Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 9

KILAMA 75 Va me Ez! Min Bişîne!

Gelo Tu Hazir î Emirê Xwe Tesmîlî Yehowa kî?

Gelo Tu Hazir î Emirê Xwe Tesmîlî Yehowa kî?

“Ez çi bidime Xudan, bona temamîya qencîya Wîye ser min?” (ZEBÛR 116:12).

VÊ GOTARÊDA

Ev gotar wê alî te bike diha nêzîkî Yehowa bî û xwestina xwe diha qewî kî, wekî emirê xwe tesmîlî Wî bikî û bêyî nixumandinê.

1-2. Pêşiya ku meriv bê nixumandinê, ew gerekê çi bike?

 NAVA van pênc salên paşinda, mîlyonek meriva zêdetir ça Şedên Yehowa hatine nixumandinê. Gelek ji wana mîna Tîmotêyo derheqa rastiyê “ji zarotiya xweda” hîn bûne (2 Tîmotêyo 3:14, 15). Hineka jî çaxê îda mezin bûne Yehowa nas kirine. Mesele, jinikeke ku tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibû, 97 saliya xweda hate nixumandinê!

2 Hergê tu Kitêba Pîroz hîn dibî yan jî hergê dê-bavê te Şedên Yehowa ne, gelo tu dixwazî bêyî nixumandinê? Ev nêteke gelek baş e! Lê pêşiya ku tu bêyî nixumandinê, tu gerekê xwe tesmîlî Yehowa kî. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku tesmîlbûyîn çi tê hesabê. Usa jî ev gotar wê alî te bike, wekî tu netirsî evê gavê bavêjî û bêyî nixumandinê.

TESMÎLBÛYÎN ÇI TÊ HESABÊ?

3. Mesela bînin, ku berê kê Yehowara hatibûne tesmîlkirinê?

3 Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku çaxê kesekî xwe tesmîlî Yehowa dikir, ew bona nêteke mexsûs dihate kifşkirinê. Temamiya miletê Îsraêlê Yehowara hatibû tesmîlkirinê. Lê hine meriv nav wanda, bi cûrê mexsûs hatibûne tesmîlkirinê. Mesele, “kofîya pîroz” ya tesmîlbûyînê, kîjan ku ser serê Harûn bû, dihate hesabê ku ew bona xizmetiya mexsûs ça kahînê mezin hatibû kifşkirinê (Qanûna Kahîntiyê 8:9). Wedê berê Nezîr jî bi cûrê mexsûs dihatine tesmîlkirinê. Xebera Îbranî, ya ku ça “Nezîr” hatiye welgerandinê, tê hesabê “Başqekirî” yan jî “Tesmîlkirî”. Nezîr gerekê li gora wan qedexekirinên mexsûs bijîtana, kîjan ku Qanûna Mûsada bona wan hatibû nivîsarê (Jimar 6:2-8).

4. (a) Ewên ku xwe tesmîlî Yehowa dikin, çawa bona nêteke pîroz başqekirî ne? (b) Kesê ku dixwaze bibe şagirtê Îsa, gerekê çi bike? (Binihêre usa jî şikil.)

4 Gava tu xwe tesmîlî Yehowa dikî, tu safî dikî ku bibî şagirtê Îsa Mesîh û qirara Xwedê emirê xweda didî ser ciyê pêşin. Ev yek çi tê hesabê? Îsa got: “Hergê yek ji we bixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî” (Metta 16:24). Tu ça xizmetkarê Yehowa, yê ku emirê xwe tesmîlî wî kiriye, gerekê hemû tiştên ku miqabilî xwestina wî ne, înkar kî (2 Korintî 5:14, 15). Tu gerekê “kirên binyata însên”, mesele bênamûsî, înkar kî (Galatî 5:19-21; 1 Korintî 6:18). Gelo çetin e li gora wan qanûna bijîyî? Hergê tu Yehowa hez dikî û bawer bî ku qanûnên wî bona kara te ne, wê tera çetin nîbe wan qanûna bînî sêrî (Zebûr 119:97; Îşaya 48:17, 18). Birakî bi navê Nîkolas usa dibêje: “Tu dikarî qanûnên Yehowa hesab kî ça qefesa kelê yan jî ça qefesa şêra, yên ku te ji telika diparêzin”.

Tu ça ser qanûnên Yehowa dinihêrî, ça qefesa kelê yan ça qefesa şêra, yên ku te ji wana diparêzin? (Binihêre abzasa 4)


5. (a) Tu ça dikarî emirê xwe tesmîlî Yehowa kî? (b) Firqiya orta tesmîlbûyînê û nixumandinê çi ye? (Binihêre usa jî şikil.)

5 Gelo tu ça dikarî xwe tesmîl Yehowa bikî? Tu duada gerekê soz bidî Wî, wekî tuyê tenê wîra xizmet kî û qirara wî bona te wê ser ciyê pêşin be. Bi vî cûreyî tu soz didî Yehowa, wekî tuyê wî “bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” hez bikî (Markos 12:30). Çaxê tu xwe tesmîlî Yehowa dikî, ev yek tenê tu û Yehowa zanin, lê gava tu têyî nixumandinê, ev yek merivên din jî divînin. Sonda tesmîlbûyînê tiştekî gelek pîroz e, û Yehowa dixwaze tu li gora vê sonda xwe bijîyî (Waîz 5:4, 5).

Çaxê tu emirê xwe tesmîlî Yehowa dikî, tu soz didî wekî tuyê tenê wîra xizmet kî û ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidî xwestina wî (Binihêre abzasa 5)


ÇIRA TU GEREKÊ EMIRÊ XWE TESMÎLÎ YEHOWA KÎ?

6. Çi gerekê meriv hêlan ke, wekî emirê xwe tesmîlî Yehowa ke?

6 Meniya sereke ku çira tu emirê xwe tesmîlî Yehowa dikî ev e, ku tu wî hez dikî. Hezkirina te ne tenê ser hîmê hestên te ye, lê usa jî “zanebûna ruhanîva” girêdayî ye, dêmek bi saya tiştên ku tu derheqa Yehowa hîn bûyî, hezkirina te hindava wî qewî bûye (Kolosî 1:9). Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz tu bawer dikî, wekî (1) Xwedayê rast Yehowa ye, (2) Kitêba Pîroz ji bîna ber Wî ye û (3) Yehowa teşkîleta xwe dide xebatê, wekî qirara xwe bîne sêrî.

7. Pêşiya ku em xwe tesmîlî Yehowa kin, em gerekê çi bikin?

7 Kesên ku emirê xwe didine destê Yehowa, gerekê hînkirinên sereke ji Kitêba Pîroz bizanibin û li gora qanûnên Yehowa bijîn. Çi ji destê wan tê ewana dikin, wekî kesên dinra derheqa baweriya xwe gilî kin (Metta 28:19, 20). Ewana Yehowa gelek hez dikin û bi dil û can dixwazin tenê Yehowara xizmet kin. Tu jî gerekê usa bikî. Tu gerekê emirê xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê ne ku bona xatirê kesê ku Kitêba Pîroz te hîn kiriye, ne bona xatirê dê-bavê xwe, ne jî bona xatirê hevalên xwe, lê ji bo hezkirina hindava Yehowa.

8. Şêkirdarî çawa dikare alî te bike ku tu jîyîna xwe bidî destê Yehowa? (Zebûr 116:12-14)

8 Gava tu derheqa tiştên ku Yehowa bona te kirine difikirî, xwestina te diha qewî dibe ku emirê xwe tesmîlî wî kî (Bixûne Zebûr 116:12-14). Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” ji Yehowa tê (Aqûb 1:17). Pêşkêşa lape mezin û qîmet, qurbana Kurê wî Îsa ye. Were em derheqa vê pêşkêşa mezin bifikirin. Bi saya qurbanê, tu dikarî bibî dostê Yehowa û heta-hetayê bijîyî (1 Yûhenna 4:9, 10, 19). Cûrê lapî baş ku razîbûna xwe bona hezkirin û keremên Yehowa bidî kifşê ev e, wekî emirê xwe tesmîlî wî kî (Qanûna Ducarî 16:17; 2 Korintî 5:15). Kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!, dersa 46, abzasa 4-da, vîdêoya bi navê Diyariyên Xwe Pêşkêşî Xwedê Bikin, zelal dike ku em ça dikarin razîbûna xwe Xwedêra bidine kifşê.

GELO TU BONA TESMÎLBÛYÎNÊ Û NIXUMANDINÊ HAZIR Î?

9. Çira meriv gerekê bi rezedilî xwe tesmîlî Yehowa ke?

9 Dibeke tu difikirî wekî tu hazir nînî emirê xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê. Diqewime pêşiyê lazim e, wekî tu emirê xwe li gora prînsîpên Yehowa biguhêzî, yan jî baweriya xwe diha qewî kî (Kolosî 2:6, 7). Ne hemû xwendevan wek hev ruhanîda pêşda diçin û cahil jî cûre-cûre saliyên xweda xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê. Dewsa ku tu xwe beramberî kesên din bikî, bifikire ku tu ça dikarî ruhanîda pêşda herî û hine tiştada diha baş bî (Galatî 6:4, 5).

10. Hergê tu hê hazir nînî emirê xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê, tu dikarî çi bikî? (Usa jî binihêrin çargoşe “ Kanî bona Wan, Yên ku Nava Rastiyêda Mezin Bûne”.)

10 Hergê tu hela hê hazir nînî emirê xwe tesmîl Yehowa kî, xwera nêt dayne, wekî evê gavê bavêjî. Ji Yehowa lava ke, wekî alî te bike hine guhastinên lazim bikî (Fîlîpî 2:13; 3:16). Bawer be, ku Yehowa wê guh bide duayê te û alî te bike (1 Yûhenna 5:14).

ÇIRA HINE MERIV XWE PAŞ DIXIN?

11. Yehowa çawa alî me dike wekî em jêra amin bimînin?

11 Hine meriv, yên ku hazir in xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê, dîsa jî xwe paş dixin. Dibeke ewana ditirsin ku paşî nixumandinê, wê gunekî giran bikin û ji civatê bêne derxistinê. Hergê ev tirs dilê teda jî heye, bawer be ku Yehowa wê alî te bike wekî tu bikaribî usa bijîyî, ça Wî xweş tê (Kolosî 1:10). Usa jî ewê qewatê bide te, wekî tu tiştên rast bikî. Yehowa îda alî gelek meriva kiriye (1 Korintî 10:13). Lema jî kesên ku ji civatê têne derxistinê, hindik in. Belê, Yehowa alî xizmetkarên xwe dike wekî ewana amin bimînin.

12. Çi dikare alî me bike gunên giran nekin?

12 Hemû meriv qisûrdar in, lema jî şaşiya dikin (Aqûb 1:14). Lê dîsa jî, gava tu têyî cêribandinê, tu xwexa safî dikî şaşiya bikî yan na. Tu xwexa dijbêrî ku çi cûreyî bijîyî. Hine meriv dibêjin, ku em nikarin hest û kirên xwe kontrol kin, lê ev yek ne rast e. Tu dikarî xwestinên xirab kontrol kî. Mesele, hergê xwestineke xirab bikeve dilê te, tu dikarî safî kî ku nekevî ber bayê xwestina xwe. Seva ku tu xwe ji xirabiyê dûr bigirî, her roj dua bike, Kitêba Pîroz lêkolîn ke, here civata û kesên dinra derheqa baweriya xwe gilî ke. Ev tişt wê alî te bikin Yehowara amin bimînî. Tu car bîr neke ku Yehowa wê alî te bike (Galatî 5:16).

13. Em ji serhatiya Ûsiv çi hîn dibin?

13 Seva ku tu Yehowara amin bimînî, tu gerekê xwe pêşda bona cêribandina hazir kî. Kitêba Pîrozda derheqa gelek meriva tê gotinê, yên ku hema usa jî kiribûn. Mesele, jina Potîfar çend cara dixwest Ûsiv bixalifîne, ku ew serê xwe pêra dayne. Lê Ûsiv pêşda zanibû çi bike. Kitêba Pîroz dibêje, ku Ûsiv xwestina wê înkar kir û jêra got: “Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?” (Destpêbûn 39:8-10). Belê, pêşiya ku Ûsiv hate cêribandinê, ewî zanibû çi bike. Wedê cêribandinê, ev yek alî wî kir safîkirina rast bike.

14. Gava em têne cêribandinê, em çawa dikarin amin bimînin?

14 Tu ça dikarî çev bidî Ûsiv? Tu dikarî nihada safî kî, ku hergê tu bêyî cêribandinê tuyê çi bikî. Tiştên ku Yehowa nefret dike derbêra înkar ke û ji hişê xwe derxe (Zebûr 97:10; 119:165). Wedê cêribandina ev yek vê alî te bike gune nekî, çimkî te îda pêşda xwe hazir kiribû derecên usada çi bikî.

15. Em ça dikarin nîşan kin, ku em Yehowa digerin? (Îbranî 11:6)

15 Diqewime tu bawer dikî, ku te riya rast dîtiye û dixwazî bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kî. Lê dîsa jî, tiştek dibe sebeb ku tu emirê xwe tesmîlî Yehowa nakî û nayêyî nixumandinê. Dereca usada dîna xwe bide mesela Dawid Padşa û ji Yehowa reca bike: “Min enene ke, Xudano, dilê min zanibe, min bicêribîne û fikirên min bizanibe. Dîna xwe bidê, xa ez ne rîya xirabda me, rîya heta-hetayêda rêberîya min bike” (Zebûr 139:23, 24). Yehowa kesên “ku li wî digerin” xelat dike. Ev yek ku tu xîret dikî, wekî xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê, nîşanî Yehowa dike, ku tu wî digerî (Bixûne Îbranî 11:6).

BERDEWAM KE NÊZÎKÎ YEHOWA BE

16-17. Yehowa kesên ku rastiyêda mezin bûne çawa dikişîne berbi xwe? (Yûhenna 6:44)

16 Îsa gotibû, ku Yehowa merivên dilpak dikişîne berbi xwe (Bixûne Yûhenna 6:44). Dîna xwe bidê ev yek bona te çi tê hesabê. Gava Yehowa kesekî dikişîne berbi xwe, ev tê hesabê ku Ew dilê wîda tiştekî baş divîne. Yehowa wî merivî ça “milkê” xweyî mexsûs hesab dike (Qanûna Ducarî 7:6). Belê, tu jî bona Yehowa mexsûs î.

17 Hergê tu rastiyêda mezin bûyî, diqewime difikirî wekî tu Yehowara xizmet dikî, ne ji bo vê yekê ku Yehowa te kişandiye berbi xwe, lê çimkî dê-bavê te Şedên Yehowa ne. Lê Kitêba Pîroz dibêje: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8; 1 Dîrok 28:9). Hergê tu gava pêşin bavêjî, wekî nêzîkî Yehowa bî, ewê jî nêzîkî te be. Yehowa her kesî dikişîne berbi xwe, belê kesên ku rastiyêda mezin bûne jî. Çawa ku Aqûb 4:8-da tê gotinê, gava kesek dixwaze nêzîkî Yehowa be, Ew jî nêzîkî wî dibe (Beramber ke 2 Têsalonîkî 2:13).

18. Gotara dinda emê çi şêwir kin? (Zebûr 40:8)

18 Gava tu jîyîna xwe tesmîlî Yehowa dikî û têyî nixumandinê, tu çev didî Îsa Mesîh. Ewî bi şabûnê xwestina Yehowa dianî sêrî (Bixûne Zebûr 40:8; Îbranî 10:7). Gotara dinda, emê bivînin ku paşî nixumandinê çi wê alî te bike bi aminî Yehowara xizmet kî.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çi tê hesabê xwe tesmîlî Yehowa kin?

  • Ça razîbûn meriva hêlan dike, wekî xwe tesmîlî Yehowa kin?

  • Çi dikare alî te bike wekî gunên giran nekî?

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke