Hizkirina hindava Yehowa wê alî te bike, wekî tu ber cêribandin û çetinaya sebir kî. Ev hizkirin wê dilê te qewî ke, wekî tu timê Yehowara xizmet kî û her roj hizkirina xwe hindava wîda bidî kifşê.

20. Seva ku tu jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kî, gerekê tu çi bikî, û ev safîkirin çiqas ferz e?

20 Wede şûnda, hizkirina hindava Yehowa wê te hêlan ke, wekî tu duayê şexsîda emirê xwe tesmîlî Yehowa kî. Gava tu usa bikî, tuyê bibî xweyê hêviya xweş. Tuyê heta-hetayê bin perê Yehowada bî. Bi saya sonda tesmîlbûnê, tuyê soz bidî Yehowa ku tuyê him rojên xweşda û him jî wedê çetinda wîra xizmet kî. Sonda tesmîlbûnê tenê carekê tê dayînê û ew safîkirineke gelek ferz e. Ser vê yekê bifikire: Tuyê jîyîna xweda gelek safîkirina bikî, hinek ji wan gelek baş in, lê sonda tesmîlbûnê ya lape baş e (Zebûr 50:14). Mîrê-cina wê her tiştî bike, wekî hizkirina te hindava Yehowa, Bavê teyî ezmanada, sar ke. Ew qe naxwaze wekî tu wîra amin bimînî. Tu car îzinê nede vê yekê! (Îbo 27:5) Hizkirina qewî hindava Yehowa wê alî te bike, wekî tu li gora sonda tesmîlbûnê bijî û çiqas diçe, diha nêzîkî Bavê xweyî ezmana bî.

21. Çira em dikarin bêjin wekî nixumandin ne ku xilazî, lê destpêka xizmetiyê ye?

21 Çaxê tu duada jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kî, tevî rûspiya derheqa nixumandinê xeber de. Bîr neke ku nixumandin ne ku xilazî, lê destpêka rêke teze ye. Tuyê heta-hetayê Yehowara xizmet bikî. Nihada hizkirin hindava Bavê xwe Yehowa dilê xweda mezin ke. Xwera nêta dayne, wekî hizkirina te her roj mezin be. Ev tişt wê alî te bikin, wekî tu bigihîjî nêta xwe, dêmek bêyî nixumandinê. Roja nixumandina te, wê rojeke pir xweş be. Lê ev roj wê tenê destpêka jîyîneke teze be. Bira hizkirina hindava Yehowa û Kurê wî, timê dilê teda mezin be!

KILAMA 135 Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

a Kesê ku dixwaze bê nixumandinê nêta dilê wî gerekê rast be. Usa jî, gerekê ew gavên rast bavêje. Emê ji serhatiya merivê Etyopî bivînin, ku gerekê xwendekarê Kitêba Pîroz pêşiya nixumandinê kîjan gava bavêje.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke cahil duada razîbûna xwe Yehowara dide kifşê, bona van her tiştên baş, çi ku ewî bona wê kiriye.