Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 13

KILAMA 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

Bawer Be ku Yehowa ji Te Razî ye

Bawer Be ku Yehowa ji Te Razî ye

“Tu yî Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike” (LÛQA 3:22).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku hergê em bawer nakin, ku Yehowa ji me razî ye yan na, em dikarin çi bikin.

1. Hine xizmetkarên Yehowa diqewime bona çi ber xwe dikevin?

 BERDILÎKE çiqas mezin e, wekî Yehowa cimeta xwe ça kom qebûl dike! Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê ji cimeta xwe “razî ye” (Zebûr 149:4, ÎM). Lê hine kes ji xwe dipirsin: “Gelo Yehowa ji min jî razî ye? Berê jî, hine xizmetkarên Yehowa dudilî dibûn ku Yehowa ji wan razî ye, yan na (1 Samûyêl 1:6-10; Îbo 29:2, 4; Zebûr 51:11).

2. Yehowa kê qebûl dike?

2 Kitêba Pîroz eşkere nîşan dike, wekî merivên qisûrdar dikarin qebûlkirina Yehowa bistînin. Gelo çi cûreyî? Em gerekê baweriya xwe Îsa bînin û bêne nixumandinê (Yûhenna 3:16). Bi vî cûreyî, em ber meriva didine kifşê, ku me gunên xwe tobe kiriye û soz daye Xwedê, ku emê xwestina wî bînin sêrî (Karên Şandiya 2:38; 3:19). Gava em usa dikin, Yehowa gelek şa dibe. Hergê em xîret bikin ku xweyê sozê xwe bin, Yehowa wê ji me razî be û me ça dostên xwe qebûl bike (Zebûr 25:14).

3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Gelo hine kes çira carna difikirin ku Xwedê ji wan razî nîne? Gelo Yehowa ça nîşan dike, ku ew me qebûl dike? Û Mesîhî çawa dikare bawer be, ku Xwedê wî qebûl dike?

HINE KES ÇIRA DIFIKIRIN KU YEHOWA JI WAN RAZÎ NÎNE?

4-5. Hergê em xwe bêqîmet hesab dikin jî, em dikarin çida dudilî nebin?

4 Hine meriv ji biçûktayê xwe bêkêr hesab dikin (Zebûr 88:15). Birakî bi navê Adrîan dibêje: “Min xwe hertim bêqîmet hesab dikir. Gava ez biçûk bûm, min dua dikir, ku malbeta min cinetêda bijî, lê ez bawer bûm ku ez ne hêja bûm wêderê bijîm”. Birakî bi navê Tonî, dê-bavê kîjanî ku ne Şedên Yehowa ne, dibêje: “Dê-bavê min minra tu cara nedigotin, ku ewana min hez dikin yan jî minra firnaq dibin. Min çi jî dikir, ewana tu car razî nîbûn”.

5 Hergê em jî carna xwe bêqîmet hesab dikin, were em bînin bîra xwe, ku Yehowa em çawa kişandine berbi xwe (Yûhenna 6:44). Yehowa zane ku dilê meda çi heye, û ew hunurên meye baş divîne, hergê em van navînin jî (1 Samûyêl 16:7; 2 Dîrok 6:30). Gava ew dibêje ku em qîmet in, em dikarin vê yekêda dudilî nebin (1 Yûhenna 3:19, 20).

6. Pawlosê şandî ser gunên xweye berê çawa dinihêrî?

6 Hine Mesîhî xwe bona tiştên berê sûcdar dikin (1 Petrûs 4:3). Usa jî, xizmetkarên Xwedêyî amin himberî kêmasiyên xwe şer dikin. Hergê dilê te, te sûcdar bike, bîr neke wekî xizmetkarên Yehowayî berê jî xwe usa texmîn dikirin. Mesele, Pawlosê şandî ji bo kêmasiyên xwe eciz dibû (Romayî 7:24). Hemikî Pawlos gunên xwe tobe kiribû û hatibû nixumandinê, lê dîsa jî ewî got ku ew “ji şandiya yê herî paş” e û herî gunekar e (1 Korintî 15:9; 1 Tîmotêyo 1:15).

7. Em gerekê çi bîr nekin?

7 Bavê meyî ezmana soz daye ku hergê em tobe bikin, ewê bibaxşîne me (Zebûr 86:5). Lema jî hergê em bona gunên xweye berê ji dil poşman bûne, em dikarin bawer bin ku Xwedê baxşandiye me (Kolosî 2:13).

8-9. Gava em difikirin ku Yehowa ji me razî nîne, em dikarin çi bikin?

8 Em gişk dixwazin bi dil û can Yehowara xizmet kin. Lê hine meriv difikirin wekî ewana çi bikin jî, ev yek bes nîne ku Yehowa ji wan razî be. Xûşkeke bi navê Amanda dibêje: “Ez xîret dikim ku bi dil û can Yehowara xizmet kim, lê ez çi bikim jî, ez difikirim ku ev yek bes nîne. Lema jî, ez carna xîret dikim ku ji qewata xwe zêdetir bikim. Lê çaxê ez nagihîjim nêta xwe, ez xemgîn dibim û difikirim wekî Yehowa minda dudilî dibe”.

9 Hergê em difikirin ku xîreta me bes nîne, wekî Yehowa ji me razî be, em dikarin çi bikin? Bîr neke wekî Yehowa sert nîne û tu cara tiştên ku ji qewata me der e ji me dewa nake. Gava em bi dil û can wîra xizmet dikin, ew razî ye. Usa jî, dîna xwe bide mesela xizmetkarên Yehowaye berê. Mesele, Pawlosê şandî gelek sal bi xîret xizmet dikir, gelek rêwîtî dikir û gelek civat saz kirin. Lê gava dereca wî hate guhastinê û ewî îda nikaribû mizgîniyê mîna berê bela bike, gelo Yehowa ça ser wî dinihêrî? Pawlos çi ji destê wî dihat dikir, û Yehowa wî kerem dikir û ji wî razî bû (Karên Şandiya 28:30, 31). Mîna vê yekê, derecên me jî dikarin bêne guhastinê, û emê îda nikaribin Yehowara ça berê xizmet bikin. Lê bona Yehowa, tiştê ferz ev e ku em bi çi nêtê wîra xizmet dikin. Niha emê bivînin ku Yehowa ça mera dide kifşê, ku ew ji me razî ye.

YEHOWA ÇA NÎŞAN DIKE KU EW JI ME RAZÎ YE?

10. Yehowa ça mera dibêje ku ew ji me razî ye? (Yûhenna 16:27)

10 Bi saya Kitêba Pîroz. Yehowa mecala digere ku nîşanî xizmetkarên xwe bike, wekî ew wana hez dike û ji wan razî ye. Kitêba Pîrozda du cara tê gotinê, ku Xwedê derheqa Îsa usa got: “Ev e Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike” (Metta 3:17; 17:5). Gelo teyê nexwesta, ku Yehowa tera jî bigota wekî ew ji te razî ye? Hemikî Yehowa raste-rast mera xeber nade, lê ew bi saya Kitêba Pîroz mera xeber dide. Gava em çar kitêbên Mizgînîye pêşin dixûnin, em ça bêjî dengê Yehowa dibihên. Şagirtên Îsa merivên qisûrdar bûn, lê dîsa jî, ewî wana hez dikir (Bixûne Yûhenna 16:27). Nihêrandinên Îsa û nihêrandinên Bavê wî mîna hev in. Lema jî, gava em giliyên Îsa dixûnin, were em bidin ber çevê xwe ku Yehowa tevî me xeber dide (Yûhenna 15:9, 15).

Yehowa bi saya cûre-cûre tişta nîşan dike, ku ew ji me razî ye (Binihêre abzasa 10)


11. Gava em rastî çetinaya tên, ev yek çira nayê hesabê, ku Yehowa îda ji me razî nîne? (Aqûb 1:12)

11 Bi kirên xwe. Yehowa hazir e alî me bike. Mesele, ew bona hewcên meye matêrîalî xem dike. Carna em jî mîna Îbo rastî çetinaya tên (Îbo 1:8-11). Lê ev yek nayê hesabê ku Xwedê îda ji me razî nîne. Bi rastî, çetinayî mecalê dide me ku em îzbat bikin wekî em Xwedê gelekî hez dikin û îtbariya xwe wî tînin (Bixûne Aqûb 1:12). Çaxê em rastî çetinaya tên, em divînin ku Xwedê çiqas bona me xem dike û alî me dike wekî em sebir kin.

12. Em ji serhatiya Dmîtrî çi hîn dibin?

12 Were em dîna xwe bidine serhatiya birakî bi navê Dmîtrî, yê ku li Asyayê dijî. Ewî xebata xwe unda kiribû û gelek meha nikaribû xwera xebata teze bivîne. Lema jî, ewî safî kir wekî diha zêde xizmetiyêda kar bike û bide kifşê, ku ew îtbariya xwe Yehowa tîne. Meh derbaz dibûn, lê dîsa jî, ewî xwera xebat nedidît. Paşê, ew nexweş ket û kete cî-nivîna. Şik ketine dilê wî, hela ew bavekî baş e yan na, û dudilî dibû ku Yehowa ji wî razî ye. Rojekê, qîza wî ev giliyên ji Îşaya 30:15 ser kaxazekê neşir kir: “Dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê, DT”. Qîza wî ev kaxaz danî kêleka wî û got: “Bavo, gava tu xwe xirab texmîn kî, vê rêzê bîne bîra xwe”. Dmîtrî fem kir, ku Yehowa malbeta wî tî-birçî û bê cî-sitar nahêle. Ew dibêje: “Lazim bû ku ez rihetiyê xwey kim û xwe bispêrim Xwedê”. Gava tu rastî çetinayên usa têyî, tu jî dikarî bawer bî, wekî Yehowa bona te xem dike û wê alî te bike, ku tu sebir kî.

Yehowa bi saya cûre-cûre tişta nîşan dike, ku ew ji me razî ye (Binihêre abzasa 12) a


13. Yehowa dikare bi saya kê bide kifşê, ku ew ji me razî ye û çawa?

13 Bi saya xûşk-bira. Yehowa bi saya xûşk-bira nîşanî me dike, wekî ew ji me razî ye. Mesele, ew dikare bi saya wana me qewî ke. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke me, ya ku li Asyayê dijî. Ewê him xebata xwe unda kir, him jî giran nexweş ket. Paşê mêrê wê, yê ku rûspî bû, gunê giran kir û cabdariya xwe unda kir. Xûşka me dibêje: “Min fem nedikir, ku çira ev yek hate serê min. Ez difikirîm, dibeke min şaşî kiriye û Yehowa îda ji min razî nîne”. Xûşka me ji Yehowa reca kir, wekî Ew nîşanî wê ke, hela Ew ji wê razî ye yan na. Gelo Yehowa ça caba wê da? Ew dibêje: “Rûspiyên civatê minra gotin, ku Yehowa min hez dike”. Paşê, ewê dîsa Yehowara dua kir. Ew dibêje: “Hema vê rojê min neme ji hine xûşk-bira stand. Çaxê min giliyên wane dilgerm xwend, min fem kir ku Yehowa duayên min bihîst”. Belê, Yehowa gelek car bi saya xûşk-bira û giliyên wane şîrin nîşanî me dike, ku ew ji me razî ye (Zebûr 10:17).

Yehowa bi cûre-cûre mecala nîşan dike, ku ew ji me razî ye (Binihêre abzasa 13) b


14. Dîsa ça Yehowa nîşan dike, ku ew ji me razî ye?

14 Yehowa me hez dike, lema jî ew cara bi saya kesên din şîreta dide me. Mesele, qirna yekêda, Pawlos ji bîna ber Xwedê civatara 14 neme şand. Van nemada Pawlos bi dilgermî dîna xûşk-bira kişande ser hine kêmasiyên wan. Gelo Yehowa çira bi saya Pawlos şîret da wan? Çimkî Yehowa Bavekî dilovan e, û ew zarên xwe hez dike, lema jî wana şîret dike (Metelok 3:11, 12). Hergê kesek ser hîmê Kitêba Pîroz şîret bide me, ev yek nayê hesabê, ku Yehowa me hez nake û ji me razî nîne (Îbranî 12:6). Dîsa çi dide kifşê, wekî Yehowa ji me razî ye?

ÎZBATIYÊN DIN KU YEHOWA JI ME RAZÎ YE

15. Yehowa ruhê pîroz dide kê û em dikarin çida bawer bin?

15 Yehowa ruhê pîroz dide van meriva, ji kîjana ew razî ye (Metta 12:18). Hela ji xwe bipirse: “Gelo ez alîkariya ruhê pîroz jîyîna xweda divînim?” Mesele, çaxê te Yehowa nas nedikir, dibeke tu merivekî bêsebir bûyî. Bi saya ruhê pîroz, gelo tu niha hindava kesên din diha zêde sebir nadî kifşê? Çiqas tu berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bînî, haqas Yehowa wê ji te razî be (Binihêre çargoşe “ Berê Ruh Çi ye?”).

Tu çira dikarî bawer bî, ku Yehowa ji te razî ye? (Binihêre abzasa 15)


16. Bona belakirina mizgîniyê Yehowa kê dide xebatê, û ev yek ser te ça hukum dike? (1 Têsalonîkî 2:4)

16 Yehowa şixulê belakirina mizgîniyê dide wan meriva, ji kîjana ew razî ye (Bixûne 1 Têsalonîkî 2:4). Mesele, were em dîna xwe bidinê, ku xûşkeke me bi navê Cozêlîn, ji belakirina mizgîniyê ça kar distand. Rojekê, Cozêlîn bêkêf bû. Ew dibêje: “Ez gelek westiyayî bûm û min xwe bêkêr hesab dikir. Lê ez pêşeng bûm, lema jî lazim bû ku ez herim xizmetiyê. Min dua kir û ez çûme xizmetiyê”. Wê rojê, Cozêlînê tevî jinikeke bi navê Marî bû nas, ya ku xwest Kitêba Pîroz hîn be. Çend meh şûnda, Marî gote Cozêlînê ku wê rojê, ewê Xwedêra dua kiribû wekî alî wê bike. Cozêlînê derheqa vê derecê usa got: “Yehowa ça bêjî raste-rast minra got: ’Ez ji te razî me’”. Hemikî her kes guh nade mizgîniyê, lê gava em çi ji destê me tê dikin, ku mizgîniyê bela kin, em dikarin bawer bin, ku Yehowa ji me razî ye.

Tu çira dikarî bawer bî, ku Yehowa ji te razî ye? (Binihêre abzasa 16) c


17. Em ji serhatiya Vîkîyê çi hîn dibin? (Zebûr 5:12)

17 Kesên ku Yehowa ji wan razî ye, ji kirînê karê distînin (1 Tîmotêyo 2:5, 6). Hergê te baweriya xwe qurbana Îsa aniye û hatî nixumandinê, lê dîsa jî xwe bêkêr hesab dikî, tu dikarî çi bikî? Bîr neke ku nihêrandina Yehowa ji nihêrandina te cude dibe. Ew wan merivên ku baweriya xwe qurbanê tînin, ça kesên rast hesab dike û soz dide ku wê wana kerem ke (Bixûne Zebûr 5:12; Romayî 3:26). Xûşkeke bi navê Vîkî ji fikirandina ser qurbanê kar sitand. Rojekê, gava ew derheqa qurbanê kûr difikirî, ewê got: “Yehowa gelek wext sebireke mezin hindava minda dida kifşê. . . . Lê dîsa jî, tê bêjî min wîra digot: ‘Naqewime ku tu meriveke mîna min hez bikî. Qurbana Kurê te têra baxişandina gunên min nake’”. Lê çaxê ew ser qurbanê kûr fikirî, ewê hêdî-hêdî fem kir, ku Yehowa çiqas lê hez dike. Çiqas ku em qîmeta qurbanê bidine ber çevê xwe, haqas emê bivînin ku Yehowa me hez dike û ji me razî ye.

Tu çira dikarî bawer bî, ku Yehowa ji te razî ye? (Binihêre abzasa 17)


18. Em dikarin çida bawer bin hergê em berdewam dikin Bavê xweyî ezmana hez bikin?

18 Hergê em şîretên ji vê gotarê bidine xebatê, dîsa jî diqewime em carna dudilî bin, ku Yehowa ji me razî ye. Hergê usa biqewime, were em bînin bîra xwe ku Yehowa ji “yên ku wî hiz dikin” razî ye (Aqûb 1:12). Were em berdewam kin nêzîkî Yehowa bin û bivînin, ku ew ça nîşan dike wekî ew ji me razî ye. Belê, Yehowa “ji me her kesî ne dûr e” (Karên Şandiya 17:27).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çira hine meriv difikirin wekî Yehowa ji wan razî nîne?

  • Yehowa ça nîşan dike ku ew ji me razî ye?

  • Em çira dikarin bawer bin, ku Yehowa ji me razî ye?

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Dereca rêalî

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Dereca rêalî

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Dereca rêalî