Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 11

KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

Wedê Problêma Sebir kin

Wedê Problêma Sebir kin

“Bona navê min te cefa kişand û newestiyayî” (EYANTÎ 2:3).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku gava em rastî problêma tên, em ça dikarin sebir kin.

1. Ev yek ku em teşkîleta Yehowada nin, em çi kerema distînin?

 KEREMEKE çiqas mezin e, ku em van rojên xilaziyêda para teşkîleta Yehowa ne! Halê dinyayê çiqas diçe xirab dibe, lê Yehowa gelek xûşk-birên ezîz daye me, yên ku alî me dikin (Zebûr 133:1). Ew alî me dike wekî malbeta me qewî û bextewar be (Efesî 5:33–6:1). Û ew bîlaniyê dide me, wekî em ber çetinaya sebir kin û şabûna xwe unda nekin.

2. Em gerekê çi bikin û çira?

2 Em gerekê xîret bin, wekî berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin. Gelo çira? Çimkî kêmasiyên kesên din cara dikarin me eciz kin. Dibeke em ji bo kêmasiyên xwe jî eciz dibin, îlahî çaxê em hine şaşiya dîsa û dîsa dikin. Belê, em gerekê berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin (1) gava xûşk yan birak dilê me dêşîne, (2) gava em ji bo problêmên zewacêda eciz dibin û (3) gava em ji bo şaşiyên xwe dilteng dibin. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine wan dereca, û usa jî pêbihesin, ku em ji xizmetkarên Yehowaye berê çi dikarin hîn bin.

GAVA XÛŞK YAN BIRAK DILÊ ME DIÊŞÎNE

3. Hine xizmetkarên Yehowa rastî çi problêmê tên?

3 Problêm. Dibeke hine xeysetên xûşk-bira me eciz bikin. Hinek jî diqewime bi cûrên mayîn dilê me bêşînin. Rûspiyên civatê jî cara şaşiya dikin. Ji bo problêmên usa dilê hineka dikare ser teşkîleta Yehowa sar be. Dewsa ku ewana tevî xûşk-bira mil bi mil Xwedêra xizmet kin, dibeke ewana xwe ji kesên ku dilê wan êşandiye, dûr bigirin yan jî terka civata bidin (Sêfanya 3:9). Gelo rast e usa bikin? Wedê berê xizmetkarekî Xwedê jî rastî problêmeke usa hatibû. Were em binihêrin ku em çi dikarin ji serhatiya wî hîn bin.

4. Pawlosê şandî rastî çi problêma dihat?

4 Mesela ji Kitêba Pîroz. Pawlosê şandî zanibû, ku xûşk-bira bêqisûr nînin. Gelo ew rastî çi problêma dihat? Mesele, gava ew teze bû şagirtê Îsa, hine xûşk-birên ji civata Orşelîmê îtbariya xwe wî nedianîn (Karên Şandiya 9:26). Çend sal şûnda, hine meriva derheqa wî tiştên xirab gotin, ku navê wî reş kin (2 Korintî 10:10). Carekê Pawlos dît, ku rûspîkî ça ji tirsa ber meriva, safîkirineke nerast kir, ji bo çi jî bona hineka dikaribû bibûya kevirê likumandinê (Galatî 2:11, 12). Pawlos usa jî ji bo kirên hevalê xwe, Markos, gelek eciz bû (Karên Şandiya 15:37, 38). Lê yeke ew ji xûşk-bira nedireviya û terka xizmetiyê nedida. Gelo çi alî Pawlos kir teyax ke?

5. Çi alî Pawlos dikir, wekî gumana xwe xûşk-bira nebire? (Kolosî 3:13, 14) (Binihêre usa jî şikil.)

5 Pawlos xûşk-bira hez dikir, lema jî ewî bi zêdeyî dîna xwe nedida kêmasiyên wan. Dewsa vê yekê, ewî dîna xwe dida xeysetên wane baş. Bi saya hezkirinê, Pawlos dibaxşande meriva û got, ku em jî gerekê usa bikin (Bixûne Kolosî 3:13, 14). Mesele, Pawlos baxşande hevalê xwe Markos. Gava Pawlos cara pêşin rêwîtiya mîsyonêrtîda bû, Markos ew hîşt çû. Lê yeke ewî xeyd dilê xweda nedigirt. Paşê, Pawlos nemekê xweda payê hevalkarê xwe Markos da, û digot ku ewî berdilî da wî (Kolosî 4:10, 11). Gava Pawlos li Romê mala xweda girtî bû, ewî xwest wekî Markos bê û alî wî bike (2 Tîmotêyo 4:11). Tê kifşê, wekî Pawlos gumana xwe xûşk-bira nedibirî.

Orta Pawlos, Barnabas û Markosda, nefemdarî pêşda hat. Dîsa jî, Pawlos nexeyîdî û wext şûnda tevî Markos hevkarî kir (Binihêre abzasa 5)


6-7. Çira ferz e ku em zû bibaxşînine xûşk-bira û hezkirinê hindava wanda bidine kifşê? (1 Yûhenna 4:7)

6 Ders. Yehowa mera dibêje, wekî em berdewam kin hezkirinê hindava xûşk-bira bidine kifşê (Bixûnin 1 Yûhenna 4:7). Hergê xûşk yan birak dilê me bêşîne jî, em dikarin bawer bin, ku ewî nedixwest usa bikira, lê dixwaze li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijî (Metelok 12:18). Kêmasiyên me çiqas zef bin jî, Xwedê me hez dike. Çaxê em şaşiya dikin, ew pişta xwe nade me û ser me hêrs nakeve (Zebûr 103:9). Belê, Bavê meyî ezmana Xwedêyê efûkar e û em jî gerekê çev bidine wî! (Efesî 4:32–5:1)

7 Em çiqas nêzîkî xilaziya vê dinya xirab dibin, haqas em gerekê nêzîkî xûşk-bira bin. Dibeke ji bo baweriya me pey me kevin û hela hê me bikine kelê jî. Hergê usa biqewime, emê gelek hewcê aîkariya xûşk-bira bin (Metelok 17:17). Were em dîna xwe bidine mesela rûspîkî ji Îspanyayê, bi navê Cozêf a. Ji bo vê yekê ku ew û birên din tevnebûyîna polîtîkî xwey dikirin, wana kirine kelê. Cozêf dibêje: “Kelêda, em gişk tevayî diman, lema jî me cara hevdu eciz dikir. Lazim bû ku em bi sebir bin û hevdu bibaxşînin. Bi saya vê yekê, yektiya me xirab nedibû û me hevdu diparast. Girtiyên din Şedên Yehowa nîbûn. Carekê destê min birîndar bû û pêçayî bû, lema jî min nikaribû şixul bikira. Lê birakî kincên min dişûşt û tiştên dinda jî alî min dikir. Çaxê ez gelek hewcê aîlkariyê bûm, hezkirina bira qewat dida min”. Çiqas ferz e ku em hindava hevda bi sebir bin û problêmên orta xweda nihada safî kin!

GAVA ZEWACA TEDA PROBLÊM PÊŞDA TÊN

8. Kesên zewicî rastî kîjan problêma tên?

8 Problêm. Hemû zewacada problêm dikarin pêşda bên. Kitêba Pîroz derheqa wan, yên ku zewicî ne, dibêje ku ewana wê “rastî oxirmên giran bên” (1 Korintî 7:28). Gelo çira? Çimkî jin-mêr qisûrdar in, xeysetê wan ji hev cude ye û dibeke ewana kûltûrên cudeda mezin bûne. Paşî zewacê, dibeke hine xeysetên wane ecêb eşkere bin. Tiştên usa dikarin problêma orta wanda pêşda bînin. Dewsa ku tevayî problêma safî kin, dibeke ewana hevdu sûcdar kin. Diqewime ewana hela hê bifikirin ji hev başqe bijîn, yan jî ji hevdu biqetin. Gelo ev safîkirina rast e? b Were em dîna xwe bidine serhatiya Abîgaylê, kîjan ku zewaca xweda rastî çetinayên giran dihat.

9. Abîgayl rastî çi cêribandinê hat?

9 Mesela ji Kitêba Pîroz. Mêrê Abîgaylê, Nabal, merivekî sert û serhişk bû (1 Samûyêl 25:3). Bona Abîgaylê, emir tevî mêrekî usa, bê şik gelek çetin bû. Gelo mecala Abîgaylê hebû wekî xwe ji wî xilaz ke? Belê. Carekê, Nabal Dawid û eskerên wî bêhurmet kir, ji bo çi jî Dawid dixwest here û hemû mêrên mala wîda bikuje. Ev yek bona Abîgaylê mecaleke baş bû, ku ji vî mêrî xilaz be (1 Samûyêl 25:9-13). Abîgayl dikaribû bireviya û îzin bida, wekî Dawid nêta xwe bîne sêrî. Lê ewê riya Dawid girt, ku ew Nabal nekuje (1 Samûyêl 25:23-27). Gelo Abîgaylê çira usa kir?

10. Zewaca Abîgaylê çiqas zor bû jî, çira dîsa jî ewê zewaca xwe xwey dikir?

10 Abîgaylê gelek Yehowa hez dikir û qedirê nihêrandina Yehowa hindava zewacê digirt. Bê şik, ewê zanibû ku çaxê Yehowa zewaca pêşin saz kir, Ewî çi gote Adem û Hêwayê (Destpêbûn 2:24). Abîgaylê zanibû ku ber çevê Yehowa zewac pîroz e. Ewê dixwest dilê Yehowa şa ke, lema çi ji destê wê dihat ewê dikir, wekî mala xwe û mêrê xwe xwey ke. Ewê zû tiştek kir, wekî riya Dawid bigire ku ew Nabal nekuje. Usa jî ew hazir bû bona gunekî ku ewê nekiribû, baxşandinê ji Dawid bixwaze. Eyan e, ku Yehowa ev kulfeta mêrxas û ya ku kara xwe nedigeriya, gelek hez dikir. Gelo jin û mêr dikarin ji mesela Abîgaylê çi hîn bin?

11. (a) Yehowa ji kesên zewicî hîviya çi ye? (Efesî 5:33) (b) Tu ji mesela Karmênê çi hîn bûyî? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Ders. Hergê zewac zor be jî, Yehowa dixwaze ku jin û mêr hev neqetin. Gava jin û mêr xîret dikin wekî problêmên xwe safî kin, qedirê hev digirin û hev hez dikin, Yehowa bê şik ji wana razî ye (Bixûne Efesî 5:33). Were em dîna xwe bidine mesela xûşkeke me bi navê Karmên. Şeş sal şûnda paşî zewacê, ewê tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir û paşê hate nixumandinê. Karmên dibêje: “Ev safîkirina min mêrê min xweş nehat, û ewî kumreşiya min dikir. Ewî ez bêhurmet dikirim û digot ku wê ji min biqete”. Dîsa jî, Karmênê 50 sal sebir kir û xîret kir, ku zewaca wêda hezkirin û qedir hebe. Ew dibêje: “Sal çiqas jî derbaz dibûn, ez hîn dibûm ku bi merîfetî û bi nermî mêrê xwera xeber dim. Min zanibû ku zewac ber çevê Yehowa pîroz e, lema jî çi ji destê min dihat min dikir, wekî zewaca xwe xwey kim. Ez Yehowa hez dikim, û min tu car nedixwest wekî ji mêrê xwe cihê bim c”. Hergê zewaca teda problêm pêşda bên, bawer be ku Yehowa wê piştgiriya te bike û alî te bike sebir kî.

Ev yek ku Abîgayl ça melbeta xwe bû xweyî, çi me hîn dike? (Binihêre abzasa 11)


GAVA TU JI BO KÊMASIYÊN XWE ECIZ DIBÎ

12. Hergê me gunekî giran kiriye, dibeke em çi bifikirin?

12 Problêm. Hergê me gunekî giran kiribe, dibeke em dilteng bin. Kitêba Pîroz dibêje ku ji bo gunên me, dibeke em xwe “şikestî” texmîn kin (Zebûr 51:17). Birakî bi navê Robêrt bi sala gelek xîret dikir, wekî bibe berdestiyê civatê. Lê rojekê, ewî gunekî giran kir û fem kir ku ewî dilê Yehowa êşandiye. Robêrt dibêje: “Îsafa min gelek ez diçerçirandim. Ez gelek eciz bûm û giriyam, û min Yehowara dua kir. Hingê ez difikirîm ku Xwedê wê îda tu cara guh nede duayên min, çimkî min dilê wî êşandibû”. Hergê me gune kiriye, dibeke em xwe bêkêr hesab kin û bifikirin ku Yehowa pişta xwe daye me (Zebûr 38:4). Hergê tu jî ketî halekî usa, dîna xwe bide xizmetkarekî Yehowa, yê ku gunekî giran kiribû, lê dîsa jî xizmetiya xwe neda sekinandinê.

13. Çi hate serê Petrûs?

13 Mesela Kitêba Pîroz. Şeva pêşiya mirina Îsa, Petrûsê şandî çend şaşî kir û axiriyêda gunekî giran kir. Pêşiyê Petrûs gelek xweda bawer bû û got, ku hergê şandiyên din terka Îsa bidin jî, ewê tu car terka wî nede (Markos 14:27-29). Paşê, gava Petrûs baxçê Gêtşemanîda bû, ew çend cara xewra çû û hişyar nema (Markos 14:32, 37-41). Axiryêda, gava meriv hatin ku Îsa bigirin, Petrûs ew hîşt û reviya (Markos 14:50). Xilaziyêda jî, Petrûs sê cara înkar kir ku ew Îsa nas dike û hela hê ser vê derewê sond jî xwar (Markos 14:66-71). Gava Petrûs fem kir ku ewî gunekî çiqas mezin kiribû, ewî çi kir? Kitêba Pîroz dibêje, ku ewî teyax nekir û kele-kel giriya (Markos 14:72). Bide ber çevê xwe, ku gava hevalê wî Îsa hate dardakirinê, Petrûs çiqas dilşkestî bû û xwe nehêja hesab kir.

14. Çi alî Petrûs dikir ku berdewam ke Yehowara xizmet ke? (Binihêre pêşin.)

14 Çend menî hebûn, ji bo çi jî Petrûs dikaribû xizmetiya xwe Yehowara berdewam ke. Ya yekê, ewî xwe ji şagirtên din dûr nedigirt. Ew çû bal wan û wana bê şik dilê wî qewî kir (Lûqa 24:33). Usa jî, çaxê Îsa ji mirinê hate saxkirinê, ew Petrûsra xuya bû. Diqewime Îsa dixwest ber dilê wîda bê (Lûqa 24:34; 1 Korintî 15:5). Paşê, gava Îsa û Petrûs tevayî bûn, Îsa hevalê xwe ne ku sûcdar kir bona şaşiyên wî, lê jêra got ku ewê cabdariyên hê mezin bistîne (Yûhenna 21:15-17). Petrûs zanibû ku ewî gunekî giran kiribû, lê dîsa jî, ewî xwe bêkêr hesab nedikir. Gelo çira? Çimkî ew bawer bu ku Axayê wî, Îsa, gumana xwe wî nebirîbû. Usa jî birên ruhanî alî Petrûs dikirin. Gelo em dikarin ji mesela Petrûs çi hîn bin?

Ji Yûhenna 21:15-17 tê kifşê, ku gava Petrûs şaşî kir, Îsa dîsa jî gumana xwe ji wî nebirî. Evê yekê alî Petrûs kir, ku berdewam ke Yehowara xizmet ke (Binihêre abzasa 14)


15. Yehowa dixwaze ku em çida bawer bin? (Zebûr 86:5; Romayî 8:38, 39) (Binihêre usa jî şikil.)

15 Ders. Yehowa dixwaze em bawer bin, ku ew me hez dike û hazir e bibaxşîne me (Bixûne Zebûr 86:5; Romayî 8:38, 39). Gava em gune dikin, em xwe neheq dikin. Ev yek normal e. Lê gerekê em nefikirin ku Yehowa îda me hez nake yan jî naxwaze bibaxşîne me. Dewsa vê yekê, em gerekê zû alîkariyê bixwazin. Robêrt usa dibêje: “Min xwe disparte qewata xwe, û ez difikirîm ku ezê şaşiyê nekim. Ji bo vê nihêrandina nerast, min gune kir”. Ewî fem kir ku ew gerekê tevî rûspiyên civatê xeber de. Ew dibêje: “Rûspiya nîşanî min kirin, wekî Yehowa min hez dike, û wana hêviya xwe ji min nebirî. Wana dilê min qewî kir û gotin, ku Yehowa pişta xwe nedaye min”. Em jî dikarin dudilî nebin, ku Yehowa me gelek hez dike. Hergê em gunên xwe tobe bikin, alîkariyê bixwazin û xîret bikin, wekî dîsa van şaşiya nekin, Ewê bibaxşîne me (1 Yûhenna 1:8, 9). Hergê em şaşîk jî berdin, baweriya ku Yehowa me hez dike û hazir e bibaxşîne me, wê alî me bike wekî em neşkên û berdewam kin wîra xizmet kin.

Tu ça xwe texmîn dikî, gava rûspiyên xîret alî te dikin? (Binihêre abzasa 15)


16. Te çira safî kiriye berdewam kî Yehowara xizmet kî?

16 Yehowa xîreta me gelek qîmet dike, ku em van rojên çetinda wîra xizmet dikin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin wedê problêma sebir kin. Hergê xûşk-birên me dilê me bêşînin jî, em dikarin bibaxşînine wan û wana hez bikin. Hergê zewaca meda problêm pêşda bên, em dikarin xîret bikin ku van problêma safî kin û usa nîşan kin, ku em Xwedê hez dikin û qedirê nihêrandina wî hindava zewacê digirin. Û hergê em gune bikin, em dikarin ji Yehowa alîkariyê bixwazin, bawer bin ku ew me hez dike û hazir e bibaxşîne me. Ev yek wê alî me bike berdewam kin jêra xizmet kin, û em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê kerema ser meda bibarîne hergê “em sist nebin” (Galatî 6:9, ÎM).

EM ÇA DIKARIN BERDEWAM KIN YEHOWARA XIZMET KIN . . .

  • gava xûşk yan birak dilê me dêşîne?

  • gava zewaca meda problêm pêşda tên?

  • gava em ji bo şaşiyên xwe eciz dibin?

KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe

a Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

b Kitêba Pîroz dibêje wekî ne baş e, wekî jin-mêr ji hev cihê bin. Lê dîsa jî hine Mesîhî ji bo hine meniya safî dikin başqe bijîn. Li gora Kitêba Pîroz îzina merivên usa tune yekî dinra bizewicin. Binihêre kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! elametiya zêde 4, “Başqejîtin”.

c Usa jî ser jw.org binihêrin vîdêo bi navê Bira Edilaya Vê Dinyayê We Nexapîne!—Dêrl û Dêbora Frêsîngêr.