Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN JI KITÊBA PÎROZ

Berê Gune ser Hîmê Çi Dihatine Baxşandinê?

Berê Gune ser Hîmê Çi Dihatine Baxşandinê?

Gunên me tenê ser hîmê qurbana Îsa Mesîh dikarin bêne baxişandinê (Efesî 1:7). Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî Xwedê “bi sebira xwe guh neda wan gunên ku pêşda hatibûne kirinê”, dêmek pêşiya ku Îsa emirê xwe ça qurban berva bida, Xwedê îda dibaxşande meriva (Romayî 3:25). Gelo Yehowa Xwedê, yê ku timê heq e, ça usa kir?

Çaxê Yehowa soz da, wekî zuret wê bê û merivên bawermend xilaz ke, Yehowa hesab dikir wekî qurbana Îsa ça bêjî îda hatibû dayînê (Destpêbûn 3:15; 22:18). Xwedê bawer bû wekî Kurê wî wê wexta kifşkirîda hazir be, ku emirê xwe berva bide (Galatî 4:4; Îbranî 10:7-10). Gava Îsa ça wekîlê Xwedê hate ser erdê, pêşiya ku ewî emirê xwe berva bida, ewî îda dikaribû guna bibaxşîne. Ewî zanibû wekî qurbana ku ewê bide, dikare gunên wan meriva dade, yên ku baweriya xwe wî tînin (Metta 9:2-6).