Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gotara bona Hînbûnê 1

“Berxwe Nekeve, Çimkî Ez im Xwedayê Te”

“Berxwe Nekeve, Çimkî Ez im Xwedayê Te”

“Netirse, çimkî ez tevî te me. Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te. Ezê te xwey kim, belê, ezê alî te bikim” (ÎŞA. 41:10, DT).

KILAMA: 7 Yehowa Qewata Me ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Giliyên ji Îşaya 41:10, ça ser xûşkeke me Yoşîko hukum bûn? b) Yehowa bona kara kê ew soz daye nivîsarê û xweykirinê?

XÛŞKEKE amin ku navê wê Yoşîko ye, ji hekîma xwe elametiya xirab pêhesiya. Hekîm jêra got, wekî ew wê tenê çend meha bijî. Lê Yoşîko çi kir çaxê ew yek bihîst? Ewê hingê rêzeke Kitêba Pîroz ku gelek hiz dikir, anî bîra xwe, ew hebû Îşaya 41:10. (Bixûne.) Paşê ewê rihet hekîma xwera got, wekî ew natirse, çimkî Yehowa destê wê digire. * Giliyên ji vê rêzê alî wê xûşkê kirin, ku ewê bi temamî îtbariya xwe Yehowa anî. Ew rêz wê alî me jî bike wedê tengasiyên giran dilrihetiyê unda nekin. Seva fem kin çawa ew rêz dikare alî me bike, ya pêşin were em şêwir kin, çira Xwedê ew elametî da Îşaya.

2 Yehowa ew gilî bi Îşaya da nivîsarê, pêşiyê seva dilbîniyê bide wan Cihûyên ku wê biketana dîltiya Babîlonê. Lê Yehowa ew gilî da xweykirinê ne tenê bona kara wan Cihûya, lê usa jî bona hemû cimeta xwe heta roja îro (Îşa. 40:8; Rom. 15:4). Îro em zemanên xirabda dijîn, lema îlahî niha mera gelek lazim e ew berdilî, ku kitêba Îşayada nivîsar e (2 Tîmt. 3:1).

3. a) Îşaya 41:10-da, derheqa kîjan soza tê gotinê? b) Çira mera lazim e baweriya qewî hindava sozên ku Yehowa dide me?

3 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin ser sê sozên * Yehowa ji Îşaya 41:10, kîjan ku baweriya me qewî dikin: 1) Yehowa wê tevî me be, 2) ew e Xwedayê me, û 3) ew wê alî me bike. Ew soz mera lazim in, çimkî em jî mîna Yoşîko rastî çetinaya tên. Usa jî ji bo tiştên xirab ku vê dinyayêda diqewimin, derdên me zêde dibin. Hinek ji me hela hê aliyê serwêrên qewîda jî têne zêrandinê. Lema were em wan her sê soza, yek bi yek şêwir kin.

“EZ TEVÎ TE ME”

4. a) Kîjan e sozê pêşin ku emê şêwir kin? (Usa jî binihêre spartin.) b) Yehowa çi cûreyî hizkirina xwe hindava me dide kifşê? c) Ew giliyên Xwedê ça ser we hukum dikin?

4 Pêşiyê Yehowa berdiliyê dide me bi wan giliya: “Netirse, çimkî ez tevî te me”. * Yehowa mera dibêje, wekî ew tevî me ye, çevê wî ser me ye û me hiz dike. Dîna xwe bidinê Yehowa ça evê hizkirina xweye mezin hindava me dide kifşê, ew dibêje: “Tu çevê minda qîmet î. Tu hatî hurmetkirinê. Ez te hiz dikim” (Îşa. 43:4, DT). Tu kes, ne jî tu tişt, nikare evê hizkirina Yehowa hindava xizmetkarên wî sar ke. Aminiya wî hindava me tu car sist nabe (Îşa. 54:10). Hizkirina wî û dostiya wî mêrxasiyê dide me. Yehowa wê me jî xwey ke, çawa ku ewî Abram (Birahîm) dostê xwe, xwey kir. Yehowa gote wî: “Netirse, Abram, ez ji tera mertal im” (Destp. 15:1).

Pê alîkariya Yehowa em dikarin her tengasî ku mîna sêlavê û agir e, derbaz kin (Binihêre abzasa 5-6) *

5-6. a) Em ji ku zanin wekî Yehowa dixwaze alî me bike, gava em rastî tengasiya tên? b) Em çi dersê dikarin ji Yoşîko hîn bin?

5 Çaxê em tengasiyada nin, em zanin ku Yehowa halê me fem dike û dixwaze alî me bike. Ew soz dide cimeta xwe: “Dema tu di nava avêda derbaz bibî, ezê bi tera bim û dema tu di nava çemada derbaz bibî, wê di ser teva neçin; gava tu di nava agirda bimeşî, tuyê neşewitî û wê pêt te neşewitîne” (Îşa. 43:2). Gelo ew gilî çi têne hesabê?

6 Yehowa soz nade, wekî emê rastî çetinaya û tengasiya neyên. Lê ew wê tu car nehêle, wekî çetinayên ku mîna “çem” in, me bixeniqînin, yan jî ew tengasiyên ku mîna “agir” in, zîyaneke mezin û dirêj bidin me. Ew soz dide, wekî wê tevî me be û alî me bike çaxê telî-tengiyara “derbaz bin”. Lê çi cûreyî Yehowa wê alî me bike? Ewê dilê me rihet ke, wekî em netirsin û bikaribin aminiya xwe jêra xwey kin, hela hê jî hergê mirin ber çevê me ye (Îşa. 41:13). Yoşîko derheqa, kîjanî me jorê got, vê yekêda xwexa îzbat bû. Qîza wê dibêje: “Em gelek ecêbmayî diman, ku dayka min ça rihet bû. Me xwexa pê çevê xwe didît, ku Yehowa ça dilrihetiyê dide wê. Dayka min heta mirinê jî nexweşxanêda berdestiyên hekîmara û usa jî nexweşara derheqa Yehowa û sozên wî gilî dikir”. Em ji serhatiya Yoşîko çi hîn dibin? Hergê em îtbariya xwe wî sozê Xwedê bînin, ku dibêje “ez tevî te me”, emê jî wedê telî-tengasiya mêrxas bin û qewî bin.

“EZ IM XWEDAYÊ TE”

7-8. a) Kîjan e sozê duda ku emê şêwir kin, û ew çi tê hesabê? b) Çira Yehowa gote Cihûyên dîl: “Berxwe nekeve”? c) Kîjan giliyên ji Îşaya 46:3, 4, dilê cimeta Xwedê rihet kir?

7 Dîna xwe bidine sozê duda, ku Îşaya nivîsî: “Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te, DT”. Lê çi tê hesabê ew gilî “berxwe nekeve”? Vê rêzêda zimanê orîjînalêda xebera “berxweketin”, fikireke usa dide, ku kesek “ji tirsê dor berê xwe dizivire û dinihêre, çimkî xofê texmîn dike”, yan jî “ji bo tirsê tevhev dibe”.

8 Lê çira Yehowa gote Cihûyên ku Babîlonêda bibûna dîl, wekî berxwe nekevin? Çimkî Yehowa zanibû ku wê tirs bikeve nava bineliyên wî welatî. Lê meniya vê yekê wê çi bûya? Xilaziya 70 salên dîltiya Cihûya, Babîlon gerekê bihata zeftkirinê aliyê ordîke qewîda, ew hebû ordiya Mediya-Farisê. Yehowa wê ew ordî bida xebatê, seva cimeta xwe ji dîltiya Babîlonê aza kira (Îşa. 41:2-4). Cimeta Babîlonî û miletên mayîn ku hingê wêderê dijîtin, çaxê pêdihesiyan wekî dijmin nêzîk e û dixwestin mêrxasiyê xwey kin, hevdura digotin: “Qewî be”. Wana usa jî hê zêde xudanên pût çêdikirin, çimkî wana tirê ku ew pût wê alî wan bikin (Îşa. 41:5-7). Lê Yehowa dilê wan Cihûyên dîl rihet dikir, bi wan giliya: “Tu, Îsraêl, xizmetkarê min î [ne mîna merivên din î]. . . . Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te” (Îşa. 41:8-10, DT). Dîna xwe bidinê Yehowa got: “Ez im Xwedayê te”. Bi wan giliya Yehowa dil da xizmetkarên xwe, wekî dilteng nebin, çimkî ewî wana bîr nekiribû, ew dîsa jî Xwedayê wan bû, û ewana dîsa jî cimeta wî bûn. Ewî gote wan: “Ezê [te] hilgirim û xilaz bikim”. Ew giliyên şewat, bêşik wê wan Cihûya qewî kirana. (Bixûne Îşaya 46:3, 4.)

9-10. Çira meniyên me tune ne ku bitirsin? Meselê bînin.

9 Niha wedekî usa ye, ku meriv berxwe dikevin, çimkî halê dinyayê çiqas diçe xirab dibe. Femdarî ye, ew hal ser me jî hukum dibe. Yeke em gerekê tu car netirsin, çimkî Yehowa mera dibêje: “Ez im Xwedayê te, DT”. Lê ew gilî çi cûreyî qewatê dide me, wekî em dilrihetiyê unda nekin?

10 Dîna xwe bidine vê meselê: Du gede Cîm û Bên teyarêda nin. Ba teyarê hewêda dibe-tîne û teyarê dihejîne. Hingê dengê pîlot tê: “Kemberên kursiyên xwe qewî xweva girêdin, çimkî hine wext teyar wê biheje”. Cîm îda ditirse. Lê paşê pîlot dibêje: “Berxwe nekevin. Ew pîlotê we tevî we xeber dide”. Hingê Cîm serê xwe dihejîne û dibêje: “Îja çi, ew yek qe dilê me rihet nake!”. Cîm dinihêre ser Bên û têderdixe, wekî ew qe berxwe nakeve. Ew ji wî dipirse: “Tu çira usa rihet î?” Bên dikene û dibêje: “Çimkî ez wî pîlotî rind nas dikim. Ew bavê min e!”. Paşê Bên giliyên xwe berdewam dike dibêje: “Ezê tera derheqa bavê xwe niha gilî kim, û ez bawer im, wekî çaxê tu derheqa wî û feresetên wî ku ew ça teyarê dajo, pêbihesî, tê jî rihet bî û netirsî”.

11. Em ji mesela du geda çi dersa hîn dibin?

11 Em ji vê meselê çi hîn dibin? Mîna Bên, em jî rihet in û natirsin, çimkî em Yehowa, Bavê Xweyî ezmana rind nas dikin. Em zanin wekî ew wê alî me bike hela hê derd-kulên mezinda jî, kîjan ku wan rojên axiriyêda rastî me tên (Îşa. 35:4). Em îtbariya xwe Yehowa tînin, lema jî em dilrihet dimînin, hingê jî gava temamiya dinyayê tirsêda ne (Îşa. 30:15). Mîna Bên, em jî merivara gilî dikin, ku çira em Xwedêda bawer in. Wî cûreyî ewana jî dikarin dudilî nebin, wekî firqî tune ewana rastî kîjan çetinaya jî bên, Yehowa wê bê hewara wan.

“EZÊ TE XWEY KIM [Û] EZÊ ALÎ TE BIKIM”

12. a) Kîjan e sozê sisiya ku emê şêwir kin? b) Gilî “destê” Yehowa, çi tîne bîra me?

12 Niha were em şêwir kin sozê sisiya ku Îşaya nivîsiye: “Ezê te xwey kim, belê, ezê alî te bikim, DT”. Îşaya îda gotibû, ku Yehowa wê çi cûreyî cimeta xwe xwey ke û qewî ke, ewî got: “Yehowa wê bi qewat bê, û wê destê wî serwêrtiyê bike bona wî” (Îşa. 40:10, DT). Kitêba Pîroz gelek car xebera “dest” dide xebatê, seva bi sîmbolîk qewatê bide kifşê. Lema jî ew gilî “wê destê wî serwêrtiyê . .  . bike”, tîne bîra me ku Yehowa Padşayê zor e. Berê ewî qewata xweye bêsînor dida xebatê, seva alî xizmetkarên xwe bike û wana xwey ke. Îro jî ew berdewam dike bişidîne û xwey ke wan, yên ku îtbariya xwe wî tînin (Qan. Dcr. 1:30, 31; Îşa. 43:10).

Tu çek miqabilî destê Yehowayî qewî, wê pêşda neçe (Binihêre abzasa 12-16) *

13. a) Îlahî kengê Yehowa sozê xwe tîne sêrî ku wê me xwey ke? b) Kîjan soz qewatê û mêrxasiyê dide me?

13 “Ezê te xwey kim”. Yehowa xweyê wî sozê xwe ye, îlahî çaxê dijmin pey me dikevin. Îro hine welatada, dijminên me dixwazin her tiştî bikin, seva belakirina mizgîniyê bidine sekinandinê, yan jî şixulê teşkîleta me qedexe kin. Wî halê çetinda jî, em zef berxwe nakevin, çimkî Yehowa mera soz daye ku wê ese qewatê û mêrxasiyê bide me. Ew dibêje: “Qet çekên ku li dijî [miqabilî] te hatine çêkirin, wê ji tu karîra nebe” (Îşa. 54:17). Ew gilî sê tiştên ferz tînin bîra me.

14. Çira em ecêbmayî namînin, ku dijminên Xwedê pey me dikevin?

14 Ya pêşin, em ber çevê vê dinê reş in, çimkî em şagirtên Îsa ne (Met. 10:22). Îsa pêxembertî kir wekî rojên axiriyêda, şagirtên wî wê bêne zêrandinê (Met. 24:9; Yûhn. 15:20). Ya duda, Îşaya pêxembertî kir, wekî dijmin wê me ne ku tenê nefret kin, lê usa jî cûre-cûre çek miqabilî me bidine xebatê. Hine çek ew in: qelpî, buxdan, û zêrandina bêxwedêtî hindava me (Met. 5:11). Yehowa wê wan dijmina nede sekinandinê, ku ewan çeka miqabilî me nedine xebatê (Efes. 6:12; Eyan. 12:17). Lê yeke em gerekê netirsin? Gelo çira?

15-16. a) Em kîjan tiştê ferz gerekê bîra xweda xwey kin, û Îşaya 25:4, 5 ça evê yekê nîşan dike? b) Çawa Îşaya 41:11, 12 gilî dike derheqa axiriya wan, yên ku miqabilî me dertên?

15 Dîna xwe bidine tiştê sisiya, ku em gerekê bîra xweda xwey kin. Yehowa got wekî tu “çek” ku miqabilî me bê xebitandinê, “wê ji tu karîra nebe”. Mîna dîwarên ku me ji qewata ba-bagerê xwey dikin, Yehowa jî me xwey dike ji “hilma zordara, DT”. (Bixûne Îşaya 25:4, 5.) Dijminên me wê tu car nikaribin rê me bigirin, ku em jîyîna heta-hetayê bistînin (Îşa. 65:17).

16 Yehowa baweriya me dişidîne usa jî bi vê yekê, ku hûr bi hûr mera dibêje, wekî çi hîviya wan e, yên ku miqabilî me dertên. (Bixûne Îşaya 41:11, 12.) Firqî tune dijminên me ça miqabilî me dertên, yan jî çiqas ew şer gur be jî, lê axirî yek e: Hemû dijminên cimeta Xwedê “wê ne tu tişt bin û qir bin, DT”.

ÇAWA EM BAWERIYA XWE HINDAVA YEHOWA QEWÎ DIKIN

Emê îtbariya xwe hindava Yehowa qewî kin, hergê timê Kitêba Pîroz bixûnin û derheqa wî pêbihesin (Binihêre abzasa 17-18) *

17-18. a) Çawa xwendina Kitêba Pîroz dikare alî me bike baweriya xwe hindava Xwedê qewî kin? Meselê bînin. b) Çawa fikirandina ser rêza sala 2019 dikare alî me bike?

17 Emê baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin, çaxê derheqa wî hê zêde pêbihesin û wî hê rind nas bikin. Tenê bi saya xwendina Kitêba Pîroz û fikirandina ser, em dikarin bi rastî wî nas kin. Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê ku Yehowa ça wedê berê xizmetkarên xwe xilaz dikir. Kirên wîyî berê baweriya me qewî dikin wê yekêda, ku ewê me xwey ke.

18 Were dîna xwe bidine wan giliyên xweş, ku Îşaya nivîsî, wekî Yehowa çawa me xwey dike. Îşaya, Yehowa beramberî şivan dike, lê xizmetkarên Xwedê beramberî berxika dike. Ew derheqa Yehowa dibêje: “Bi baskê xwe wê berxikan bicivîne û . . . biçêrîne” (Îşa. 40:11). Çaxê em qewata baskên Yehowa texmîn dikin, em tiştekî natirsin û dilrihet in. Seva em wedê tengasiya dilrihetiyê unda nekin, xulamê amin û serwaxt rêza sala 2019 bijart Îşaya 41:10: “Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te, DT”. Bifikirin ser wan giliyên dilgerm, çimkî wedê tengasiyên ku hîviya me ne, ew gilî wê me qewî kin.

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

^ abz. 5 Rêza sala 2019-da derheqa sê meniya tê gotinê, ku çira em dikarin dilrihetiyê xwey kin wî wedeyî jî, gava tiştên xirab vê dinyayêda yan jî emirê meda diqewimin. Vê gotarêda wê ew menî bêne şêwirkirinê, kîjan ku alî me bikin, wekî em zef berxwe nekevin û hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin. Ser vê rêza salê kûr bifikirin, hergê dikarin bîra xweda xwey kin, çimkî ew wê alî we bike, wekî hûn wedê çetinayên axiriyêda qewî bimînin.

^ abz. 3 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Soz ew heye gilî-gotineke rast, ku gerekê ese bê sêrî. Sozên ku Yehowa dide me, alî me dikin wekî wedê çetinaya zef berxwe nekevin.

^ abz. 4 Îşaya 41:10, 13, û 14-da sê cara xebera “Netirse” tê xebitandinê. Wan rêzada usa jî gelek car xebera “Ez” (ser Yehowa) tê xebitandinê. Lê çira Yehowa rêberî Îşaya kir, wekî usa gelek car xebera “Ez” bide xebatê? Seva tiştekî ferz me bide femkirinê, dêmek em bizanibin wekî em dikarin tirsa xwe tenê hingê bitemirînin, hergê îtbariya xwe Yehowa bînin.

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Neferên malê, rastî çetinaya tên xebatêda, sihet-qewatêva girêdayî, xizmetkirinêda û mektebêda.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Polîs dora Şedên Yehowa girtine, yên ku dizîkava malda civatê derbaz dikin, lê xûşk-bira nakevine panîkê.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Çaxê em time Qulixkirina Tevî Malbetê derbaz dikin, ew yek qewatê dide ku em sebir kin.