Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gotara bona Hînbûnê 5

Hatina Me ser Civatê Çi Dide Kifşê?

Hatina Me ser Civatê Çi Dide Kifşê?

“Mirina Xudan bikine dengî, heta hatina wî” (1 KORN. 11:26).

KILAMA 18 Bona Qurbanê Razî ne

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Yehowa çi divîne gava bi mîlyona meriv top dibin ser Şîva Xudan? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.) b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

BIDIN ber çevê xwe ku Yehowa çi divîne, çaxê nav temamiya dinyayêda bi mîlyona meriv ser Şîva Xudan top dibin. Ew ne ku tenê elaleteke mezin divîne, lê dîna xwe dide her kesî ji wan. Besa xeberê, ew wan meriva divîne, kê ku her sal tê ser Bîranînê. Nava wan merivada hene yên usa jî, ku tên hela hê hingê jî, gava rastî peyketinên giran tên. Hine meriv jî cara nayêne civatê, lê ser Êvara Bîranînê timê tên, çimkî fem dikin wekî ew rojeke gelek ferz e û gerekê ese bên. Yehowa usa jî dîna xwe dide wan meriva, yên ku cara pêşin tên, çimkî dixwazin bivînin ew çi civîn e.

2 Belê, Yehowa şa dibe çaxê divîne, ku gelek meriv têne ser Êvara Bîranînê (Lûqa 22:19). Lê ew hê zêde ne ku dîna xwe dide vê yekê ku çiqas meriv tên, lê ji bo çi nêtî ewana tên. Bona wî diha ferz e, çi wana hêlan dike ku bêne ser Bîranînê. Vê gotarêda emê şêwir kin pirseke gelek ferz: Çira em xêncî roja Bîranînê, usa jî her heftî têne ser civata, kîjan ku Yehowa saz kiriye bona wan meriva, kîjana hiz dike?

(Binihêre abzasa 1-2) *

MILÛKTÎ ME HÊLAN DIKE BÊNE SER CIVÎNA

3-4. a) Çira em têne civata? b) Hergê em têne ser civatê, ew yek derheqa me çi eyan dike? c) Li gora 1 Korintî 11:23-26, çira em gerekê ese bêne ser Bîranînê?

3 Ya pêşin, meniya lape ferz ku çira em diçine civata, ew e ku ew heye pareke xizmetiya me. Em usa jî diçine civata, çimkî wêderê Yehowa me hîn dike. Merivên qure difikirin, ku wanra hînkirin nelazim e (3 Yûhn. 9). Lê em bi dil û can dixwazin, wekî Yehowa û teşkîleta wî ku ew dide xebatê, me hîn kin (Îşa. 30:20; Yûhn. 6:45).

4 Çaxê em têne civatê, ew yek dide kifşê ku em milûk in, û bi dil û can dixwazin bêne hînkirinê. Em êvarê roja Bîranîna mirina Îsa, têne ser vê civîneke ferz ne tenê bona vê yekê, ku em borcdar in, lê çimkî em bi milûktî gura vê temiya Îsa dikin: “Vê yekê bona bîranîna min bikin”. (Bixûne 1 Korintî 11:23-26.) Ew civîn baweriya me hindava axiriyê qewî dike û dike bîra me, ku Yehowa ça qayîm me hiz dike. Lê Yehowa zane, wekî mera dildayîn û qewîkirin ne tenê salê carekê lazim e. Lema jî ewî rêberî kir ku her heftî civat hebin û şîretê dide me, wekî em timê bêne civata. Milûktî me hêlan dike, ku gura Yehowa bikin. Bona vê yekê em her heftî êpêce wede xerc dikin, seva xwe bona civatê hazir kin û bêne civatê.

5. Çira merivên milûk teglîfkirina Yehowa qebûl dikin?

5 Her sal gelek merivên milûk teglîfkirina Yehowa qebûl dikin, seva ew wana hîn ke (Îşa. 50:4). Ewana çaxê cara pêşin têne ser Bîranînê, paşê îda destpêdikin tên civatê (Zeker. 8:20-23). Û em tevî wan şa dibin ku Yehowa, yê ku “alîkar û xilazkirê” me ye, me gişka şîret dike û rêberiyê dide me (Zeb. 40:17). Rastî jî şabûneke çiqas mezin e, çaxê meriv teglîfkirina Yehowa qebûl dikin, seva ji wî û ji Îsa, Kurê wîyî hizkirî, bêne hînkirinê (Met. 17:5; 18:20; 28:20).

6. Çawa milûktî alî mêrikekî kir, wekî bê ser Bîranînê?

6 Her sal em çiqas dikarin gelek meriva teglîf dikin ser Bîranîna mirina Îsa. Gelek merivên milûk teglîfkirina me qebûl dikin û karê distînin. Dîna xwe bidine vê meselê: Çend sal pêşda, merivekî teglîfkirina Bîranînê stand, lê ewî gote wî birayî, kîjanî ku wî teglîf kir, wekî nikare bê. Lê ew bira ecêbmayî ma çaxê Oda Civatêda ser Bîranînê ew mêrik dît. Ew mêrik metal ma, ku ça wî bi dil û can silav dikin, û paşî vê yekê ew îda her heftî dihate civatên me. Bidine hesabê xwe, nava salêda ew tenê sê cara nehate civatê. Lê çi alî wî kir, wekî ewî safî kir timê bê ser civata? Ew merivekî şkestî bû û hazir bû hiş-aqilê xwe biguhêze. Ew birê ku wî teglîf kir, paşê got: “Ew merivekî gelek milûk e”. Yehowa bêşik wî nêzîkî xwe kir seva Jêra xizmet ke û niha ew bira nixumandî ye (2 Sam. 22:28; Yûhn. 6:44).

7. Ew çi ku em pêdihesin ser civata û wedê xwendina Kitêba Pîroz, ça alî me dike milûk bin?

7 Çi ku em civatêda û wedê xwendina Kitêba Pîroz pêdihesin, alî me dike milûk bin. Heftiyên pêşiya Bîranînê, civatên meda em hê zêde dîna xwe didin mesela û milûktiya Îsa, ku ewî da kifşê çaxê emirê xwe da ça qurban. Û çend rojên pêşiya Bîranînê, mera şîret tê dayînê, wekî wan parên Kitêba Pîroz bixûnin, kîderê tê gilîkirinê qewimandinên pêşiya mirina Îsa û saxkirina wî. Em çi jî ser wan civata û wedê xwendina Kitêba Pîroz pêdihesin, ew tişt razîbûna me hindava qurbana Îsa hê zêde dikin. Ew milûktiya wî dilê me digire û em dixwazin çev bidine wî, ku qirara Yehowa bînin sêrî, hela hê jî çaxê mera çetin e (Lûqa 22:41, 42).

MÊRXASÎ ALÎ ME DIKE BÊNE SER CIVÎNA

8. Îsa çawa mêrxasî da kifşê?

8 Em usa jî dixwazin mêrxasiyêda çev bidine Îsa. Bifikirin ku ewî ça mêrxasî da kifşê rojên pêşiya mirina xwe. Ew haş ji vê yekê hebû ku dijmin wê zûtirekê wî bêhurmet kin, bikutin û bikujin (Met. 20:17-19). Yeke ew mirinê netirsiya. Çaxê roja mirina wî hat, ewî gote şandiyên xweyî amin, yên ku baxçê Gêtşemanîda tevî wî bûn: “Rabin em herin. Va ye ewê ku nemamiya min dike nêzîk bû” (Met. 26:36, 46). Hin jî çaxê komeke merivên bi çeka hatin wî bigirin, ewî xwe veneşart lê pêşda çû, û gote eskera, wekî şandiyên wî berdin (Yûhn. 18:3-8). Belê, Îsa mêrxasîke mezin da kifşê! Îro, Mesîhiyên bijartî û Mesîhiyên ji pezên din, çev didine mêrxasiya Îsa. Çawa?

Çaxê hûn bi mêrxasî têne ser civata, ew yek yên din qewî dike (Binihêre abzasa 9) *

9. a) Çira mêrxasî lazim e seva timê bêne civata? b) Çawa mesela me dikare birên ku kelêda nin, qewî ke?

9 Mera mêrxasî lazim e, seva wedê çetinda jî her gav bêne civatê. Hine xûşk-birên me hingê jî têne ser civatê, gava rastî kul-derda, diltengbûnê, û çetinayên sihet-qewatêva girêdayî, tên. Hinek jî aliyê neferên xwe yan jî aliyê serwêrên dewletêda rastî miqabilîbûnê tên, lê yeke ewana têne civatê. Bifikirin ku çawa mesela we hukum dike ser wan bira, yên ku bona baweriya xwe kelêda nin (Îbrn. 13:3). Çaxê ewana dibihên ku em berdewam dikin wedê tengasiya Yehowara xizmet dikin, ewana qewî dibin seva bawerî, mêrxasî û aminiya xwe xwey kin. Pawlosê şandî hema rastî dereceke usa hat. Çaxê ew kela Romêda bû, ew şa dibû gava dibihîst, wekî birên wî bi aminî Xwedêra xizmet dikin (Fîlî. 1:3-5, 12-14). Pawlos hine wede pêşiya yan jî paşî azabûna xwe, Îbraniyara neme nivîsî. Vê nemêda ewî şîret da Mesîhiyên amin, wekî “timê çawa xûşk-bira hevdu hiz bikin” û tu car civînên xwe bernedin (Îbranî 10:24, 25; 13:1).

10-11. a) Em kê gerekê teglîf kin ser Bîranînê? b) Efesî 1:7-da çi menî heye bona vê yekê?

10 Em mêrxasiyê didine kifşê çaxê merivên xweyî nêzîk, hevalxebatçiyên xwe, û cînarên xwe teglîf dikin ser Bîranînê. Lê çira em wana teglîf dikin? Çimkî em dişêkirînin her tiştê ku Yehowa û Îsa bona me kirine, û em dixwazin, wekî yên din jî bên ser Bîranînê. Em dixwazin wekî ewana jî pêbihesin, ku ça bi saya qurbana Îsa ewana dikarin “kerema” Yehowa bistînin. (Bixûne Efesî 1:7; Eyan. 22:17).

11 Çaxê em mêrxasiyê didine kifşê ku tevayî top dibin, em usa jî hunureke gelek qîmet nîşan dikin, kîjan ku Xwedê û Îsa bi cûrê mexsûs didine kifşê.

HIZKIRIN ME HÊLAN DIKE KU BÊNE SER CIVÎNA

12. a) Civat ça hizkirina me hindava Yehowa û Îsa, qewî dike? b) Rêzên ji 2 Korintî 5:14, 15 me çida hêlan dikin, wekî çev bidine Îsa?

12 Hizkirina me hindava Yehowa û Îsa me hêlan dike bêne ser civata. Çi jî em civatêda pêdihesin, hizkirina me hindava Yehowa û Kurê wî zêde dike. Wêderê em timê tînin bîra xwe, ku wana çi kir bona me (Rom. 5:8). Lê Bîranîn tîne bîra me, ku ewana me gelek hiz dikin, û hela hê wan jî, yên ku hê fem nakin qîmeta qurbana Îsa. Ji razîbûnê em dixwazin emirê xweda her roj çev bidine Îsa. (Bixûne 2 Korintî 5:14, 15.) Dilê me bi razîbûnê tije dibe û em hêlan dibin pesina bidine Yehowa bona wê kirînê, ku ewî bona me da. Û cûrekî ku ça em dikarin hurmetê bidine wî, ew e, çaxê em civatêda caba xwe didin.

13. Em ça dikarin Yehowara û Kurê wîra hizkirina xwe bidine kifşê? Şirovekin.

13 Em hizkirina xwe hindava Yehowa û Îsa didine kifşê, çaxê hazir in qurbana bikin bona wan. Gelek car em qurbana dikin, seva herine civatê. Gelek civat xilaziya roja xebatê derbaz dibin, gava em îda westiyayî ne. Lê civata din şemiyê-ledê derbaz dibe, çaxê meriv hêsa dibin. Gelo Yehowa divîne wekî em hingê jî têne civata, gava westiyayî ne? Belê! Bi rastî, Yehowa gelek qîmet dike gava em hizkirina xwe jêra didine kifşê bi vê yekê, ku hemû tiştî dikin seva bêne civatê, hergê jî mera çetin e (Marq. 12:41-44).

14. Îsa hizkirina helalda çi mesele hîşt?

14 Îsa mera mesele hîşt vê yekêda, ku hizkirina helal da kifşê. Ew hazir bû ne tenê emirê xwe bide bona şagirtên xwe, lê her roj bikeve heyra wan, ne ku ya xwe. Mesele, ewî hingê jî bona şagirtên xwe wede didît, gava westiyayî yan jî gelek dilteng bû (Lûqa 22:39-46). Ew merd bû hindava meriva, û hîviyê nîbû ku ji wana karê bistîne (Met. 20:28). Hergê hizkirina me hindava Yehowa û xûşk-birên me qewî be, emê her tiştî bikin seva bêne ser Êvara Bîranînê û ser civatên me.

15. Em gerekê îlahî alî kê bikin?

15 Em para biratiya Mesîhiyên rast in, û em şabûnê distînin gava merivên teze teglîf dikin, wekî bibine para biratiya me. Lê em dixwazin îlahî alî wan bikin, yên ku “neferêd mala Xwedê” ne, dêmek xûşk-birên me, lê ruhanîda sist bûne (Galt. 6:10). Em hizkirina xwe wanra eyan dikin gava dil didine wan ku bêne civatê, îlahî ser Êvara Bîranînê. Mîna Yehowa û Îsa, em gelek şa dibin çaxê xûşk yan bira kîjan ku ruhanîda ketine, dîsa vedigerin bal Yehowa, Xwedêyê meyî hizkirî û Şivanê me (Met. 18:14).

16. a) Ça em dikarin dil bidine hev, û civat çida alî me dikin? b) Çira nava salêda ew wedekî baş e, seva em giliyên Îsa ji Yûhenna 3:16 bînin bîra xwe?

16 Wan heftiyên pêşiya Bîranînê, çiqas dikarin gelek meriva teglîf kin ser vê rojê, ku Îniyê 19 Nîsanê sala 2019-da wê derbaz be (Binihêre çargoşe “ Hûnê Wana Teglîf kin?”). Were em timê dil bidine hev, wekî bêne ser civata, kîjan ku Yehowa bona me saz kiriye. Axiriya vê dinyayê gelek nêzîk e, lema jî lazim e bêne ser civatên xwe, çimkî ew alî me dikin wekî em milûk, mêrxas û bi hizkirinê bin (1 Têsln. 5:8-11). Were em bi temamiya dilê xwe, hizkirina xwe hindava Yehowa û Kurê wî nîşan kin, çimkî ewana me gelek hiz dikin! (Bixûne Yûhenna 3:16.)

KILAMA 126 Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

^ abz. 5 Bîranîna mirina Mesîh, ku êvara 19 Nîsanê, sala 2019 wê derbaz be, nava salêda wê civîneke lape ferz be. Lê çira em diçin ser vê civînê? Çimkî em dixwazin dilê Yehowa şa kin. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çaxê em têne ser Bîranînê û civatên me, ew yek derheqa me çi dide kifşê.

^ abz. 50 ŞIKLÊ RÛYÊ JÛRNALÊ: Bi mîlyona meriv nav temamiya dinyayê ser Êvara Bîranîna Xudan top dibin (Binihêrin gotara bona hînbûnê 5, abzasa 1-2)

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: A brother who is in prison for his faith is encouraged by a letter from home. Knowing that he is not forgotten, he is joyful over receiving the news that his family is also remaining faithful to Jehovah despite the civil unrest in their area.