Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 13

Zarên Xwe bi Saya Efrîna derheqa Yehowa Hîn kin

Zarên Xwe bi Saya Efrîna derheqa Yehowa Hîn kin

“Gelo kê ev efirandin?” (ÎŞAYA 40:26, ÎM).

KILAMA 11 Efirîn Xwedê Pîroz Dikin

VÊ GOTARÊDA a

1. Gelo xwestina dê-bava bona zarên wan çi ye?

 DÊ-BAVNO, em zanin ku hûn dixwazin alî zarên xwe bikin, wekî ewana Yehowa nas bikin û wî hiz bikin. Lê em nikarin Xwedê bivînin. Gelo hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana baweriya xwe Xwedê bînin û nêzîkî wî bin? (Aqûb 4:8)

2. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana derheqa hunurên Yehowa pêbihesin?

2 Seva ku zarên me nêzîkî Yehowa bin, gelek ferz e wekî em tevî wan Kitêba Pîroz hîn bin (2 Tîmotêyo 3:14-17). Lê mecaleke din jî heye, ku ça ewana dikarin diha baş Yehowa nas kin. Kitêba Metelokda, bavek kurê xwera dibêje, wekî ew hunurên Yehowa, kîjan ku efrînada têne kifşê, timê bîra xweda xwey ke (Metelok 3:19-21). Emê niha bivînin ku dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana bi saya efrîna Yehowa diha baş nas kin.

HÛN ÇAWA DIKARIN ZARÊN XWE HÎN KIN?

3. Dê-bav gerekê çida alî zarên xwe bikin?

3 Kitêba Pîrozda derheqa Xwedê tê gotinê ku “ji efirandina dinyayêda hunurên wiye nexuya, . . . bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê” (Romayî 1:20). Dê-bavno, hilbet wera hewas e tevî zarên xwe tebiyetêda wede derbaz kin. Wî çaxî zarên xwera nîşan kin, ku orta efrînên Yehowa û hunurên wîda, çi hevgirêdan heye. Emê niha bivînin, ku vê yekêda dê-bav ça dikarin çev bidine Îsa.

4. Îsa ça bi saya efrîna derseke ferz da şagirtên xwe? (Lûqa 12:24, 27-30)

4 Rojekê, Îsa dîna şagirtên xwe kişande ser qarqar û sosina (Bixûne Lûqa 12:24, 27-30). Rast e Îsa hemû heywan û gul-sosin nas dikir, lê dîsa jî ewî dîna şagirtên xwe kişande ser wan çivîk û kulîrka, yên ku wanra nas bûn. Wê rojê, diqewime qarqar ber çevên wan difiriyan û der-dora wan tije kulîrk vebibûn. Hela bidine ber çevê xwe, ku ça Îsa destê xwe dirêjî çivîk û sosina kir, wekî dîna şagirtên xwe bikişîne ser wan. Lê paşê ewî çi kir? Ewî derheqa merdanî û qenciya Bavê xwe, derseke ferz da şagirtên xwe. Çawa ku Yehowa teyreda û kulîrka xwey dike, ewê kinc û xwarinê bide xizmetkarên xwe jî.

5. Dê-bav bi saya çi dikarin derheqa Yehowa zarên xwe hîn kin?

5 Dê-bavno, çaxê hûn zarên xwe hîn dikin, hûn çida dikarin çev bidine Îsa? Mesele, hûn dikarin zarên xwera derheqa heywan yan kulîrkekê xeber din, kîjan ku hûn hiz dikin. Gava hûn vê yekê dikin, wanra şirovekin, ku ew efrîn derheqa Yehowa çi eşkere dike. Paşê, ji zarên xwe bipirsin hela ewana tebiyetêda heçî zef çi hiz dikin. Hergê hûn besa wan tişta bikin çi ku wana xweş tê, ewana wê rind guh bidine we, gava hûn derheqa hunurên Yehowa wanra gilî kin.

6. Em ji mesela diya Krîstofêr çi dikarin hîn bin?

6 Gelo lazim e wekî dê-bav gelek wedê xwe ser vê yekê xerc kin, ku derheqa kulîrk yan heywanekî lêkolîn kin û paşê zarên xwera bêjin, ku ew derheqa Yehowa çi me hîn dike? Na, ew yek eseyî nîne. Îsa derheqa teyreda û gul-sosina dirêj xeber neda, mesele ku çawa ewana xurekê destdixin û şîn dibin. Cara dibeke zarên we hiz dikin kûr derheqa tebiyetê şêwir kin, lê cara jî seva ku ewana fikirekê fem bikin, nelazim e derheqa vê yekê dirêj xeber din. Birakî bi navê Krîstofêr derheqa zarotiya xwe usa dibêje: “Diya min hêsa mera şirovedikir, ku çira ferz e wekî em tebiyetê qîmet kin. Mesele, gava em nêzîkî çiya dibûn, ewê usa digot: ‘Hela dîna xwe bidinê ku çiya çiqas bilind û bedew in. Ev çêkirina destê Yehowa ye’. Yan jî, gava em ber berê bûn, ewê usa digot: ‘Hela dîna xwe bidine qewata pêlên berê. Ew yek dide kifşê ku qewata Yehowa çiqas mezin e, usa nîne?’ Ew giliyên wêye hêsa lê ferz, gelek ser hiş û dilê me hukum dikir in”.

7. Hûn çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana dîna xwe bidine efrîna û derheqa wan bifikirin?

7 Gava zarên we mezin dibin, hûn dikarin wana hêlan kin, wekî diha zêde dîna xwe bidine efrîna û derheqa Yehowa pêbihesin. Mesele, gava hûn tevî zarên xwe derheqa efrînekî xeber didin, ji wan bipirsin: “Ew yek derheqa Yehowa çi te hîn dike? Bêşik, fikirên zarên we, wê dilê we şa kin (Metta 21:16).

KENGÊ HÛN DIKARIN TEVÎ ZARÊN XWE XEBER DIN?

8. Gava dê-bavên Îsraêlî rêda bûn, çi mecal dikete destê wan?

8 Xwedê ji dê-bavên Îsraêlî dewa dikir, ku gava ewana rêda nin, tevî zarên xwe derheqa qanûnên wî xeber din (Qanûna Ducarî 11:19). Riyên Îsraêlê deşt û zozanara derbaz dibûn. Rêda wana dikaribû gelek heywan, teyrede û kulîrka bivînin. Gava malbet rêda bûn, mecal dikete destê dê-bava, ku dîna zarên xwe bikişînin ser tebiyetê. Dê-bavno, bêşik mecalên usa dikevine destê we jî. Were em mesela hine dê-bava şêwir kin.

9. Em dikarin ji xûşka me Pûnîtayê û ji dê-bavê Katyayê çi hîn bin?

9 Dayîkeke bi navê Pûnîta, ya ku Hindistanêda şeherekî mezinda dijî, usa dibêje: “Gava em tevî malbeta xwe, mêvantî diçine gund cem merivên xwe, kîderê ku deşt û zozan in, mecal dikeve destê me, ku em tevî zarên xwe derheqa efrînên Yehowa xeber din. Gava em ji şeher derdikevin, mecala zarên me heye ku ewana diha baş dîna xwe bidine tebiyetê. Dê-bavno, zarên we tu car bîr nakin gava hûn wedê xwe tevî wan tebiyetêda derbaz dikin. Katya, xûşkeke ji Moldovayê, dibêje: “Bîranînên mine here xweş ev in, gava ku min wedê xwe tevî dê-bavê xwe deşt û zozanada derbaz dikir. Bi alîkariya wana, ez ji zarotiyêda hîn bûme ku bisekinim û rind dîna xwe bidime tebiyetê û bi vê yekê diha baş Yehowa nas bikim”.

Dê-bavên ku şeherada dijîn jî dikarin zarên xwe bi saya efrîna derheqa Yehowa hîn kin (Binihêre abzasa 10)

10. Ev dê-bav kîjanara çetin e ji şeher derkevin, dikarin çi bikin? (Binihêre çargoşe “Alîkarî bona Dê-Bava”.)

10 Hergê nayê standinê ku hûn herin deşt û zozana, hûn dikarin çi bikin? Amol, yê ku li Hindistanê dimîne, dibêje: “Wan ciya kîderê ku ez dimînim, dê-bav sibê heta êvarê dixebitin. Him jî gelek biha ye, ku ji şeher derên, wekî dîna xwe bidine tebiyetê. Lê hûn dikarin parkeke biçûkda yan ji balkonê dîna xwe bidine tebiyetê û derheqa hunurên Yehowa xeber din”. Hergê hûn çevên xwe vekin û dora mala xwe binihêrin, hûnê bikaribin tiştên gelek hewas bivînin û nîşanî zarên xwe bikin (Zebûr 104:24). Hûnê çivîk, kêzik, şînkayî û gelek tiştên din bivînin. Xûşka me Karîna, ya ku Almanyayêda dijî, usa dibêje: “Diya min gelekî kulîrka hiz dike. Gava ez zar bûm û em tevayî digeriyan, ewê timê dîna min dikişande ser kulîrkên bedew û nazik”. Dê-bavno, hûn dikarin bi saya vîdêo û edebyetên teşkîleta me, tevî zarên xwe derheqa tebiyetê xeber din. Belê, mala we ku be jî, gelek mecal hene ku hûn dîna zarên xwe bikişînin ser efrînên Yehowa. Gelo hûn dikarin dîna zarên xwe bikişînin ser kîjan hunurên Yehowa?

HUNURÊN YEHOWA TEBIYETÊDA EŞKERE TÊNE KIFŞÊ

11. Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana hizkirina Yehowa tebiyetêda bivînin?

11 Seva ku zarên we hizkirina Yehowa bivînin, hûn dikarin dîna wan bikişînin ser vê yekê, ku gelek heywan çawa çêjikên xwe xwey dikin (Metta 23:37). Usa jî, hûn dikarin nîşanî wan kin, ku tebiyet çiqas xweş û reng-rengî ye. Karîna usa dibêje: “Gava ez tevî diya xwe derva digeriyam, em carna disekinîn, û diya min nîşanî min dikir, ku hemû kulîrk çawa ji hev cude dibin û bedewiya wan çawa hizkirina Yehowa nîşan dike. Îda gelek sal derbaz bû ye, lê ez dîsa jî dîna xwe didime reng û bedewiya kulîrka. Ewana hertim tînin bîra min, ku Yehowa çiqas me hiz dike”.

Hûn dikarin dîna zarên xwe bidine ser vê yekê, ku bedena me çawa bîlaniya Xwedê eşkere dike (Binihêre abzasa 12)

12. Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana bîlaniya Yehowa bivînin? (Zebûr 139:14) (Binihêre usa jî şikil.)

12 Alî zarên xwe bikin, wekî ewana bîlaniya Xwedê efrînada bivînin. Bîlaniya wî ji ya her kesî mezintir e (Romayî 11:33). Mesele, hûn dikarin zarên xwera şirovekin, ku çawa hulma avê dibe ewir û hêsa cîguhastî dibe (Îbo 38:36, 37). Yan jî hûn dikarin dîna wan bikişînin ser bedena meye mexsûs (Bixûne Zebûr 139:14). Bavekî bi navê Vladîmîr usa dibêje: “Rojekê, kurê me ji bîsîklêtê ket û çoka xwe birîndar kir. Çend roj şûnda, birîna wî qenc bû. Min tevî jina xwe jêra got, wekî Yehowa şaneyên bedena me usa çêkirine, ku ewana dikarin teze bin. Me got ku tu tişt çi ku meriva çêkiriye, nikare vê yekê bike. Mesele, paşî qezîkê, erebe nikare xwexa bê çêkirinê. Evê meselê alî kurê me kir, wekî ew bîlaniya Yehowa fem bike”.

13. Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana qewata Xwedê efrînada bivînin? (Îşaya 40:26)

13 Yehowa dixwaze wekî em li ezmana binihêrin û bidin ber çevê xwe, ku hemû steyrk çawa bi qewata wî ciyê xweda disekinin (Bixûne Îşaya 40:26). Zarên xwera bêjin ku ewana dîna xwe bidine ezmana û kûr ser bifikirin. Xûşkeke ji Teûwanê usa dibêje: “Gava ez biçûk bûm, carekê min tevî diya xwe nava tebiyetê çadir lêxist. Ji ber ku em dûrî ronaya şeher bûn, me şev gelek steyrk dîtin. Ev hingê bû, gava hevaldersxanên min zorê min dikirin, wekî ez qanûnên Yehowa biteribînim û ez berxwe diketim, ku ezê bikaribim Yehowara amin bimînim yan na. Diya min ez hêlan kirim, ku ez derheqa qewata Yehowa bifikirim. Çawa ku Yehowa hemû steyrk bi qewata xwe çêkirine, qewata Wî heye ku alî min jî bike. Paşî wê yekê, min dixwest diha baş Yehowa nas kim û timê bi dil û can wîra xizmetê kim”.

14. Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana bivînin wekî Yehowa Xwedêyê bi şabûnê tije ye?

14 Yehowa bi saya efrîna nîşanî me dike, ku ew Xwedêkî bi şabûnê tije ye û dixwaze ku em jî timê şa bin. Zandar dibêjin ku heçî zef heywan, hela hê çivîk û mesî jî dilîzin (Îbo 40:20). Çaxê pişîkeke biçûk yan jî tûlek, dilîzin, gelo hewasa zarên we wanra nayê? Gava careke din, zarên we lîstika heywana temaşe bikin û bikenin, hûn dikarin bînin bîra wan, ku Yehowa Xwedêyê bi şabûnê tije ye (1 Tîmotêyo 1:11).

TEVÎ MALBETÊ JI TEBIYETÊ ŞABÛNÊ BISTÎNIN

Gava hûn derkevin tebiyetê, wî çaxî wê zarên wera diha hêsa be dilê xwe wera vekin (Binihêre abzasa 15)

15. Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana dilê xwe wanra vekin? (Metelok 20:5) (Binihêre usa jî şikil.)

15 Gelo zarên wera çetin e besa problêmên xwe bikin? Hergê erê, hûn gerekê alî wan bikin, wekî ewana dilê xwe wera vekin (Bixûne Metelok 20:5). Hine dê-bav têderxistine ku ew yek hêsa ye bikin, gava ewana tevî zarên xwe wede tebiyetêda derbaz kin, çimkî wêderê tu tişt wana eciz nake û ewana hêsa dikarin dîna xwe bidine hevdu. Bavek ji Taywanê derheqa menîke din jî dibêje: “Çaxê em tevî zarên xwe nava tebiyetê wedê xwe derbaz dikin, mesele gava em hildikişin çiya yan jî ber devê berê dimeşin, beşera wan xweş dibe. Hingê mera hêsa ye wanra xeber din û têderxin ku derdên wan çi ne”. Katya, derheqa kîjanê me jorê xeber dabû, dibêje: “Paşî mektebê, diya min ez dibirim parkeke bedew. Wê derê, minra hêsa bû dilê xwe jêra vekim ku mektebêda çi diqewimî yan çi xemên min hebûn”.

16. Malbet kîderê û ça dikarin lezetê bistînin?

16 Tebiyetêda, malbet dikarin hêsa bin û şabûnê bistînin. Ev yek wê alî wan bike, wekî ewana diha zêde hevdu hiz bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku “dema kenînê heye” û “dema şayê heye” (Waîz 3:1, 4). Yehowa ciyên gelek xweş û bedew çêkirine, kîderê ku em dikarin hêsa bin û lezetê bistînin. Gelek malbet hiz dikin mêşe, deşt û zozanada, ser çiya yan jî ber devê berê wedê xwe derbaz kin. Hine zar hiz dikin parkada bilîzin, heywana binihêrin, çemada, golada yan jî berêda xwe avê xin. Belê, gava em derdikevin tebiyetê, gelek mecalên me hene, ku em dîna xwe bidine çêkirina destê Yehowa û şabûneke mezin bistînin!

17. Çira lazim e ku dê-bav alî zarên xwe bikin, wekî ewana ji efrînên Yehowa lezetê bistînin?

17 Dinya tezeda, dê-bav û zar wê ji tiştên ku Yehowa efirandine, hê zêde şabûnê bistînin, çi ku wana emirada nekiribû. Wî çaxî, emê ji heywana netirsin, û ewê jî ji me netirsin (Îşaya 11:6-9). Karên destê Yehowa wê me heta-hetayê şa bikin (Zebûr 22:26). Lê dê-bavno, hûn dikarin îro jî alî zarên xwe bikin, wekî ewana ji tebiyetê şabûnê bistînin. Hergê hûn bi saya efrîna alî zarên xwe bikin, ku ewana Yehowa diha baş nas bikin, ewana wê tevî giliyên Dawid Padşa qayîl bin, yê ku got: “Xudano, nava xwedêyada yekî mîna Te tune, ne jî mîna kirên Te, kir hene” (Zebûr 86:8).

KILAMA 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê ye

a Gelek xûşk-bira bi beşera xweş tînin bîra xwe, ku ça wana tevî dê-bavê xwe wedê xwe tebiyetêda derbaz kirine. Ewana bîr nakin, ku dê-bavê wan çawa alî wan kirine, wekî ewana bi saya tebiyetê Yehowa diha baş nas kin. Dê-bavno, hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana bi saya efrîna diha baş derheqa hunurên Yehowa pêbihesin? Vê gotarêda emê derheqa vê yekê şêwir kin.