Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 10

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

Paşî Nixumandinê Berdewam ke Pey Îsa Here

Paşî Nixumandinê Berdewam ke Pey Îsa Here

“Hergê kesek dixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî. Ew gerekê her roj stûna xweye cefê hilgire û pey min bê” (LÛQA 9:23).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin, ku meniya tesmîlbûyîna me çi ye. Îlahî kesên ku teze hatine nixumandinê dikarin ji vê gotarê kareke mezin bistînin.

1-2. Paşî nixumandinê meriv çi kerema distînin?

 GAVA em têne nixumandinê û dibine para malbeta Yehowa, em gelek şa dibin. Çawa Dawid Padşa gotibû: “Xwezî li wî ku Tu [Yehowa, DT] dibijêrî û nêzîkî Xwe dikî, ku ew hewşên Teda bimîne” (Zebûr 65:4).

2 Seva ku tu bibî dostê Yehowa, gerekê tu ji dil bixwazî nêzîkî wî bî (Aqûb 4:8). Gava tu emirê xwe tesmîlî Yehowa dikî û têyî nixumandinê, tu bi cûrê mexsûs nêzîkî Yehowa dibî. Bawer be ku paşî nixumandinê, ewê gelek kerema ser teda bibarîne (Malaxî 3:10; Yêremya 17:7, 8).

3. Paşî tesmîlbûyîn û nixumandinê meriv kîjan cabdariya hildide ser xwe? (Waîz 5:4, 5)

3 Hemikî nixumandin tenê destpêka xizmetiyê ye. Çaxê tu ev gava ferz davêjî, tu gerekê xîret bikî wekî wedê tengasî û cêribandina jî sonda xwe bînî sêrî (Bixûne Waîz 5:4, 5). Ça şagirtê Îsa, wê baş be wekî tu her tiştî bikî, ku çev bidî wî û guh bidî temiyên wî (Metta 28:19, 20; 1 Petrûs 2:21). Ev gotar wê alî te bike, wekî tu vê yekê bikî.

WEDÊ CÊRIBANDIN Û TENGASIYA JÎ BERDEWAM KE PEY ÎSA HERE

4. Çi tê hesabê ku şagirtên Îsa gerekê “stûna xweye cefê hilgire”? (Lûqa 9:23)

4 Nefikire ku paşî nixumandinê, emirê te wê bê xem û problêma be. Îsa gotibû, wekî şagirtên wî gerekê “stûna xweye cefê” hilgirin, dêmek, ewana gerekê “her roj” vê yekê bikin (Bixûne Lûqa 9:23). Lê gelo ev yek tê hesabê ku şagirtên Îsa wê timê tengasiya bikişînin? Hemikî na. Îsa tenê dixwest bigota wekî xêncî kerema, şagirtên wî wê rastî çetinaya jî bên, û hine ji van çetinaya dikarin giran bin jî (2 Tîmotêyo 3:12).

5. Îsa soz dabû wekî kesên ku hazir in qurbana bikin, wê çi kerema bistînin?

5 Diqewime tu ji aliyê malbeta xwe rastî peyketina hatî, yan jî te xebata baş înkar kiriye, seva ku şixulê Padşatiya Xwedê emirê xweda daynî ser ciyê pêşin (Metta 6:33). Bawer be, ku Yehowa aminiya te divîne (Îbranî 6:10). Dibeke te jî van giliyên Îsa ser xwe texmîn kiriye: “Ez rast wera dibêjim, her kesê ku bona xatirê navê min û mizgîniyê, mal, yan xûşk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zar, yan erdê xwe hîştiye, ewê niha 100 carî zêdetir mal, xûşk, bira, dê, zar, erd tevî zêrandina bistîne û dinya tezeda jîyîna heta-hetayê” (Markos 10:29, 30). Rastî jî keremên ku te standine, ji qurbankirinên ku te kirine, mezintir in (Zebûr 37:4).

6. Paşî nixumandinê, çira dîsa jî lazim e wekî tu himberî xwestinên bedenê şer bikî?

6 Paşî nixumandinê, dîsa jî lazim e wekî tu himberî xwestinên bedenê şer bikî (1 Yûhenna 2:16). Çimkî tu hela hê merivekî qisûrdar î, û dibeke tu cara xwe mîna Pawlosê şandî texmîn dikî, yê ku gotibû: “Ez bi kûrayiya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim, lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hişê min begem kiriye dike şer û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye” (Romayî 7:22, 23). Dibeke tu ji bo kêmasiyên xwe dilteng dibî. Çaxê tu têyî cêribandinê, bîne bîra xwe, ku çaxê te xwe tesmîlî Xwedê kir, te çi soz da wî. Ev soz wê alî te bike, wekî tu amin bimînî. Gelo ça?

7. Ev yek ku te emirê xwe tesmîlî Yehowa kiriye, ça dikare alî te bike jêra amin bimînî?

7 Gava tu emirê xwe tesmîlî Yehowa dikî, ev tê hesabê, wekî tu xwestin û nêtên xwe înkar dikî (Metta 16:24). Lema jî gava tu têyî cêribandinê, nelazim e wekî tu gelek bifikirî hela tuyê çi bikî. Te pêşda safî kiriye, Yehowara amin bimînî û her tiştî bikî, wekî dilê Wî şa kî. Bi vê yekê tu çev didî Îbo, yê ku usa gotibû: “Heta mirinê bêqisûrtiya xwe nahêlim!” (Îbo 27:5, DT).

8. Gava tu têyî cêribandinê, çira lazim e wekî tu bînî bîra xwe, ku te çi soz daye Yehowa?

8 Seva ku tu bikaribî cêribandinada amin bimînî, bîne bîra xwe ku te çawa duayên xweda soz dabû Yehowa, wekî tu îda para wî yî. Mesele, gelo teyê îzin bida, wekî dilê te biketa kesekî zewicî? Hemikî na, çimkî te safî kiribû ku tuyê tiştekî usa nekî. Hergê tu îzin nedî ku xwestinên xirab bikevine dilê te, wê nelazim be wekî tu xwestinên usa ji dilê xwe derxî. Tuyê guh bidî vê şîretê: “Rîya xirabada negere” (Metelok 4:14, 15).

9. Çi wê alî te bike wekî ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidî xwestina Yehowa?

9 Gelo teyê xebateke usa qebûl kira, ji bo kîjanê jî teyê nikaribûya timê herî ser civîna? Hemikî na, çimkî te safî kiribû ku tuyê xebateke usa qebûl nekî. Lema jî wê nelazim be, wekî tu paşî qebûlkirina xebateke usa bifikirî, hela tuyê ça herî civîna. Bîne bîra xwe ku Îsa dixwest her tiştîda dilê Bavê xwe şa ke. Mîna wî, her tiştên ku dikare dilê Xwedê bêşîne, înkar ke (Metta 4:10; Yûhenna 8:29).

10. Yehowa wê ça alî te bike, wekî tu paşî nixumandinê berdewam kî pey Îsa herî?

10 Çaxê tu rastî tengasî û cêribandina têyî, tu dikarî nîşan kî, wekî tu ji dil dixwazî berdewam kî pey Îsa herî. Hergê tu usa bikî, bawer be ku Yehowa wê alî te bike. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê amin e, ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Ewê cêribandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin” (1 Korintî 10:13).

EM ÇA DIKARIN BERDEWAM KIN PEY ÎSA HERIN?

11. Tu ça dikarî berdewam kî pey Îsa herî? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Îsa bi dil û can Yehowara xizmet dikir û bi saya duakirinê timê nêzîkî Yehowa dima (Lûqa 6:12). Seva ku tu paşî nixumandinê berdewam kî pey Îsa herî, tu gerekê timê vê yekê bikî, çi ku wê alî te bike diha nêzîkî Yehowa bî. Kitêba Pîroz dibêje ku “em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn” (Fîlîpî 3:16). Cara tuyê derheqa serhatiyên wan xûşk-bira bibihêyî, yên ku safîkirine hê zêde Yehowara xizmet kin. Hine ji wan dibeke çûne Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê, yan jî derbazî cîkî usa bûne, kîderê ku mizgînvan hindik in. Lê tu dikarî xwera nêteke usa deynî? Gelek xizmetkarên Yehowa hazir in hê zêde xizmet kin (Karên Şandiya 16:9). Lê hergê niha dereca te dest nade vê yekê bikî, nefikire wekî tu ji wana kêmtir î. Lape ferz ev e, wekî tu heta xilaziyê amin bimînî (Metta 10:22). Tu gerekê li gora dereca xwe Yehowara xizmet kî û bi vî cûreyî berdewam kî pey Îsa herî (Zebûr 26:1).

Paşî nixumandinê xwera nêt dayne ku diha nêzîkî Yehowa bî (Binihêre abzasa 11)


12-13. Tu çi dikarî bikî hergê xîreta te kêm bûye? (1 Korintî 9:16, 17) (Usa jî binihêrin çargoşe “ Sihet-Qewata Xwe Bibe Xweyî”.)

12 Lê hergê tu difikirî wekî duayên te îda ji dil nînin, yan jî hergê tu îda mîna berê ji xizmetiyê yan ji xwendina Kitêba Pîroz şabûnê nastînî, wî çaxî tu çi dikarî bikî? Hergê tu paşî nixumandinê bikevî halekî usa, nefikire ku Yehowa bi saya ruhê pîroz îda alî te nake. Mîna her kesî, tu jî merivekî qisûrdar î, lema jî hestên usa carna dikarin cem te pêşda bên. Hergê xîreta te sar bûye, mesela Pawlosê şandî bide ber çevê xwe. Hemikî ewî her tişt dikir wekî çev bide Îsa, lê carna xwestina wî dihate guhastinê (Bixûne 1 Korintî 9:16, 17). Yeke Pawlos bi xîret xizmetiyêda kar dikir û firqî tune bû, wê demê ewî xwe ça texmîn dikir.

13 Lema jî, ne tenê ser hîmê hestên xwe safîkirina bike. Tu çi jî texmîn bikî, bira safîkirinên te rast bin. Wext şûnda kirên te wê li ser hestên te hukum bikin. Lema jî, paşî nixumandinê berdewam ke lêkolîna şexsî derbaz ke, mizgîniyê bela bike, ji dil dua bike û here civîna. Ev yek wê alî te bike pey Îsa herî. Xêncî vê yekê, mesela te wê hêlanê bide xûşk-birên din jî (1 Têsalonîkî 5:11).

XWE BICÊRIBÎNE

14. Gerekê tu xwe ji kîjan aliyava bicêribînî û çira? (2 Korintî 13:5)

14 Paşî nixumandinê, lazim e wekî tu berdewam kî xwe bicêribînî (Bixûne 2 Korintî 13:5). Car cara dîna xwe bide cûrê jîyîna xwe. Gelo tu her gav dua dikî, Kitêba Pîroz dixûnî û lêkolîn dikî, diçî civîna û mizgîniyê bela dikî? Xîret bike ku tu ji van tişta şabûn û karê bistînî. Mesele, ji xwe bipirse: “Gelo ez hînkirinên sereke ji Kitêba Pîroz rind zanim û dikarim wana merivên dinra şirovekim? Gelo ez dikarim çi bikim, wekî ji xizmetiyê diha zêde şabûnê bistînim? Gelo ez duayên xweda besa çi dikim? Gelo duayên min nîşan dikin, ku ez xwe bi temamî dispêrim Yehowa? Gelo ez timê diçime civîna? Ez ça dikarim ser civatê diha guhdar bim û caba xwe bidim?”

15-16. Tu ji serhatiya Robêrt çi hîn bûyî?

15 Usa jî, ferz e wekî tu hindava kêmasiyên xwe jî helal bî. Serhatiya birakî bi navê Robêrt vê yekê zelal dike. Ew dibêje: “Gava ez 20 salî bûm, ez nîv rojî dixebitîm. Rojekê paşî xebatê hevalkarekê ez teglîfî mala xwe kirim. Ewê got ku emê malda tenê bin û dikarin tevayî wedekî baş derbaz kin. Sêrîda, min menî digirt, lê paşê min raste-rast jêra got ku ezê neyêm û menî çi ye”. Robêrt teglîfa hevalkara xwe înkar kir, û ew hêjayî paya ye. Lê paşê, gava ew li ser vê yekê fikirî, ewî fem kir ku vê derecêda gerekê xwe serê sêrîda rast bida kifşê. Ew dibêje: “Min teglîfa wê mîna Ûsiv derbêra înkar nekir (Destpêbûn 39:7-9). Bi rastî ez ecêbmayî mam, ku înkarkirina vê teglîfê bona min çiqas zor bû. Bi saya vê serhatiyê, min fem kir ku ez gerekê dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kim”.

16 Mîna Robêrt, wê baş be wekî tu jî xwe bicêribînî. Hergê tu derecên usada safîkirinên rast dikî, dîsa jî ji xwe bipirse: “Gelo minra hêsa ye bêjim na?” Hergê lazim e wekî tu vî alîva hê ser xwe bixebitî, dilteng nebe. Lê şa be wekî tu zanî ku gerekê ser xwe bixebitî. Derheqa vê yekê dua bike û bifikire ku çi dikare xwestina te qewî ke, wekî tu gura qanûnên Yehowa bikî (Zebûr 139:23, 24).

17. Aminiya me ça navê Yehowava girêdayî ye?

17 Em dikarin ji serhatiya Robêrt tiştekî din jî hîn bin. Ew dibêje: “Paşî ku min teglîfa hevalkara xwe înkar kir, ewê got: ‘Min te cêriband!’ Min pirsî ku çi cûreyî. Ewê got ku hevalekî wê, yê ku berê Şedê Yehowa bû, jêra gotibû ku hemû Şedên cahil bi jîyîneke durû dijîn û hergê mecal bikeve destê wan, ewana wê dizîkava her tiştî bikin. Lema jî, ewê hevalê xwera gotibû ku ewê vê yekê li ser min bicêribîne. Ez çiqas şa bûm, ku min navê Yehowa rûmet kir!”

18. Paşî nixumandinê tu dixwazî çi bikî? (Usa jî binihêre çargoşe “ Gotarên Kêrhatî”.)

18 Çaxê tu emirê xwe tesmîlî Yehowa dikî û têyî nixumandinê, tu nîşan dikî, wekî tu dixwazî navê Wî pîroz kî. Yehowa rind zane, ku tu rastî kîjan çetinaya û cêribandina têyî, û ewê xîreta te ku wîra amin bimînî, kerem ke. Bawer be ku bi saya ruhê pîroz, ew dikare qewatê bide te, wekî tu amin bimînî (Lûqa 11:11-13). Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî paşî nixumandinê berdewam kî pey Îsa herî.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Şagirtê Îsa ça dikare “her roj stûna xweye cefê hilgire”?

  • Paşî nixumandinê, tu ça dikarî berdewam kî pey Îsa herî?

  • Hergê tu ser sozê tesmîlbûyîna xwe bifikirî, ev yek ça dikare alî te bike amin bimînî?

KILAMA 89 Guh Bide û Guhdar be