Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 12

KILAMA 77 Ronayî li Dinya Terîda

Xwe ji Teriyê Dûr Bigirin, Ronayêda Bimînin

Xwe ji Teriyê Dûr Bigirin, Ronayêda Bimînin

“Hûn jî wextekê terî bûn, lê niha hûn ku para Xudan in, ronayî ne” (EFESÎ 5:8).

VÊ GOTARÊDA

Kitêba Efesî serê 5-da Pawlos besa teriyê û ronayê kir. Vê gotarêda emê pêbihesin, ku ev mesele çi têne hesabê û em çi dikarin hîn bin.

1-2. (a) Pawlos çi derecêda bû, gava Efesiyara neme nivîsî? (b) Vê gotarêda emê dîna xwe bidine kîjan pirsa?

 GAVA Pawlosê şandî Romêda girtiyê malê bû, ewî dixwest xûşk-bira qewî ke. Ew nikaribû xwexa biçûya cem wan, lema jî ewî çend neme wanra nivîsî. Mesele, sala 60 yan 61-da D.M.-da, ewî civata Efesêra nemek şand (Efesî 1:1; 4:1).

2 Weke 10 sal pêşda, Efesêda Pawlos mizgînî bela dikir (Karên Şandiya 19:1, 8-10; 20:20, 21). Ewî xûşk-bira gelek hez dikir û dixwest alî wan bike, wekî ewana Yehowara amin bimînin. Gelo ewî çira wanra derheqa teriyê û ronayê nivîsî? Gelo em ji vê şîretê çi dersa dikarin hîn bin? Were em dîna xwe bidine cabên van pirsa.

JI TERIYÊ BERBI RONAYÊ

3. Gava Pawlos neme Efesiyara nivîsî, ewî kîjan mesele da xebatê?

3 Pawlos xûşk-birên Efesêra usa nivîsî: “Hûn jî wextekê terî bûn, lê niha hûn . . . ronayî ne” (Efesî 5:8). Pawlos bi saya mesela teriyê û ronayê zelal kir, ku halê wane berê ça bû û niha ça ne.

4. Efesî çi cûreyî aliyê rêlîgîda teriyêda bûn?

4 Teriya rêlîgî. Pêşiya ku xûşk-birên ji Efesê bûne şagirtên Îsa, ewana bin hukumê bawerî û edetên qelpda bûn. Efesêda paristgeha Artemîsê hebû, kîjan ku hingê avayîkî nav-deng dihate hesabê. Wêderê pûtparistî gelek belabûyî bû. Meriva bi saya çêkirin û firotana pûtên Artemîsê, gelek pere qazanc dikirin (Karên Şandiya 19:23-27). Usa jî, gelek merivên ku Efesêda dijîtin, sêrbaziyêva mijûl dibûn (Karên Şandiya 19:19).

5. Efesî çi cûreyî aliyê nav-namûsiyêda teriyêda bûn?

5 Teriya aliyê nav-namûsiyê. Rabûn-rûniştina Efesiya, aliyê nav-namûsiyêda gelek xirab bû. Têatrada û hela hê wedê cejinên rêlîgî jî, xeberdan derheqa tiştên bênamûsî diçû (Efesî 5:3). Kitêba Pîroz dibêje, wekî gelek merivên ku wêderê dijîtin, “şerma rûyê xwe” unda kiribûn, dêmek ewana îda ji bênamûsiyê eciz nedibûn (Efesî 4:17-19). Pêşiya ku ewana hîn bûn ku çi rast e û çi na, kirên wan ser îsafa wan hukum nedikir, û wana nihêrandina Yehowa hilnedidane hesab. Lema jî Pawlos got, ku “ewana femên xweda şûna reşva çûn û ji jiyîna Xwedê dûr ketine”.

6. Pawlos çira Efesiyara got, ku ewana îda “ronayî ne”?

6 Hine merivên ku Efesêda dijîtin, teriyêda neman. Pawlos nivîsî ku ewana îda “para Xudan in, ronayî ne” (Efesî 5:8). Wana îda ronaya Kitêba Pîroz qebûl kiribû (Zebûr 119:105). Usa jî, wana terka edetên qelp û bênamûsiyê dabûn. Wana çev dida Xwedê û çi destê wan dihat, dikir ku Yehowara xizmet kin û dilê wî şa kin (Efesî 5:1).

7. Halê me ça mîna halê gelek Mesîhiyên Efesê ye?

7 Mîna wana, pêşiya ku em derheqa rastiyê pêbihesiyana, em jî aliyê rêlîgî û nav-namûsiyêda teriyêda bûn. Diqewime hineka ji me cejinên usa kifş dikirin, yên ku rêlîgiya qelpva girêdayî bûn, lê hinek jî bi jîyîneke bênamûs dijîtin. Lê çaxê em pêhesiyan, ku çi ber çevê Xwedê reş e û çi na, me emirê xwe guhast. Hêdî-hêdî me cûrê jîyîna xwe guhast, wekî li gora qanûnên Yehowa bijîn. Ev yek kareke mezin mera anî (Îşaya 48:17). Rast e em dîsa jî rastî çetinaya tên, lê em gerekê xwe ji teriya ku em derketine, dûr bigirin û “mîna zarên ronayê bijîn”. Gelo em ça dikarin vê yekê bikin?

Image digitally reproduced with the permission of the Papyrology Collection, Graduate Library, University of Michigan, P.Mich.inv. 6238. Licensed under CC by 3.0

Şîretên ku Pawlos bi dilovanî dabû Efesiya, bona me jî kêrhatî ne (Binihêre abzasa 7) b


JI TERIYÊ BIREVE

8. Li gora Efesî 5:3-5, xûşk-birên ji bajarê Efesê gerekê xwe ji çi dûr bigirtana?

8 Bixûne Efesî 5:3-5. Seva ku xwe ji teriya bênamûsiyê dûr bigirin, xûşk-birên ji bajarê Efesê gerekê xwe ji vê yekê dûr bigirtana, çi ku ber çevê Yehowa reş bû. Ev dihate hesabê ne tenê bênamûsiya sêksûalî, lê usa jî xeberdana necayîz. Pawlos Efesiyara got, ku xwe ji tiştên usa dûr bigirin, ji bo çi jî meriv “Padşatiya Mesîh û Xwedêda war nabe”.

9. Çira em gerekê xwe ji van tişta dûr bigirin çi ku berbi bênamûsiyê dibe?

9 Em jî gerekê berdewam kin miqabilî “kirên bêbere teriyê” şer bikin (Efesî 5:11). Çaxê kesek tiştên xirab û bênamûs dinihêre yan dibihê, yan jî derheqa tiştên usa xeber dide, ev hêsa dikare gune bike (Destpêbûn 3:6; Aqûb 1:14, 15). Welatekîda çend bira bi saya întêrnêtê bûne hevalên hev. Sêrîda gelek ji wana derheqa tiştên ruhanî xeber didan. Lê wext şûnda, wana destpêkir derheqa sêksê xeber din. Ji bo vê yekê çend bira bênamûsî kirin.

10. Mîrê-cina çi dike wekî me bixapîne? (Efesî 5:6)

10 Dinya Mîrê-cina her tiştî dike, ku me bixapîne û me bide bawerkirinê, wekî tiştên ku ber çevê Yehowa reş in, bi rastî ne xirab in (2 Petrûs 2:19). Bi hezara sala, mêtoda Mîrê-cina ev e ku hişê meriva tevlihev ke, wekî ewana nevînin, ku çi rast e û çi na (Îşaya 5:20; 2 Korintî 4:4). Lema jî gelek fîlm, bernamên têlêvîziyonê û rûpêlên întêrnêtê, fikirên ku miqabilî qanûnên Yehowa ne, bela dikin. Mîrê-cina dixwaze, wekî em bifikirin ku kirên nepak him bê ziyan in, him jî şabûnê tînin (Bixûne Efesî 5:6).

11. Ça mesela Anjêlayê nîşan dike, ku bi bîlanî ye guh bidine şîreta ji Efesî 5:7? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Mîrê-cina dixwaze, wekî em tevî van meriva hevaltiyê bikin, yên ku qedirê qanûnên Yehowa nagirin, wekî em qanûnên Yehowa biteribînin. Lema jî Pawlos Efesiyara got, ku ewana “tevî yên usa nebin” kîjan ku xirabiyê dikin (Efesî 5:7). Em gerekê diha zêde fesal bin, çimkî îro meriv dikare ne tenê rû bi rû, lê bi saya întêrnêtê jî tevî kesên din hevaltiyê bike. Xûşkeke me bi navê Anjêla a, ya ku li Asyayê dijî, zane ku ev yek çiqas xof e. Ew dibêje: “Hêdî-hêdî, fikirên min hatine guhastinê. Îda talaşa min nîbû, ku hevalên min qedirê prînsîpên Kitêba Pîroz digirin yan na. Wext şûnda ez difikirîm, ku tiştekî xirab vê yekêda tune, wekî ez li gora prînsîpên Yehowa nejîm”. Ça baş e, ku hine rûspiya bi dilovanî alî Anjêlayê kirin, wekî ew cûrê jîyîna xwe biguhêze. Anjêla dibêje: “Niha ez dîna xwe diha didime ser tiştên ruhanî, ne ku ser malperên sosyalî”.

Ev yek ku em tevî kê hevaltiyê dikin, dikare ser aminiya me hukum ke (Binihêre abzasa 11)


12. Çi wê alî me bike xwe li qanûnên Yehowa bigirin?

12 Dinya Mîrê-cina bênamûsiyê ça tiştekî normal hesab dike, lê em zanin ku ev yek usa nîne (Efesî 4:19, 20). Were em ji xwe bipirsin: “Gelo ez xîret dikim ku bi zêdeyî wedê xwe derbaz nekim tevî hevalxebatçiyên xwe, hevaldersxanên xwe yan jî tevî kesên din, yên ku qedirê qanûnên Yehowa nagirin? Hergê hine meriv min ça fanatîk hesab kin jî, gelo ez dîsa jî her tiştî dikim, wekî li gora qanûnên Yehowa bijîm?” Çawa em 2 Tîmotêyo 2:20-22-da dixûnin, em gerekê civatêda jî hevala xwera bijbêrin, çimkî hevalên nebaş dikarin dostiya me tevî Yehowa xirab kin.

“MÎNA ZARÊN RONAYÊ BIJÎN”

13. Em ça dikarin “mîna zarên ronayê bijîn”? (Efesî 5:7-9)

13 Xêncî vê yekê ku lazim bû, wekî xûşk-birên Efesê ji teriyê birevin, Pawlos got ku ewana gerekê “mîna zarên ronayê bijîn” (Bixûne Efesî 5:7-9). Ev yek çi tê hesabê? Em gerekê hertim ça Mesîhiyên rast bijîn. Bona vê yekê lazim e wekî em Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kin. Îlahî ferz e wekî em rind dîna xwe bidine mesele û giliyên Îsa, yê ku “ronaya dinyayê” ye (Yûhenna 8:12; Metelok 6:23).

14. Ruhê pîroz ça dikare alî me bike?

14 Seva ku em “mîna zarên ronayê bijîn”, em hewcê alîkariya ruhê pîroz in. Gelo çira? Çimkî hêsa nîne ku em vê dinya bênamûsda temiz bimînin (1 Têsalonîkî 4:3-5, 7, 8). Ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em himberî fikir û fîlosofiyên dinyayê, yên ku miqabilî nihêrandina Xwedê ne, şer bikin. Usa jî ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em “qencî, heqî û rastî” nav xweda pêşda bînin (Efesî 5:9).

15. Em ça dikarin ruhê pîroz bistînin? (Efesî 5:19, 20)

15 Em gerekê dua bikin, wekî Yehowa ruhê pîroz bide me. Îsa gotibû, wekî Yehowa wê ruhê pîroz bide wan, yên ku “ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Usa jî gava em ser civata tevî xûşk û bira pesinê Yehowa didin, em ruhê pîroz distînin (Bixûne Efesî 5:19, 20). Ruhê pîroz wê usa jî alî me bike, wekî em li gora xwestina Xwedê bijîn.

16. Çi dikare alî me bike, ku em safîkirinên baş bikin? (Efesî 5:1017)

16 Çaxê em gerekê safîkirinên ferz bikin, em gerekê “bizanibin ku çi li Xudan xweş tê” û li gora vê yekê tişta safî kin (Bixûne Efesî 5:10, 17). Gava em lêkolîn dikin, ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dereca meva girêdayî ne, em nîşan dikin, ku em dixwazin li gora nihêrandina Xwedê safîkirina bikin. Çiqas em prînsîpên Xwedê bidine xebatê, haqas emê safîkirinên baş bikin.

17. Em çawa dikarin wedê xwe bi bîlanî xerc kin? (Efesî 5:15, 16) (Binihêre usa jî şikil.)

17 Usa jî Pawlos Efesiyara got, wekî ewana wedê xwe bi bîlanî xerc kin (Bixûne Efesî 5:15, 16). Dijminê me Mîrê-cina dixwaze, wekî em şixulên vê dinyayêva haqas mijûl bin, ku bona xizmetiya Xwedê îda wedê me nemîne (1 Yûhenna 5:19). Hergê em fesal nîbin, fikirên vê dinyayê dikarin ser me hukum kin. Axiriyêda dibeke em diha zêde dîna xwe bidine hebûkê, hînbûnê, yan jî xebata xwe, ne ku xizmetiyê. Em gerekê fesal bin wekî ev hemû tişt jîyîna meda tu car nebine tiştên herî ferz. Seva ku em “mîna zarên ronayê bijîn”, em gerekê “dest bidine ber wext” û dîna xwe bidine tiştên ku bi rastî ferz in.

Pawlos temî da xûşk-birên ji bajarê Efesê ku ewana wedê xwe bi bîlanî xerc kin (Binihêre abzasa 17)


18. Donald çi kir wekî wedê xwe bi bîlanî bide xebatê?

18 Mecala bigere wekî diha zêde Yehowara xizmet kî. Birakî bi navê Donald, ku li Afrîkaya Başûrê dijî, usa kir. Ew dibêje: “Min dîna xwe da cûrê jîyîna xwe û ji Yehowa alîkarî xwest, wekî ez bikaribim diha zêde xizmet kim. Min dua kir, wekî ez xwera xebateke usa bivînim, ku bona belakirina mizgîniyê diha zêde wedê min hebe. Bi alîkariya Yehowa, min xwera xebateke layîq dît. Paşê, ez û kulfeta min, me tevayî destpêkir ça xizmetkarên hertim xizmet kin”.

19. Em ça dikarin berdewam kin “mîna zarên ronayê bijîn”?

19 Nema Pawlos bê şik alî Efesiya dikir, ku Yehowara amin bimînin. Şîretên ji bîna ber Xwedê, yên ku vê nemêda hene, dikarin alî me jî bikin. Mesele, seva ku em bikaribin safîkirina bikin û bizanibin wedê xwe ser çi û tevî kê xerc kin. Usa jî şîretên ji nema Efesî, dikarin xwestina me zêde kin, ku em berdewam kin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, wekî em nava ronaya rastiyêda bin. Xêncî vê yekê, nema Efesî nîşan dike, ku ruhê pîroz çiqas ferz e û dikare alî me bike, wekî em hunurên baş nav xweda pêşda bînin. Şîretên Pawlos dikarin alî me bikin, wekî em safîkirinên baş bikin, yên ku li gora nihêrandina Xwedê ne. Hergê em guh bidin van şîreta, emê bikaribin ji teriya dinyayê birevin û ronayêda bimînin!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Efesî 5:8-da xeberên “terî” û “ronayî” çi têne hesabê?

  • Em ça dikarin ji teriyê birevin?

  • Em ça dikarin “mîna zarên ronayê bijîn”?

KILAMA 95 Ronayî Hê Zelal Dibe

a Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Destnivîsareke kevin ya nema Pawlos Efesiyara.